Emîne Şenyaşar: Kujer tenê ne 4 kes bûn

  • rojane
  • 09:19 25 Nîsan 2022
  • |

RIHA - Emîne Şenyaşar ku ji malbata wê 3 ferd hatin kuştin, diyar kir ku bi girtina 4 kesan edalet pêk nayê û ev tişt got: "Herkesê ku di komkujiyê de cih girtiye divê bê girtin. Heta kurê min bê berdan em ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin."

Di 14'ê hezîrana 2018'an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, dema xebatên hilbijartinê li navçeya Pirsûs a Rihayê êriş biribûn ser dikana malbata Şenyaşar û Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar birîndar kiribûn.  xizm û parastvanên Yildiz, êrişê li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jî domandibûn û bi Celal û Adil re bavê wan Haci Esvet Şenyaşar ku bi hewara zarokên xwe hatibû li ber çavê Emîne Şenyaşar lînç kiribûn û kuştibûn. Kekê Yildiz Mehmet Şah Yildiz jî ji guleyeke ku nayê zanîn ji çeka kê hatiye avêtin hatibû kuştin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê komkujiya ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêk hatibû de û nêzî 4 sal bûn bi awayekî veşarî dihat domandin de di 22'ê nîsanê bavê Parlamenterê AKP'ê Yildiz Osman Yildiz, kekê wî Celal Yildiz, biraziyên wî Osman Şah û Şegsîn Yildiz û şêwirmendê wî Mûstafa Amaç jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin. Hat hînkirin ku bi talîmata dozgerê dozê biryara binçavkirina 43 kesan hatiye dayîn. Piştî binçavkirina rojekê 10 kes duh di bin dorpêça polisan de ji emniyetê sewqî edliyeyê hatibûn kirin. Piştî îfadeyên wan ên li dozgeriyê bavê Yildiz Osman Yildiz û biraziyê wî Osman Şah Yildiz hatin berdan. 8 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Di encama danişîna ku heta derengiya şevê berdewam kir de kekê Yildiz Celal Yildiz, Îbrahîm Şîmşek, Mikaîl Şîmşek û Muslum Yildiz bi sûcê "kuştina qestî" , "birîndarkirina qestî" û "tunekirina delîlan" hatin girtin û 4 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
Emîne Şenyaşar ku bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re rexmî astengiyên ku pê re rû bi rû man jî di roja 413'an de Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, derbarê geşedana ku piştî 4 salan di dosyaya wan de çêbû de ji ajansa me re axivî. 
 
'ÊRIŞKAR TENÊ 4 KES BÛN'
 
Emîne Şenyaşar, da zanîn ku kesên di êrişê de cih girtine ne 4 kes in û wiha got: "Hejmara wan zêde bû. Zarokên min bi awayekî hovane kuştin. Gelek kes hebûn. Tevan zarokên min kuştin. Bila tev bên girtin. Extiyar û ciwanan bi hev re êriş kir. Li cihê kar birîndar kirin û li nexweşxaneyê kuştin. Wekîl (Îbrahîm Halîl Yildiz) got, 'tevan bînin nexweşxaneyê'. Birin nexweşxaneyê û wan kuştin. Celal Yildiz (kekê Îbrahîm Halîl Yildiz) û wekîl zarokên min kuştin. Bila AKP dev ji vî berde, ev nabe wekjîlê gel. Ez ji bo ku kurê min (Fadil) berdin li ber edliyeyê rûniştim. Heta ku kurê min bê berdan ez ê rûniştina xwe bidomînim. Dema ku wî girtin birîndar bû, dixwestin wî jî bikujin. Dixwestin me tevan bikujin. Êdî bes e bila kurê min bê mal. Kurê min kesî nekuştiye, bila wî berdin. Ez jî dixwazim li nav neviyên xwe rûnim. Êdî em jî dixwazin xelayên pêşerojê bikin."
 
