Pirsa Dayikên Aştiyê ya ji Barzanî: Birayê te kî ye?

  • rojane
  • 09:03 22 Nîsan 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê, bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ku bi hevkariya PDK'ê li dijî Herêma Kurdistanê daye destpêkirin dan û sozê Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî yên ji bo destûr nedayîna "rijandina" xwîna kurdan bi bîr xistin û ev pirs ji Barzanî kirin: "Birayê te kî ye?"  

Tirkiye, di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn ve Metînayê yên Herêma Kurdistanê êrişeke mezin da destpêkirin. Êrişa Tirkiyeyê hem ji hewa ve hem jî ji bejahiyê ve êrişa xwe didomîne û bertekên li dijî vê êrişî zêde dibin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê, derbarê êrişê de axivîn û banga vegera ji "îxanetê" li PDK'ê kirin û gotinên Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî yên derbarê rijandina xwîna kurdan de kiribûn bi bîr xistin. 
 
 
'BIRAYÊ TE KÎ YE?'
 
Dayika Aştiyê Melîha Atak (53), di destpêka axaftina xwe de gotinên Barzanî yên ji bo destûr nedayîna "rijandina" xwîna kurdan bi bîr xist û bi van gotinan bertek nîşanî êrişa hatiye destpêkirin da: "Di rewşa ku em îro têde ne de divê ev bê pirskirin; birayê te kî ye? Tu yê bi kê re şer nekî? Ji bo şernekirinê sozê te hebû. Tu niha ji bo kê şer dikî? Gelo tu kurdan ji bo xwe bira nabînî?"
 
Atak, kuştina bi hezaran kurdan a di sala 1988'an de ya bi destê rejîma Baasê jî bi bîr xist û ev tişt anîn ziman: "Tu ji wan rojan şerm nakî? Ji bavê Nêçîrvan Barzanî; Îdrîs Barzanî şerm nake? Ey Nêçîrvan kes îro li dijî te şer nake. Kê DAIŞ'ê ji Mûsil, Şengal, Mexmûr û Kurdistanê derxist? Wan rojan nayên bîra we? Destê xwe bide ser wijdanê xwe. Dev ji îxanetê berdin. Banga min li hemû jinan; em tev bi hev re li dijî vî şerî derkevin."
 
 
BANGA TERKIRINA ÎXANETÊ
 
Dayika Aştiyê Asya Tay (60) jî bi lêv kir ku PDK ji bo pereyan bûye hevparê şer û wiha got: "Zarokên kurdan ne ji bo berjewendiyên xwe yên şexsê ji bo berjewendiyên tevahiya gelê kurd têdikoşin. Divê êdî malbata Barzanî îxanetê deyne aliyekê. Em bi tu awayî mafê xwe li malbata Barzanî helal nakiin. Divê hemû başûrî bibin yek û ji malbata Barzanî re ev tişt bibêjin; ev vê îxanetê qebûl nakin, bila gundên me yên şewitandin û mirov neyên kuştin û xaka me neyê dagirkirin'." 
 
'DIVÊ DAYIK LI DIJÎ ŞER RAWESTIN'
 
Ji endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê Sûltan Oklu (55) jî, got ku şerê kurdan ê li dijî kurdan îxaneta mezin e û ev tişt anîn ziman: "Piştgiriya Tirkiyeyê dikin û birayên xwe dikujin. Dema ku dikevine tengasiyê kurdên li vir bi hawara wan de diçin. Heta ku em nebin yek em ê her roj bimirin. Ji bo vê divê hemû dayik bibin yek û li dijî vî şerî rawestin."
 
'NEYARTIYA LI KURDAN'
 
Dayika Aştiyê Emîne Orûç (54) jî bang li Nêçîrvan Barzanî kir û got ku ew aştî û biratiyê dixwazin û bi van gotinan banga yekitiya neteweyî kir: "Tevgera malbata Barzanî ya bi Tirkiyeyê re Mirov çekê dirêjî birayê xwe nake û wî nakuje û nakeve xaka wî mala wî xera nake. Ev neyartiya li kurdan e. Divê di demeke zûtirîn de Barzanî terka vê hewlesta xwe bikin."
 
'BERPIRSYAR MALBATA BARZANÎ YE'
 
Dayika Aştiyê Besna Aslan jî bang li Nêçîrvan Barzanî û Mesût Barzanî kir ku kurdan neynin dijberî hev û wiha axivî: "Timik zext, zordarî û zilm tê kirin. Îro sedema ku em bangî Barzanî dikin berpirsyariya wan di êrîşa hatiye destpêkirin de ye. Heke wan destûr nedan îro Tirkiye nikaribû vê êriş pêk bîne."
 
