Leşkeran li gelek deverên gundê Timoqê dar birîne û erd vedane

  • rojane
  • 09:20 25 Nîsan 2022
  • |

ÊLIH - Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran ku çû gundê Timoqê ku lê îşkence li gundiyan hatibû kirin, diyar kir ku hewl tê dayîn gund bê valakirin û leşkeran li gelek deverên gund daran birîne û bi kepçeyan erdê vedane. Başaran, qala îşkenceya ku li gundiyan hat kirin jî kir û da zanîn ku îşkenceyeke giran li gundiyan hatiye kirin. 

Li gundê Timoq ê navçeya Hezoyê ya Êlihê ku bi işkenceya leşkeran li gundiyan kiribû hatibû rojevê, qedexeya derketina derve ya di 31'ê adarê de hatibû îlankirin piştî 25 rojan hat rakirin. Hat hînbûn operasyona ku bi hinceta wê  têketin û derketina ji gundê Timoqê hatibû qedexekirin jî li bejahiya gundên Mişrîta, Kêl Hezna û Elqîs didome. Parlamentera Êlihê û Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran ku di 5'ê nîsanê de têketine wê ya gundê Timoqê ji aliyê leşkeran ve hatibû qedexekirin, piştî 20 rojan bi rakirina qedexeyê re bi heyetekê re çû gund û tiştên qewimîne ji devê gundiyan guhar kir. 
 
Başaran, derbarê serdana xwe ya gund de axivî û diyar kir ku têkiliya gund a bi dinyayê re hatiye qutkirin û gundî li gundê xwe bi îşkence û binçavkirinê re rû rû mane û wiha got: "Xwezaya gundiyan hatiye talankirin. Dîmen û gotinên Yahya Karabaş ku piştî operasyonê li gund îşkence li gundiyan hatiye kirin, hebûn. Rêbaza sexte û înfaza derewîn pêk anîne. Armanc kirine ku gundî li dijî xwe îfade bidin û gund vala bikin. Tiştên bi serê Karabaş de anîne delîla vê yekê ye. Li ber serê Karabaş çek teqandine. Li daristanê bi saetan îşkence lê hatiye kirin, Bi saetan di nav heriyê de îşkence lê kirine. Piştî ku îşkenceyeke giran lê hat kirin Karabaş hat berdan. Kesên ku îşkence lê kirin ji ber ku tiştekî bikin nedîtin neçar man wî berdan." (Lê piştî ku 3 caran wî binçav kirin Karabaş hat girtin)
 
WÊ GILIYA ÎŞKENCEYÊ BIKIN
 
Di axaftina xwe de Başaran, bi lêv kir ku 25 rojan têkiliya gund a bi dinyayê re hatiye birîn û piştî rakirina qedexeyê çûne gund û ev tişt gotin: "Lê dema ku em hatin gund me dît ku ne tenê bi dinyayê re asteng kirine ku gundî bi hev re jî têkilî deynin. Ji bo ku gundî bi hev re nekevin têkiliye û bi hezaran leşker li gund bi cih kirine. Bi kepçeyan gelek dever vedane. Me hîn kir ku darên gundiyan birîne û talan kirine. Ji ber qedexeya ku 25 rojan berdewam kiriye, îşkenceya hatiye kirin, binçavkirin û talankirina xwezayê gundî fikara ewlehiya canê xwe dikin. Gundî dibêjin ku hê jî operasyon didome. 15 kesan binçav kirin, îşkence li gelek kesan kirin û 3 kesan bêhiqûqî girtin. Yek ji van kesan 80 salî ye. Hê jî derûniya gundiyan nebaş e. Gundiyan ragihand ku sekna leşkeran a li gund didome û teqîn li gund pêk tên. Gotin her gava operasyonê sûc bûye. Em ê bi gundiyan re giliya îşkenceya hatiye kirin bikin."
 
