TJA: Divê PDK dest ji xeletiyê berd e

  • jin
  • 15:44 20 Nîsan 2022
  • |
img
AMED - TJA’yê bang kir ku şerê dewlata tirk bi hevkariya PDK’ê li Herêma Kurdistanê daye destpêkirin bê rawestandin û got: “PDK berjewendiyên xwe li ser berjewendiyên gelê kurd dihesibîne û xwe radestî dijminên gelê kurd dike. Divê demildest dest ji vê xeletiyê berde.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) tekildarî şerê ku dewlata tirk bi hevkariya PDK’ê li Herêma Kurdistanê daye destpêkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJA’yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku PDK bi hevkariya xwe ya bi desthilata AKP’ê û MHP’ê wê negihije tu deran û xwest ku PDK demildest dev ji xeta îxanetê berde.
 
Daxuyaniya TJA’yê wiha ye;
 
“Operasyona heştemîn a li ser Herêma Kurdistana Federe ya ku desthilatdariya faşist a AKP’ê û MHP’ê ji 2019’an ve biryar dane pêk bînin, şeva 17’ê Avrêlê hat destpêkirin. Her wekî ku di heft operasyonên berê de jî hatibû gotin, di rojnameyan de serenavê “Pençeya Dawîn” hat bikaranîn, operasyon ji aliye çapemeniya tirk ve hema bibêje wek cejnekê hat pêşwazîkirin û hîna jî tê pêşwazîkirin.
 
Du roj beriya operasyonê, roja 15’ê Avrêlê, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî, Tayyip Erdogan û Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan li Stenbolê hevdîtinek pêk anîn. Ev operasyona ku piştî vê hevdîtinê hat destpêkirin domahîka nijadkujiya (genosîda) kurdan a ji sed salî zêdetir e tê kirin e. Lê dîrok bûye şahid ku tu caran şerxwazî û îxanetê li ber dozeke rewa nikaribûne bi ser bikevin.
 
Eniya faşîst a AKP û MHP’yê bêyî ku ji rabirdûyê ders bigire, difikire ku Pirsgirêka Kurdan bi şer çareser bike. Difikire ku dê pirsgirêkên nasname, çand û statuyê yên gelekî bi şer çareser bike. Bêguman, desthilatdariya heyî jî herî kêm bi qasî Kurdan dizane ku bi vî awayî dê tu encam neyên bidestxistin. Lê desthilatdarî ji bo xelasiya ji rewşa bi qeyran a ku tê de ye, ji bo xelasiya ji rewşa nekariya birêvebirinê vê rêbazê bi kar tîne û vî şerî wek xebateke ji bo hilbijartinan bi kar tîne. Xeyala desthilatdariyeke riziyayî, jirêderketî û bêhêz a ku hêviyên xwe li per û baskên S-400 û F-35’an bar kirine û bi wî awayî hewl dide bifire, dê her û her wek xewn û xeyalekê bimîne. Tevahiya desthilatdarî û şaristaniyên ku hewl dane bi xwîn, şer û zilmê li ser piya bimînin, çûne ser sergoyê dîrokê. Piştî êrîşên ku birine ser başûrê Kurdistanê, êrîş birine ser Rojava û Şengalê, li Bakur bi sedan kurd hatine binçavkirin, tevahiya mafên demokratîk bi hinceta ‘bekayê’ hatine beralîkirin. Tevahiya van kirinan pêngavên plana têkbirinê ne û li tevahiya herêmên Kurdistanê li hemberî Kurdan vê planê disepînin.
 
Şerê Cîhanê yê 3’yemîn îro berfirehtir dibe û ji gelek cihên cuda dengê şer û pevçûnan tê. Jin, ciwan û ‘yên din’ li hemberî durûtiya dewletên emperyal ên ku dixwazin li Rojhilata Navîn şer gurr bikin li ber xwe didin û li çar aliyên cîhanê dengê wan olan dide. Ew deng, dengê sekna herî bi rûmet e, dengê  aştiyê ye. Yên ku li gel me ji bo şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de hêsiran dibarînin, ji bo rijandina xwîna kurdan bêyî tu dudiliyan, dibin dilxwaz û dildar. Ev yek jî nîşanî me dide ku di eslê xwe de, di şer de jî, di aştiyê de jî çiqas ji dil in û dilxwaziya wan çawa diguhere.
 
