Xelkê Amedê: Divê PDK dev ji xiyanetê berde û bi gelê xwe re be

  • rojane
  • 09:16 19 Nîsan 2022
  • |
img

AMED - Xelkê Amedê bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya di êrişa li dijî Başûr a bi Tirkiyeyê re da û gotin ku divê PDK dev ji “xiyanetê” berde û bi gelê xwe re tevbigere. 

Bi ragihandina Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar re, di şeva 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê yên Başûrê Kurdistanê operasyoneke leşkerî ya hewayî û bejahî hate destpêkirin. Ya herî balkêş ev e ku beriya vê operasyona nû di 15'ê nîsanê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Stenbolê bi Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan re hevdîtin kiribû. Tirkiye operasyona heyî bi tevlibûna PDK'ê dike. Niha li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê şerekî dijwar heye û hat zanîn ku PDK’ê jî hêzeke mezin veguhest derdora Şêladizê û Dêrelokê yên li çiyayê Kurêjaro. Gelê Amedê têkildarî operasyona Tirkiyeyê ya bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Başûr tê kirin bi ajansa me re axivîn. 
 
ÇI XÊRA PDK’Ê JI GEL RE NÎNE
 
Yek ji şeniyên Amedê Mesut Koçer, PDK weke “sîxûrê di nava gelê kurd de” destnîşan kir û wiha got: “PDK kengî bê Tirkiyeyê û bi serokkomar re hevdîtinê bike, çawa ku vedigere dest bi planên îxanetê dike. Di hevdîtinên Tirkiye-PDK’ê de her tim planên qirêjî derdikevin holê. Çi xêra wan ji gel re tune ye. Barzanî kengî bê Tirkiyeyê û vegere, şer dest pê dike. Xayîn her xayîne û dev ji xayîntiya xwe bernade. Sedema xiyaneta desthilatdariya PDK’ê ew e ku bi mejiyê eşîrane hatiye awakirin. Demên berê heya naha, dîroka PDKê ser îxanetê ve derbas buye û îxanetên mezin gelê xwe dike. Ez bang li gelê başûr dikim, bila kes êdî baweriya xwe bi desthilata PDK neyîne.”
 
‘PDK DÊ TÊK BIÇE’
 
Ji welatiyan Îbrahîm Taşer jî bertek nîşanî bêdengiya gel a li hemberî êrişên Tirkiyeyê da û wiha domand: “Li xaka kurdan şer heye û mirov tên qetilkirin. Lê hemû kes li hemberî vê zilm û komkujiyan bêdeng e. PDK xiyanetê dike. Balafirê bi alîkariya wê radibin û herêmên Başûr bombebaran dike. Heke ne ji xiyaneta wan bûya, van balafiran nedikariyan Başûr bombebaran bikin. Bi van pêkanînên xwe xiyanetê li destkeftiyên kurdan dike. Ev partiyekî xwe firoşe. Bila êdî PDK ji vê xeletiya xwe vegere û piştgiriyê bide gelê xwe. Heke PDK wiha bidomîne dê têk biçe. Divê gelê Başûr li dijî vê îxanetê qebûl neke û rabe ser pêyan.” 
 
‘DIVÊ GELÊ BAŞÛR RABE SER PÊYAN’
 
Welatiyê bi navê Haci Polat jî got ku rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê di hevdîtinên xwe yên bi Tirkiyeyê re de cih û warên gelê kurd nîşanî wan dayîne û wiha domand: “Em vê pêkanînê qebûl nakin û şermezar dikin. PDK xeletiyeke mezin û birakujiyê dike. Xelkê Başûr ji bo karên vala dide kuştin. PDK ji bo pereyan xiyanetê dike. Divê êdî dev ji van xeletiyan berde û xwînê nerijîne. PDK rê dide wan û ew jî herêmên kurdan bombebaran dikin. Divê gelê Başûr li dijî PDK’ê rabe ser pêyan û bibêje; ‘em vê yekê qebûl nakin.’ Gelê Başûr didin qetilkirin. Ev, xwînxwarin û hikûmeta PDK'ê xwîna gelê xwe vedixwe. PDK’ê bi Tirkiyeyê re li hev kiriye û diçe gelê kurd dikuje.” 
 
