Hunermendên kurd dê li dijî êrişên Tirkiyeyê û PDK'ê çalakiyan li dar bixin

img

STENBOL - Hunermendên kurd ku li dijî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê amadekariyên çalakiyan dikin û ji bo vê maseya krîzê çêkirine, bang li her kesî kirin ku li dijî van êrişan rabin. 

Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe didomin. Hunermendên endamên Tevgera Çand û Hunera Kurdî ya Ewropayê ku li bajarê Kolnê yê Almanyayê li hev kom bûn û bertek nîşanî êrişên Tirkiye û PDK'ê dan, ragihandin ku dê tevî gel li qadan bin. 
 
Hunermend Denîz Deman, Hozan Comerd û Emekçî anîn ziman ku hunermendên kurd divê li dijî êrişan pêşengtiya gel bikin. 
 
Hozan Comerd ku Tirkiyeyê wekî "dewleteke sunî û li ser zemîna xwe nerûniştî ya sedsalî" pênase kir, anî ziman ku sedema êrişên li ser kurdan û gelên din ev e. Comerd, destnîşan kir ku sedsal berê ermen hatine qetilkirin û êrişa niha li hemberî kurdan tê kirin dişibe vê komkujiyê. 
 
SERÎHILDANA KURDAN
 
Comerd, bibîr xist ku kurd li Qoçgirî, Geliyê Zîlan û di dema Şêx Seîd de hatine qetilkirin û ev qirkirina piralî hê jî didome. Comerd, bilêv kir ku êrişên li hemberî kurdan tim didomin û nifşê 1968-78'an hay ji van êrişên li erdnîgariya kurdan çêbûne û ji ber vê darbeya eskerî ya 12'ê Îlonê çêbûye. Comerd, destnîşan kir ku lê belê dîsa jî kurdan paş de gav neavêtiye û got: "Abdullah Ocalan, ciwanên kurd û ev gel ji bo dawî li van komkujiyan bê serî rakirin." Comerd, bal kişand ser pergala Tirkiyeyê û got Tirkiye ji sê hêlan pêk tê û wiha domand: "Hêleke wê Îttihat û Terakî ye, hêlekê wê kevneperest û hêleke wê jî kurd in. Piştî kurd di 7'ê Hezîranê de bi ser ketin ev her du hêlên din bûn yek. Tê gotin mesele tenê Erdogan e lê meseleya esas NATO û Gladio ne. Erdogan bes berdevkê wan e." 
 
'KURD LI SERANSERÊ CÎHANÊ BI SER KETIN'
 
Bi domdarî Comerd destnîşan kir ku kurd 40 sal in di nava şerekî dijwar de ne û wiha pê de çû: "40 sal in ev bar li ser milê gerîla hatiye barkirin. Îro ro Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li seranserê cîhanê tê naskirin. Li Ingilistan  û welatên din bi milyonan karker û kedkar û rewşenbîr fikrên Ocalan û pêşengtiya wî nas dikin. Çend roj berê çûm bernameyeke ciwanan. Li wir ji 23 welatan ciwan hebûn. Hemûyan jî ji min xweştir bi kurdî dizanibû. Hema bi vê mabe jî mirov dikare bibêje kurd li seranserê cîhanê bi ser ketine." 
 
'GERÎLA BAŞÛR DIPARÊZE'
 
Di berdewamê de Comerd anî ziman ku cîhan di warê naskirina kurdan de amade ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dixwazî dewlet be dixwazî federasyon be, hazir e bi her awayî kurdan qebûl bike. Kapîtalîst, civakên sivîl û gel gemû wisa difikirin ku kurd dikarin xwe bi rê ve bibin. Kurd li Rojava li dijî DAIŞ'ê bi ser ketin. Cîhanê hemû ev yek dît. Ev berxwedan di tu efsane û çîrokan de tune ye. Gerîla niha çiyayên Kurdistanê û başûrê Kurdistanê diparêze." 
 
