Di Doza Kobanê de hîn bû ku şahid e: Ev îfade yên min nînin

  • rojane
  • 16:23 25 Nîsan 2022
  • |
img
ENQERE - Welatiyê bi navê Hamît Yildirim ku di Doza Kobanê de weke şahid hate guhdarîkirin diyar kir ku nû hîn bûye ku di dozê de şahid e û wiha got: “Ji sedî 80’ê îfadeyan ên min nînin.” 
 
Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 12’emîn danişîna dozê ku 21 kes tê de girtî tên darizandin, li Eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Di danişîna dozê de ku li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin de rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê, parlamenterên HDP’ê û gelek parêzer jî amade bûn. 
 
Siyasetmedarên ku li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin di danişînê de amade bûn û yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.
 
Serokê dadgehê ku îtîrazên parêzeran red kir, dest bi guhdarîkirina gilîkeran kir û Bora Semîr hate guhdarîkirin. Semîr, got ku di dema çalakiyên Kobanê de polîs bû û birîndar bûye. Semîr, xwest ku weke gilîker beşdarî dozê bibe. 
 
Li ser îfadeyên Semîr, siyasetmedar Ayla Akat Ata mafê axaftinê girt û ev pirs kir: “Dema hûn birîndar bûyîn, gelo kesên ku hûn birîndar kirin hatin tespîtkirin û doz li wan hate vekirin an na?” Semîr, diyar kir ku doz hatiye vekirin lê ji ber ku kesên ew birîndar kiribûn rûyê wan girtî bû, nehatine tespîtkirin. Li ser vê yekê Ata ev pirs kir: “Ji ber birîndariya we gelo ceza li kesekî hatiye birîn an na?” Semîr jî got ku hinek kes hatine girtin. Ji bo pirsa Ata ya “We beriya niha qet giliyê rêveberên HDP’ê kiribû yan na” jî Semîr ev bersiv da: “Kê ez birîndar kiribim û bûyer sor kiribin, ez giliyê tevekan jî dikim. Di vê mijarê de cihêkariyê nakim.” Lê bi vekirî negot bê ka derheqê rêveberên HDP’ê de gilî kiriye yan na. 
 
‘TU ÇIMA BERIYA NIHA GILÎ NEKIRIBÛ?’ 
 
Piştre jî Selahattîn Demîrtaş çendek pirs ji Semîr kirin. Demîrtaş got; “Dema li Erdîşê doz didomiya de we qet îfade dan an na, we bersûc qet dîtin?” Gilîker jî got; “Rûyê bersûcan girtî bû lê min giliyê kesên piştre hatine tespîtkirin, kir.” Demîrtaş jî got; “Baş e lê we çima wê demê giliyê me nekir?” Gilîker jî got ku wê demê tiştekî wiha nebû û ji ber ku doz hatiye vekirin, niha li vir gilî dike. 
 
Demîrtaş bi domdarî ev pirs kir: “Gelo agahiyek di destê we de heye ku me ew kesên hûn birîndar kirine sor kirine?” Li ser vê pirsê jî gilîker bersiva “Na” da. Demîrtaş vêcarê jî pirsa “Haya we çawa ji dozê bû?” ji gilîker kir. Gilîker jî got ku li ser fermanê agahiya wî ji dozê bûye. Demîrtaş bi domdarî pirsa “gelo haya te ji dosyaya doza li Erdîşê heye yan na” ji gilîker kir û wî jî ev bersiv da: “Ji hejmara dosyayê heta tiştên din, tu agahiya min ji dozê nîne.” 
 
‘EZ ÇIMA LI VÊ DERÊ ME?’
 
Piştre Hamît Yildirim weke şahid hate guhdarîkirin. Yildirim, da zanîn ku derheqê bûyerên 6-8’ê Cotmehê de tu agahiyên wî nînin û wiha got: “Ez nizanim bê ka dê niha çi bibêjim. Ez nizanim bê ka çima niha li vê derê me. Bi ser re 8 sal derbas bûne û tiştek nayê bîra min.” 
 
ÎFADEYÊN ŞAHID NÎNIN
 
Piştre jî serokê dadgehê îfadeyê Yildirim ê li Midûriyeta Emniyetê ya Mûşê xwend. Lê şahid Yildirim got ku ev bûyer nayên bîra wî lewma jî nikare kesekî sûcdar bike. Piştî ku bûyer nehatin bîra Yildirim, serokê dadgehê tevahiya îfadeya wî ya li emniyetê xwend. Li ser xwendina îfadeyan jî Yildirim ev bersiv da: “Ji sedê 80’ê van îfadeyan yên min nînin. Qet nayê bîra min ku min îfadeyeke wiha da ye. Min soz da ku dê rastiyê bibêjim lê nayê bîra min. Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hevserok bûn lewma wan nas dikim.” 
 
HAYA WÎ JÊ NÎNE KU ŞAHID E
 
Li ser pirsa Demîrtaş a “Haya te çawa ji vê dozê bû” jî Yildirim ev bersiv da: “Çendek roj berê ji Emniyeta Mûşê li min geriyan. Gotin dozeke te heye. Piştre gotin li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bigerin. Ez jî lê geriyam û ji min re gotin ku di vê dozê de şahid im. Ewraq an jî teblîgatek nedan min. Haya min ji vê rewşê tune bû. Li ser telefonê agahî dan min.”
 
MAFÊ AXAFTINÊ NEDAN PARÊZERAN
 
Parêzer Alî Bozan xwest ku piştî îfadeyên gilîker û şahidan mafê axaftinê bidin wan û siyasetmedaran. Bozan bertek nîşanî nedayîna mafê axaftinê da. Şandeya dadgehê jî piştî nirxandina îtîraza parêzer Bozan, biryar da ku mafê axaftinê bidin parêzer û siyasetmedaran. 
 
Serokê dadgehê belgeyên li dosyayê hatine zêdekirin xwend. Piştî xwendina belgeyan jî bi qasî saetekê navber dan danişînê. 
 

Sernavên din

12/09/2022
09:02 DÎSKÎ hem avê nade û hem jî pereyan distîne
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Yên ji xwe re dibêjin ‘Kurdistanî’ divê nebin şirîkên dijmin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2022’YAN
11/09/2022
23:53 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 4’an
23:38 Bi hezaran kesan got: Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin
23:16 KASED’ê 3’yemîn salvegera xwe bi konserê pîroz kir
22:40 Li dijî karkerên kurd êrişa çekdarî: Karkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû
20:09 Jinên HDP’î li Kagithanayê hatin ba hev
19:21 Gelê Kerboranê Soylu protesto kir: Esnafan derabe venekirin
18:05 3 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn
17:38 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê îşev kampanya didin destpêkirin
17:11 Pankarta bertilê bi şaredariya AKP’î ve hate daliqandin
16:33 Li Mêrsînê çalakiya ziman hate lidarxistin
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin