YBŞ: Artêşa Iraqê bi zextên PDK û Tirkiyeyê êrişî Şengalê dike

  • rojane
  • 08:58 21 Nîsan 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya YBŞ’ê derbarê êrişa Artêşa Iraqê ya li dijî Şengalê daxuyaniyek da û diyar kir ku Artêşa Iraqê bi zextên PDK û Tirkiyeyê êrişî Şengalê dike. 

Di 17'ê nîsanê roja ku Tirkiyeyê bi hevkariya PDK'ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê bi hewayî û bejahiyê ve êrişeke berfireh da destpêkirin, Artêşa Iraqê jî li dijî nuqteyên kontrolê yên Asayîşa Êzidxanê yên li Şengalê êrişeke mezin da destpêkirin. Êrişên ku beriya cejna pîroz a êzidiyan Çarşema Sor dest pê kir, bi rojan e bi awayekî tund berdewam dikin. Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), derbarê êrişên Artêşa Iraqê yên li dijî Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî da. Fermandariya YBŞ'ê, diyar kir ku êriş hewldaneke provakatîf e û Artêşa Iraqê bi zextên PDK û Tirkiyeyê êrişî Şengalê dike. 
 
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:
 
“Di roja 18’ê Nîsanê di saetên piştî nîvro de artêşa Iraqê rasterast êrîşî noqteyek a Asayîşa Êzidxanê ku li gundê Digurê ye kirin. Li ser êrîşa artêşa Iraqê, hêza Asayîşa Êzidxanê mecburî bersivdayînê kirin. Ruxmê vê ya jî di destpêkê de hêzên Asayîşa Êzidxanê bersiv bi rengê hişyarî dan artêşa Iraqê û di vê şer ku li ser hêzên Asayîşa Êzidxanê hatiya kirin di hem ji hêzên Asayîşê û hem jî, ji gel me birîndar hene.
 
Piştî vê 19’ê Nîsanê di saetên 02:00’an evarî de noqteyên ku hêzên me û artêşa Iraqê hevbeş digirtin de êrîşî hêzên me kirin û xwestin bî vê êrîşan ve hevalên me dîl bigrin. Li vir jî artêşa Iraqê xwest bi dîl girtina hevalên me ew cihên ku li hember çeteyên DAIŞ’ê me bi xwîna xwe rizgar kirî ji destê me derxînin. Rexmî van hemû êrîşên Artêşa Iraqê ku dixwest van destkeftiyê me ji destê me derxînin, hevalên me nexwestin werin provakasyonan. Heya niha li hember vê helwestê me, artêşa Iraqê dixwaze provakasyona li ser me berdewam bike.
 
Helwesta me ya heya niha yê çareseriyê û nehatina provakasyonan bû. Ji bo vê jî em vê êrîşa artêşa Iraqê ji êrişên PDK û dewleta Tirk ya qirker û dagirker qut nagirin dest. Ev êrişên artêşa Iraqê ên ku têne kirin bi zextê PDK û dewleta Tirk ya dagirker tên kirin. Bi van êrîşên ve dixwazin carek din koletiyê bi me û gele me bidin qebûl kirin. Dixwazin axa me dagir bikin. Civaka me di rewşa koletî de bihêlin. Beşek ên ku di nava Iraqê de ne vê fermana dewleta Tirk û ya PDK’ê pêk tînin. Bi vê yeke jî dixwazin îrada me ya siyasî tune bikin û me vegerînin rewşa 2014’an. Em wek perçeyek ji Iraqê heya niha bi Iraqê re hevbeş cih girtiye. Em dikarin bi Iraqê re êrîşên li ser axa Iraqê çêdibin bertaraf bikin. Lê belê di vê rewşa dawî de di roja cejna gelê me de êrîşî me û civaka me kirin tê wateya tunekirina nirxên me.
 
Ji 9’ê Cotmeha 2020’an heya niha me xwest em bi hevre pirsgrêkên xwe çareser bikin û helwesta me jî bi vî rengî bû. Rûxmê van hemû helwestên me, dîsa jî xwestin bi vê êrîşê ve destkeftî û nirxên me bin pê bikin. Li hember van helwest û êrîşên artêşa Iraqê ku bi vî rengî êrîşî me dike, me jî mecburî bersivdayînê dike. Di van êrîşan de rêhevalekê me gihîşt şehadetê û 2 rêhevalê me jî birîndar bûne.
 