Beşdarbûn û hevkariya PDK’yê ya van polîtîkayên ku eniya faşîst ji bo mayîna xwe disepîne jî ji bo kurdan yek ji şaşiyên herî mezin ên dîrokê ye. Hêvîdarbûna ji desthilatdariyeke ku dijminatiya kurdan dike û diyar e ku dê di demeke kin de biçe, hevkariya bi wan re, serperiştiya dijminatiya di nava kurdan de tu caran, tu tiştek li kurdan zêde nekiriye. Xeta PDK’ê di çarçoveyeke teng de difikire, li berjewendiyên xwe bi tenê difikire, berjewendiyên neteweyî bi her awayî radestî desthilatdariyeke ku dijminatiya Kurdan dike. Divê ev xeta PDK’ê demildest ji vê şaşiyê vegere û ji bo berjewendiyên neteweyî, li gel kurdan cihê xwe bigire. Hêvîdarbûna ji desthilatdariyeke ku ji bo referandûmeke Herêma Federe jî daxuyaniyên wek ‘em ê bi tu awayî nehêlin’ didan û gef dixwarin tê wê wateya nezanîn û nexwendina siyaset, têkiliyên cîhanî û dîrokê ye.
 
Lê wek jinên Kurd, piştî têkoşîna xwe ya nîvsedsalekê me ev yek baş dît; şer herî zêde li me jinan dixe. Di rewşeke ku mîlîtarîzm tê kişkişandin, îxanet li her derê ye de, pêşiyê ji me jinan re ewlehî, xwarin û azadî nîn e! Ezmûnên cîhanê nîşanî me dan ku şer bi tene ne meseleyeke li serê çiyayan e û tu şerek tune ye ku li ser bedena jinê nayê meşandin! Ji ber vê yekê ye ku jinên kurd, dayîk, li qadan, li kolanan ji bo ku bibêjin ‘Aştiyeke Birûmet, Demildest (A Niha)!’ li ber xwe didin û berdêlan didin. Li Şengalê, li Rojava û li her bihosta Kurdistanê, jin ji vê mîlîtarîzmê re, ji şerê ku bi desthilatdariya mêr dimeşe re dibêjin êdî bes e! Ligel rastiya ku şer herî zêde li jin û zarokan dixe, wek jinên kurd, em careke din dibêjin; Divê şerê ku li başûrê Kurdistanê tê kirin demildest bê sekinandin, Pirsgirêka Kurdan bi rê û rêbazên demokratîk were çareserkirin û demildest dev ji xeta îxanetê were berdan.”
 

