Şahidên komkujiya malbata Şenyaşar: Yek kes ji vir zindî dernakeve!

  • rojane
  • 11:36 25 Nîsan 2022
  • |
img

RIHA - Di lêpirsîna derheqê komkujiya malbata Şenyaşar de ku 3 kes hatibûn qetilkirin, 4 sal piştre îfadeyên şahidê bi navê Mert Y. derketin holê. Di îfadeya xwe de Y. wiha got: “Girseyê diqîriya û digot; ‘yek kes ji vir zindî dernakeve.’”

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Komeke qelebalix a ji xizm û parastvanên parlamenter Yildiz pêk dihat, bi hinceta çendek rexneyan êrişî 6 endamên malbata Şenyaşar kirin û birîndarkirin. Endamên malbatê rakirina nexweşxaneyê lê êriş li wir jî berdewam kir. Li gel ku rayedarên dewletê jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bûn, hevjînê Emîne Şenyaşar, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wê Celal û Adil Şenyaşar li ber çavên wê hatin lînckirin û qetilkirin. 
 
Bi nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ya bi ser navê “Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!” (http://mezopotamyaajansi35.com/kr/search/content/view/163680?page=7?page=1&key=061301d6dc153f8ba694a051aa1f53c0 ) re derketibû holê ku qeydên kameraya ewlekariyê ya nexweşxaneyê hatine dizîn. 
 
Di dema lînc û mirinên li nexweşxaneyê de Waliyê Rihayê Abdullah Erîn, Qeymeqamê Pirsûsê Tarik Açikgoz û wezîrê wê demê yê Xurek Çandinî û Sewalkariyê Ahmet Eşref Fakibaba jî li baxçeyê nexweşxaneyê bûn. Tevî vê yekê jî kamerayên li nexweşxaneyê hatin şikandin û xwîna Esvet Şenyaşar a li herêma zer, hate boyaxkirin û delîl hatin tunekirin. 
 
RAPORÊN OTOPSIYÊ
 
Di rapora otopsiyê de guleyên 6 çekên cuda di laşê Celal Şenyaşar de hatin tespîtkirin, li 16 cihên cuda yên laşê Adil Şenyaşar jî birînên bi alavên birînê û guleyên 17 çekên cuda hatin tespîtkirin. Di otopsiya bav Haci Esvet Şenyaşar de jî 7 birînên mezin ên bi alavên birînê hatine vekirin û 23 birînên sivik hatin tespîtkirin. 
 
PIŞTÎ 4 SALAN 4 KES HATIN GIRTIN
 
Çar sal piştre di çarçoveya dosyaya ku bi biryara “nepeniyê” tê parastin de bavê parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, Osman Yildiz, kekê wî Celal Yildiz û biraziyên wî Osman Şah, Huseyîn Yildiz û şêwirmendê wî Mûstafa Amaç jî di nav de 10 kes di 22’yê nîsana 2022’yan de hatin binçavkirin. Kekê parlamenterê AKP’ê Celal Yildiz, Îbrahîm Şîmşek, Mîkaîl Şîmşek û Muslim Yildiz bi sedemên “Kuştina bi qesdî”, “Birîndarkirina bi qesdî” û “Tunekirina delîlan” hatin girtin. 
 
KOMKUJÎ DI ÎFADEYÊN ŞAHIDAN DE YE
 
Hovîtiya ku li nexweşxaneyê hatiye kirin, di îfadeyên kesên hatibûn binçavkirin û li emniyetê îfade dayîn de derket holê. Di vê çarçoveyê de îfadeyên Muslim Yildiz (30) ku li Fermandariya Cendirmeyan a Pirsûsê cerdevaniyê dike û di çarçoveya dosyayê de hatibû binçavkirin û girtin ên li Şaxa Midûriyeta KOM’ê û û yên çend şahidên din derketin holê.
 
‘KESEK ZINDÎ DERNAKEVE’
 
Kesê bi navê Mert Y. ku li dozgeriyê weke şahid îfadeyê wî hatibû girtin, da zanîn ku di dema êrişa li nexweşxaneyê de qêriyên weke “odeya kamereyan li ku ye” bihîstiye û dît ku kamerayek hatiye jêkirin. Y., diyar kir ku dema diçû qada zer a nexweşxaneyê, dît ku bav Haci Esvet Şenyaşar bi awayekî birîndar li ser sedyeyê ye û bûyer wiha vegot: “Şopên xwînê li ser dîwarên nexweşxaneyê hebû. Girseya li nexweşxaneyê ziyan da ambûlansan. Nehiştin birîndar bên veguhestin. Di dema veguhêzandinê de girseyê diqîriya û digot; ‘yek kes ji vir zindî dernakeve.’” 
 