'DIVÊ HESAB BÊ PIRSÎN'
 
Dayika Aştiyê Şadiye Bîlîr (46) jî destnîşan kir ku divê hemû kurd li dijî êrişan rabin ser piyan û ev tişt got: "Ma êdî Barzanî ji xwînê têr nabe? Divê ku Barzanî bixwe li dijî van êrişan derkeve. Divê ku bibêjê, 'Êdî ez ê îxanetê nekim'. Gelo Barzanî ne kurd e? Çima vê îxanetê dike? Çima kurdan şehr dikin û dikujin? Timik li çiyayê Kurdistanê didin. Divê herkes biçe deriyê Barzanî hesap ji Barzanî bipirse û jê re bibeje ku şerê çi dikin, ji bo kê şer dikin û li dijî kê vê siyasetê dimeşînin?"
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

25/04/2022
15:55 Di Doza Kobanê de SEGBÎS li parêzeran hate qedexekirin!
15:27 Ji bo 1’ê Gulanê li Mêrsînê bang kirin
15:18 TAJÊ: Destkeftiyên Şengalê xeta me ya sor e
15:08 Kedkar dê di 1’ê Gulanê de li Êlihê dakevin qadan
14:36 Cezayê girtîgehê yê Demîrtaş hat xerakirin
14:22 Li welatiyê ku strana kurdî distriya xistin û binçav kirin
14:15 Malbata Şenyaşar: Dewletê qebûl kir ku komkujî bi organîze hatiye kirin
14:10 Bîlançoya şerê li derveyî sînor hate aşkerakirin
13:51 Kesên dixwestin ji bo daxwazên girtiyan ber bi Enqereyê ve bimeşin hatin binçavkirin
13:42 Metîn Şengîl ê ku hevjîna xwe ya berda bû qetil kir hate girtin
13:33 DAIŞ’ê li Qereçoxê êriş kir
13:29 Partiyên siyasî û saziyên civakî: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
13:05 Nûrî Mehmûd: Tirkiye çi bike PDK jî heman tiştî dike
12:34 Pêşmergeyên Dêrîn: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
12:20 Rojnameger Altan: Têkçûna 4’emîn a li Zapê nêz e
11:36 Şahidên komkujiya malbata Şenyaşar: Yek kes ji vir zindî dernakeve!
10:22 Bi çeka polîs êrişî xebatkarên tenduristiyê kir
09:49 Parêzerê malbata Şenyaşar: Em ê serî li AYM’ê bidin
09:23 Hilberînerên mişmişan ku qeşayê li mişmişên wan da li benda piştgiriyê ne
09:22 AYM'ê qedexeya tîpa 'w' ya navên kurdî weke binpêkirin qebûl nekir
09:22 Talîban jinên ku revandin di berdêla tapo de berda
09:20 Leşkeran li gelek deverên gundê Timoqê dar birîne û erd vedane
09:19 Emîne Şenyaşar: Kujer tenê ne 4 kes bûn
09:18 Çalakgerê rojiya mirinê Yildirim: Em ê nebin temaşevanê lîstika tê leyîstin
09:18 Ozturk: Êrişkar jî piştgirên wan jî wê winda bikin
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2022'YAN
24/04/2022
20:27 Li Taksîmê polisan îşkence li ciwanên kurd kir
20:07 Li ser îtîraza dozger careke din hatin biçavkirin!
18:26 MXDŞ: Em ji çareserî û berxwedanê re amade ne
17:43 Amedspor ji bo play-offê serketinek girîng bi dest xist
17:08 Sancar: Xelasiya ji pêşeroja tarî di Tifaqa Demokrasiyê de ye
17:07 Meclisa Dayikên Aştiyê êrîşên PDK’ê şermezar kir
15:56 ‘Dewletê tenê ermen îmha nekirin, şopên wan jî jêbirin’
14:58 Doza Şenyaşar: Kekê Yildiz ê AKP’î walî weke şahid nîşan da
14:14 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Eyn Îsayê kir
13:40 Suryaniyan cejna paskalya pîroz kirin
13:17 102 Kurdistaniyên Rojhilat êrişên AKP'ê û PDK'ê şermezar kirin
13:03 HDP’ê ji bo 24’ê Nîsanê daxuyanî da: Em sûcê li dijî mirovahiyê ji bîr nakin
12:54 ‘Garo Paylan ne bi tenê ye’
12:29 Li Stenbolê bîranîna Qirkirkina Ermenan hate qedexekirin
12:16 Ferît Şenyaşar: Divê hemû kesên ku hevkarên komkujiyê ne bên darizandin
11:19 Parlamentoya Iraqê bi rojeva êrişên Tirkiyeyê kom dibe
11:08 Enfal bi bîr xist: Divê kurd destûrê nedin xiyanetê
10:51 Pêşmergeya jin Geşaw ku bertek nîşanî êrişên AKP'ê û PDK'ê dan: Ez amade me şer bikim
10:19 Ahmet Turk: Divê em li dijî xiyanetê derkevin
09:57 Di lêpirsîna Kobanê de 13 kes hatin girtin
09:45 Hinek Henek bi 5 listikên nû derket pêşberi bîneran
