Rojnamevan Denîz Aydin: Windayên Tirkiyeyê gelek in

  • rojane
  • 09:00 20 Nîsan 2022
  • |
img

RIHA - Rojnamevan Denîz Aydin ku êrişên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê nirxandin got di vê operasyonê de heya niha gelek leşkerên Tirkiyeyê mirin e. 

Operasyona Tirkiyeyê ya di 23'yê Nîsana 2021'ê de li Herêma Kurdistana Federe dabû destpêkirin didome. Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) piştgiriya vê operasyonê kiribû. Lê di êrişên di 17'ê Nîsana 2022'yan de dest pê kirin de rasterast cih girt. Operasyon li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê ji hewayê ve didome û PDK jî leşker sewqî herêma Kurêjaro kirin. Li gor daxuyaniyên Hêzên Parastina Gel (HPD), di roja ewil de 28 eskerên tirk mirine û 2 helîkopter jî derb xwarine. 
Rojnamevan Denîz Aydin ku ji zû de ye li Herêma Kurdistana Federe rojnamevaniyê dike operasyona ku di 17'ê Nîsanê de bi tevkariya PDK'ê dest pê kir ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
‘DEWAMA OPERASYONA 23'YÊ NÎSANÊ YE'
 
Aydin, diyar kir ku operasyona hatiye destpêkirin dewama operasyona ku di 23'yê Nîsana 2021'ê de ye ku li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê hatiye destpêkirin û ev êriş nêzî salek in didomin. Aydin, anî ziman ku nêzî salek in êriş nesekinîne û di 17'ê Nîsanê de dijwartir bûne. 
 
‘PLANA HERÊMA TAMPON PÛÇ BÛ'
 
Aydin, destnîşan kir ku Tirkiyeyê heya niha tişta xwestiye bi dest nexistiye û got: "Çendî operasyon par dest pê kiribe jî, lê êriş 7 sal in bênavber didomin. Tirkiyeyê pereyeke zêde xerc kiriye ji bo vê operasyonê. Par stratejiyeke Tirkiyeyê hebû ku herêmeke tampn çêbike. Armanca wê şerekî dijwar bû li Heftanîn û Xakurkê. Ew lêgerîna wê ya ku dixwest herêmeke tampon a Zap û Metînayê jî di xwe de dihewîne çêbike ji aliyê gerîlayên HPG û YJA Starê ve hat pûçkirin. Planine berireh hatibûn çêkirin. Êriş qethiyen ne operasyonine loqal bûn. Armanc hemû qadên parastina Medyayê bûn. amadekarî hebûn, lê bûn fiyasoko. Tirkiye ne li benda tiştekî wiha bû." 
 
Aydin, destnîşan kir ku li paşperdeya êrişên di 17'ê Nîsanê de dest pê kirin "planeke sê astî" heye û got: "Asta ewil, herêma Biradostê bi temamî ji PKK'ê bê xalîkirin. Asta dudoyan, bi temamî bidestxistina herêma Garê ye. Asta sisêyan jî dorpêçkirina Qendîl e. Ji bo pêkanîna vê planê jî PDK wekî piyon tê bikaranîn. Êrişên ji bo pêkanîna vê planê di roja 4'an de didomin, lê li hemberî van êrişan berxwedaneke pir mezin jî heye." 
 
‘PDK, LI DÛ PROVAKASYONA YE'
 
Aydin, diyar kir ku PDK gelek hêzên xwe ber bi herêmê ve şandine û saleke jî li dû "provakasyona" ye. Aydin, destnîşan kir ku PDK di vî şerî de xwedî roleke çalak e û got: "PDK, tevî Tirkiyeyê hin yekîneyên hevpar ava kirin. Ji bo balafirên şer îstixbaratê berhev dike. Gelek sîxur li herêmê bi cih kirine. PDK, bi awayekî giştî ne di navenda şer de be jî, lê piştgiriya wê pir eşkere ye. Niha hêzên xwe sewqî gelek cihwan dike." 
 
‘PDK, TEŞHÎR BÛYE'
 
Aydin, belgeyên derbarê semyana malbata Barzanî yên ku malpera bi navê The American Prospectê ew weşandin bibîr xistin û got: "PDK, li herêmê teşhîr bûye. Hem ji ber gendeliya xwe hem jî ji ber piştgiriya dide Tirkiyeyê li bara gel qediyaye. Ev yek, di hilbijartinên dawî de derket holê. Tu hêviyeke gel ji PDK'ê tune ye. Êdî ji partiyeke siyasî wêdetir, malbata Barzanî heye. Bertekine pir mezin li hemberî wan hene. Lewma ji bo xwe ji vê rewşê xelas bike ketiye nava hin hewldanan. Ji bo serokkomartiya Iraqê namzet danî, lê bi ser neket. Niha beranberiya wê ya siyasî cihê nîqaşê ye. Ew binpêkirinên mafan ên ku Tirkiye tîne serê gel, PDK jî heman tiştî li Başûr dike. Polîtîkayine çewisandinê yên gelekî mezin hene. Gel, diyar dike ku PDK di nava îxanetê de ye." 
 
BERTEKÊN GEL
 
Aydin, anî ziman ku ji ber operasyonên li herêmê bi sedan gund vala bûne û welatiyên li herêmê jî hatine sirûgnkirin. Aydin got: "Gel pir hêrs bûye. Bax û baxçeyên wan hatin talankirin. Ji ber bombeberanan zirar gihaşt gelek kesan. PDK, ji bo parastina van mirovan tu tişt nekir. Bûn sedem ku ev hêrs li gel peyda bibe. Di rojên pêş de dibe bertekên pir mezin rû bidin. Gel cih bi cih bertekên xwe nîşan dide, lê dibe ku di rojên pêş de ev ber bi asteke din ve biçe. Tiştên berê li Şêladizê rû dan, dibe ku niha cardin rû bidin." 
 
ÊRIŞÊN LI SER ŞENGALÊ
 
Aydin, bal kişand ser êrişên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê jî û got: "Niha hikûmeteke ku bertek nîşanî êrişên li ser Şengalê bide tune ye. 6 meh in hilbijartin çêbûne, lê hê jî hikûmet nehatiye avakirin. Ne siyasî, lê projeyên şexsî hene. Ev proje bi ser nakevin, lewma tim ên nû tên ceribandin. Di vir de ya diyarker helwesta gel e. Bi qasî ku em dişopînin, dê ev polîtîka yek jê jî bi ser nekeve. Xeteke berxwedanê heye û em dikarin bibêjin ku ya bi ser biekve dê ev xet be." 
 
‘ARMANC TENÊ NE PKK YE'
 
Aydin, destnîşan kir ku armanca êrişên Tirkiyeyê yên li herêmê tenê ne PKK ye û got: "Ger şerê niha li qadên parastina Medyayê didome wisa dewam bike, dê berê xwe bide bajaran jî. Êrişên ku ji bo ewlehiya gel talûke. Heya niha Tirkiyeyê gelek binke ava kirine. Tirkiye bi awayekî mayinde li herêmê bi cih dibe. Li qadên stratejîk qereqolan çêdike. Tirkiye heya niha kîjan qad dagir kiribe ji wir derneketiy. Gelek gund hatin valakirin û li van gundan binkeyên eskerî hatin avakirin. Angaştine mezin hene ku tê gotin dê çeteyên ku ew ji Sûriyeyê anîne li van deran bên bicihkirin. Yanî bi awayekî gitşî serweriya Iraqê hedef tê girtin. Yanî ev êriş tenê ne girêdayî qadên parastina Medyayê ne." 
 