Di van êrîşên dawî de ji bo ku pirsgirêk bê çareser kirin, me rêka diyalogê her tim vekirî hêla û em dîsa vê bîr û baweriyan de ne ku pirsgirêk çi dibe bila bibe encex bi rêya diyalogan wê çareser bibe. Em wek YBŞ’ê û YJŞ’ê heta niha ji bo rizgarkirin û parastina vê xakê, me bi sedan fermandar û şervanên qehreman dan. Me di şert û mercên herî zehmet de xaka xwe û gelê xwe parast. Me li hember çeteyên hovane yên DAIŞ’ê şerekî bê hempa da meşandin û çeperên xwe heya niha ti carî berneda. Ji vê rojê pê ve jî emê li hember hemû cûreyên êrîşan li berxwe bidin. Soza ku me daye şehîdên xwe yên qehreman û gelê me yê welatparêz, emê ev xaka qadîm heya dilopa xwîna xwe ya dawî biparêzin.”
 

Sernavên din

25/04/2022
15:55 Di Doza Kobanê de SEGBÎS li parêzeran hate qedexekirin!
15:27 Ji bo 1’ê Gulanê li Mêrsînê bang kirin
15:18 TAJÊ: Destkeftiyên Şengalê xeta me ya sor e
15:08 Kedkar dê di 1’ê Gulanê de li Êlihê dakevin qadan
14:36 Cezayê girtîgehê yê Demîrtaş hat xerakirin
14:22 Li welatiyê ku strana kurdî distriya xistin û binçav kirin
14:15 Malbata Şenyaşar: Dewletê qebûl kir ku komkujî bi organîze hatiye kirin
14:10 Bîlançoya şerê li derveyî sînor hate aşkerakirin
13:51 Kesên dixwestin ji bo daxwazên girtiyan ber bi Enqereyê ve bimeşin hatin binçavkirin
13:42 Metîn Şengîl ê ku hevjîna xwe ya berda bû qetil kir hate girtin
13:33 DAIŞ’ê li Qereçoxê êriş kir
13:29 Partiyên siyasî û saziyên civakî: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
13:05 Nûrî Mehmûd: Tirkiye çi bike PDK jî heman tiştî dike
12:34 Pêşmergeyên Dêrîn: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
12:20 Rojnameger Altan: Têkçûna 4’emîn a li Zapê nêz e
11:36 Şahidên komkujiya malbata Şenyaşar: Yek kes ji vir zindî dernakeve!
10:22 Bi çeka polîs êrişî xebatkarên tenduristiyê kir
09:49 Parêzerê malbata Şenyaşar: Em ê serî li AYM’ê bidin
09:23 Hilberînerên mişmişan ku qeşayê li mişmişên wan da li benda piştgiriyê ne
09:22 AYM'ê qedexeya tîpa 'w' ya navên kurdî weke binpêkirin qebûl nekir
09:22 Talîban jinên ku revandin di berdêla tapo de berda
09:20 Leşkeran li gelek deverên gundê Timoqê dar birîne û erd vedane
09:19 Emîne Şenyaşar: Kujer tenê ne 4 kes bûn
09:18 Çalakgerê rojiya mirinê Yildirim: Em ê nebin temaşevanê lîstika tê leyîstin
09:18 Ozturk: Êrişkar jî piştgirên wan jî wê winda bikin
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2022'YAN
24/04/2022
20:27 Li Taksîmê polisan îşkence li ciwanên kurd kir
20:07 Li ser îtîraza dozger careke din hatin biçavkirin!
18:26 MXDŞ: Em ji çareserî û berxwedanê re amade ne
17:43 Amedspor ji bo play-offê serketinek girîng bi dest xist
17:08 Sancar: Xelasiya ji pêşeroja tarî di Tifaqa Demokrasiyê de ye
17:07 Meclisa Dayikên Aştiyê êrîşên PDK’ê şermezar kir
15:56 ‘Dewletê tenê ermen îmha nekirin, şopên wan jî jêbirin’
14:58 Doza Şenyaşar: Kekê Yildiz ê AKP’î walî weke şahid nîşan da
14:14 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Eyn Îsayê kir
13:40 Suryaniyan cejna paskalya pîroz kirin
13:17 102 Kurdistaniyên Rojhilat êrişên AKP'ê û PDK'ê şermezar kirin
13:03 HDP’ê ji bo 24’ê Nîsanê daxuyanî da: Em sûcê li dijî mirovahiyê ji bîr nakin
12:54 ‘Garo Paylan ne bi tenê ye’
12:29 Li Stenbolê bîranîna Qirkirkina Ermenan hate qedexekirin
12:16 Ferît Şenyaşar: Divê hemû kesên ku hevkarên komkujiyê ne bên darizandin
11:19 Parlamentoya Iraqê bi rojeva êrişên Tirkiyeyê kom dibe
11:08 Enfal bi bîr xist: Divê kurd destûrê nedin xiyanetê
10:51 Pêşmergeya jin Geşaw ku bertek nîşanî êrişên AKP'ê û PDK'ê dan: Ez amade me şer bikim
10:19 Ahmet Turk: Divê em li dijî xiyanetê derkevin