DEMA EDALET PÊK HAT DÊ ŞÎNÊ DEYNE
 
Şenyaşar, destnîşan kir ku ne tenê ji bo xwe ji bo herkesî edaletê dixwaze û wiha pê de çû: "Ez ji bo herkesê ku bêsûc li girtîgehan tê girtin edaletê dxiwazim. Dixwazim bi Fadilê min re hekesê bêsûc li girtîgehan tê girtin bê berdan. 4 sal di ser komkujiyê re derbas bû, me hê jî şîna xwe dananiye û şîn nekiriye. Heke edalet bê em ê şînê deynin. Dema ku Fadilê min bê em ê şîn deynin. Her roj li ber edliyeyê digirîm. Dema ku wêneyên zarokên xwe dibînim giriyê min tê. Dema ku li malê neviyên xwe jî dibînim giriyê min tê. Êdî çavên min nabînin. Rewşa min ne başi e. Erdogan dizaen ku zarokên min bêguneh in. Hêvî dikim ku em bikevin xewnin Erdogan û Emîne. Bila êşên ku ez dikişînim bibînin. "
 
BANGA MEZINKIRINA PIŞTEVANIYÊ
 
Di berdewamê de Şenyaşar, spasiya hemû kesên ku serdana wan kirine kir û ev tişt gotin: "Gelek kes li vê çalakiyê xwedî derketin û me bi tenê nehiştin. Her roj hin kes li cem me bûn. Hin rojan 10 hin  rojan 20 hin rojan jî 10 kes li cem me bûn. Xwede ji tevan jî razî be. Spasiya parêzeran jî dikim. Pirî caran ji boı me ji derveyî bajar tên. Ez ê îro dîsa li ber edliyeyê bim. Em dixwazin ku serdanên me zêde bibin û bêtir kes bêm cem me. Ji her demê zêdetir pêwistiya me bi piştvaniyê heye. Ez kurê (Fadil) xwe dixwazim. Bila Fadil berdin, keçeke wî heye, pirsa wî dike. Keça wî dibêje, 'Min bibin cem bavê min'. Em jê re dibêjin, 'Bavê te dixebite'. Lê êdî mezin bûye û dibêje, 'Bavê min naxebite li girtîgehê tê girtin'. Du kurê min kuştin, ew li goristanê ne, Fadil girtîgehê, em jî li ber edliyeyê dirizin. 4 kesan vê komkujiyê pêk nanî, hejmara wan qerebalixtir bû. Wekîl jî di nav de bû. Dema ku zarokên min li nexweşxaneyê hatin kuştin wekîl li derve li fîqê xist û li çepikan da. Êrişî ambûlansên ku zarokên min lê siwar kiribûn. Xwestin ên birîndar kî bikujin. Bila hemû ceza bikişînin. Bila ji êşa me kişand zêdetir êş bikişînin."
 
MA / Emrûllah Acar
 
 
 

Sernavên din

30/04/2022
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin
14:02 Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn
13:57 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
13:34 Kedkar li Amedê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre xiyanet” meşiyan
13:32 Li nexweşxaneyên li ser sînor ji bo leşkeran beşên cuda hatin amadekirin
12:52 Di doza Poyraz de bav û birayê kujer xwe ji şahidiyê vekişandin
12:49 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran heyeta dadgehê red kir
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Pêşmergeyên ku dibêjin ‘Em li dijî PKK’ê şer nakin’ ji peywirê tên girtin
10:54 Li Mêrsînê 10 endamên TOP’ê hatin binçavkirin
10:32 Êrişên li dijî Zap û Avaşînê ji Başûr tên koordinekirin
10:26 Kujerê Denîz Poyraz neanîn eywana danişînê
09:59 Olûç: Di kuştina Poyraz de hêzên siyasî û burokratîk kî ne?
09:20 Kîsek şekir bûye 900 lîre!
09:10 ‘Wê dîrok xiyanetê binivîsîne’
09:10 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Werin em li dijî şer rabin
09:10 Ozbîngol: Yên ku qetlîamê asteng nekirin û dengê xwe nekirin şirîkê sûc in
09:10 'Qeyûm du erdên şaredariyê firot alîgiran’
09:07 6 sal in derbarê mirina Harûn û Ayşenûra biçûk de doz nehatiye vekirin!
09:04 Sewalkarî qedandin: Çareserî pergala demokratîk e
09:03 ‘Divê li dijî binpêkirinan xwedî li Nobeda Edaletê bê derketin’
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2022'YAN
28/04/2022
22:24 Cezayê mehrûmiyetê li Serokê Duyemîn ê Amedsporê hat birîn
20:53 'Heta birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka kurd jî çareser nabe'
20:04 Ji ser Sifreya Edaletê bang: Qîrîna edaletê bibihîzin
18:01 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' hişmendiya pergalê rexne dike
16:46 Dozgerê Şûreya Dewletê xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin
16:33 'Heta ku edalet neyê Roboskî wê neyê Tirkiyeyê'
16:02 Xizmên girtiyan bi dirûşman meşiyan
15:56 Jinan giliya 'mobînga' qeyûm kir
15:35 Berdevka HDP'ê Gunay: AKP dixwaze bi şer emrê xwe dirêj bike
15:16 Nûrî Mehmûd îdiayên PDK’ê derewand: PDK hewl dide hevkariya xwe veşêre
14:47 Malbatên girtiyan: Em ê cejna zarokên xwe li pêşiya girtîgehê pîroz bikin
14:45 Doza Peymana Stenbolê: Rayeya serokkomar ya betalkirina peymanê nîne
14:28 Dayika Aştiyê Îne Akgun rehmet kir
14:19 Doza Kobanê: Hevserokatî bi têkoşîna jinan hat bidesxistin
13:58 Tîma qeyûm bi bêdengî hate firotin
13:49 Cendirmeyan li Mersînê 6 kes binçav kirin
13:36 Sercerdevanên Dêrgulê sîxurtiyê li koçerên dixwazin biçin zozanan ferz dike
13:01 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me bû daxwaza bi milyonan kesan
12:17 Li Wanê berteka li dijî êrişê: Desthilatdariya AKP-MHP’ê di êrişê de PDK’ê bi kar tîne
12:16 Bernameya meha gulanê ya Şanoya Bajêr a Amedê
12:04 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Mirina ku bi aşkerayî dihat: Kê Bêrîvan Alturk qetil kir?
11:17 Doza Peymana Stenbolê dest pê kir
10:47 Erdogan diçe serdana Erebistana Siûdî
10:42 Jinek li Îzmîrê rastî êrişê hat
10:29 Nîşeyên ku 10 sal berê girtiye kirin hinceta cezayê hucreyê
10:25 Nûrî El Malikî: Ji bo dewleta tirk hemû kurd wekî hev in
09:52 Li gel ku dema qedexeyê xelas bûye jî nahêlin bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:12 Ji girtî Sezaî Memîş agahî nayên girtin
09:10 Parlamenterên HDP’ê: Çalakiya malbatan qîrîna li dijî neheqiyê ye
09:09 Kujerê Denîz Poyraz dê bi 300 pirsên çeperast bê lêpirsînkirin
09:08 Hêrsa li dijî şer belav dibe: Barzanî wê çawa li çavên me binêre?
09:06 Li Herêma Kurdistanê hêzên taybet ên derveyî pêşemergeyan kî ne, çawa tên bikaranîn?
09:05 Hevserokê ÎHD’a Colemêrgê: Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2022'YAN
27/04/2022
22:32 Li Silopiya bekçiyek li mala xwe mirî hat dîtin
22:17 Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin
21:48 Kadrî Gurel ê ku Ozturk Yilmaz rexne kiribû hat berdan
21:27 Malbatên girtiyan di xwarina fitarê de civiyan
21:15 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê derket pêşberî temaşevanan
20:20 Başaran: Wê kujer hesabên rijandina rondikên çavê Emîne Şenyaşar bidin
18:48 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Gezî rûmeta me ye
17:10 Malbatên girtiyan serdana CHP’ê kirin
16:54 Qismekî doza Kişanak û Tuncel bi Doza Kobanê re kirin yek
16:45 Di qetilkirina Poyraz de daxwaza bila aliyê organîzeyî bê lêkolînkirin hate redkirin
16:29 Nobeta Edaletê: Zilm gihişt asta herî jor
16:13 Parêzerên malbata Şenyaşar, ji dozgeriyê hin belgeyên ku ne ‘veşartîne’ xwestin
15:49 Rapora 3 mehan a 21 girtîgehan: Herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:31 Buldan: Xwedî li çalakiya dayikan derkevin
14:35 Jin wê ji bo Peymana Stenbolê sibê li Enqereyê bin
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn
12:02 Siyasetmedar û karmendên binçavkirî hatin berdan
11:41 Kalkan: Rejîma AKP-MHP’ê dê li Zapê hilweşe
11:19 Aldar Xelîl: Em êrişên li dijî Şengalê ji nêz ve dişopînin
10:55 Li wekîlê berê yê HDP’ê ji doza jê beraet kiribû piştî 13 salan ceza birîn
09:36 Cenazeyê Îlçîn li Êlihê hate veşartin
09:24 Gelê Amedê bertek nîşanî hevkariyê da: Barzanî ne kurd e lê birayê Erdogan e