Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogullari de polîs bi nakokî axivîn

  • rojane
  • 14:42 20 Nîsan 2022
  • |
img
KONYA - Polîsên di doza Malbata Dedeogullari ku bi êrişa nijadperest re rûbirû mabû de wek şahid hatin guhdarîkirin, beyanên bi nakokî dan. 
 
Li navçeya Meramê ya Konyayê beriya ku 7 ferdên malbata Dedeogullari werin qetilkirin, di 12’ê gulana 2021’an de li dijî ferdên malbatê êrişek nijadperest pêk hatibû. Ferdên malbata Keleş û Çalik vê êrişa nijadperest kiribûn. Derbarê vê êrişa nijadperest de doz hatibû vekirin. Danişîna 3’yemîn a doza êrişa nijadperest li Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê ya 8’emîn hat lidarxistin. 
 
Çetîn Dedeogullari yê ku ji malbatê tenê maye û xizmên xwe, rêveberên HDP’ê û gelek parêzer tevli danişînê bûn. 
 
HIN BERSÎC TEVLI DANIŞÎNÊ NEBÛN
 
Alî Keleş û Lutfi Keleş ên di çarçoveya dosyeyê de girtî tên darizandin ji girtîgeha lê girtî ne bi rêya SEGBÎS’ê tevli danişînê bûn. Hin bersûc jî li eywana danişînê amade bûn û hin bersûc jî tevli danişînê nebûn. 
 
Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir û serokê dadgehê ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin xwend. 
 
GOTINE ‘EM Ê WE LI VIR NEHÊLIN’ 
 
Xwişkên Yaşar Dedeogullari yê hat qetilkirin, Guneş Înîk û Ayfer Karasû diyar kirin ku ew di derheqê faîlan de gilîker in û xwestin tevli dozê bibin. Karasu anî ziman ku mala birayê wê her tim bi gefa malbata Keleş ku cîranên wan in re rûbirû diman û her tim ji malbavanê min re digotin, “Em ê we li vir nehêlin.” 
 
BEYANÊN POLÎSAN BI NAKOKÎ YE 
 
Polîs Mustafa Aras ê ku kêliya ewil çûye cihê bûyerê wek şahid hat guhdarîkirin û hat diyarkirin vî polîsî delîlan ji holê rakiriye. 
 
Parêzeran ji vî polîsî pirsan kirin û di bersivên xwe de balkêş bû ku beyan ango îfadeyên bi nakokî dide û saeta întîkala wan a cihê bûyerê û girtekên têkildarî bûyerê girtine, bi nakokî ne. 
 
Polîs Gunay Yuksel jî wek şahid hat guhdarîkirin û ev polîs jî axivî. Beyanên navbera her du polîsan bi eşkereyî nakokiyan raxistin ber çavan. 
 
Parêzeran li ser van beyanên bi nakokî gelek pirs ji polîsan kirin. 
 
‘EM MALÊ BIKIN MUZEYA ŞERMÊ’ 
 
Ji parêzerên dozê Abdurrahman Karabulut anî ziman ku faîl ji aliyê dewletê ve tên parastin û got: “Heke edalet pêk neyê, em ê wê malê veguherînin muzeya şermê. Wê her gotina nijadperest a bersûcan li ser dîwaran wek şermê cih bigire. Ka em binêrin wê bêtir serdana Muzeya Mevlana an jî Muzeya Şermê were kirin.” 
 
‘LI HEMBERÎ ME KÎNDARÎ HEYE’ 
 
Piştî beyanên parêzeran kekê Yaşar Dedeogullari, Cengîz Rifatoglu jî nivîsa “Edalet Bingeha Welat e (Adalet Mülkün Temelidir)” nîşan da û got: “Gelo li ser dîwar çi dinivîsine? Kemal Ataturk viya gotiye lê mixabin em vê nabînin. Li hemberî me kîn û nefretê dikin.” Rifatoglu bi van gotinan bertek nîşanî heyeta dadgehê da. 
 