‘EV ÎXANETE’
 
Têkildarî mijarê ciwanê bi navê Mehmet Taş jî di serî de êrişên bi hevkariya PDK’ê têne kirin şermezar kir û berteka xwe wiha nişan da: “Ev şirîkatî nayê qebûlkirin. Nayê qebûlkirin ku partiyeke ji xwe re dibêje kurd, êrişî partiyeke din a kurd bike. Diçin bi dijmin re li hev dikin û piştre jî tên me dikujin. Em qebûl nakin ku kesekê bi dijmin re li hev dike ji xwe re bibêje ez partiyeke kurd im. Divê PDK bi dijmin re nebe yek û nebe şirîkê zilmê. Yên dibin şirîkên zilmê, ji me nînin. Divê hemû kes di vê pêvajoyê de cihê xwe diyar bike. Em li dijî sekna PDK’ê ne. Divê di zûtirin dem de ji vê xeletiya xwe vegerin. Her ciwanekê kurd ê hinek mejî di serî de heyî divê li dijî van operasyonan derkeve.” 
 
BARZANÎ DESKEFTIYÊN KURDAN DIXE TALÛKEYÊ
 
Ciwanê bi navê Ahmet Dag jî anî ziman ku PDK dixwaze destkeftiyên gelê Başûr têk bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dê ciwanên kurd van polîtîkayên şaş qebûl nekin. Divê em li dijî van êrişan bisekinin. Bi rûniştin û temaşekirinê tiştek naçe serî. Tişta ku Barzanî dike, xiyanet e. Ji bo berjewendî û pereyan hemû destkeftiyên gelê kurd têxe talûkeyê. Naxwazin gelê kurd bijî.” 
 
YA KU PDK DIKE ZILM E
 
Herî dawî jî şeniye bi navê Mûrat Varoglu axivî û ev tişt anî ziman: “PDK bi navê xwe yê rast ‘DAIŞ’e û hevkarê dewleta tirk e. Tişta ku PDK tîne serê gelê kurd zilm e. Malbata Barzanî ji berê ve bêbext e. Bi gelê xwe re dilsoz nîne. Bi hezar sal jî derbas bibin keramet ji PDK’ê çênabe. Kesên xwe difiroşin, her tim bi ya xwe dikin û dev ji vê fêhla xwe bernadin.” 
 

