MXDŞ: Em ê li ber xwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin

  • rojane
  • 10:29 19 Nîsan 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - MXDŞ’ê diyar kir ku artêşa Iraqê mîna ku artêşa Tirkiyeyê be tevdigere û got: "Ji bilî berxwedan, parastina civaka xwe û destketiyên vî gelî em ê tu rêyeke din hilnebijêrin."

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) têkildarî êrişa artêşa Iraqê ya li ser xalên kontrolê yên Asayîşa Êzidxanê ku ji doh ve destpê kiriye daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku ev êriş ji aliyê PDK'ê û Tirkiyeyê ve tê koordînekirin.
 
Berfirehiya daxuyaniyê MXDŞ'ê wiha ye:
 
"Wek tê zanîn civaka Êzidî di rojên dawî yên pêşwazîkirina cejna Çarşema Nîsanê de ye. Di van rojên derbasbûyî de civaka me ku ji ber çeteyên DAÎŞ’ê û siyasetên dijmin nekarî vegere Şengalê, bi hêviyeke mezin dixwest vê cejnê li ser axa bav û kalên xwe li Şengal a berxwedêr pîroz bike. Bi vê armancê gelê me amadekarî ji bo pîrozbahiya cejnê dikir. Lê doh êvarê hêzek ser bi Hikûmeta Kazimî bi mudaxileya ser Seyterya Asayîşa Êzdîxanê a li  komalgeha Dugirê rê li ber şerî vekir.
 
Iraqê bê ku dan û standin bi rêveberiya me re bike, raste rast dest bi êrişê kir. Di vir de xelkê sivîl û endamên asayîşa Êzidîxanê birîndar bûn. Piştî wê xwestin navendên asayîşê bixin bin kontrola xwe, lê ji ber ku Asayîşa Êzdîxanê bi zanebûn tevgeriya li vir tu şer rû neda. Bi dan û standin hewl hate dan ku alozî bi dawî bibe. Lê doh saet di 02:00’ê şevê de komeke Artêşa Iraqê bi ser Asayîşa Êzdîxanê a li ser rêya Cidalê a li Nahiya Tilizêr de girtin.
 
Di encamê de careke din şer derket. Her wiha ev êrişa bi armanca şikandina îradeya civaka Êzidî bi Asayişa Êzidxanê re tenê sînordar nema û Iraqê hêzeke xwe sewqî herêmên di bin kontrola YBŞ û YJŞ’ê de kirin. Di encamê de şer derket. Êrişa artêşa Iraqê ya li ser hêzên me ên parastina Êzidxanê heye û heya vê kêliya em daxuyanî didin jî dewam dikin.
 
Li ser vî esasî em ji gelê xwe û dostên xwe re diyar dikin ku ev êriş bi şêwazê herî hovane dewam dikin. Ev êriş pîlanên dewleta Tirk pêk tînin û dixwazin vîna gelê me bişikînin. Di vê êrişê de artêşa Iraqê weke ku Artêşa Tirk be tevdigere û xuya dibe ku ev êriş ji aliyê PDK’ê û dewleta Tirk ve tê koordînekirin.
 
Em wek Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji raya giştî re radigehînin ku çawa civaka Êzidî li hemberî êrişên DAÎŞ’ê li ber xwe dan û di 74 fermanên hatine ser civaka me de jî, me çok nedaniye, em ê li himberî vê êrişê jî heya dawî li ber xwe bidin. Ji bilî berxwedan, parastina civaka xwe û destketiyên vî gelî em ê ti rêyeke din hilnebijêrin.
 
Em di dawiyê de bang li gelê xwe û her kesekî dikin li hemberî van êrişan bêdeng nemînin. Ev êrişa li ser Şengalê ji ferman û planên beriya niha û peymana 9’ê Cotmehê ne qutin. Piştî hevdîtina Mesrûr Berzanî ya bi Erdogan re vê êrişê destpê kir. Lewma em bang li tevahiya ciwanên xwe dikin tevlî nava vê berxwdanê bibin û destek bidin hêzên xwe yên parastinê. Ev berxwedan wê heya serketinê dewam bike, ji ber ku beriya niha Iraq hatiye agehdarkirin li ser rûdana her aloziyekê ew berpirsyarin."

Sernavên din

22/04/2022
17:42 Di lêpirsîna malbata Şenyaşarê de ji malbata Yildiz 9 kes hatin binçavkirin
16:33 Danişîna yekemîn a HDP'iyên ku ji ber belavkirina belavokan tên darizandin hat dîtin
16:32 Di Nobeda Edaletê de banga berdana girtiyên nexweş hat kirin
16:30 Faîlê ku Alturk qetil kir, zarokê xwe jî giran birîndar kir
15:46 Şirketê vîlayên li Newala Qesaba parast
15:45 Serdegirtina avahiya HDP'ê ya Bazîdê hat şermezarkirin
15:33 Ji rêxistinên sivîl daxuyaniya hevpar: Dest ji îşkenceya li hepsan berdin
15:32 Dayikên Aştiyê êriş şermezar kirin
15:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
15:06 Danişîna doza Demîrel û Balûken hat dîtin
15:06 Ji bo dosyaya kesên hatine binçavkirin biryara veşartî hate
14:14 Meclisa Jinan a TUM BEL-SEN’ê: Em zextan qebûl nakin
14:14 MKGP: Gotina ku em bibêjin û cureta me ya ku em bikin heye
14:08 Doza Geziyê: Dozger wek karmendek AKP’ê ye
13:09 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:07 HDP: Em banga xwedî derketina heqîqeta mîrateya Rojnameya Kurdistanê dikin
12:51 Malbata Şenyaşar: Ji ber ku dozger teref digire zilm didome
12:35 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 17’emîn de ye
12:31 Koyluoglû: Xeta PDK’ê li ser perçekirina kurdan e
12:08 Pirsa ecêb a ‘Lêpirsîna Kobanê’: Gelo têkiliya te bi Fona Sîgortaya Bêkariyê re çi ye?
10:58 Li Kurêjahro şerek dijwar diqewime
10:47 Koç: Rojhilata Navîn li ser Kurdistanê tê dîzaynkirin
10:47 Tirkiyeyê êrişî Kobanê kir
10:06 Polîsan bi ser HDP’a Bazîdê de girtin: 3 kes hatin binçavkirin
10:02 Li Rihayê wesayît kete qenala avê: 3 kes mirin 2 kes jî winda bûn
09:42 Jina ku li Qilebanê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:03 Ji ber Facebookê doz li welatiyê 74 salî vekirin!
09:03 Leşkerê ku li dijî PKK'ê şer kiriye: Ez bi têkneçûna PKK'ê baş dizanim
09:03 Qedexeya li gundê Timoqê 24 roj in didome
09:03 'Ev pergal wisa nabe werin em bi hev re wê biguherînin'
09:03 Ji ber gotina 'em gotinên wî lê vedigerînin' li Çaglar Demîrel doz hat vekirin
09:03 Pirsa Dayikên Aştiyê ya ji Barzanî: Birayê te kî ye?
09:03 Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin
09:03 Bi operasyonê re dest bi birîna daran jî kirin: Dawî li talankirina xwezayê bînin
09:02 ‘Zarokên girtî rastî tundî, heqaret û lêdanê tên’
09:00 Şeniyên Amedê: Sedema krîza aborî, şer e
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2022'YAN
21/04/2022
20:28 Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê êrişên Tirkiyeyê şermezar kir, ji bo muzakereyê bang kir
19:36 Yenî Yaşam abonetiya e-Gazete dide destpêkirin
18:15 MLSA'yê ji bo rojnamevan Turfent serî li DMME'yê da
17:43 Til Temir hat bombekirin: 3 kes birîndar bûn
16:40 Xizmên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin
16:03 PYD: Em li dijî şerê qirkirin û xiyanetê ne
15:21 Kedkar çûn serdana malbata Şenyaşar
14:24 Xizmên girtiyan: Hewceye gavên şênber bên avêtin
14:03 Li Rûsyayê êrişên Tirkiyeyê û PDK hate şermezarkirin
13:53 Meletiyan lêgerîna zêran şermezar kir
13:53 ÎHD: Penaberekê ku hewl didan bi darê zorê li welatê wî vegerînin xwe kuşt
13:35 Gelê Wanê vexwendin 1’ê Gulanê: Li dijî faşîzmê werin têkoşînê
12:21 Gunay: Divê gel, partî û rêveberiya Başûr li dijî dagirkeriyê rabin