48 ESKER JIYANA XWE JI DEST DANE
 
Aydin, diyar kir ku li gor agahiyên ku wan ji çavkaniyên herêmî girtine di operasyonê de heya niha 48 esker mirine û got: "Li Bamernê nexweşxaneyên seyar hatine avakirin. Cenazeyan tînin van nexweşxaneyan. Me hejmara eskerên mirî bi çavkaniyên herêmî dane teyitkriin. Lê derbarê hejmara birîndaran de agahiyeke zelal tune ye. Lê têg otin gelek birîndar hene. Tirkiye ne li benda berxwedaneke wisa bû. hejmara mirî û birîndarên xwe vedişêre. Tê gotin li Werxelê gelek windahiyên Tirkiyeyê hene. Tê gotin du helîkopterên ku xwestine eskeran deynin vira derb xwarine. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku li vê herêmê helîkopterek hatiye xistin, lê HPG'ê heya niha derbarê vê de tiştek negotiye. Şerekî dijwar heye û gelek windahiyên Tirkiyeyê hene." 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

05/09/2022
14:11 Semra Guzel: Muxalefet jî perçeyek ji vî karî ye
13:01 Ferît Şenyaşar: Ev şerma rayedarên dewletê ye
12:38 ‘Doza Çepikan’ a jinan dê sibê bê dîtin
11:58 ANF: Di 3 rojan de 3 helîkopter hatin xistin
11:30 Di êrişên Tirkiyê de 110 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
11:14 Bêcezatî tundiyê zêde dike: Di meha tebaxê de 30 jin û 6 zarok hatin qetilkirin
10:56 Wezareta Parastinê: Helîkoptereke Skorsky ji ber ‘pirsgirêkên teknîkî’ ket
10:32 Girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 83 salî rakirin nexweşxaneyê
09:02 Şîrketên madenê xwezaya Pîranê wêran dikin
09:01 Turk: Hewldana dîmenên sertewandinê nîşaneya dijminatiya kurdan e
09:01 ‘Semra Guzel nîşan da ku kurd û jin serî natewînin’
09:00 20 rojnamevan bi îbareya ‘veşarî’ hatine fîşkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2022'YAN
04/09/2022
23:55 Xelatên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût diyarî rojnamevanên girtî hat kirin
19:38 Polîsan di binçavan de gefa kuştinê li ciwanê HDP’yî xwarin
18:23 Ji Semra Guzel peyam: Biryar siyasî ye, em ê bi ser bikevin
17:04 Hate îdiakirin ku jina ciwan întîhar kiriye
16:29 Li Metînayê piştî bombebaranê şewat derket
16:19 7 partî û rêxistin: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
16:08 ‘Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin’
15:12 Baroya Şirnexê û Colemêrgê ji bo Semra Guzelê daxuyanî da
15:02 DAKAP: Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin
13:35 Bûldan: Semra Guzel serê xwe netewand, ji desthilatê re bû ders
12:27 Malbata Şenyaşar: Em tenê edaletê dixwazin
12:26 Li Zapê helîkoptereke din hate xistin
12:06 DFG: 2 rojnamevanên din hatin girtin, hejmara rojnamevanên girtî derket 79'an
11:31 ‘Semra Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e’
10:50 Bi çekê gef li rojnamevanan xwarin: Divê rêxistinê pîşeyî deng derxînin
10:03 Li Wanê bikaranîna hişbirê zêde bûye: Li ber deriyê dibistanan tê firotin
09:08 Rojnamevanê girtî Ataman: Lêgerîna tazî li min kirin
09:06 Li girtîgehê silavdayîn jî hatiye qedexekirin!
09:05 Li dijî lîsteya terorê 23 hezar îmze berhev kirine
09:01 Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê: Li herêmê tundî tê nixumandin
09:00 29 sal derbas bûn: Hem êşa wî hem jî serbilindiya wî mezin e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2022'YAN
03/09/2022
22:55 Parlementera HDP'ê Semra Guzel hat girtin
22:17 Semra Guzel: Xwestin serî bitewînim, lê min netewand
20:12 Semra Guzel bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
18:59 Îfadeya Semra Guzelê ya li dozgeriyê bi dawî bû
18:49 Binçavkirina Semra Guzelê şermezar kirin
16:59 Di çalakiya malbatên girtiyan de tundî û binçavkirin
16:36 Li Zapê helîkopterek Skorsky hat xistin