Danişîn bi axaftina parêzerên bersûcan berdewam dike. 
 

Sernavên din

05/09/2022
14:11 Semra Guzel: Muxalefet jî perçeyek ji vî karî ye
13:01 Ferît Şenyaşar: Ev şerma rayedarên dewletê ye
12:38 ‘Doza Çepikan’ a jinan dê sibê bê dîtin
11:58 ANF: Di 3 rojan de 3 helîkopter hatin xistin
11:30 Di êrişên Tirkiyê de 110 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
11:14 Bêcezatî tundiyê zêde dike: Di meha tebaxê de 30 jin û 6 zarok hatin qetilkirin
10:56 Wezareta Parastinê: Helîkoptereke Skorsky ji ber ‘pirsgirêkên teknîkî’ ket
10:32 Girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 83 salî rakirin nexweşxaneyê
09:02 Şîrketên madenê xwezaya Pîranê wêran dikin
09:01 Turk: Hewldana dîmenên sertewandinê nîşaneya dijminatiya kurdan e
09:01 ‘Semra Guzel nîşan da ku kurd û jin serî natewînin’
09:00 20 rojnamevan bi îbareya ‘veşarî’ hatine fîşkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2022'YAN
04/09/2022
23:55 Xelatên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût diyarî rojnamevanên girtî hat kirin
19:38 Polîsan di binçavan de gefa kuştinê li ciwanê HDP’yî xwarin
18:23 Ji Semra Guzel peyam: Biryar siyasî ye, em ê bi ser bikevin
17:04 Hate îdiakirin ku jina ciwan întîhar kiriye
16:29 Li Metînayê piştî bombebaranê şewat derket
16:19 7 partî û rêxistin: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
16:08 ‘Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin’
15:12 Baroya Şirnexê û Colemêrgê ji bo Semra Guzelê daxuyanî da
15:02 DAKAP: Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin
13:35 Bûldan: Semra Guzel serê xwe netewand, ji desthilatê re bû ders
12:27 Malbata Şenyaşar: Em tenê edaletê dixwazin
12:26 Li Zapê helîkoptereke din hate xistin
12:06 DFG: 2 rojnamevanên din hatin girtin, hejmara rojnamevanên girtî derket 79'an
11:31 ‘Semra Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e’
10:50 Bi çekê gef li rojnamevanan xwarin: Divê rêxistinê pîşeyî deng derxînin
10:03 Li Wanê bikaranîna hişbirê zêde bûye: Li ber deriyê dibistanan tê firotin
09:08 Rojnamevanê girtî Ataman: Lêgerîna tazî li min kirin
09:06 Li girtîgehê silavdayîn jî hatiye qedexekirin!
09:05 Li dijî lîsteya terorê 23 hezar îmze berhev kirine
09:01 Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê: Li herêmê tundî tê nixumandin
09:00 29 sal derbas bûn: Hem êşa wî hem jî serbilindiya wî mezin e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2022'YAN
03/09/2022
22:55 Parlementera HDP'ê Semra Guzel hat girtin
22:17 Semra Guzel: Xwestin serî bitewînim, lê min netewand
20:12 Semra Guzel bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
18:59 Îfadeya Semra Guzelê ya li dozgeriyê bi dawî bû
18:49 Binçavkirina Semra Guzelê şermezar kirin
16:59 Di çalakiya malbatên girtiyan de tundî û binçavkirin
16:36 Li Zapê helîkopterek Skorsky hat xistin
16:32 Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş kirin
16:32 Li Êlihê li kujerên Sîncar, Kiliç û Ozdemîr hatin pirsîn
15:26 Hewldan ku serê Semra Guzel bitewînin
14:57 Erdogan, bi Putin re axivî
14:51 Dayikên Şemiyê dê giliyê polîsên êriş birin ser wan bikin
13:43 Hat îdiakirin ku li Hezexê 2 leşker bi ‘xeletî’ birîndar bûne
13:24 Baroya Mêrdînê: Divê ji bo kuştina Kara lêpirsîn bê destpêkirin