Sernavên din

25/04/2022
15:55 Di Doza Kobanê de SEGBÎS li parêzeran hate qedexekirin!
15:27 Ji bo 1’ê Gulanê li Mêrsînê bang kirin
15:18 TAJÊ: Destkeftiyên Şengalê xeta me ya sor e
15:08 Kedkar dê di 1’ê Gulanê de li Êlihê dakevin qadan
14:36 Cezayê girtîgehê yê Demîrtaş hat xerakirin
14:22 Li welatiyê ku strana kurdî distriya xistin û binçav kirin
14:15 Malbata Şenyaşar: Dewletê qebûl kir ku komkujî bi organîze hatiye kirin
14:10 Bîlançoya şerê li derveyî sînor hate aşkerakirin
13:51 Kesên dixwestin ji bo daxwazên girtiyan ber bi Enqereyê ve bimeşin hatin binçavkirin
13:42 Metîn Şengîl ê ku hevjîna xwe ya berda bû qetil kir hate girtin
13:33 DAIŞ’ê li Qereçoxê êriş kir
13:29 Partiyên siyasî û saziyên civakî: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
13:05 Nûrî Mehmûd: Tirkiye çi bike PDK jî heman tiştî dike
12:34 Pêşmergeyên Dêrîn: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
12:20 Rojnameger Altan: Têkçûna 4’emîn a li Zapê nêz e
11:36 Şahidên komkujiya malbata Şenyaşar: Yek kes ji vir zindî dernakeve!
10:22 Bi çeka polîs êrişî xebatkarên tenduristiyê kir
09:49 Parêzerê malbata Şenyaşar: Em ê serî li AYM’ê bidin
09:23 Hilberînerên mişmişan ku qeşayê li mişmişên wan da li benda piştgiriyê ne
09:22 AYM'ê qedexeya tîpa 'w' ya navên kurdî weke binpêkirin qebûl nekir
09:22 Talîban jinên ku revandin di berdêla tapo de berda
09:20 Leşkeran li gelek deverên gundê Timoqê dar birîne û erd vedane
09:19 Emîne Şenyaşar: Kujer tenê ne 4 kes bûn
09:18 Çalakgerê rojiya mirinê Yildirim: Em ê nebin temaşevanê lîstika tê leyîstin
09:18 Ozturk: Êrişkar jî piştgirên wan jî wê winda bikin
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2022'YAN
24/04/2022
20:27 Li Taksîmê polisan îşkence li ciwanên kurd kir
20:07 Li ser îtîraza dozger careke din hatin biçavkirin!
18:26 MXDŞ: Em ji çareserî û berxwedanê re amade ne
17:43 Amedspor ji bo play-offê serketinek girîng bi dest xist
17:08 Sancar: Xelasiya ji pêşeroja tarî di Tifaqa Demokrasiyê de ye
17:07 Meclisa Dayikên Aştiyê êrîşên PDK’ê şermezar kir
15:56 ‘Dewletê tenê ermen îmha nekirin, şopên wan jî jêbirin’
14:58 Doza Şenyaşar: Kekê Yildiz ê AKP’î walî weke şahid nîşan da
14:14 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Eyn Îsayê kir
13:40 Suryaniyan cejna paskalya pîroz kirin
13:17 102 Kurdistaniyên Rojhilat êrişên AKP'ê û PDK'ê şermezar kirin
13:03 HDP’ê ji bo 24’ê Nîsanê daxuyanî da: Em sûcê li dijî mirovahiyê ji bîr nakin
12:54 ‘Garo Paylan ne bi tenê ye’
12:29 Li Stenbolê bîranîna Qirkirkina Ermenan hate qedexekirin
12:16 Ferît Şenyaşar: Divê hemû kesên ku hevkarên komkujiyê ne bên darizandin
11:19 Parlamentoya Iraqê bi rojeva êrişên Tirkiyeyê kom dibe
11:08 Enfal bi bîr xist: Divê kurd destûrê nedin xiyanetê
10:51 Pêşmergeya jin Geşaw ku bertek nîşanî êrişên AKP'ê û PDK'ê dan: Ez amade me şer bikim
10:19 Ahmet Turk: Divê em li dijî xiyanetê derkevin
09:57 Di lêpirsîna Kobanê de 13 kes hatin girtin
09:45 Hinek Henek bi 5 listikên nû derket pêşberi bîneran
09:16 Dr. Zebarî: Rabûna li ber êrişan erkeke neteweyî ye
09:14 Dozger doza îxrackirina 19 kesên ku Tahir Elçî bibîr anîne kir
09:13 Dayika Îsê: Mirin jî tê de be em ê li ber xwe bidin
09:11 ‘Armanca îmara li Newala Qesaba binpêkirina rûmeta gel e'