09:57 Di lêpirsîna Kobanê de 13 kes hatin girtin
09:45 Hinek Henek bi 5 listikên nû derket pêşberi bîneran
09:16 Dr. Zebarî: Rabûna li ber êrişan erkeke neteweyî ye
09:14 Dozger doza îxrackirina 19 kesên ku Tahir Elçî bibîr anîne kir
09:13 Dayika Îsê: Mirin jî tê de be em ê li ber xwe bidin
09:11 ‘Armanca îmara li Newala Qesaba binpêkirina rûmeta gel e'
09:09 Wanî: Berpirsê vê krîzê polîtîkayên AKP'ê ne
09:07 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, krîz, betalî û şer ber bi qada 1'ê Gulanê ve!
09:05 'Ji ber polîtîkayên bêcezakirinê îşkence li girtiyan tê kirin'
09:03 Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê: Bi êrişan dixwazin tola DAIŞ'ê hildin
09:01 Ji sînorê Başûr bang kirin: Divê em li dijî şer derkevin
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:34 Di doza malbata Şenyaşar de ji malbata Yildiz 4 kes hatin girtin
23/04/2022
22:08 Di 'lêpirsîna Kobanê' de 5 kes hatin girtin
20:54 Ji bo malbatên girtiyan û xizmên windayan fitarî
20:07 Civata Ciwanên Herêma Şêladizê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
19:47 Hevseroka AYKAY-DER'ê Bayav hat berdan
19:26 2 heyet çûn gundê Timoqê
18:16 Li Marînosê şerekî dijwar diqewime
18:03 Ji malbata Yildiz ê AKP'î 11 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
16:57 Jinan ji Qilebanê bang kir: Faîl dewlet û daraz e
16:52 Bîlançoya şerê li Zap û Avaşînê hat eşkerekirin
16:42 Nûnertiya HDP'a Başûr: Divê kes li dijî şer bêdeng nemîne
16:04 Dozger xwest ku kesên ji lêpirsîna Kobanê hatine binçavkirin bên girtin
16:04 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê 70 salî bê berdan
15:51 Girtiyê nexweşiya penceşêrê xistine hucreya yekkesî
15:23 ÎHD’ê xwest ku girtiyên nexweş Ozbek û Ece bên berdan
14:39 Li Wan û Mêrsînê banga beşdariya mitîngên 1’ê Gulanê hat kirin
14:39 ‘Em bi dijminê bav û kalan re şer dikin bila PDK nekeve navberê’
14:13 Di 23’yê Nîsanê de aqûbeta zarokên hatine windakirin pirsîn
13:42 Piştî 25 rojan qedexeya li gundê Timoq hat rakirin
13:28 Dayikên Şemiyê li aqûbeta zarokên hatine windakirin pirsî
13:16 Li Şirnexê karkerekî Kana Komirê jiyana xwe ji dest da
12:27 'Divê Parlamentoya Herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriyê bêdeng nemîne’
12:27 Pismamên şaredarê AKP’yî ji ‘qaçaxtiya mirovan’ hatin binçavkirin
12:11 Pêşmergeyê Dêrin: Tu sûdekî hevkariya PDK’ê ji bo kurdan nîne
11:45 Malbata Şenyaşar: Em nehatine wê astê ku bibêjin edalet pêk hat
11:32 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 18’emîn de ye
11:32 Operasyona Tirkiye û PDK’ê li Stenbolê hate protestokirin
11:31 'Em ê peyamên Newrozê di 1’ê Gulanê de bidomînin’
11:24 HDP’ê di parastina xwe de yek bi yek hemû îdia bersivandin
11:06 Ji Tifaqa Kurdistanî banga hevpar: Em ji siyaseta dagirkeriyê re bêjin 'NA'
10:53 Kamal Chomani: PDK bûye leşkerê bi pere yê Tirkiyeyê
09:55 Amediyan bertek nîşanî Barzaniyan dan: Dilê we çawa digire ku hûn birayên xwe bikujin?
09:08 1'ê Gulanê dê bi ruhekî dijberî şer bê pîrozkirin
09:06 Dayikên Aştiyê: Em ji ber wan fedî dikin, ji laçikên dayikan jî şerm nakin
09:04 Tûtinvan: Bila kooperatîfvanî bi dawî bibe
09:03 Amediyan di sala dawî de herî zêde pirtûkên lêkolîn, dîrok û wêjeyî xwendine
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2022'YAN
22/04/2022
21:47 Roja Rojnamegerên Kurd hat pîrozkirin: Heqîqet di tariyê de neman
21:18 Banga hunermendan: Bi hev re li dijî dagirkeriyê rabin
20:36 Li herêma operasyonê çawîşek pispor mir
20:29 Ciwanên HDP'î bûn mêvanê Sifra Edaletê
18:04 Cenazeyê Berîvan Alturk a hat qetilkirin hat veşartin
17:55 Li Şêladizê li baregeha artêşa tirk du teqînên mezin