13:17 Xizmên Windakiriyan xwestin kujerên Hatîce Atalay bên dîtin
12:58 Meclisa Jinan a HDP’ê: Semra Guzel îradeya me ye
12:51 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hefteyek ma
12:05 Semra Guzel sewqî edliyeyê kirin
12:05 Rojnamevanên gefa kuştinê li wan hat xwarin: Em li ser karê xwe ne
11:31 MÎT'ê 3 hunermendên Efrînî li Stenbolê revandin
11:04 Li 4 bajarên mezin rapirsî: HDP yekemîn e, AKP têk diçe
10:46 Ji Malbata Şenyaşar bo Bozdag: Di hiqûqê de cotstandartî heye
10:37 Girtiyê nexweş ku li ber mirinê ye hat tehliyekirin
10:24 ÎHD: Divê rayeya bikaranîna çekan a polîsan bê sînordarkirin
09:34 Parêzerên ku bi Guzel re hevdîtin kirin, îdiayan derewandin
09:07 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê: Armanc çareserkirina pirsgirêkan e
09:06 Dîroka bajêr bi xalîçeyan dide nasîn
09:04 Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê qedexeya Walîtiya Amedê de biryara binpêkirinê da
09:02 Rapora otopsiyê ya mirina bi guman: Bila bi lêpirsîna edlî bê ronîkirin
09:01 Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN
02/09/2022
21:24 Semra Guzel hat binçavkirin
21:20 Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran
20:48 Kesên li Bazîdê hatin binçavkirin hatin berdan
17:34 ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin
16:15 Li girtîgehê mirina biguman
15:57 ‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’
15:57 Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin
15:06 Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin
14:40 Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin
14:37 Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir
14:25 Daxwaza di 1’ê Îlonê de derket pêş: Ji bo Abdullah Ocalan azadî
14:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:53 Lêpirsîna rojnameger Deger bi biryara neşopandinê bi encam bû
13:34 Polîsan li Wanê bi demançeyê gefa kuştinê li rojnamevanan xwar
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:14 Parêzer Sarica: Heke Tirkiye ‘mafê hêviyê’ pêk neîne wê danekirin bikevin rojevê
13:05 Ji şahidê veşarî yê Doza Kobanê îdiayên kopî bike-bizeliqîne
12:47 Emîne Şenyaşar: Heya edalet neyê ez ê ji vir ranebim
12:47 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:41 Şaredariya CHP’î piştî bertekan ji bo konserê eywan da
10:40 Li Cizîrê ciwanekî hewl da ku xwe bikuje
10:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Hakan Arslan bi meşaleyan meşiyan
10:11 Malbata ciwanê li Midyadê hat kuştin: Dewletê lawê me kuşt
09:39 Artêşa tirk êrişî nûçegihanên ANHA'yê kir
09:08 Birayê girtiyê nexweş Yalçin: Ev meseleya hemû civakê ye
09:06 'Oldarên piştgiriyê didin AKP'ê zilma wê rewa dikin'
09:04 'Neqşerêya Tifaqa Ked û Demokrasiyê amade ye'
09:02 'Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê muxalefeteke rast bike'
09:01 Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Bolûyê 'mafê sohbetê' qedexe kir
09:00 ROJEVE 2'YÊ ÎLONA 2022'YAN
01/09/2022
22:10 Ciwanê ku polîsan gule berdabûyê jiyana xwe ji dest da
22:02 Li Kadikoyê bi sedan kesî li dijî şer îşaret bi aştiyê kir
19:41 Ji Enqereyê peyama 1'ê Îlonê: Tevgera aştiyê peywîreke jiyanî ye
18:45 Doza Kobanê: Faîl li derve ne lê dozger tune ye