Partiyên siyasî û saziyên civakî: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin

  • rojane
  • 13:29 25 Nîsan 2022
  • |
img

AMED - Partî û saziyên kedê îro li Amedê daxuyaniya 1’ê Gulanê dan û wiha gotin: “Ji bo têkoşîna li dijî betaliya ji ber krîza aborî; ji bo mezinkirina berxwedana li dijî şer û wêraniyê û mezinkirina hevgirtina kedkaran, em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin.” 

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD'ê) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û nûner û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên civaka sivîl ên Amedê, bi munasebeta 1’ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyanî li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat bi zimanên kurdî û tirkî hate dayîn. Nûnerên Partiya Sosyalist a Bindestan (ESP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Koordînasyona Sendîkayên Kedkarên Şoreşger (DÎSK), Odeya Endazyerên Tirk (TMMOB), Odeya Bîjîşkên Tirk (TTB), Odeya Bijîşkên Amedê (DTO) û gelek nûnerên partî û saziyên kedê jî di daxuyaniyê de amade bûn.
 
Daxuyaniya kurdî ji hêla Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ve hate xwendin. Ozturk, diyar kir ku polîtîkayên zext, çewisandin û qetlîamê yên tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê yên li dijî kedkar, karker, jin, gel û nasnameyên li Kurdistan û Anatoliyayê her ku diçe girantir dibe û wiha domand: “Di 40 salên dawî de me dît ku polîtîkayên şer ên ku bi destê hikûmetan ve pêk hatin, welat ber bi krîzeke aborî ve kişandiye û bi taybetî jî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, bi kar anîna polîtîkayên ‘ewlekariyê’ pirsgirêkê kûrtir kiriye. Ji aliyê din ve weke civak, em bûn şahid ku rêya diyalog û muzakereyê ji aliyê siyasî û aborî ve bandoreke erênî li civaka Kurdistan û Tirkiyeyê dike.”
 
‘AKP-MHP’Ê XWEST GEL NEÇARÎ XIZANIYÊ BIKIN’
 
Bi domdarî Ozturk da zanîn ku AKP'ê di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de nekarî bi tena serê xwe bibe desthilatdarî û wiha pê de çû: “AKP hewl dide rejîma yekzilamî ava bike lewma polîtîkaya şer pêş dixin. AKP'ê bi van polîtîkayên xwe welat ber bi kaosê ve bir. Bi hewldana darbeyê re jî xwest ku bi şert û mercên rewşa awarte û biryarnameyên di hukmê qanûn de karkeran mehkûmî birçîbûn û xizaniyê bike. Heman zîhniyetê, bi plana hilweşînê  hewl da ku kurdan û hêzên demokrasiyê ji siyasetê dûr bixe û bi rêya qeyûman îradeya gelê kurd desteser kir. Îro jî desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide ku bi rêya tundiyê, şer û polîtîkaya dubendîkirinê jiyana xwe ya siyasî dirêj bike. Lê di 8’ê Adarê de jinan, di Newrozê de jî gelê kurd careke din li qadan nîşan dan ku polîtîkayên zext û hilweşandinê yên hikûmetê dê ti carî encam negire.”
 
‘ŞER FERZ DIKIN’
 
Ozturk, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hewldanên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên di şerê navbera Ûkrayna û Rusyayê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewl didin ‘qasidiya aştiyê’ bikin da ku îtîbara xwe ya li cîhanê ser û bin bûye dîsa xelas bike. Li hêla din jî dixwaze polîtîkaya xwe ya şer û dagirkeriyê li ‘Kurdistan û Rojhilata Navîn’ pêş bixe. Ev hikûmeta ku li hundir û derve polîtîkaya şer pêk tîne û çavkaniyên welat  ji alîgirên xwe re pêşkêş dike, bi vê yekê re kedkar û karkeran bi birçîbûn û xizaniyê re rû bi rû dihêle. Li dijî polîtîkayên nîjadperest, zayendperest ên hikûmetê yê ku aştiyê red dike, gelan ji hev vediqetîne, kedxwariyê dike û şer ferz dike, divê em bi yekitî û hevgirtinê ve têkoşîna xwe ya hevpar geş bikin.”
 
‘EM Ê LI QADAN BIN’
 
Di dawiya daxuyaniyê de jî Ozturk ev tişt anî ziman: “1’ê Gulanê; nasnameya wan a etnîkî û olî çi dibe bila bibe, roja têkoşîna hevpar a karker, gundî û kedkaran e. Bi vê taybetmendiya xwe jî karektereke civakî bi dest xistiye. Em bang li her kesê ku alîgirê kedê ne dikin ku bi ziman, nasname û rengên xwe, li dijî talankirin û mêtingeriyê li qadên Tirkiye û Kurdistanê, cihê xwe bigrin. Ji bo pêşîlêgirtina cînayetên kar ên bi temînkirina tenduristî û ewlehiya karkeran a li cîhên kar; ji bo rawestandina îstismarkirina karkerên koçber a bi keda erzan, bidawîkirina xebata zarokan û qîrîna maf û azadiya îfadeyê; ji bo qîrîna daxwaza aştî û wekhêviya li Rojhilata Navîn, çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd a li ser esasê wekhevî û azadiyê, ji bo têkoşîna li dijî betaliyê ji ber krîza aborî, mezinkirina berxwedana li dijî şer û wêraniyê û mezinkirina hevgirtina kedkaran, avakirina biratiya gelan û yekitiya kedkar û karkeran; em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin.” 
 

Sernavên din

30/04/2022
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin
14:02 Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn
13:57 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
13:34 Kedkar li Amedê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre xiyanet” meşiyan
13:32 Li nexweşxaneyên li ser sînor ji bo leşkeran beşên cuda hatin amadekirin
12:52 Di doza Poyraz de bav û birayê kujer xwe ji şahidiyê vekişandin
12:49 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran heyeta dadgehê red kir
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Pêşmergeyên ku dibêjin ‘Em li dijî PKK’ê şer nakin’ ji peywirê tên girtin
10:54 Li Mêrsînê 10 endamên TOP’ê hatin binçavkirin
10:32 Êrişên li dijî Zap û Avaşînê ji Başûr tên koordinekirin
10:26 Kujerê Denîz Poyraz neanîn eywana danişînê
09:59 Olûç: Di kuştina Poyraz de hêzên siyasî û burokratîk kî ne?
09:20 Kîsek şekir bûye 900 lîre!
09:10 ‘Wê dîrok xiyanetê binivîsîne’
09:10 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Werin em li dijî şer rabin
09:10 Ozbîngol: Yên ku qetlîamê asteng nekirin û dengê xwe nekirin şirîkê sûc in
09:10 'Qeyûm du erdên şaredariyê firot alîgiran’
09:07 6 sal in derbarê mirina Harûn û Ayşenûra biçûk de doz nehatiye vekirin!
09:04 Sewalkarî qedandin: Çareserî pergala demokratîk e
09:03 ‘Divê li dijî binpêkirinan xwedî li Nobeda Edaletê bê derketin’
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2022'YAN
28/04/2022
22:24 Cezayê mehrûmiyetê li Serokê Duyemîn ê Amedsporê hat birîn
20:53 'Heta birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka kurd jî çareser nabe'
20:04 Ji ser Sifreya Edaletê bang: Qîrîna edaletê bibihîzin
18:01 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' hişmendiya pergalê rexne dike
16:46 Dozgerê Şûreya Dewletê xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin
16:33 'Heta ku edalet neyê Roboskî wê neyê Tirkiyeyê'
16:02 Xizmên girtiyan bi dirûşman meşiyan
15:56 Jinan giliya 'mobînga' qeyûm kir
15:35 Berdevka HDP'ê Gunay: AKP dixwaze bi şer emrê xwe dirêj bike
15:16 Nûrî Mehmûd îdiayên PDK’ê derewand: PDK hewl dide hevkariya xwe veşêre
14:47 Malbatên girtiyan: Em ê cejna zarokên xwe li pêşiya girtîgehê pîroz bikin
14:45 Doza Peymana Stenbolê: Rayeya serokkomar ya betalkirina peymanê nîne
14:28 Dayika Aştiyê Îne Akgun rehmet kir
14:19 Doza Kobanê: Hevserokatî bi têkoşîna jinan hat bidesxistin
13:58 Tîma qeyûm bi bêdengî hate firotin
13:49 Cendirmeyan li Mersînê 6 kes binçav kirin
13:36 Sercerdevanên Dêrgulê sîxurtiyê li koçerên dixwazin biçin zozanan ferz dike
13:01 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me bû daxwaza bi milyonan kesan
12:17 Li Wanê berteka li dijî êrişê: Desthilatdariya AKP-MHP’ê di êrişê de PDK’ê bi kar tîne
12:16 Bernameya meha gulanê ya Şanoya Bajêr a Amedê
12:04 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Mirina ku bi aşkerayî dihat: Kê Bêrîvan Alturk qetil kir?
11:17 Doza Peymana Stenbolê dest pê kir
10:47 Erdogan diçe serdana Erebistana Siûdî
10:42 Jinek li Îzmîrê rastî êrişê hat
10:29 Nîşeyên ku 10 sal berê girtiye kirin hinceta cezayê hucreyê
10:25 Nûrî El Malikî: Ji bo dewleta tirk hemû kurd wekî hev in
09:52 Li gel ku dema qedexeyê xelas bûye jî nahêlin bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:12 Ji girtî Sezaî Memîş agahî nayên girtin
09:10 Parlamenterên HDP’ê: Çalakiya malbatan qîrîna li dijî neheqiyê ye
09:09 Kujerê Denîz Poyraz dê bi 300 pirsên çeperast bê lêpirsînkirin
09:08 Hêrsa li dijî şer belav dibe: Barzanî wê çawa li çavên me binêre?
09:06 Li Herêma Kurdistanê hêzên taybet ên derveyî pêşemergeyan kî ne, çawa tên bikaranîn?
09:05 Hevserokê ÎHD’a Colemêrgê: Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2022'YAN
27/04/2022
22:32 Li Silopiya bekçiyek li mala xwe mirî hat dîtin
22:17 Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin
21:48 Kadrî Gurel ê ku Ozturk Yilmaz rexne kiribû hat berdan
21:27 Malbatên girtiyan di xwarina fitarê de civiyan
21:15 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê derket pêşberî temaşevanan
20:20 Başaran: Wê kujer hesabên rijandina rondikên çavê Emîne Şenyaşar bidin
18:48 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Gezî rûmeta me ye
17:10 Malbatên girtiyan serdana CHP’ê kirin
16:54 Qismekî doza Kişanak û Tuncel bi Doza Kobanê re kirin yek
16:45 Di qetilkirina Poyraz de daxwaza bila aliyê organîzeyî bê lêkolînkirin hate redkirin
16:29 Nobeta Edaletê: Zilm gihişt asta herî jor
16:13 Parêzerên malbata Şenyaşar, ji dozgeriyê hin belgeyên ku ne ‘veşartîne’ xwestin
15:49 Rapora 3 mehan a 21 girtîgehan: Herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:31 Buldan: Xwedî li çalakiya dayikan derkevin
14:35 Jin wê ji bo Peymana Stenbolê sibê li Enqereyê bin
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn
12:02 Siyasetmedar û karmendên binçavkirî hatin berdan
11:41 Kalkan: Rejîma AKP-MHP’ê dê li Zapê hilweşe
11:19 Aldar Xelîl: Em êrişên li dijî Şengalê ji nêz ve dişopînin
10:55 Li wekîlê berê yê HDP’ê ji doza jê beraet kiribû piştî 13 salan ceza birîn
09:36 Cenazeyê Îlçîn li Êlihê hate veşartin
09:24 Gelê Amedê bertek nîşanî hevkariyê da: Barzanî ne kurd e lê birayê Erdogan e