Rojnameger Altan: Têkçûna 4’emîn a li Zapê nêz e

  • rojane
  • 12:20 25 Nîsan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Erdogan Altan bal kişand ser operasyonên Tirkiyeyê yên bêencam ku li derveyî sînor pêk anîne û ev nirxandin kir: “Di şexsê Zapê de Tirkiye sê caran têk çû û nêz e ku cara 4’emîn têk biçin.”
 
Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dest bi operasyoneke nû kiribû. Di çarçoveya êrişê de li herêmên navborî pevçûnên dijwar diqewimin. Êriş, bi hevkariya PDK’ê tê kirin û parçeyeke polîtîkayên Osmaniya nû ne. Bertekên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Herêma Federal a Kurdistanê û Iraqê yên li dijî vê operasyonê her ku diçe zêdetir dibin. 
 
Piştî têkçûna xwe ya di 10’ê sibata 2021’an a li Gareyê, AKP’ê di 23’yê nîsana 2021’an de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê bi alîkariya PDK’ê dest bi operasyonê kiribû û xwestibû xwe li wir bicih bike. Lê tevî ewqas amadekariyên mezin, derfetên şer û bikaranîna çekên kîmyewî jî nekarîbû encamekî jê bigire. Piştî hevdîtinên AKP-PDK’ê yên li Enqereyê, Tirkiyeyê vêcarê di 17’ê nîsana îsal de li dijî herêmê dest bi operasyoneke nû ya bi navê “Pence-nifte” kir. Têkildarî operasyonê û geşedanên li herêmê, rojnameger Erdogan Altan bi ajansa me re axivî. 
 
‘ALÎKARIYA PDK’Ê HER TIM BERDEWAM KIR’
 
Rojnameger Erdogan Altan bal kişand ser bûyera li Zînî Wertê û hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re û wiha got: “Di esasê xwe de PDK’ê planên li Zînî Wertê red nekirin. Tenê ji ber bertekên li Iraqê, Îran, YNK, gel û hwd. neçar ma ku van planan veşêre. Tevî vê yekê jî agahiyên îstîxbarî dan Tirkiyeyê û li gelek noqteyan leşker û endamên MÎT’ê bi cih kirin. Li deverên ku HPG’î lê bûn, li ser gel polîtîkaya çewisandinê meşand û nehişt çapemenî bikeve van herêman. Heman rewş di operasyona Gareyê de ku bi fiyaskoyê bi encam bûbû de jî dom kir. Tevî bertekên gelê kurd û dostên wan jî, piştgiriya xwe ya di operasyona 23’yê nîsana 2021’an a li dijî herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê domandin. Ji ber ku TSK’ê di çarçoveya plana xwe de hewl dide ji hêla bejahî ve seranserî van herêman têxe bin kontrola xwe. Lê di hefteya yekemîn a operasyonê de serfermandarên TSK’ê li xwe mikûr hatin û gotin; ‘firokeyên me nekarîn tekerên xwe jî deynin erdê.’ Bi van gotinan têkçûna xwe ya mezin tînan ziman.” 
 
‘ARMANC, DAGIRKIRINA TEVAHIYA BAŞÛR E’
 
Erdogan Altan, diyar kir ku Tirkiyeyê bi mebesta dagirkirina tevahiya Herêma Kurdistanê dest bi plana xwe kiriye û wiha berdewam kir: “Tirkiyeyê hewl da vê plana xwe bi alîkariya hêzên taybet ên PDK’ê temam bike. Ji ewil xwestin herêma Behdînanê têxin dorpêçê û çend merheleyên vê hebûn. A yekemîn; herêma Şêxan, Etruş, Bergare û Akrê, ya duyemîn; herêma Zinî Wertê û Sîdekanê, ya sêyemîn; herêma Bamerne, Amediye û Barzanê, ya çaremîn; ji hev qutkirina xeta Behdînan- Qendîlê û ya pêncemîn jî bi dorpêçkirina Gareyê re li gel Qendîlê, dagirkirina tevahiya herêmê bû. Lê ji ber bersivên HPG’ê, encamek bi dest nexistin. Li ser sînor encamek bi dest nexistin lewma ji navendên Zaxo, Amediye û Duhokê ve dest bi êrişan kirin. Lê PDK’ê xwe li bêdengiya danî û bi vê yekê re raste rast nîşan da ku tev li êrişê bûye. Heta Tirkiyeyê ev xet bêyî ku destûrê ji PDK’ê bixwaze bi kar anîn. Li ser xetên noqteyên hêzên taybet ên PDK’ê hewl da bikeve herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê. Tevî vê tevgerê û êrişan jî, hêzên TSK’ê her tim derb xwarin û nekarîn pêş bikevin. Êrişên bombebaranê yên balafirên şer, ÎHA û SÎHA’yan li ser îstîxbarata PDK’ê berdewam kirin. Li gel ewqas teknîk, êrişên hewayî û bi kar anîna çekên kîmyewî jî nekarîn bi ser kevin. Hewl didin weke operasyoneke nû nîşan bidin û têkçûna xwe ya li dijî HPG’ê veşêrin. Lê di esasê xwe de operasyoneke nû nîne.” 
 
‘PDK TEŞHÎR BÛ Û BI TENÊ MA’
 
Bi domdarî Altan qala mebesta hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re kir û wiha pê de çû: “‘Plana têkbirinê’ ya DYA û Tirkiyeyê ya ji bo PKK’ê, bingeha xwe ji Modêla Srî Lankayê digire. Dixwazin bi tevahî tesfiye bikin. Tirkiyeyê hema hema hemû derfetên xwe yên aboriyê ji bo vî şerî bi kar anîn. Bi rêxistina îstîxbarî ya PDK’ê anku bi Parastinê re noqte, qereqol û tevna sîxûrtiyê pêş xistin. PDK dixwaze herêmê bi tevahî têxe bin kontrola xwe û Tirkiyeyê, YNK’ê li qada ‘Kesk’ bi tevahî bêbandor bike, li Iraqê xwedî gotin be û polîtîkaya xwe ya desthilatdariyê bidomîne. Lê Tirkiyeyê nekarî pêş bikeve û PDK jî di asta gelê herêmê de teşhîr bû. Lewma PDK bi tenê ma ye.” 
 
PLANA NAMZETIYA SEROKOMARTIYÊ
 
Di berdewamê de Altan got ku têkiliyên PDK’ê yên bi Tirkiyeyê re derhî bûne û wiha derbirî: “PDK’ê hêzeke mezin winda kir. Niha jî hewl dide desthilatdarî û sermayeya xwe winda neke. Desthilatdariya AKP-MHP’ê xwestin PDK namzetê serokomariyê nîşan bide û bi destê serokomar jî rêveberiya navendî ya Iraqê û hêzên Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî beşdarî operasyonên xwe bike. Ji bo vê planê jî bi Îran, Iraq, dewletên din û bi hêzên şîe û sunî re hevdîtin kirin. Lê bi ser neketin.” 
 
‘TÊKÇÛNA 4’AN JÎ DI RÊ DE YE’
 
Rojnameger Altan bal kişand ser operasyona Tirkiyeyê ya par di 23’yê nîsanê de hatiye destpêkirin û encamên wê wiha nirxand: “Di operasyonê de hemû çekên derveyî hiqûqa navneteweyî hatin bikaranîn. Lê dîsa jî nekarîn pêş bikevin. Ji ber windahiyên xwe, bersiva HPG’ê û êrişên li ser noqteyên ku bi alîkariya PDK’ê hatibûn avakirin, neçar man ku ji Bamerne û li baregehên din xwe vekişînin. Ew bi xwe li xwe mikûr hatin. Encama operasyonê parve nekirin. Niha weke ku operasyoneke nû be nîşan didin. Di sala 97’an de bi beşdariya 200-250 hezar leşkeran, di şexsê Zapê de li herêmên Metîna û Avaşînê operasyona ‘Tevgera Çekûç’ kirin. Efserekî TSK’ê di qenala TRT’ê de Zap nîşan dida û digot; ‘em niha di dilê PKK’ê de ne.’ Çend roj piştre Rêberê PKK’ê Abdullah Ocala di MED TV’yê de digot; ‘Gelo ketina Zapê zor e yan derketin?’ Lê efserên ku ew gotin kiribûn piştre li xwe mikûr hatin ku piştî windahî û xistina firokeyan xwe paşve kişandine. Di 21’ê sibata 2008’an de jî bi tevlibûna dehhezaran leşkeran li dijî Zapê operasyon dabûn destpêkirin. Serfermandarê Giştî Yaşar Buyukanit 9 roj piştre got; ‘weke derxistina mû ya ji nava dohn me xwe ji Zapê vekişand.’ Bi vê gotina xwe jî têkçûna xwe qebûl kir. Di êrişa 3’yemîn a Zapê de ku di 23’yê nîsana par hate kirin de jî efserên Tirkiyeyê gotin; ‘firokeyên me nekarîn tekerên xwe jî deynin erdê.’ Bi van gotinan nîşan dan bê ka kî di vî şerî de têk çûye. Heke îdia bikin ku li dijî heman herêmê êriş dayîne destpêkirin, wê demê ji bo Tirkiyeya ku di şexsê Zapê de 3 caran têk çûye, têkçûna 4’emîn jî nêz e.”
 
HÊZÊN PARAMÎLÎTER 
 
Têkildarî tevlikirina komên OSO û pêşmergeyên Roj de jî rojnameger Altan ev agahî dan: “Agahiyeke li ber dest nîne ku ev hêzên paramîlîter ên di operasyona derveyî sînor de cih girtibûn, paşve hatibin kişandin. Ev jî nîşan dide ku ev hêz bi TSK’ê re ne. Heta çend agahî hene ku efserên van hêzên paramîlîter li 172’yemîn Lîwaya Zirxî ya Şirnexê û li baregehên leşkerî yên navenda Amedê tên perwerdekirin.” 
 
‘XELKÊ HERÊMÊ BEŞDARIYA PDK’Ê WEKE ÎXANET DINIRXÎNE’
 
Altan, da zanîn ku xelkê herêmê beşdariya PDK’ê ya di şer de weke tevlibûna polîtîkaya tunekirina kurdan a Tirkiyeyê dinirxîne û ev tişt anî ziman: “Raste rast dibêjin; ‘Ya ku PDK dike, îxanet e.’ Berpirsyarê Hêzên Hevpar ên Pêşmergeyan got; ‘PDK’ê, li 300 mîtroyan nêzî noqteya kontrolê ya li Mexmûrê çeteyên DAIŞ’ê berdan û hemû hêzên xwe li dijî gerîlayan seferber kirin. Gelo çi sûdekî vê hewldanê ji bo berjewendiyên kurdan heye?’ Ev daxuyanî ji xwe her tiştekî radixe ber çavan. Hem li herêmê û hem jî li gelek aliyên cîhanê çalakiyên protestoyî tên lidarxistin. Gelek derdorên li Iraqê jî bertek nîşanî operasyonê dan. Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî ev operasyon weke ‘gefeke vekirî ya li ser ewlekariya neteweyî ya Iraqê’ nirxand. Her wiha Hîzbûllaha Iraqê jî li dijî vê operasyonê banga çalakiyan kir. Bi kurt û kurmancî tevahiya herêmê li dijî vê operasyonê ye.” 
 
‘MÎNA TIRKIYEYÊ TEVDIGERIN’
 
Altan, destnîşan kir ku TSK û MÎT ji hêla îstîxbarî, aborî û rêveberiyê de li Herêma Kurdistanê çawa bixwazin wisa tevdigerin û wiha dom kir: “Xelkê binçav dikin, beşdarî lêpirsînan dibin û kîjan gundî bixwazin vala dikin. PDK vê destûrê dide wan. Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî di hevdîtinên dawî de wekî waliyên Tirkiyeyê tevgeriyan. Gel wisa dinirxîne û dixwaze ku ev rewş bi dawî bibe. Di hevdîtina dawî ya Mesrûr Barzanî de Erdogan li serê dîwanê û Barzanî jî li hemberî Hakan Fîdan hatibû rûniştandin. Xelkê herêmê wisa dinirxîne ku Mesût Barzanî û çîna sermayedar a PDK’ê bi tenê ma ye.” 
 
‘DÊ ENCAMEKÎ BI DEST NEXIN’ 
 
Têkildarî encamên îxtîmalî yên operasyona Tirkiyeyê jî Altan nêrîna xwe wiha parve kir: “Tirkiyeyê piştî sala 2016’an polîtîkayeke kûr xist meriyetê. Dixwaze di çarçoveya polîtîkaya Osmaniya nû de destkeftiyên kurdan tune bike, êrişî kurdan bike û bi dagirkirina sînorên Mîsak-i Mîllî re Iraqê têxe bin kontrola xwe. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi xeyala osmanî li derveyî sînor operasyonan dike û dixwaze bi kûrkirina şer, plana tesfiyeyê serxîne. Di çareserkirina pirsgirêka kurd de dîsa pêvajoya şer xistin meriyetê û dixwaze bi operasyonên derveyî sînor ve têkçûna xwe ya li hundir veşêrin. Têkçûna herî dawî ya li Gareyê bi operasyonên di 23’yê nîsana 2021’an de berdewam kir û dixwaze bi nêzbûna hilbijartinê re bi vê operasyonê tiştekî bi dest bixe. Ev operasyon, parçeyeke ji Plana Têkbirinê ye û hewl didin bi hevkariya PDK’ê li Rojhilata Navîn bibin hêzeke sereke. Gelek caran hewl dan bi operasyonên derveyî sînor û şerê bi kurdan re encamekî bi dest bixin. Dema em li pêvajoya 50 salên dawî dinihêrin, dibînin ku mimkin nîne ku tifaqa AKP-MHP’ê di operasyonên xwe yên bi hevkariya PDK’ê dike de bi ser keve.”
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

12/09/2022
09:02 DÎSKÎ hem avê nade û hem jî pereyan distîne
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Yên ji xwe re dibêjin ‘Kurdistanî’ divê nebin şirîkên dijmin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2022’YAN
11/09/2022
23:53 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 4’an
23:38 Bi hezaran kesan got: Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin
23:16 KASED’ê 3’yemîn salvegera xwe bi konserê pîroz kir
22:40 Li dijî karkerên kurd êrişa çekdarî: Karkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû
20:09 Jinên HDP’î li Kagithanayê hatin ba hev
19:21 Gelê Kerboranê Soylu protesto kir: Esnafan derabe venekirin
18:05 3 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn
17:38 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê îşev kampanya didin destpêkirin
17:11 Pankarta bertilê bi şaredariya AKP’î ve hate daliqandin
16:33 Li Mêrsînê çalakiya ziman hate lidarxistin
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin