Cerdevanên ku tev li êrişê bûyîn: Pêşketin tune ye û psîkolojiya me xerab bû

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Cerdevanên ku di êrişên li dijî Metînayê de hatine bikaranîn diyar kirin ku di êrişê de tu pêşketin nînin û psîkolojiya wan xerab bûye. 

Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê êrişeke berfireh da destpêkirin. Di çarçoveya êrişê de li gelek deveran pevçûnên dijwar diqewinin. Artêşa Tirkiyeyê gelek deveran bi balafirên şer bombebaran dike û piştre jî leşker û hêzên taybet ên PDK’ê hewl didin van deveran bi dest bixin. Hat zanîn ku di encama pevçûnan de ev hêzên navborî neçar dimînin ku dîsa xwe paşde vekişînin. Li gelek deverên ku leşker nikarin pêş bikevin jî cerdevan tên bikaranîn. Cerdevanên ji malbata Hazim Babat ên li Qilebanê û malbata Tahir Adiyaman ên ji Bêşebapê jî di van êrişan de tên bikaranîn. 
 
Cerdevanên ku li ser zexta Tahir Adiyaman tevî êrişên ser sînor hatine kirin, qala pevçûnên li herêmê diqewimin kirin. Cerdevanan da zanîn ku herêmên ku êriş li ser tên kirin di serî de ji hêla bi dehan balafirên şer ve tên bombebarankirin û piştre jî berê cerdevanan didin van herêman. Cerdevanan, diyar kir ku dema HPG’î bersivê didin, neçar dimînin ku xwe ji wan herêman vekişînin. Bi domdarî cerdevan destnîşan kir ku bi leşkeran re diçin herêmên pevçûnên dijwar lê diqewimin û piştre neçar dimînin ku xwe ji wan herêman vekişînin.
 
Cerdevaneke din ê tev li êrişan bûyî jî got ku tevî hemû derfetên teknîkê jî nikarin pêşde biçin. 
 
HEMAN CIH 20 CARAN BOMBEBARAN KIRIN
 
Yek ji cerdevanên eşîra Jîrkiyan jî diyar kir ku artêşê ew şandine herêma Metînayê û rewşa li herêmê wiha vegot: “Balafirên şer li ber çavên me 20 caran heman cih bombebaran kirin. Hemû kesî got; ‘kî li wir be niha parçe parçe bûye.’ Piştre jî ji me re gotin ‘pêş bikevin.’ Lê belê hêj bi ser bombebaranê nîv saet derbas bûbû ku li heman cihî di navbera me û gerîlayan de pevçûn derket. Weke ku tiştek nebûbe. Beriya niha jî em cerdevan tev li gelek operasyonan bûn lê em tu carî rastî taktîkeke wiha ya şer û berxwedaneke wiha ya dijwar nehatibûn. Bi rastî jî em ji ber vê taktîka wan a şer ecêb man û kesek li benda tiştekî wiha nebû. Endamên rêxistinê bi qasî 5-10 mîtroyan nêzî me bûn lê dîsa jî em bi hatina wan nehesiyan.” 
 
PSÎKOLOJIYA WAN XERAB BÛ 
 
Cerdevanî anî ziman ku tevî teknîk, ÎHA û SÎHA’yên TSK’ê jî, serdestiya şer û herêmê di destê HPG’ê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qadê mîna kefa destê xwe dizanin û çawa bixwazin wisa tevdigerin. Komên wan ên bitevger hene. Pevçûnên gelek dijwar diqewimin. Dema em diçin herêmê, neçar dimînin ku mehekî li wir bimînin. Di nava wê mehê de psîkolojiya me xerab dibe. Jixwe mirov nikare qala rewşa leşkerên tev li operasyonan dibin bike jî. Ji ber ku yek ji wan herêmê nas nake û di heyeta xwe de yekemîn car e cihekî wiha yê çiyayî dibînin. Lewma di destê wan de çiqas teknîk hebe tevekê bi kar tînin lê dîsa jî nikarin bi ser kevin. Li aliyekî bi guleyan me tacîz dikin û li aliyê din jî bombeyan li me dibarînin.” 
 
‘LEŞKER NIKARIN SING BI SING ŞER BIKIN’
 
Bi domdarî cerdevanî anî ziman ku leşker nikarin sing bi sing şer bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku leşker nikarin sing bi sing şer bikin, herêmên çiyayî bi saetan ji hêla balafirên şer, SÎHA û helîkopteran ve tên bombebarankirin. Leşker niha li çend girên ku hatine bombebarankirin bi cih bûne. Lê gerîla her tim li dijî wan giran jî êrişan dikin û kesek nizane bê ka ev êriş ji kîjan alî ve tên kirin. Ew der weke dojehê ye. Ez naxwazim êdî bikevim wê dojehê. Me gelek zehmetî kişandin û naxwazim êdî tev li operasyonan bibim.” 
 