12:21 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Serokwezîrê berê yê Iraqê Malikî li dijî êrişa Tirkiyeyê derket
11:49 Malbata Şenyaşar: Eynika edaletê li pêş Edliyeya Rihayê ye
11:48 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:44 Kasal ê li Sîlîvriyê ji ber îşkenceyê neçar ma întîhar bike bi dayika xwe re hevdîtin kir
11:26 Hevserokê KNK'ê Karamus: PDK dixwaze Başûr bike vîlayeta Tirkiyeyê
11:16 Li ber avahiya TUGVA'yê teqîn pêk hat
11:15 CPT nexşe weşand: Tirkiye hewl dide li Başûr 5 baregehên nû ava bike
10:40 Togrûl greva birçîbûnê bir rojeva meclisê
10:39 Rojnamevan Işik: Ev şer wê xetereyê bide siberoja Tirkiyeyê
09:48 Cerdevanan li Çiyayê Gabarê jî dest bi birîna daran kirin
09:13 Bajar bi madenvaniyê talan kirine: Armanc Meletiyeke sertewandî ye
09:10 Muslum Karak ê ji ber kurdbûna xwe bedêlên giran daye: Çi hewce be em hazir in
09:08 Rojnamevaniya kurdî 124 salî ye: Ava behrê bi vexwarinê naqede
09:08 Rojnameger Kaya: Ev şer dê pêşeroja kurdan diyar bike
09:07 ‘PDK xiyanetê li gelê kurd dike’
09:06 Ji ber înşeata qeyûm hindik maye dêra sûryaniyan hilweşe
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:58 YBŞ: Artêşa Iraqê bi zextên PDK û Tirkiyeyê êrişî Şengalê dike
20/04/2022
23:17 Wezareta Karên Derve ya Iraqê Erdogan li derewê qeliband
23:01 Silêmanî bi meşeke girseyî êriş şermezar kirin
20:52 Barzanî li xwe mikur hat: Tirkiye ji sînorê me êrişê dibe ser PKK'ê
20:32 KCD û DBP bûn mêvanê Sifra edaletê
17:09 Tirkiyeyê li Kobanê ji hewayê ve êriş bir ser wesayîtekê
17:01 Li Stenbolê banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
16:49 Kurtalan: Girtî tên kuştin, dibêjin ‘întîhar kiriye’
16:45 Parlamenterê Iraqê: Li pişt êrişê Hikûmeta Kazimî heye
16:24 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Li Şengalê bi êrişan re Çarsema Sor jî hat pîrozkirin
15:47 Di Nobeta Edaletê de banga ji bo Barzanî: Aqilê xwe bîne serê xwe û birayê xwe nekuje
15:44 TJA: Divê PDK dest ji xeletiyê berd e
15:33 Ji ber gendeliyê cîgirê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
15:32 Di êrişa doza Dedeogullari de daxwazên parêzeran hatin redkirin
15:32 Erdogan ji bo hevkariyê spasiya Barzanî kir
15:01 Mazlum Dûrsûn ê ku berdana wî salek hat taloqkirin tehliye bû
15:01 Malbatên girtiyan: Kaygusuz ê ku dest û lingên wî tune ne çima nayê berdan?
14:42 Parêzer xwest ku doza MEBYA-DER’ê bê betalkirin
14:42 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogullari de polîs bi nakokî axivîn
14:22 Malbatên girtiyan astengkirina polîsan şermezar kirin
13:48 RTUK’ê cezayê pere li Amed Radyoyê birî
13:47 Mesrûr Barzanî li Londonê hat şermezarkirin
13:34 Ûca bertek nîşanî êrişa Şengalê da: Siyaseta şer wê wan ji hilweşînê xelas neke
13:32 HDK: Em li dijî şer rabin û bêdeng nemînin
13:32 Xwê û şekirê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
13:06 Li Amed û Dersimê gelek kes hatin binçavkirin
12:58 Elî Kerîmî: PDK parçeyeke Împaratoriya Osmanî ya nû ye
12:51 Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê didomîne
12:34 Doza Dedeogûllari: Polîs li zeviya malbata kujer xebitîne
12:08 Ji duh heta îro operasyonên bêencam ên derveyî sînor
11:43 Dozger ji girtî re gotiye: Ez bûma min ê te bi dar ve bikira