16:32 Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş kirin
16:32 Li Êlihê li kujerên Sîncar, Kiliç û Ozdemîr hatin pirsîn
15:26 Hewldan ku serê Semra Guzel bitewînin
14:57 Erdogan, bi Putin re axivî
14:51 Dayikên Şemiyê dê giliyê polîsên êriş birin ser wan bikin
13:43 Hat îdiakirin ku li Hezexê 2 leşker bi ‘xeletî’ birîndar bûne
13:24 Baroya Mêrdînê: Divê ji bo kuştina Kara lêpirsîn bê destpêkirin
13:17 Xizmên Windakiriyan xwestin kujerên Hatîce Atalay bên dîtin
12:58 Meclisa Jinan a HDP’ê: Semra Guzel îradeya me ye
12:51 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hefteyek ma
12:05 Semra Guzel sewqî edliyeyê kirin
12:05 Rojnamevanên gefa kuştinê li wan hat xwarin: Em li ser karê xwe ne
11:31 MÎT'ê 3 hunermendên Efrînî li Stenbolê revandin
11:04 Li 4 bajarên mezin rapirsî: HDP yekemîn e, AKP têk diçe
10:46 Ji Malbata Şenyaşar bo Bozdag: Di hiqûqê de cotstandartî heye
10:37 Girtiyê nexweş ku li ber mirinê ye hat tehliyekirin
10:24 ÎHD: Divê rayeya bikaranîna çekan a polîsan bê sînordarkirin
09:34 Parêzerên ku bi Guzel re hevdîtin kirin, îdiayan derewandin
09:07 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê: Armanc çareserkirina pirsgirêkan e
09:06 Dîroka bajêr bi xalîçeyan dide nasîn
09:04 Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê qedexeya Walîtiya Amedê de biryara binpêkirinê da
09:02 Rapora otopsiyê ya mirina bi guman: Bila bi lêpirsîna edlî bê ronîkirin
09:01 Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN
02/09/2022
21:24 Semra Guzel hat binçavkirin
21:20 Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran
20:48 Kesên li Bazîdê hatin binçavkirin hatin berdan
17:34 ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin
16:15 Li girtîgehê mirina biguman
15:57 ‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’
15:57 Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin
15:06 Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin
14:40 Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin
14:37 Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir
14:25 Daxwaza di 1’ê Îlonê de derket pêş: Ji bo Abdullah Ocalan azadî
14:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:53 Lêpirsîna rojnameger Deger bi biryara neşopandinê bi encam bû
13:34 Polîsan li Wanê bi demançeyê gefa kuştinê li rojnamevanan xwar
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:14 Parêzer Sarica: Heke Tirkiye ‘mafê hêviyê’ pêk neîne wê danekirin bikevin rojevê
13:05 Ji şahidê veşarî yê Doza Kobanê îdiayên kopî bike-bizeliqîne
12:47 Emîne Şenyaşar: Heya edalet neyê ez ê ji vir ranebim
12:47 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:41 Şaredariya CHP’î piştî bertekan ji bo konserê eywan da
10:40 Li Cizîrê ciwanekî hewl da ku xwe bikuje
10:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Hakan Arslan bi meşaleyan meşiyan
10:11 Malbata ciwanê li Midyadê hat kuştin: Dewletê lawê me kuşt
09:39 Artêşa tirk êrişî nûçegihanên ANHA'yê kir
09:08 Birayê girtiyê nexweş Yalçin: Ev meseleya hemû civakê ye
09:06 'Oldarên piştgiriyê didin AKP'ê zilma wê rewa dikin'
09:04 'Neqşerêya Tifaqa Ked û Demokrasiyê amade ye'
09:02 'Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê muxalefeteke rast bike'
09:01 Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Bolûyê 'mafê sohbetê' qedexe kir
09:00 ROJEVE 2'YÊ ÎLONA 2022'YAN
01/09/2022
22:10 Ciwanê ku polîsan gule berdabûyê jiyana xwe ji dest da
22:02 Li Kadikoyê bi sedan kesî li dijî şer îşaret bi aştiyê kir
19:41 Ji Enqereyê peyama 1'ê Îlonê: Tevgera aştiyê peywîreke jiyanî ye
18:45 Doza Kobanê: Faîl li derve ne lê dozger tune ye