09:16 Dr. Zebarî: Rabûna li ber êrişan erkeke neteweyî ye
09:14 Dozger doza îxrackirina 19 kesên ku Tahir Elçî bibîr anîne kir
09:13 Dayika Îsê: Mirin jî tê de be em ê li ber xwe bidin
09:11 ‘Armanca îmara li Newala Qesaba binpêkirina rûmeta gel e'
09:09 Wanî: Berpirsê vê krîzê polîtîkayên AKP'ê ne
09:07 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, krîz, betalî û şer ber bi qada 1'ê Gulanê ve!
09:05 'Ji ber polîtîkayên bêcezakirinê îşkence li girtiyan tê kirin'
09:03 Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê: Bi êrişan dixwazin tola DAIŞ'ê hildin
09:01 Ji sînorê Başûr bang kirin: Divê em li dijî şer derkevin
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:34 Di doza malbata Şenyaşar de ji malbata Yildiz 4 kes hatin girtin
23/04/2022
22:08 Di 'lêpirsîna Kobanê' de 5 kes hatin girtin
20:54 Ji bo malbatên girtiyan û xizmên windayan fitarî
20:07 Civata Ciwanên Herêma Şêladizê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
19:47 Hevseroka AYKAY-DER'ê Bayav hat berdan
19:26 2 heyet çûn gundê Timoqê
18:16 Li Marînosê şerekî dijwar diqewime
18:03 Ji malbata Yildiz ê AKP'î 11 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
16:57 Jinan ji Qilebanê bang kir: Faîl dewlet û daraz e
16:52 Bîlançoya şerê li Zap û Avaşînê hat eşkerekirin
16:42 Nûnertiya HDP'a Başûr: Divê kes li dijî şer bêdeng nemîne
16:04 Dozger xwest ku kesên ji lêpirsîna Kobanê hatine binçavkirin bên girtin
16:04 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê 70 salî bê berdan
15:51 Girtiyê nexweşiya penceşêrê xistine hucreya yekkesî
15:23 ÎHD’ê xwest ku girtiyên nexweş Ozbek û Ece bên berdan
14:39 Li Wan û Mêrsînê banga beşdariya mitîngên 1’ê Gulanê hat kirin
14:39 ‘Em bi dijminê bav û kalan re şer dikin bila PDK nekeve navberê’
14:13 Di 23’yê Nîsanê de aqûbeta zarokên hatine windakirin pirsîn
13:42 Piştî 25 rojan qedexeya li gundê Timoq hat rakirin
13:28 Dayikên Şemiyê li aqûbeta zarokên hatine windakirin pirsî
13:16 Li Şirnexê karkerekî Kana Komirê jiyana xwe ji dest da
12:27 'Divê Parlamentoya Herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriyê bêdeng nemîne’
12:27 Pismamên şaredarê AKP’yî ji ‘qaçaxtiya mirovan’ hatin binçavkirin
12:11 Pêşmergeyê Dêrin: Tu sûdekî hevkariya PDK’ê ji bo kurdan nîne
11:45 Malbata Şenyaşar: Em nehatine wê astê ku bibêjin edalet pêk hat
11:32 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 18’emîn de ye
11:32 Operasyona Tirkiye û PDK’ê li Stenbolê hate protestokirin
11:31 'Em ê peyamên Newrozê di 1’ê Gulanê de bidomînin’
11:24 HDP’ê di parastina xwe de yek bi yek hemû îdia bersivandin
11:06 Ji Tifaqa Kurdistanî banga hevpar: Em ji siyaseta dagirkeriyê re bêjin 'NA'
10:53 Kamal Chomani: PDK bûye leşkerê bi pere yê Tirkiyeyê
09:55 Amediyan bertek nîşanî Barzaniyan dan: Dilê we çawa digire ku hûn birayên xwe bikujin?
09:08 1'ê Gulanê dê bi ruhekî dijberî şer bê pîrozkirin
09:06 Dayikên Aştiyê: Em ji ber wan fedî dikin, ji laçikên dayikan jî şerm nakin
09:04 Tûtinvan: Bila kooperatîfvanî bi dawî bibe
09:03 Amediyan di sala dawî de herî zêde pirtûkên lêkolîn, dîrok û wêjeyî xwendine
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2022'YAN
22/04/2022
21:47 Roja Rojnamegerên Kurd hat pîrozkirin: Heqîqet di tariyê de neman
21:18 Banga hunermendan: Bi hev re li dijî dagirkeriyê rabin
20:36 Li herêma operasyonê çawîşek pispor mir
20:29 Ciwanên HDP'î bûn mêvanê Sifra Edaletê
18:04 Cenazeyê Berîvan Alturk a hat qetilkirin hat veşartin
17:55 Li Şêladizê li baregeha artêşa tirk du teqînên mezin