09:09 Wanî: Berpirsê vê krîzê polîtîkayên AKP'ê ne
09:07 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, krîz, betalî û şer ber bi qada 1'ê Gulanê ve!
09:05 'Ji ber polîtîkayên bêcezakirinê îşkence li girtiyan tê kirin'
09:03 Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê: Bi êrişan dixwazin tola DAIŞ'ê hildin
09:01 Ji sînorê Başûr bang kirin: Divê em li dijî şer derkevin
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:34 Di doza malbata Şenyaşar de ji malbata Yildiz 4 kes hatin girtin
23/04/2022
22:08 Di 'lêpirsîna Kobanê' de 5 kes hatin girtin
20:54 Ji bo malbatên girtiyan û xizmên windayan fitarî
20:07 Civata Ciwanên Herêma Şêladizê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
19:47 Hevseroka AYKAY-DER'ê Bayav hat berdan
19:26 2 heyet çûn gundê Timoqê
18:16 Li Marînosê şerekî dijwar diqewime
18:03 Ji malbata Yildiz ê AKP'î 11 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
16:57 Jinan ji Qilebanê bang kir: Faîl dewlet û daraz e
16:52 Bîlançoya şerê li Zap û Avaşînê hat eşkerekirin
16:42 Nûnertiya HDP'a Başûr: Divê kes li dijî şer bêdeng nemîne
16:04 Dozger xwest ku kesên ji lêpirsîna Kobanê hatine binçavkirin bên girtin
16:04 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê 70 salî bê berdan
15:51 Girtiyê nexweşiya penceşêrê xistine hucreya yekkesî
15:23 ÎHD’ê xwest ku girtiyên nexweş Ozbek û Ece bên berdan
14:39 Li Wan û Mêrsînê banga beşdariya mitîngên 1’ê Gulanê hat kirin
14:39 ‘Em bi dijminê bav û kalan re şer dikin bila PDK nekeve navberê’
14:13 Di 23’yê Nîsanê de aqûbeta zarokên hatine windakirin pirsîn
13:42 Piştî 25 rojan qedexeya li gundê Timoq hat rakirin
13:28 Dayikên Şemiyê li aqûbeta zarokên hatine windakirin pirsî
13:16 Li Şirnexê karkerekî Kana Komirê jiyana xwe ji dest da
12:27 'Divê Parlamentoya Herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriyê bêdeng nemîne’
12:27 Pismamên şaredarê AKP’yî ji ‘qaçaxtiya mirovan’ hatin binçavkirin
12:11 Pêşmergeyê Dêrin: Tu sûdekî hevkariya PDK’ê ji bo kurdan nîne
11:45 Malbata Şenyaşar: Em nehatine wê astê ku bibêjin edalet pêk hat
11:32 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 18’emîn de ye
11:32 Operasyona Tirkiye û PDK’ê li Stenbolê hate protestokirin
11:31 'Em ê peyamên Newrozê di 1’ê Gulanê de bidomînin’
11:24 HDP’ê di parastina xwe de yek bi yek hemû îdia bersivandin
11:06 Ji Tifaqa Kurdistanî banga hevpar: Em ji siyaseta dagirkeriyê re bêjin 'NA'
10:53 Kamal Chomani: PDK bûye leşkerê bi pere yê Tirkiyeyê
09:55 Amediyan bertek nîşanî Barzaniyan dan: Dilê we çawa digire ku hûn birayên xwe bikujin?
09:08 1'ê Gulanê dê bi ruhekî dijberî şer bê pîrozkirin
09:06 Dayikên Aştiyê: Em ji ber wan fedî dikin, ji laçikên dayikan jî şerm nakin
09:04 Tûtinvan: Bila kooperatîfvanî bi dawî bibe
09:03 Amediyan di sala dawî de herî zêde pirtûkên lêkolîn, dîrok û wêjeyî xwendine
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2022'YAN
22/04/2022
21:47 Roja Rojnamegerên Kurd hat pîrozkirin: Heqîqet di tariyê de neman
21:18 Banga hunermendan: Bi hev re li dijî dagirkeriyê rabin
20:36 Li herêma operasyonê çawîşek pispor mir
20:29 Ciwanên HDP'î bûn mêvanê Sifra Edaletê
18:04 Cenazeyê Berîvan Alturk a hat qetilkirin hat veşartin
17:55 Li Şêladizê li baregeha artêşa tirk du teqînên mezin