DIXWAZIN GUND VALA BIKIN
 
Başaran, destnîşan kir ku ji salên 1990'î ve gundê Timoqê weke "herêma ewlehiyê ya taybet" tê dîtin û bi armanca valakirina gund zext li gundiyan tê kirin û wiha axivî: "Demeke dirêj e destûr nayê dayîn ku gundî li çêrgehê sewalên xwe biçirînin. Bi çêrgehê re li derdora gund jî ev qedexe didome. Ev bêhiqûqî demeke dirêj e didome. Hewl didin gund vala bikin û gundiyan beri bi bajar ve koçber bikin. Dixwazin li bajaran mekanîzmayên kontrolê ava bikin û wan ji çanda wan dûr bixin. Beriya niha bi şewitandin gundan hewl dabûn vê bikin. Bi serneketin. Weke beriya niha dîsa gundiyan li ber xwe da. Van îşkencekaran wê weke salên 1990'î bi sernekevin."
 
'WALÎ SÛC DIKE'
 
Di berdewamê de Başaran, da zanîn ku daxuyaniya Walîtiya Êlihê ya derewandina îşkenceyê ji bo alîgirtina sûc û sûcdaran e û ev tişt anîn ziman: "Waliyê ku sûc dike wê bê darizandin. Derbarê îşkenceyê de hem gotinên şahidan hem jî raporên bijîjkan hene. Sorbûna çavê Karabaş jî ji bo van nabe delîl. Vê daxuyaniyê didin. Niha nebe jî wê di demên pêş de ev walî bê darizandin. Gundiyan derbarê îşkenceya ku li Sadûllah Karabaş hatibû kirin de agahî dan. Bi Yahya re jî min hevdîtin kir. Dema pê re axivîm jî hê şopên îşkenceyê li ser çavên wî hebûn. Ji ber ku Sadûllah pê re hatibû girtin derbarê wî de me agahî negirtibû. Min malbat û parêzerê wî re hevdîtin kir. Îşkenceya ku li Yahya hatiye kirin li wî jî hatiye kirin. Torbe kirine serê wî. Mehmeleya li dijî mîrovahiyê anîne serê wî. Gundiyên din jî ragihandin ku îşkenceyeke giran li Yahya û Sadûllah hatiye kirin." 
 
MA / Fethî Balaman
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

30/04/2022
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin
14:02 Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn
13:57 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
13:34 Kedkar li Amedê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre xiyanet” meşiyan
13:32 Li nexweşxaneyên li ser sînor ji bo leşkeran beşên cuda hatin amadekirin
12:52 Di doza Poyraz de bav û birayê kujer xwe ji şahidiyê vekişandin
12:49 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran heyeta dadgehê red kir
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Pêşmergeyên ku dibêjin ‘Em li dijî PKK’ê şer nakin’ ji peywirê tên girtin
10:54 Li Mêrsînê 10 endamên TOP’ê hatin binçavkirin
10:32 Êrişên li dijî Zap û Avaşînê ji Başûr tên koordinekirin
10:26 Kujerê Denîz Poyraz neanîn eywana danişînê
09:59 Olûç: Di kuştina Poyraz de hêzên siyasî û burokratîk kî ne?
09:20 Kîsek şekir bûye 900 lîre!
09:10 ‘Wê dîrok xiyanetê binivîsîne’
09:10 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Werin em li dijî şer rabin
09:10 Ozbîngol: Yên ku qetlîamê asteng nekirin û dengê xwe nekirin şirîkê sûc in
09:10 'Qeyûm du erdên şaredariyê firot alîgiran’
09:07 6 sal in derbarê mirina Harûn û Ayşenûra biçûk de doz nehatiye vekirin!
09:04 Sewalkarî qedandin: Çareserî pergala demokratîk e
09:03 ‘Divê li dijî binpêkirinan xwedî li Nobeda Edaletê bê derketin’
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2022'YAN
28/04/2022
22:24 Cezayê mehrûmiyetê li Serokê Duyemîn ê Amedsporê hat birîn
20:53 'Heta birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka kurd jî çareser nabe'
20:04 Ji ser Sifreya Edaletê bang: Qîrîna edaletê bibihîzin
18:01 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' hişmendiya pergalê rexne dike
16:46 Dozgerê Şûreya Dewletê xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin
16:33 'Heta ku edalet neyê Roboskî wê neyê Tirkiyeyê'
16:02 Xizmên girtiyan bi dirûşman meşiyan
15:56 Jinan giliya 'mobînga' qeyûm kir
15:35 Berdevka HDP'ê Gunay: AKP dixwaze bi şer emrê xwe dirêj bike
15:16 Nûrî Mehmûd îdiayên PDK’ê derewand: PDK hewl dide hevkariya xwe veşêre
14:47 Malbatên girtiyan: Em ê cejna zarokên xwe li pêşiya girtîgehê pîroz bikin
14:45 Doza Peymana Stenbolê: Rayeya serokkomar ya betalkirina peymanê nîne
14:28 Dayika Aştiyê Îne Akgun rehmet kir
14:19 Doza Kobanê: Hevserokatî bi têkoşîna jinan hat bidesxistin
13:58 Tîma qeyûm bi bêdengî hate firotin
13:49 Cendirmeyan li Mersînê 6 kes binçav kirin
13:36 Sercerdevanên Dêrgulê sîxurtiyê li koçerên dixwazin biçin zozanan ferz dike
13:01 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me bû daxwaza bi milyonan kesan
12:17 Li Wanê berteka li dijî êrişê: Desthilatdariya AKP-MHP’ê di êrişê de PDK’ê bi kar tîne
12:16 Bernameya meha gulanê ya Şanoya Bajêr a Amedê
12:04 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Mirina ku bi aşkerayî dihat: Kê Bêrîvan Alturk qetil kir?
11:17 Doza Peymana Stenbolê dest pê kir
10:47 Erdogan diçe serdana Erebistana Siûdî
10:42 Jinek li Îzmîrê rastî êrişê hat
10:29 Nîşeyên ku 10 sal berê girtiye kirin hinceta cezayê hucreyê
10:25 Nûrî El Malikî: Ji bo dewleta tirk hemû kurd wekî hev in
09:52 Li gel ku dema qedexeyê xelas bûye jî nahêlin bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:12 Ji girtî Sezaî Memîş agahî nayên girtin
09:10 Parlamenterên HDP’ê: Çalakiya malbatan qîrîna li dijî neheqiyê ye
09:09 Kujerê Denîz Poyraz dê bi 300 pirsên çeperast bê lêpirsînkirin
09:08 Hêrsa li dijî şer belav dibe: Barzanî wê çawa li çavên me binêre?
09:06 Li Herêma Kurdistanê hêzên taybet ên derveyî pêşemergeyan kî ne, çawa tên bikaranîn?
09:05 Hevserokê ÎHD’a Colemêrgê: Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2022'YAN
27/04/2022
22:32 Li Silopiya bekçiyek li mala xwe mirî hat dîtin
22:17 Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin
21:48 Kadrî Gurel ê ku Ozturk Yilmaz rexne kiribû hat berdan
21:27 Malbatên girtiyan di xwarina fitarê de civiyan
21:15 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê derket pêşberî temaşevanan
20:20 Başaran: Wê kujer hesabên rijandina rondikên çavê Emîne Şenyaşar bidin
18:48 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Gezî rûmeta me ye
17:10 Malbatên girtiyan serdana CHP’ê kirin
16:54 Qismekî doza Kişanak û Tuncel bi Doza Kobanê re kirin yek
16:45 Di qetilkirina Poyraz de daxwaza bila aliyê organîzeyî bê lêkolînkirin hate redkirin
16:29 Nobeta Edaletê: Zilm gihişt asta herî jor
16:13 Parêzerên malbata Şenyaşar, ji dozgeriyê hin belgeyên ku ne ‘veşartîne’ xwestin
15:49 Rapora 3 mehan a 21 girtîgehan: Herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:31 Buldan: Xwedî li çalakiya dayikan derkevin
14:35 Jin wê ji bo Peymana Stenbolê sibê li Enqereyê bin
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn
12:02 Siyasetmedar û karmendên binçavkirî hatin berdan
11:41 Kalkan: Rejîma AKP-MHP’ê dê li Zapê hilweşe
11:19 Aldar Xelîl: Em êrişên li dijî Şengalê ji nêz ve dişopînin
10:55 Li wekîlê berê yê HDP’ê ji doza jê beraet kiribû piştî 13 salan ceza birîn
09:36 Cenazeyê Îlçîn li Êlihê hate veşartin
09:24 Gelê Amedê bertek nîşanî hevkariyê da: Barzanî ne kurd e lê birayê Erdogan e