Sernavên din

05/05/2022
12:42 'Tirkiye dixwaze xeta nokeriyê ya kurd çalak bike’
12:06 Jinnews: 31 jin û 3 zarok hatine kuştin
11:38 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê jinek revandin
11:33 Li Amedê dê rojên filmên ekolojiyê bên lidarxistin
10:50 Cerdevanên ku tev li êrişê bûyîn: Pêşketin tune ye û psîkolojiya me xerab bû
10:33 Li ser sînor bang kirin: Divê kurd li dijî xiyanetê rabin ser pêyan
10:32 Rêya Armûşê ya Navneteweyî veguheriye rêya mirinê!
10:31 Dayika Cemîle Çagirga: Yên ku Cemîle kuştin niha jî êrişî Başûr dikin
10:06 Botaniyan banga rawestandina hevkariyê li Barzanî kir
09:46 Tevgera Azadî: Ya wê ev pergal hilweşe yan jî wê bi ser bikeve
09:05 Hunermendên kurd dê li dijî êrişên Tirkiyeyê û PDK'ê çalakiyan li dar bixin
09:03 OÇAV: Em baroyeke ku her kes karibe gotina xwe bibêje dixwazin
09:03 Berteka welatiyan a li dijî êrişên Tirkiyeyê: Dest ji şer berdin
09:03 Şaredariyê şêniyên taxê mexdûr kirin
09:03 Rojnamevan Oynaş: Ji ber ku min poşmanî qebûl nekir înfaza min hat şewitandin
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2022'YAN
04/05/2022
23:59 Aksal bi stand-up’a xwe amedî kenandin
18:14 Li Cizîrê kesek hat binçavkirin: Pozê mêvanê li malê jî şikandin
16:38 Xizma girtî: Me vê cejnê jî zarokên xwe nedît
16:36 Ji Kavala daxuyaniya Geziyê: Biryar kêfî û siyasî ye
16:12 Li Hezexê du ciwan mirî hatin dîtin
16:05 Şervan Êzidxan hat veşartin
15:52 Qurbaniyên Terteleya Dêrsimê hatin bibîranîn: Me ji bîr nekir û efû nekir
15:42 Di nîsanê de 24 jin hatin kuştin
14:43 Li Cizîrê jina ku hewl da întihar bike bi giranî birîndar bû
14:30 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Şeş meh in rayedar xemsar in
14:15 YNK'ê bersiva PDK'ê da: Ya ku Şengalê radestî DAIŞ'ê kir PDK bû
13:24 Di êrişa çekdarî de kesek din jî jiyana xwe ji dest da
12:48 Malbata Şenyaşar wê ji bo cejnê serdanan qebûl bike
12:48 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 29’an
12:11 Nijadperestiya li ser kurdî: Bêceza hiştin û parastin
11:58 MB: Wê nan, meqarne û goşt bên zemkirin
11:54 Birayê leşkerê hatiye kuştin jî tev li 'Nobeta Jiyanê' bû
11:47 Li Efrînê serpelek hate kuştin
11:45 Fîlmê Hêza xelata xwe ya sêyemîn li Los Angelesê wergirt
10:22 Çalakgerên Nobeta Jiyanê: Êdî baweriya me bi Barzanî nayê
10:03 Şaredariya AKP’î çopên xwe dirijîne Çemê Xabûrê
09:44 Pêşmergeyê berê: Xeyala Erdogan ew e ku xwe bigihîne sînorên Osmanî
09:05 Welatiyên Amedê: Ew ji bo bimehînin xizan jî ji bo pariyekî nan bibînin dimeşin
09:04 5 sal in doza azadiya Ocalan dike
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2022'YAN
00:51 Li Amedê wesayîtek hat gulebarankirin: Dayikek û keça xwe jiyana xwe ji dest dan
03/05/2022
19:29 Nobeta Jiyanê: Werin em dawî li şer bînin
18:41 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Divê kes destê xwe dirêjî yekîneyên me yên parastinê neke
17:10 Wênesaz Perwazî jina berxwedêr a Şengalî resmand
16:06 Derheqê parvekirina nîjadperest a li Qereyaziyê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:57 Di serdanên cejnê de daxwaza edaletê kirin
15:29 ‘Alaya edaletê di destê malbata Şenyaşar de ye’
15:11 HRE: Li Efrînê 14 çete hatin kuştin
14:57 Li gundê Aysel Tugluk bang kirin: Ayselê û hevalên wê berdin
14:37 MKGP’ê bang li rojnamegerên jin kir: Em bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin
14:04 Malbatên girtiyan Cejna Remezanê li pêşiya girtîgehê pêşwazî kirin
13:46 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Amsterdamê dest pê dike
12:49 Aliyên siyasî yên Iraqê: Divê dawî li binpêkirina Tirkiyeyê bê anîn
12:30 Li Qereyaziyê parvekirina nîjadperest
12:18 Ji partiyên siyasî serdanên cejnê
11:41 DFG: Di nîsanê de 4 rojnameger hatin binçavkirin û 16 nûçe hatin astengkirin
11:24 120 cerdevan bi navê çawişên pispor şandin Metînayê
11:15 ‘Divê hemû welatparêzên kurd xwedî li Şengalê derkevin’
10:40 Gefa kuştinê li girtiyê ku got ‘Ez kurd im’ xwarin
10:02 TEV-DEM’ê ji bo Şengalê bang kir: Parastina Şengalê deynê stûyê her kesî ye
09:46 Xelkê Şengalê ji bo parastina xaka xwe nobet girt
09:20 Di Nobeta Jiyanê de bang li Barzanî kirin: Destê xwe ji xwîna zarokên me bikêşe
09:08 Qeşayê li fistiqên Rihayê da
09:06 Parêzer Tuysuz: 'Operasyona' li nivîskarê çûye îfade dayînê sûc e
09:04 ‘Roja Reş’ 84 sal in didome
09:02 Li Pirsûsê mal û erd di bin avê de man!
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2022'YAN
02/05/2022
22:38 UNAMI: Êrişên li dijî Şengalê bifikar in
19:35 Li Enqerê jinek hat kuştin
16:23 Înfaza girtiyê ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye hate şewitandin
16:06 Gelek kes çûn serdana malbata Şenyaşar û cejna wan pîroz kirin
16:05 KCDK-E’yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir
15:52 Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir