Li ser sînor bang kirin: Divê kurd li dijî xiyanetê rabin ser pêyan

ŞIRNEX - Qilebaniyên ku li ser xeta sînorê Herêma Kurdistana Federe ku êrişên AKP’ê yên bi hevkariya PDK’ê lê didomin, bang li gelê kurd kir ku li dijî êrişan rabin ser piyan. 

Êrişên dewleta tirk bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna di 17’ê Nîsanê de dane destpêkirin didomin. Bertekên li dijî van êrişan jî her ku diçe zêde dibin. Welatiyên ji navçeya Qilebana Şirnexê ku xeta sînor a 56 kîlometreyan a bi Herêma Kurdistana Federe pêk tê bang kirin, wiha gotin: “Axa kurdistanê ne malê kesê ye. Kes nikare vê axê ji bo berjewendiyên xwe belav bike.”
 
 
‘WÊ LI DIJÎ HEMÛ DESTKEFTIYÊN KURDAN ÊRIŞAN BIDIN DESTPÊKIRIN’
 
Îrfan Alturk (45) bal kişand ku ne cara ewil e êrişî Herêma Kurdistanê tê kirin û wiha got: “Bi şerê dawî anîn noxteya ku kurd bên hemberî hev. Kesên bi hezaran salan e dijminên kurdan e, kurdan bi destê kurdan didin kuştin. Dixwazin me bi destê me bidin bidawîkirin. Tirkiye ne ji bo ji PDK’ê hez dike ji bo di çarçoveya armanca xwe de bikarbîne bi wê re tevdigere. Heke Tirkiye îro di şerê li dijî kurdan daye destpêkirin de biserbikeve wê gava piştî vê bibe PDK an ku Başûr. Pişt re wê li dijî hemû destkeftiyên ku kurdan bi bedelên mezin bi destxistine êrişan bidin destpêkirin.”
 
BERJEWENDIYÊN KESAYETÎ YÊN MALBATA BARZANÎ
 
Alturk, bi lêv kir ku Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî weke serokekî eşîran tevdigere û wiha berdewam kir: “Malbata Barzanî ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî dixwaze Kurdistanê bifiroşe. Gavên ku îro PDK diavêje gavên îxanetê ne. Li yekitî û hevkariya kurdan darbeyek e. Ji kurdan zêdetir dostên kurdan nînin. Ji ber vê yekê divê kurd ji xwe zêdetir bawerî bi kesê neînin û bi kesên din re tevnegerin. Heta ku kurd nebin yek wê tu destkeftiyên kurdan di ewlehiyê de nebin. Dema ku kurd bûn yek, wê demê dê herkes mecbûr bimîne statuya kurdan qebûl bike.”
 
‘EV AX AXA GELÊ KURD E’
 
Alturk, anî ziman ku polîtîkayên PDK li herêmê bi rê ve dibe xelet in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi hezaran ciwanên kurd ên welatparêz mecbûr man ku ji axa xwe koç bikin. Her roj bi hezaran ciwanên kurd koçî Ewropayê dikin. Ciwanên kurd çima di rêyên koçê de jiyana xwe ji dest didin? Berpirsyarê vê kî ye? Hemû ji ber zextên aborî û siyasî diçin. Malbata Barzanî tenê ji bo berjewendiyên xwe dixebite. Divê gelê kurd li her dera ku li dijî xiyanetê ye bibe yek. Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê yek in. Heke em serbikevin wê hemû kurd qezenç bikin, heke winda bikin jî wê hemû kurd winda bikin. Divê destkeftiyên bi xwîna deh hezaran kurdan hatine bi destxistin bên parastin. Heke em van destkeftiyan winda bikin êdî kes nikare vê civakê rake ser piyan. Hebûna gelê krud ji berjewendiyên Barzaniyan girîngtir in. Axa Kurdistanê ne malê bavê kesê ye. Ev ax aydê gelê kurd e. Ji ber vê yekê divê kes axa xwe bernede. Şûna ku dê bikevin ser rêyên Ewropayê bila xwedî li axa xwe û gelê xwe derkevin. Li dijî van polîtîkayên qirêj divê gel bibe yek.”
 
‘DIVÊ LI DIJÎ XIYANETÊ RABIN SER PIYAN’
 
Agît Yaman (67) ê beriya niha li Iraqê dijiya û 5 salan li Nûnertiya PDK’ê ya Bexdayê rêveberî kiriye jî diyar kir ku di navbera salên 1970-1975’an de ji bo kurdên li Herêma Kurdistanê têkoşiyaye û pişt re dîsa vegeriyaye Tirkiyeyê. Yaman, da zanîn ku Amerîka, Rûsya, Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiye dijminatiya gelê kurd dike, PDK jî tev li wan bûye û wiha got: “Ji ber Barzaniyan her derê Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye desteserkirin û Başûrê Kurdistanê ji Kurdistanê veguherandine Tirkistanê. Divê tu kurd neyên lîstika Tirkiyeyê an jî welatekî din. Heke em kurd nebin yek em ê herin yek bi yek. Divê em demildest yekitiya xwe ava bikin. Em hemû kurd yek in. Berjewendiyên gelê kurd ji berjewendiyên Barzaniyan girîngtir in. Divê li dijî xiyaneta Barzaniyan hemû kurd rabin ser piyan. Heke pêşiya vê neyê girtin wê sibê komkujiyên mezintir pêk werin.”
 
KOMKUJIYÊN SEDDAM BI BÎR XISTIN
 
Halîl Olmez (59) ê komkujî û êrişên Saddam Huseyîn ên li ser kurdan bi bîr xistin û wiha axivî: “Di wê pêvajoyê de Saddam bi tank, top û helîkopterên xwe êrişî gelê kurd kirin. Bi hezaran mirov ketin rêya koçê. Ji ber em li gundê li ser sînor bûn gelek kes hatin gundê me jî. Di wê rewşa zor de me her cure alîkarî da wan mirovan. Li gundê me her malê malbatek girt mala xwe. Em hemû bûn malbatek. Ji bo mirovên ku nikarîn derbasî vî alî bibin jî me alîkarî şand. Ji bo ku zimanê me nasnameya me yek bûn me alîkarî kir. Em hemû kurdên Başûr, Bakûr, Rojava û Rojhilat yek in.”
 
DIJIMINATIYA TIRKIYEYÊ YA LI DIJÎ GELÊ KURD
 
Olmez, bi lêv kir ku rêveberên PDK’ê hovitiyên berê qewimîne û alîkariya kurdên Bakûr li wan kirine ji nedîtî ve tên û got: “Li kêleka me şer heye. Zarokên vî gelî tên kuştin. Barzanî jî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine xapandin û bûne şirîkê vê şerî. Tirkiye bi deq û dolaban hewl dide xwe bigihîne sînorên Osmaniyan. Turkiye dijminê Iraq, Îran û Sûriyeyê ye. Alîkariya Barzanî ya ji bo wan xeletiyeke mezin e. Tevî evqas tiştên bi serê wan anîne çawa hêj dikarin alîkariya wan bikin? Kurdên Başûr jî vê alîkariyê qebûl nakin. Bi dehan gundên Başûr hatin valakirin. Mirov koçber bûn. Tevî van tiştan rêveberên Başûr çawa vê yekê qebûl dikin? Divê hemû kurd rabin ser piyan û bêjin ‘Em xwişk û bira ne û em yek in’. Li Tirkiyeyê kurdên di rêya xelet de hene. Divê ev jî demildest ji dest ji xeletiyên xwe berdin. Ji bilî kurdan dostên kurdan nînin.”
 
‘PIŞTGIRIYA ÊRIŞAN XIYANET E’
 
Fettah OImez (80) bi lêv kir ku hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re nayê qebûlkirin û wiha axivî: “Barzanî di nava xiyaneteke mezin de ne. Şûna ku li dijî qewmê xwe şer bikin, bila alîkariya wan bikin. Nebin alîkar jî bila dijminetiyê nekin. Ji xayîntiya xwişk û birayên xwe mezintir tiştekî din nîne. Zilma duh li wan hatiye kirin û alîkariya kurdên liv ir ji bîr kirin. Hemû daxwazên kurdan ên mafdar ji nedîtî ve tên. Dixwazin kurdan tune hesibînin. Nasname, çand û zimanê me nas nakin. Ev êriş ji bo vê ne. Kesên piştgiriya vê dikin di nava xiyanetê de ne.”
 