‘KAR Û BAR BIQASÎ ÇEND SAETAN DIDOME’
 
Şahidê bi navê Kamîl K. jî da zanîn ku li ser daxwaza emniyetê çûye nexweşxaneyê û ev agahî dan: “Min tu tiştekî derheqê pergala qeydên dîmen de nedîtin. Paceyên odeya tomarkirina dîmenan hatibûn şikandin. Serên nêzî 400 kamerayan yek bi yek hatibûn vekirin û cîhazên qeydê hatibûn derxistin. 8 DVR ku ji wan her yêk 10 kg e û 3 matrîksên ku ji wan her yek 15 kg ne bi xwe re biribûn. Alaveke bi qasî 100 kg’an, bi awayekî pispor ji paceyê hatibûn derxistin û biribûn. Ev kar û bar bi qasî saetekî diajo. Bi qasî ku dizanim, ne mimkine ku dîmenên derheqê roja bûyerê de dîsa bên peydakirin.” 
 
KOMEKE JI 30 KESAN PÊK DIHAT
 
Yek ji şahidên bûyerê jî Serkan Ş. ye. Ş., derheqê Mûstafa Durmaz (43) de ku piştî binçavkirinê bi şerê “hefteyê du rojan îmze biavêje, kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat” hatibû berdan de şahidî kiribû û di îfadeya xwe ya li emniyetê de wiha got: “Min dît ku li nexweşxaneyê êrişî kesekî birîndar kirin. Li ser vê yekê me kesê birîndar rakir û bire odeya muşahadeyê. Derdora nîv saet piştre de li hundirê nexweşxaneyê dengê çekan hat. Dema em ketin hundir me dît ku komeke ji 30 kesan li hundir e. Ev kom piştre reviya derve.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

30/04/2022
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin
14:02 Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn
13:57 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
13:34 Kedkar li Amedê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre xiyanet” meşiyan
13:32 Li nexweşxaneyên li ser sînor ji bo leşkeran beşên cuda hatin amadekirin
12:52 Di doza Poyraz de bav û birayê kujer xwe ji şahidiyê vekişandin
12:49 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran heyeta dadgehê red kir
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Pêşmergeyên ku dibêjin ‘Em li dijî PKK’ê şer nakin’ ji peywirê tên girtin
10:54 Li Mêrsînê 10 endamên TOP’ê hatin binçavkirin
10:32 Êrişên li dijî Zap û Avaşînê ji Başûr tên koordinekirin
10:26 Kujerê Denîz Poyraz neanîn eywana danişînê
09:59 Olûç: Di kuştina Poyraz de hêzên siyasî û burokratîk kî ne?
09:20 Kîsek şekir bûye 900 lîre!
09:10 ‘Wê dîrok xiyanetê binivîsîne’
09:10 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Werin em li dijî şer rabin
09:10 Ozbîngol: Yên ku qetlîamê asteng nekirin û dengê xwe nekirin şirîkê sûc in
09:10 'Qeyûm du erdên şaredariyê firot alîgiran’
09:07 6 sal in derbarê mirina Harûn û Ayşenûra biçûk de doz nehatiye vekirin!
09:04 Sewalkarî qedandin: Çareserî pergala demokratîk e
09:03 ‘Divê li dijî binpêkirinan xwedî li Nobeda Edaletê bê derketin’
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2022'YAN
28/04/2022
22:24 Cezayê mehrûmiyetê li Serokê Duyemîn ê Amedsporê hat birîn
20:53 'Heta birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka kurd jî çareser nabe'
20:04 Ji ser Sifreya Edaletê bang: Qîrîna edaletê bibihîzin
18:01 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' hişmendiya pergalê rexne dike
16:46 Dozgerê Şûreya Dewletê xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin
16:33 'Heta ku edalet neyê Roboskî wê neyê Tirkiyeyê'
16:02 Xizmên girtiyan bi dirûşman meşiyan
15:56 Jinan giliya 'mobînga' qeyûm kir
15:35 Berdevka HDP'ê Gunay: AKP dixwaze bi şer emrê xwe dirêj bike
15:16 Nûrî Mehmûd îdiayên PDK’ê derewand: PDK hewl dide hevkariya xwe veşêre
14:47 Malbatên girtiyan: Em ê cejna zarokên xwe li pêşiya girtîgehê pîroz bikin
14:45 Doza Peymana Stenbolê: Rayeya serokkomar ya betalkirina peymanê nîne
14:28 Dayika Aştiyê Îne Akgun rehmet kir
14:19 Doza Kobanê: Hevserokatî bi têkoşîna jinan hat bidesxistin
13:58 Tîma qeyûm bi bêdengî hate firotin
13:49 Cendirmeyan li Mersînê 6 kes binçav kirin
13:36 Sercerdevanên Dêrgulê sîxurtiyê li koçerên dixwazin biçin zozanan ferz dike
13:01 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me bû daxwaza bi milyonan kesan
12:17 Li Wanê berteka li dijî êrişê: Desthilatdariya AKP-MHP’ê di êrişê de PDK’ê bi kar tîne
12:16 Bernameya meha gulanê ya Şanoya Bajêr a Amedê
12:04 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Mirina ku bi aşkerayî dihat: Kê Bêrîvan Alturk qetil kir?
11:17 Doza Peymana Stenbolê dest pê kir
10:47 Erdogan diçe serdana Erebistana Siûdî
10:42 Jinek li Îzmîrê rastî êrişê hat
10:29 Nîşeyên ku 10 sal berê girtiye kirin hinceta cezayê hucreyê
10:25 Nûrî El Malikî: Ji bo dewleta tirk hemû kurd wekî hev in
09:52 Li gel ku dema qedexeyê xelas bûye jî nahêlin bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:12 Ji girtî Sezaî Memîş agahî nayên girtin
09:10 Parlamenterên HDP’ê: Çalakiya malbatan qîrîna li dijî neheqiyê ye
09:09 Kujerê Denîz Poyraz dê bi 300 pirsên çeperast bê lêpirsînkirin
09:08 Hêrsa li dijî şer belav dibe: Barzanî wê çawa li çavên me binêre?
09:06 Li Herêma Kurdistanê hêzên taybet ên derveyî pêşemergeyan kî ne, çawa tên bikaranîn?
09:05 Hevserokê ÎHD’a Colemêrgê: Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2022'YAN
27/04/2022
22:32 Li Silopiya bekçiyek li mala xwe mirî hat dîtin
22:17 Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin
21:48 Kadrî Gurel ê ku Ozturk Yilmaz rexne kiribû hat berdan
21:27 Malbatên girtiyan di xwarina fitarê de civiyan
21:15 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê derket pêşberî temaşevanan
20:20 Başaran: Wê kujer hesabên rijandina rondikên çavê Emîne Şenyaşar bidin
18:48 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Gezî rûmeta me ye
17:10 Malbatên girtiyan serdana CHP’ê kirin
16:54 Qismekî doza Kişanak û Tuncel bi Doza Kobanê re kirin yek
16:45 Di qetilkirina Poyraz de daxwaza bila aliyê organîzeyî bê lêkolînkirin hate redkirin
16:29 Nobeta Edaletê: Zilm gihişt asta herî jor
16:13 Parêzerên malbata Şenyaşar, ji dozgeriyê hin belgeyên ku ne ‘veşartîne’ xwestin
15:49 Rapora 3 mehan a 21 girtîgehan: Herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:31 Buldan: Xwedî li çalakiya dayikan derkevin
14:35 Jin wê ji bo Peymana Stenbolê sibê li Enqereyê bin
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn
12:02 Siyasetmedar û karmendên binçavkirî hatin berdan
11:41 Kalkan: Rejîma AKP-MHP’ê dê li Zapê hilweşe
11:19 Aldar Xelîl: Em êrişên li dijî Şengalê ji nêz ve dişopînin
10:55 Li wekîlê berê yê HDP’ê ji doza jê beraet kiribû piştî 13 salan ceza birîn
09:36 Cenazeyê Îlçîn li Êlihê hate veşartin
09:24 Gelê Amedê bertek nîşanî hevkariyê da: Barzanî ne kurd e lê birayê Erdogan e