Sernavên din

05/09/2022
14:11 Semra Guzel: Muxalefet jî perçeyek ji vî karî ye
13:01 Ferît Şenyaşar: Ev şerma rayedarên dewletê ye
12:38 ‘Doza Çepikan’ a jinan dê sibê bê dîtin
11:58 ANF: Di 3 rojan de 3 helîkopter hatin xistin
11:30 Di êrişên Tirkiyê de 110 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
11:14 Bêcezatî tundiyê zêde dike: Di meha tebaxê de 30 jin û 6 zarok hatin qetilkirin
10:56 Wezareta Parastinê: Helîkoptereke Skorsky ji ber ‘pirsgirêkên teknîkî’ ket
10:32 Girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 83 salî rakirin nexweşxaneyê
09:02 Şîrketên madenê xwezaya Pîranê wêran dikin
09:01 Turk: Hewldana dîmenên sertewandinê nîşaneya dijminatiya kurdan e
09:01 ‘Semra Guzel nîşan da ku kurd û jin serî natewînin’
09:00 20 rojnamevan bi îbareya ‘veşarî’ hatine fîşkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2022'YAN
04/09/2022
23:55 Xelatên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût diyarî rojnamevanên girtî hat kirin
19:38 Polîsan di binçavan de gefa kuştinê li ciwanê HDP’yî xwarin
18:23 Ji Semra Guzel peyam: Biryar siyasî ye, em ê bi ser bikevin
17:04 Hate îdiakirin ku jina ciwan întîhar kiriye
16:29 Li Metînayê piştî bombebaranê şewat derket
16:19 7 partî û rêxistin: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
16:08 ‘Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin’
15:12 Baroya Şirnexê û Colemêrgê ji bo Semra Guzelê daxuyanî da
15:02 DAKAP: Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin
13:35 Bûldan: Semra Guzel serê xwe netewand, ji desthilatê re bû ders
12:27 Malbata Şenyaşar: Em tenê edaletê dixwazin
12:26 Li Zapê helîkoptereke din hate xistin
12:06 DFG: 2 rojnamevanên din hatin girtin, hejmara rojnamevanên girtî derket 79'an
11:31 ‘Semra Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e’
10:50 Bi çekê gef li rojnamevanan xwarin: Divê rêxistinê pîşeyî deng derxînin
10:03 Li Wanê bikaranîna hişbirê zêde bûye: Li ber deriyê dibistanan tê firotin
09:08 Rojnamevanê girtî Ataman: Lêgerîna tazî li min kirin
09:06 Li girtîgehê silavdayîn jî hatiye qedexekirin!
09:05 Li dijî lîsteya terorê 23 hezar îmze berhev kirine
09:01 Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê: Li herêmê tundî tê nixumandin
09:00 29 sal derbas bûn: Hem êşa wî hem jî serbilindiya wî mezin e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2022'YAN
03/09/2022
22:55 Parlementera HDP'ê Semra Guzel hat girtin
22:17 Semra Guzel: Xwestin serî bitewînim, lê min netewand
20:12 Semra Guzel bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
18:59 Îfadeya Semra Guzelê ya li dozgeriyê bi dawî bû
18:49 Binçavkirina Semra Guzelê şermezar kirin
16:59 Di çalakiya malbatên girtiyan de tundî û binçavkirin
16:36 Li Zapê helîkopterek Skorsky hat xistin
16:32 Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş kirin
16:32 Li Êlihê li kujerên Sîncar, Kiliç û Ozdemîr hatin pirsîn
15:26 Hewldan ku serê Semra Guzel bitewînin
14:57 Erdogan, bi Putin re axivî
14:51 Dayikên Şemiyê dê giliyê polîsên êriş birin ser wan bikin
13:43 Hat îdiakirin ku li Hezexê 2 leşker bi ‘xeletî’ birîndar bûne
13:24 Baroya Mêrdînê: Divê ji bo kuştina Kara lêpirsîn bê destpêkirin
13:17 Xizmên Windakiriyan xwestin kujerên Hatîce Atalay bên dîtin
12:58 Meclisa Jinan a HDP’ê: Semra Guzel îradeya me ye
12:51 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hefteyek ma
12:05 Semra Guzel sewqî edliyeyê kirin
12:05 Rojnamevanên gefa kuştinê li wan hat xwarin: Em li ser karê xwe ne
11:31 MÎT'ê 3 hunermendên Efrînî li Stenbolê revandin
11:04 Li 4 bajarên mezin rapirsî: HDP yekemîn e, AKP têk diçe
10:46 Ji Malbata Şenyaşar bo Bozdag: Di hiqûqê de cotstandartî heye
10:37 Girtiyê nexweş ku li ber mirinê ye hat tehliyekirin
10:24 ÎHD: Divê rayeya bikaranîna çekan a polîsan bê sînordarkirin
09:34 Parêzerên ku bi Guzel re hevdîtin kirin, îdiayan derewandin
09:07 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê: Armanc çareserkirina pirsgirêkan e
09:06 Dîroka bajêr bi xalîçeyan dide nasîn
09:04 Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê qedexeya Walîtiya Amedê de biryara binpêkirinê da
09:02 Rapora otopsiyê ya mirina bi guman: Bila bi lêpirsîna edlî bê ronîkirin
09:01 Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN
02/09/2022
21:24 Semra Guzel hat binçavkirin
21:20 Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran
20:48 Kesên li Bazîdê hatin binçavkirin hatin berdan
17:34 ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin
16:15 Li girtîgehê mirina biguman
15:57 ‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’
15:57 Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin
15:06 Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin
14:40 Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin
14:37 Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir
14:25 Daxwaza di 1’ê Îlonê de derket pêş: Ji bo Abdullah Ocalan azadî
14:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:53 Lêpirsîna rojnameger Deger bi biryara neşopandinê bi encam bû
13:34 Polîsan li Wanê bi demançeyê gefa kuştinê li rojnamevanan xwar
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:14 Parêzer Sarica: Heke Tirkiye ‘mafê hêviyê’ pêk neîne wê danekirin bikevin rojevê
13:05 Ji şahidê veşarî yê Doza Kobanê îdiayên kopî bike-bizeliqîne
12:47 Emîne Şenyaşar: Heya edalet neyê ez ê ji vir ranebim
12:47 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:41 Şaredariya CHP’î piştî bertekan ji bo konserê eywan da
10:40 Li Cizîrê ciwanekî hewl da ku xwe bikuje
10:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Hakan Arslan bi meşaleyan meşiyan
10:11 Malbata ciwanê li Midyadê hat kuştin: Dewletê lawê me kuşt
09:39 Artêşa tirk êrişî nûçegihanên ANHA'yê kir
09:08 Birayê girtiyê nexweş Yalçin: Ev meseleya hemû civakê ye
09:06 'Oldarên piştgiriyê didin AKP'ê zilma wê rewa dikin'
09:04 'Neqşerêya Tifaqa Ked û Demokrasiyê amade ye'
09:02 'Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê muxalefeteke rast bike'
09:01 Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Bolûyê 'mafê sohbetê' qedexe kir
09:00 ROJEVE 2'YÊ ÎLONA 2022'YAN
01/09/2022
22:10 Ciwanê ku polîsan gule berdabûyê jiyana xwe ji dest da
22:02 Li Kadikoyê bi sedan kesî li dijî şer îşaret bi aştiyê kir
19:41 Ji Enqereyê peyama 1'ê Îlonê: Tevgera aştiyê peywîreke jiyanî ye
18:45 Doza Kobanê: Faîl li derve ne lê dozger tune ye