Sernavên din

05/05/2022
12:42 'Tirkiye dixwaze xeta nokeriyê ya kurd çalak bike’
12:06 Jinnews: 31 jin û 3 zarok hatine kuştin
11:38 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê jinek revandin
11:33 Li Amedê dê rojên filmên ekolojiyê bên lidarxistin
10:50 Cerdevanên ku tev li êrişê bûyîn: Pêşketin tune ye û psîkolojiya me xerab bû
10:33 Li ser sînor bang kirin: Divê kurd li dijî xiyanetê rabin ser pêyan
10:32 Rêya Armûşê ya Navneteweyî veguheriye rêya mirinê!
10:31 Dayika Cemîle Çagirga: Yên ku Cemîle kuştin niha jî êrişî Başûr dikin
10:06 Botaniyan banga rawestandina hevkariyê li Barzanî kir
09:46 Tevgera Azadî: Ya wê ev pergal hilweşe yan jî wê bi ser bikeve
09:05 Hunermendên kurd dê li dijî êrişên Tirkiyeyê û PDK'ê çalakiyan li dar bixin
09:03 OÇAV: Em baroyeke ku her kes karibe gotina xwe bibêje dixwazin
09:03 Berteka welatiyan a li dijî êrişên Tirkiyeyê: Dest ji şer berdin
09:03 Şaredariyê şêniyên taxê mexdûr kirin
09:03 Rojnamevan Oynaş: Ji ber ku min poşmanî qebûl nekir înfaza min hat şewitandin
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2022'YAN
04/05/2022
23:59 Aksal bi stand-up’a xwe amedî kenandin
18:14 Li Cizîrê kesek hat binçavkirin: Pozê mêvanê li malê jî şikandin
16:38 Xizma girtî: Me vê cejnê jî zarokên xwe nedît
16:36 Ji Kavala daxuyaniya Geziyê: Biryar kêfî û siyasî ye
16:12 Li Hezexê du ciwan mirî hatin dîtin
16:05 Şervan Êzidxan hat veşartin
15:52 Qurbaniyên Terteleya Dêrsimê hatin bibîranîn: Me ji bîr nekir û efû nekir
15:42 Di nîsanê de 24 jin hatin kuştin
14:43 Li Cizîrê jina ku hewl da întihar bike bi giranî birîndar bû
14:30 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Şeş meh in rayedar xemsar in
14:15 YNK'ê bersiva PDK'ê da: Ya ku Şengalê radestî DAIŞ'ê kir PDK bû
13:24 Di êrişa çekdarî de kesek din jî jiyana xwe ji dest da
12:48 Malbata Şenyaşar wê ji bo cejnê serdanan qebûl bike
12:48 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 29’an
12:11 Nijadperestiya li ser kurdî: Bêceza hiştin û parastin
11:58 MB: Wê nan, meqarne û goşt bên zemkirin
11:54 Birayê leşkerê hatiye kuştin jî tev li 'Nobeta Jiyanê' bû
11:47 Li Efrînê serpelek hate kuştin
11:45 Fîlmê Hêza xelata xwe ya sêyemîn li Los Angelesê wergirt
10:22 Çalakgerên Nobeta Jiyanê: Êdî baweriya me bi Barzanî nayê
10:03 Şaredariya AKP’î çopên xwe dirijîne Çemê Xabûrê
09:44 Pêşmergeyê berê: Xeyala Erdogan ew e ku xwe bigihîne sînorên Osmanî
09:05 Welatiyên Amedê: Ew ji bo bimehînin xizan jî ji bo pariyekî nan bibînin dimeşin
09:04 5 sal in doza azadiya Ocalan dike
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2022'YAN
00:51 Li Amedê wesayîtek hat gulebarankirin: Dayikek û keça xwe jiyana xwe ji dest dan
03/05/2022
19:29 Nobeta Jiyanê: Werin em dawî li şer bînin
18:41 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Divê kes destê xwe dirêjî yekîneyên me yên parastinê neke
17:10 Wênesaz Perwazî jina berxwedêr a Şengalî resmand
16:06 Derheqê parvekirina nîjadperest a li Qereyaziyê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:57 Di serdanên cejnê de daxwaza edaletê kirin
15:29 ‘Alaya edaletê di destê malbata Şenyaşar de ye’
15:11 HRE: Li Efrînê 14 çete hatin kuştin
14:57 Li gundê Aysel Tugluk bang kirin: Ayselê û hevalên wê berdin
14:37 MKGP’ê bang li rojnamegerên jin kir: Em bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin
14:04 Malbatên girtiyan Cejna Remezanê li pêşiya girtîgehê pêşwazî kirin
13:46 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Amsterdamê dest pê dike
12:49 Aliyên siyasî yên Iraqê: Divê dawî li binpêkirina Tirkiyeyê bê anîn
12:30 Li Qereyaziyê parvekirina nîjadperest
12:18 Ji partiyên siyasî serdanên cejnê
11:41 DFG: Di nîsanê de 4 rojnameger hatin binçavkirin û 16 nûçe hatin astengkirin
11:24 120 cerdevan bi navê çawişên pispor şandin Metînayê
11:15 ‘Divê hemû welatparêzên kurd xwedî li Şengalê derkevin’
10:40 Gefa kuştinê li girtiyê ku got ‘Ez kurd im’ xwarin
10:02 TEV-DEM’ê ji bo Şengalê bang kir: Parastina Şengalê deynê stûyê her kesî ye
09:46 Xelkê Şengalê ji bo parastina xaka xwe nobet girt
09:20 Di Nobeta Jiyanê de bang li Barzanî kirin: Destê xwe ji xwîna zarokên me bikêşe
09:08 Qeşayê li fistiqên Rihayê da
09:06 Parêzer Tuysuz: 'Operasyona' li nivîskarê çûye îfade dayînê sûc e
09:04 ‘Roja Reş’ 84 sal in didome
09:02 Li Pirsûsê mal û erd di bin avê de man!
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2022'YAN
02/05/2022
22:38 UNAMI: Êrişên li dijî Şengalê bifikar in
19:35 Li Enqerê jinek hat kuştin
16:23 Înfaza girtiyê ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye hate şewitandin
16:06 Gelek kes çûn serdana malbata Şenyaşar û cejna wan pîroz kirin
16:05 KCDK-E’yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir
15:52 Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir