Bi operasyonê re dest bi birîna daran jî kirin: Dawî li talankirina xwezayê bînin

  • rojane
  • 09:03 22 Nîsan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Bi destpêkirina operasyona li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê re li herêmên Besta û Gabarê jî cerdevanan dest bi birîna daran kirin. Xelkê herêmê bertek nîşan dan û ev yek weke kiryareke dermirovî pênase kirin. Şêniyan xwest ku dawî li qirkirina xwezayê bînin. 
 
Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dest bi operasyoneke leşkerî kir. Bi destpêkirina operasyonê re, cerdevanên Şirnexê li herêmên Cûdî, Besta û Gabarê bi çavdêriya leşkeran dest bi birîna daran kirin. Li van herêmên navborî her sal agir bi daristanan dihat xistin, bi hezaran dar dihatin şewitandin û bi hezaran dar jî dihatin birîn. Darên ku dihatin birîn jî cerdevanan li derveyî bajêr firotin. Qirkirina xwezayê ya li herêmê didome. Herêma ku bi hinceta “ewlehiyê” li welatiyan hatiye qedexekirin, ji bo birîna daran li cerdevanan vekirî ye. Bi heman mebestê niha jî li Çemê Mezin, Ramûran û Nizayê yên Bestayê cerdevanan dest bi birîna daran kiriye. Şêniyên herêmê ku darên wan tên birîn nerazîbûna xwe nîşan dan û diyar kirin ku dewlet bi talankirina xwezayê re dixwaze wan dîsa koçber bike. 
 
'EV TIŞTEKÎ ÎNSANÎ NÎNE’
 
Ji welatiyan Beşîr Katar (67) ku ji herêma Bestayê ye anî ziman ku birîna daran tiştekî derexlaqî ye û wiha got: “Divê kesek li hemberî vê qirkirinê bêdeng nemîne. Bi sala ye hemû dever serbest bûne û her kes li ser erdê xwe dijî. Lê em nikarin biçin ser xaka xwe. Cerdevan nahêlin em biçin ser xaka xwe û li wir bijîn. Niha jî dest bi birîna daran kirine. Hemû kes baş pê dizane ku birîna daran komkujî ye. Weke ku pêxemberê me gotiye, ‘Kesekê darekî dibire, ew kes jiyana mirovan wêran dike û guneheke mezin e.’ Heke şînkatî û dar nebin, sewal jî nikarin bijîn. Ez mêşan xwedî dikim. Heke cihê me serbest bûya dê min li wir xwedî bikira û nediçûm cihekî din. Li cihê me her tişt heye lê ji bo berjewendiyên hin kesan darên me tên birîn. Ev tiştekî dermirovî ye. Nahêlin kesek biçe wir lê ji bo birîna daran destûr heye. Ji bo ku dar neyên birîn gelek kesan daxwazname dan lê bersiv nehat dayîn.” 
 
'DIXWAZIN ME KOÇBER BIKIN’
 
Ji welatiyan Ahmet Îrmez (77) jî bi lêv kir ku bi van pêkanînan tê xwestin ku wan careke din koçber bikin û wiha domand: “Em rica dikin ku êdî darên me nebirin. Birîna daran guneh e. Heke ev şer bisekine em ê dîsa biçin ser xaka xwe û sewalan xwedî bikin. Heke ew dar û daristan nebin, sewal jî xwedî nabin. Me ji leşkeriyê re got lê gotin; ‘em tenê li sed mîtroyên derdorên xwe dibirin.’ Cerdevanan bo me dar nehêlan. Em naxwazin darên me bên birîn. Me daxwaznameyên xwe dan midûriyeta daristanan û çend caran jî çûn qereqolê. Lê encamek jê derneket û darên me birîn. Daristana me ji Bestayê heta Sêrtê berfireh bû. Lê niha yek dar nehiştine. Di demên berê de em ji Bestayê heta Wanê diçûn û me nanek bi xwe re nedibir. Ji ber ku li her deverê mal hebûn, pez hebûn. Ma heke dar nebin dê mirov çawa bijîn? Di salên 90’î de em ji gund derxistin û niha jî dixwazin bi birîna daran me ji Şirnexê derxînin.” 
 
'DAWÎ LI VÊ KOMKUJIYÊ BÎNIN' 
 
Abdullah Uysal (86) jî ji herêma Ramûran a Bestayê ye û bertek nîşanî birîna daran da. Uysal, diyar kir ku ew naxwazin darên wan bên birîn û wiha qedand: “Besta hem cihê çandiniyê û hem jî cihekî biav e. Mirov dikare her tiştekî li wir biçîne. Lê hatiye qedexekirin û em nikarin biçin wê derê. Hemû emrê min li wir derbas bû. Lê niha tune dikin. Heke ev dar bên tunekirin dê êdî baran nebarin û tu xweşiya vê derê namîne. Darên xwe nabirin lê yên me dibirin. Bila dawî li vê komkujiyê bînin.”
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

25/04/2022
17:54 Li Bazîdê 3 kes hatin girtin
17:40 Polîsê ku li parêzer xistibû hêj li ser karê xwe ye
17:17 Îdianameya Sutçu ku êrişî HDP’ê kiribû hate qebûlkirin
17:02 80 cenazeyên leşkeran anîn Nexweşxaneya Geverê
16:57 Li Rihayê protestoya sergoyê
16:51 60 kesên ji HAK-PAR'ê îstîfa kirin derbasî HDP’ê bûn
16:39 Di çalakiya Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP-PDK’ê dan
16:23 Di Doza Kobanê de hîn bû ku şahid e: Ev îfade yên min nînin
15:55 Di Doza Kobanê de SEGBÎS li parêzeran hate qedexekirin!
15:27 Ji bo 1’ê Gulanê li Mêrsînê bang kirin
15:18 TAJÊ: Destkeftiyên Şengalê xeta me ya sor e
15:08 Kedkar dê di 1’ê Gulanê de li Êlihê dakevin qadan
14:36 Cezayê girtîgehê yê Demîrtaş hat xerakirin
14:22 Li welatiyê ku strana kurdî distriya xistin û binçav kirin
14:15 Malbata Şenyaşar: Dewletê qebûl kir ku komkujî bi organîze hatiye kirin
14:10 Bîlançoya şerê li derveyî sînor hate aşkerakirin
13:51 Kesên dixwestin ji bo daxwazên girtiyan ber bi Enqereyê ve bimeşin hatin binçavkirin
13:42 Metîn Şengîl ê ku hevjîna xwe ya berda bû qetil kir hate girtin
13:33 DAIŞ’ê li Qereçoxê êriş kir
13:29 Partiyên siyasî û saziyên civakî: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
13:05 Nûrî Mehmûd: Tirkiye çi bike PDK jî heman tiştî dike
12:34 Pêşmergeyên Dêrîn: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
12:20 Rojnameger Altan: Têkçûna 4’emîn a li Zapê nêz e
11:36 Şahidên komkujiya malbata Şenyaşar: Yek kes ji vir zindî dernakeve!
10:22 Bi çeka polîs êrişî xebatkarên tenduristiyê kir
09:49 Parêzerê malbata Şenyaşar: Em ê serî li AYM’ê bidin
09:23 Hilberînerên mişmişan ku qeşayê li mişmişên wan da li benda piştgiriyê ne
09:22 AYM'ê qedexeya tîpa 'w' ya navên kurdî weke binpêkirin qebûl nekir
09:22 Talîban jinên ku revandin di berdêla tapo de berda
09:20 Leşkeran li gelek deverên gundê Timoqê dar birîne û erd vedane
09:19 Emîne Şenyaşar: Kujer tenê ne 4 kes bûn
09:18 Çalakgerê rojiya mirinê Yildirim: Em ê nebin temaşevanê lîstika tê leyîstin
09:18 Ozturk: Êrişkar jî piştgirên wan jî wê winda bikin
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2022'YAN
24/04/2022
20:27 Li Taksîmê polisan îşkence li ciwanên kurd kir
20:07 Li ser îtîraza dozger careke din hatin biçavkirin!
18:26 MXDŞ: Em ji çareserî û berxwedanê re amade ne
17:43 Amedspor ji bo play-offê serketinek girîng bi dest xist
17:08 Sancar: Xelasiya ji pêşeroja tarî di Tifaqa Demokrasiyê de ye
17:07 Meclisa Dayikên Aştiyê êrîşên PDK’ê şermezar kir
15:56 ‘Dewletê tenê ermen îmha nekirin, şopên wan jî jêbirin’
14:58 Doza Şenyaşar: Kekê Yildiz ê AKP’î walî weke şahid nîşan da
14:14 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Eyn Îsayê kir
13:40 Suryaniyan cejna paskalya pîroz kirin
13:17 102 Kurdistaniyên Rojhilat êrişên AKP'ê û PDK'ê şermezar kirin
13:03 HDP’ê ji bo 24’ê Nîsanê daxuyanî da: Em sûcê li dijî mirovahiyê ji bîr nakin
12:54 ‘Garo Paylan ne bi tenê ye’
12:29 Li Stenbolê bîranîna Qirkirkina Ermenan hate qedexekirin
12:16 Ferît Şenyaşar: Divê hemû kesên ku hevkarên komkujiyê ne bên darizandin
11:19 Parlamentoya Iraqê bi rojeva êrişên Tirkiyeyê kom dibe
11:08 Enfal bi bîr xist: Divê kurd destûrê nedin xiyanetê
10:51 Pêşmergeya jin Geşaw ku bertek nîşanî êrişên AKP'ê û PDK'ê dan: Ez amade me şer bikim
10:19 Ahmet Turk: Divê em li dijî xiyanetê derkevin
09:57 Di lêpirsîna Kobanê de 13 kes hatin girtin
09:45 Hinek Henek bi 5 listikên nû derket pêşberi bîneran
09:16 Dr. Zebarî: Rabûna li ber êrişan erkeke neteweyî ye
09:14 Dozger doza îxrackirina 19 kesên ku Tahir Elçî bibîr anîne kir
09:13 Dayika Îsê: Mirin jî tê de be em ê li ber xwe bidin
09:11 ‘Armanca îmara li Newala Qesaba binpêkirina rûmeta gel e'
09:09 Wanî: Berpirsê vê krîzê polîtîkayên AKP'ê ne
09:07 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, krîz, betalî û şer ber bi qada 1'ê Gulanê ve!
09:05 'Ji ber polîtîkayên bêcezakirinê îşkence li girtiyan tê kirin'
09:03 Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê: Bi êrişan dixwazin tola DAIŞ'ê hildin
09:01 Ji sînorê Başûr bang kirin: Divê em li dijî şer derkevin
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:34 Di doza malbata Şenyaşar de ji malbata Yildiz 4 kes hatin girtin
23/04/2022
22:08 Di 'lêpirsîna Kobanê' de 5 kes hatin girtin
20:54 Ji bo malbatên girtiyan û xizmên windayan fitarî
20:07 Civata Ciwanên Herêma Şêladizê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
19:47 Hevseroka AYKAY-DER'ê Bayav hat berdan
19:26 2 heyet çûn gundê Timoqê
18:16 Li Marînosê şerekî dijwar diqewime
18:03 Ji malbata Yildiz ê AKP'î 11 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
16:57 Jinan ji Qilebanê bang kir: Faîl dewlet û daraz e
16:52 Bîlançoya şerê li Zap û Avaşînê hat eşkerekirin
16:42 Nûnertiya HDP'a Başûr: Divê kes li dijî şer bêdeng nemîne
16:04 Dozger xwest ku kesên ji lêpirsîna Kobanê hatine binçavkirin bên girtin
16:04 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê 70 salî bê berdan
15:51 Girtiyê nexweşiya penceşêrê xistine hucreya yekkesî
15:23 ÎHD’ê xwest ku girtiyên nexweş Ozbek û Ece bên berdan
14:39 Li Wan û Mêrsînê banga beşdariya mitîngên 1’ê Gulanê hat kirin
14:39 ‘Em bi dijminê bav û kalan re şer dikin bila PDK nekeve navberê’
14:13 Di 23’yê Nîsanê de aqûbeta zarokên hatine windakirin pirsîn
13:42 Piştî 25 rojan qedexeya li gundê Timoq hat rakirin
13:28 Dayikên Şemiyê li aqûbeta zarokên hatine windakirin pirsî
13:16 Li Şirnexê karkerekî Kana Komirê jiyana xwe ji dest da
12:27 'Divê Parlamentoya Herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriyê bêdeng nemîne’
12:27 Pismamên şaredarê AKP’yî ji ‘qaçaxtiya mirovan’ hatin binçavkirin
12:11 Pêşmergeyê Dêrin: Tu sûdekî hevkariya PDK’ê ji bo kurdan nîne
11:45 Malbata Şenyaşar: Em nehatine wê astê ku bibêjin edalet pêk hat
11:32 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 18’emîn de ye
11:32 Operasyona Tirkiye û PDK’ê li Stenbolê hate protestokirin
11:31 'Em ê peyamên Newrozê di 1’ê Gulanê de bidomînin’
11:24 HDP’ê di parastina xwe de yek bi yek hemû îdia bersivandin
11:06 Ji Tifaqa Kurdistanî banga hevpar: Em ji siyaseta dagirkeriyê re bêjin 'NA'
10:53 Kamal Chomani: PDK bûye leşkerê bi pere yê Tirkiyeyê
09:55 Amediyan bertek nîşanî Barzaniyan dan: Dilê we çawa digire ku hûn birayên xwe bikujin?
09:08 1'ê Gulanê dê bi ruhekî dijberî şer bê pîrozkirin
09:06 Dayikên Aştiyê: Em ji ber wan fedî dikin, ji laçikên dayikan jî şerm nakin
09:04 Tûtinvan: Bila kooperatîfvanî bi dawî bibe