'KURD DIVÊ BIBIN YEK'
 
Comerd, bal kişand ser referandûma serbixwebûnê ya Herêma Federal a Kurdistanê û wiha pê de çû: "Wê demê gerîla çû, bi canê xwe ew der parast. Tirkiyeyê jî qebûl nekir û leşker şandin ser sînor. PDK, bêbextiyê dike. Bawer im gelek pêşmerge li dijî vê dagirkeriyê ne. Naxwazin li hember gerîla şer bikin. Ne aqilê wan ne jî ruhê wan vî tiştî qebûl nake. Lê hin komên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine perwerdekirin dixwazin li dijî gerîla şer bikin. Lewma li dijî vê kurd divê mil bidin mil hev du. Ger kurd bibin yek dê meseleya rojhilata Navîn jî çareser bibe." 
 
Comerd, destnîşan kir ku hunermend divê bibin pêşengê gelê xwe û ev tişt anî ziman: "Hunermend û hozan her wext bûne pêşengên civakê. Hunermendên rewşenbîr dikarin li dijî vî şerî jî rola xwe bilîzin. Dewleta Tirkiyeyê decal e. Hunermendên kurd hemû divê xwedî helwest bin li dijî vê."
 
Hunermend Emekçî jî destnîşan kir ku Tirkiye hemû tiştê xwe xistiye vî şerî û hebûna xwe di vî şerî de dibîne. Emekçî anî ziman ku ew ne dijminên tirkan e û wiha derbirî: "Lê em ne tirk in jî. Gava ewilî hatin ma nan û av da wan. Lê niha jî bi nahpikan bi ser me de tên. Tu eleqeya vê û mirovatiyê bi hev re tune ye. Bila ji axa me biçin. Dixwazin kurdan qir bikin. Lê kurd qir nabin." 
 
Emekçî, destnîşan kir ku di van êrişan de NATO, PDK û Tirkiye bi tevkarî hereket dikin û wiha got: "Barzanî û malbata wî ne kurd in. Bi kirinên xwe nekurdbûna xwe îlan kirin. Ger kurd bûna, ma dê dijminên kurdan bianiyana Kurdistanê? Ne mirovatî ne jî demokrasî vê yekê qebûl dike. Navê vê; faşîzm e." 
 
'EM WAN BI TENÊ NAHÊLIN'
 
Emekçî, ji ber hevkariya bi Tirkiyeyê re PDK'ê wekî "dijmin" pênase kir û wiha berdewam kir: "Gerîla tu tiştî ji Barzanî naxwaze. Tenê dibêje 'dijminatiyê neke.' Heya em sax bin em ê li pişta gerîla bin. Gerîla zarokên me ne. Em wan bi tenê nahêlin." 
 
DESTKEFTIYÊN KURDAN
 
Hunermend Denîz Deman jî diyar kir ku Tirkiye ji zû de ye bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike û li dijî gelê kurd plansaziya qirkirinê dike. Deman, bilêv kir ku Tirkiye bi van êrişên xwe dixwaze li Rojhilata Navîn hegemonyaya xwe ava bike lê li hemberî vê armanca xwe Tevgera Azadiyê wekî astengiya herî mezin dibîne û wiha pê de çû: "Dixwaze wê tasfiye bike. Ji bo vê jî PDK'ê wekî amûrekê bi kar tîne. AKP, heya duh jî PDK'ê esas nedigirt lê niha li dijî Tevgera Azadiyê li dor heman armancê hereket dikin. PDK jî ji bo xanedaniya xwe PKK dijberê xwe dihesibîne. Ji ber vê destkeftiyên gelê kurd ber bi xetereyê ve dişîne. Ji ber vê deriyan li qirkeran vedike." 
 
Deman, destnîşan kir ku hunermendên kurd vê êrişê wekî" dagirkeriyê" pênase dikin û li hemberî wê xwedî helwestek pir zelal in. Deman, got: "Cihgirtina partî û hêzên kurdan a li cem dijminê kurdan dê veguhere felaketeke mezin. Me bi daxuyaniyên xwe destnîşan kir ku dê destkeftiyên kurdan ên bi bedêlên giran bi dest ketine ber bi xetereyê ve biçin. Her wiha me ji bo yekîtiya neteweyî bang kir. Her wiha me li Başûr û Ewropayê hin çalakî li dar xistin û hevdîtin pêk anîn." 
 
PLANA ÇALAKIYAN
 
Deman, anî ziman ku gelê kurd di pêvajoyeke awarte re derbas dibe û got, di vê heyamê de gelê kurd divê xwedî rol û risteke çalak be. Deman, diyar kir ku hunermendên kurd li hev kom bûne û maseyeke krîzê ava kirine û got: "Me plana çalakiyan çêkir. Hunermendî, muxalifbûn û wêrekbûn e. Ji bo pêşîgirtina li şer û komkujiyan, em ê bixebitin. Her wiha em ê hin dosyeyan ji partiyên siyasî û saziyên çapemeniyê re bişînin û em daxwaz bikin ku vê dagirkeriyê daxilî nava rojeva xwe bikin." 
 
'DIVÊ BIBIN PÊŞENGÊ GELÊ XWE'
 
Deman ku got "Di vî şerê zêdetirî 40 salî de Hozan Mizgîn, Hozan Sefkan, Delîla û Hozan Serhad tim bûn pêşengên pêvajoyên bi vî rengî" bal kişand ser rola hunermendan a di qewimînên civakî de. 
 
Deman, destnîşan kir ku hunermend divê bi helwesta xwe û gotinên xwe bibe pêşengê gelê xwe. 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

05/05/2022
12:42 'Tirkiye dixwaze xeta nokeriyê ya kurd çalak bike’
12:06 Jinnews: 31 jin û 3 zarok hatine kuştin
11:38 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê jinek revandin
11:33 Li Amedê dê rojên filmên ekolojiyê bên lidarxistin
10:50 Cerdevanên ku tev li êrişê bûyîn: Pêşketin tune ye û psîkolojiya me xerab bû
10:33 Li ser sînor bang kirin: Divê kurd li dijî xiyanetê rabin ser pêyan
10:32 Rêya Armûşê ya Navneteweyî veguheriye rêya mirinê!
10:31 Dayika Cemîle Çagirga: Yên ku Cemîle kuştin niha jî êrişî Başûr dikin
10:06 Botaniyan banga rawestandina hevkariyê li Barzanî kir
09:46 Tevgera Azadî: Ya wê ev pergal hilweşe yan jî wê bi ser bikeve
09:05 Hunermendên kurd dê li dijî êrişên Tirkiyeyê û PDK'ê çalakiyan li dar bixin
09:03 OÇAV: Em baroyeke ku her kes karibe gotina xwe bibêje dixwazin
09:03 Berteka welatiyan a li dijî êrişên Tirkiyeyê: Dest ji şer berdin
09:03 Şaredariyê şêniyên taxê mexdûr kirin
09:03 Rojnamevan Oynaş: Ji ber ku min poşmanî qebûl nekir înfaza min hat şewitandin
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2022'YAN
04/05/2022
23:59 Aksal bi stand-up’a xwe amedî kenandin
18:14 Li Cizîrê kesek hat binçavkirin: Pozê mêvanê li malê jî şikandin
16:38 Xizma girtî: Me vê cejnê jî zarokên xwe nedît
16:36 Ji Kavala daxuyaniya Geziyê: Biryar kêfî û siyasî ye
16:12 Li Hezexê du ciwan mirî hatin dîtin
16:05 Şervan Êzidxan hat veşartin
15:52 Qurbaniyên Terteleya Dêrsimê hatin bibîranîn: Me ji bîr nekir û efû nekir
15:42 Di nîsanê de 24 jin hatin kuştin
14:43 Li Cizîrê jina ku hewl da întihar bike bi giranî birîndar bû
14:30 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Şeş meh in rayedar xemsar in
14:15 YNK'ê bersiva PDK'ê da: Ya ku Şengalê radestî DAIŞ'ê kir PDK bû
13:24 Di êrişa çekdarî de kesek din jî jiyana xwe ji dest da
12:48 Malbata Şenyaşar wê ji bo cejnê serdanan qebûl bike
12:48 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 29’an
12:11 Nijadperestiya li ser kurdî: Bêceza hiştin û parastin
11:58 MB: Wê nan, meqarne û goşt bên zemkirin
11:54 Birayê leşkerê hatiye kuştin jî tev li 'Nobeta Jiyanê' bû
11:47 Li Efrînê serpelek hate kuştin
11:45 Fîlmê Hêza xelata xwe ya sêyemîn li Los Angelesê wergirt
10:22 Çalakgerên Nobeta Jiyanê: Êdî baweriya me bi Barzanî nayê
10:03 Şaredariya AKP’î çopên xwe dirijîne Çemê Xabûrê
09:44 Pêşmergeyê berê: Xeyala Erdogan ew e ku xwe bigihîne sînorên Osmanî
09:05 Welatiyên Amedê: Ew ji bo bimehînin xizan jî ji bo pariyekî nan bibînin dimeşin
09:04 5 sal in doza azadiya Ocalan dike
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2022'YAN
00:51 Li Amedê wesayîtek hat gulebarankirin: Dayikek û keça xwe jiyana xwe ji dest dan
03/05/2022
19:29 Nobeta Jiyanê: Werin em dawî li şer bînin
18:41 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Divê kes destê xwe dirêjî yekîneyên me yên parastinê neke
17:10 Wênesaz Perwazî jina berxwedêr a Şengalî resmand
16:06 Derheqê parvekirina nîjadperest a li Qereyaziyê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:57 Di serdanên cejnê de daxwaza edaletê kirin
15:29 ‘Alaya edaletê di destê malbata Şenyaşar de ye’
15:11 HRE: Li Efrînê 14 çete hatin kuştin
14:57 Li gundê Aysel Tugluk bang kirin: Ayselê û hevalên wê berdin
14:37 MKGP’ê bang li rojnamegerên jin kir: Em bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin
14:04 Malbatên girtiyan Cejna Remezanê li pêşiya girtîgehê pêşwazî kirin
13:46 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Amsterdamê dest pê dike
12:49 Aliyên siyasî yên Iraqê: Divê dawî li binpêkirina Tirkiyeyê bê anîn
12:30 Li Qereyaziyê parvekirina nîjadperest
12:18 Ji partiyên siyasî serdanên cejnê
11:41 DFG: Di nîsanê de 4 rojnameger hatin binçavkirin û 16 nûçe hatin astengkirin
11:24 120 cerdevan bi navê çawişên pispor şandin Metînayê
11:15 ‘Divê hemû welatparêzên kurd xwedî li Şengalê derkevin’
10:40 Gefa kuştinê li girtiyê ku got ‘Ez kurd im’ xwarin
10:02 TEV-DEM’ê ji bo Şengalê bang kir: Parastina Şengalê deynê stûyê her kesî ye
09:46 Xelkê Şengalê ji bo parastina xaka xwe nobet girt
09:20 Di Nobeta Jiyanê de bang li Barzanî kirin: Destê xwe ji xwîna zarokên me bikêşe
09:08 Qeşayê li fistiqên Rihayê da
09:06 Parêzer Tuysuz: 'Operasyona' li nivîskarê çûye îfade dayînê sûc e
09:04 ‘Roja Reş’ 84 sal in didome
09:02 Li Pirsûsê mal û erd di bin avê de man!
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2022'YAN
02/05/2022
22:38 UNAMI: Êrişên li dijî Şengalê bifikar in
19:35 Li Enqerê jinek hat kuştin
16:23 Înfaza girtiyê ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye hate şewitandin
16:06 Gelek kes çûn serdana malbata Şenyaşar û cejna wan pîroz kirin
16:05 KCDK-E’yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir
15:52 Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir