'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'

img
AMED -  Piştî restorasyonê Dêra Sûrp Gîragos a ermeniyan hat vekirin.Welatiyan di derbara restorasyon û xirab kirina dema qedexeyên derketina derve de axivî û wiha got: “Ji bo desthilatê tu qiymeta taxa Sûr tinne bû yên xirabkirin îro jî hetine vedikin.”
 
Dêra Sûrp Gîragos a ermenan ku di dema qedexeyên derketina derve yên di sala 2015'an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû texrîbkirin, piştî 7 salan hat vekirin. Dêra Sûrp Gîragos, li Rojhilata Navîn dêra herî mezin a ermenan e. Di sedsala 14’an de hatiye çêkirin û piştî ew qas şer, talankirin û êrîşan jî hê jî li ser pêyan e. Di dema Şerê Dudoyan ê Cîhanê de baregeh û depoya çekên leşkerê alman bûye û di dema qedexeyên derketina derve yên di sala 2015'an de li navçeyê hatin îlankirin jî JOH û POH'an (polîsên taybet) ew ji xwe re wekî qereqol bi kar anîne. 
 
Piştî xebatên restorasyonê yên ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê ve dêr hat vekirin. Di dema merasîma vekirinê de gelek ermeniyên ji Êrivan, Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê hatin. 
 
Kesên hatin tevli merasîma vekirinê ya Dêra Sûrp Gîragosê, têkildarî texrîbkirina wê û vekirina wê de axivîn. 
 
Antropolog Dara Gunal bal kişand ser dîroka dêrê û taybeti ya wê. Gunal anî ziman ku ew avahî di dema Şerê Dudoyan ê Cîhanê de ji aliyê leşkerên Alman ve wekî baregeh hatiye bikaranîn û got: “Wexta Şerê Dudoyan wekî depoya çekan haiye bikaranîn. Hundirê dêrê hatibu texrîbkirin û baniyê wî jî qet tune bû. Piştî alikariya cemaetên ermenan û serokê berê ya Şerdariya Amedê Osman Baydemîr û serokê berê yê Şeradariya Surê Abdullah Demirbaş hat restorekirin. Di dema qedexeyên derketina derve de dêr dîsa xirab bû. Restorasyona ku hatiye kirin ji aliyê fîzîkî ve hin tişt hatine kirin, lê ji aliyê rûh ve tu tişt nedaye der. Me ew ruh 7 sal berê winda kir. Tenê dêr û Xançepek ji dest me neçûn, di destê me de tenê ev avahiyan man û ruh jixwe çû.
 
Niviskarê ermen Pakrat Estukyan jî destnîşan kir ku Dêra Sûrp Gîragos li Rojhilata Navîn dêra herî mezin a ermenan e. Estukyan diyar kir ku beriya şerê Sûrê ermenên ku di nasnemeya wan de misilman dinivisandin bi xwedîderketineke mezin dihatin dêrê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di 2012’an de dêr dîsa hat restorekirin û bi coşek mezin vebû. Ji her aliyî ve ermen hatin û tev li vekirinê bûn. Ew dêr bi wî awayî heta 2015’an zindî ma. Paşê gelek tişt guherîn. Bi taybetî Taxa Xançepekê wekî mîras û belge bû, hewş û kolanên ew xaniyan hatin xirabkirin. Aniha em dibînin ku bi destê TOKÎ'yê taxêke nû û bê ruh hatiyê çêkirin û di nav bera tax û dêrê de xerîbiyek û qutbûnek çêbûye, em pir li ber vê dikevin."
 
‘LI KOLANÊN SÛRÊ TANK DIGERIYAN’
 
Estukyan di berdawama axaftina xwe de destnîşan kir ku di dema qedexeyên derketina derve de dêr wekî baregeha polîs û eskerên tevgera taybet (JOH-POH) dihat bikaranîn û got: “ Şerê kû li vira qewimî şerekî hov bû. Ew qas avahî û taxên Sûrê ji bo desthilatê tu mane û qiymeta wan tune bû. Li kolanên Surê tank digeriyan, em bûn şahid. Piranî avahî bi tank û topan hat xirabkirin. Ew tiştine gelek giran in. Em êdî naheyirîn lê nikarin qebûl bikin.”
 
‘KÎ JI WE TOLEDO XWEST’
 
Di dawiya axaftina xwe de Estukyan bi lêv kir ku kesên ku wan deran xirab kirine di heman demê de restore jî kirine û îro ji bo probagandaya xwe hatine tevli merasîma vekirinê bûne û got: “Ji bo me ermeniyan ew vebûn û manayê dêrê cuda ye, ji bo dewlet cuda ye. Dewlet dixwaze bi vê vekirinê probagandaya xwe bike û xwe wekî xwedî xweşbîn û azadîxwaz nîşan bide. Ne jidil in. Bi min jidil nayê. Ji ber ku ya ku ew xera kiriye dewlet e. Serokwezîrê vê demê digot ‘Em ê Sûrê bikin Toledo.' Ew nîşan dide ku ew kes rastiya bajêr jî, ruhê bajêr jî û derûniya bajêr jî fêm nekiriye. Kî ji we  Toledo xwest? PÊdiviya kê bi Toledoyê heye? Em di nav wan kuçeyan de şahidê dîrokê bûn. Ew xirab kirin, ev nayê qebûlkirin.”
 
‘DIXWAZIN HER TIŞTÎ XIRAB BIKIN Û BIGÛHERÎNIN
 
Ji beşdariyan Tarik Hanazay jî diyar kir ku li Sûrê li Taxa Hasirli dimîne û bi gelek ermenan re hevaltî û cinartî kiriye. Hanazay bal kişand ser restorekirina dêrê û wiha got: “Kevirên dêrê birine û ji bo restorasyonê kevirên nû hanîne. Yanî ew jî ruhê dêrê xirab kiriye. Em bala xwe didinê, bi vê restorasyonê rengê wê yê berê jî winda bûye. Li Amedê avahî bi kevirên reş tên çêkirin, lê aniha ew bi kevirên bazalt çêkirine, nebûye. Ruhên wan xirab kirine. Xaniyên berê bi hewş bûn, fireh bûn hewce bû ku bihatana parastin ji ber ku ev der dîroka bi hezaran salan e. Pir dewlemend û cuda bûn. Dibêjin restorasyon, lê na tiştekîw isa tune ye. Dixwazin her tiştî xirab bikin û biguherînin. Desthilat bi vî awayî dixwaze propganadaya xwe bike û xwe wekî demokrat û azadîxwaz nîşan bide. Halbûkî di asasê xwe de ne wisa ye. 
 
Seyfi Demîr jî destnîşan kir ku dêr bi salan e li hemberî hemû êrişan û şeran lis er pêyan maye. Demîr, behsa texrîbkirina dêrê jî kir û got: "Ez bi dilekî xemgîn tevli merasîmê bûm." 
 

Sernavên din

25/09/2022
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin
11:40 Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin
10:44 ‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’
10:06 Jin di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in
10:01 Li Girtîgeha Bedlîsê dermanên xerabûyî hatine tespîtkirin
09:14 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide
09:13 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê gefa kuştinê li girtî xwarin
09:06 TJA 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar dixe
09:05 Rojnamevena îranî Mehbûb: Ji Rojavayê heta Îranê bilindbûna têkoşîna 'Jin jiyan azadî'yê ne tesaduf e
09:04 Îlkay Akkaya: Em vegeriyane salên 90'î
09:01 Rapora pêzaniyê ya qezaya Dêrikê derpêş kiriye ku tu 'qisûra' Cengîz Holdîngê tune ye
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN
24/09/2022
23:21 Li Amedê konsera Rûken Yilmazê
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome
21:47 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
20:17 Keça xwe bi kilaman bi rê kir
19:13 Hewlêriyan qetilkirina Jîna Amîniyê şermezar kir
19:09 Cenazeyê Hacîn Sûcînê hat veşartin
19:05 Îranê Biradostê bombebaran kir
17:18 MKGP’ê û DFG’ê ji rejîma Îranê re got: Rojnamevanan demildest berdin
17:13 Rûniştina F: Divê Huseyîn Durmaz di zûtirin demê de bê berdan
16:58 Dayikên Şemiyê: Heta ku windakiriyên dawî bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:49 Anter: Yên vê pirtûkê dixwînin dê gelek aliyên Apê Mûsa yên nayên zanîn hîn bibin
16:34 Aktîvîstê îranî Hosseîn Ronaghî û parêzerên wî hatin girtin
16:32 Girtiyê nexweş Yûsûfoglû sewqî nexweşxaneyê nayê kirin
16:18 Tifaqa Ked û Azadiyê 'Nexşerê'ya xwe aşkere kir: Têkoşîna hevpar dê bibe meşa ber bi demokratîkbûnê ve
15:55 Tifaqa Ked û Azadiyê Nexşerêya xwe aşkera kir: Em ji bo çareseriyê tên
15:52 Akkaya bertek nîşanî qedexeya konserê da: Ez ê gotina stranan bidomînim
15:38 ‘Mirinên li girtîgehan cînayetên siyasî ne’
15:34 Jinan li Dîlokê bang kir: Em ê bi hev re cîhaneke azad ava bikin
15:23 Ev 25 sal in agahî ji Zozan û Orhan Eren nayên girtin
15:21 Polîsê ku hevjîna xwe qetil kir, mir
15:11 Hêzên rejîmê aktîvîsta îranî Ronaghî derb kir
15:10 Xebatkarên Rojnameya Xwebûnê: Çi dibe bila bibe rojanamegeriya kurdî wê bidomê
14:21 Ermenîstanê teslîm kirin, MÎT’ê got ‘Me bi operasyonê girtin’
13:47 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bililnd a Eregliyê girtî xistine hucreyên yekkesî
13:19 KNK, PJAK û KODAR’ê geşedanên li Îranê nirxandin
12:55 Zilamê ku Zelîha Dûrmûş qetil kir hate girtin
12:42 Polîsekî li Cizîrê hevjîna xwe kuşt
12:19 Malbata Şenyaşar: Yên li dijî vê hêzê disekinin dê winda bikin
12:05 Li Îranê berxwedan belav dibe: Li bajarê Şîno yê kurdan polîs ji kolanan vekişiyan
12:03 Cenazeyên Sûcîn û Kiye radestî malbatên wan hatin kirin
11:54 Ji protestoyên Îranê: Tekane daxwaza me guhertina rejîmê ye
10:38 Rojnameger Porgham: Li Îranê qonaxeke psîkolojîk a girîng hat derbaskirin
10:09 Demîr jî weke Amînî bi heman hincetê hatiye qetilkirin: Dersoka wê vebû!
10:05 Mirineke biguman: Xwe nekuşt, hat kuştin
09:49 ‘Heke li gorî hiqûqê nêzî Doza Anter bûbûna dê têkiliya dewlet û çeteyan derketa holê’
09:36 Li dijî şerê taybet di tûrnûvayê de bûn yek
09:19 Mazlum Ebdî piştgirî da protestoyên li Îranê
09:11 Girtîgehê amûrên paqijiyê desteser kir, nexweşî belav bû
09:11 Li Edliyeya Êlihê mudaxileyî biryara serbestberdanê hat kirin!
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:21 Cenazeyê Hatîce Ay bi girseyî li gundê xwe hat veşartin
23/09/2022
23:19 ŞanoWanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê diyarî Jîna Amîniyê kir
22:46 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter hatin dayîn
21:54 Li Loristanê jî xwepêşandan dest pê kirin
21:03 Piştî hat gotin dê cenaze bê dayîn, malbatê navber da nobeda xwe ya edaletê
20:41 Wêneyê Amîniyê bi sûran ve daliqandin
20:18 Nobeda Edaletê: Ên xwe li bêdengiyê datînin şirîkên vî sûcî ne
19:12 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
18:53 Di operasyonê de pêşefserek mir
18:39 Li MED-DER'ê ji bo nivîskaran roja îmzeyê
18:25 Sal û 6 meh ceza li nûçegihana Jinnewsê Onverê hat birîn
17:55 Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye
13:14 Dê forûma ‘Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin’ bê lidarxistin
12:24 PDK, li ser girê ku leşker lê hatin kuştin baregehekê ava dike
12:21 Ji bo piştgiriya bi jinên îranî re bang: Werin em agirê serhildanê geştir bikin
12:20 Mîhrîcana ŞanoWan îro dest pê dike
12:01 Ferît Şenyaşar: Bila destê siyasî yê li ser dozê bê rakirin
12:01 Erdên gundiyan bi darê zorê jê standin û dan Cengîz Holdîngê
11:47 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:44 Jina ducanî bi awayekî biguman birîndar bû
11:43 Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan
11:29 Doza Girtina HDP’ê: Dewlet bû seferber
11:19 Rewşa girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj girantir dibe
11:10 Dora cîsmê ku leşkeran îmha nekirî bi keviran girtin
10:56 Av. Şakar: Komîteya Wezîran neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne
09:06 Gotibû hemû lazimatiyên wan hatine peydakirin lê derket holê ku tenê 200 lîre daye
09:05 ‘Zarok ji ber tesîsa çopê ya Şaredariya Çewligê nexweş dikevin'
09:05 ‘Meşa Cûdî bû çavkaniya moralê'
09:04 Tifaqa Ked û Azadiyê: Armanca me yekîtiya herî berfireh a jinê ye
09:04 Jina ku ji bêgavî dest ji Îranê berda: Divê gel di vî şerî de bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN
08:52 Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin
22/09/2022
20:35 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
19:17 Çar girtî nîvê şevê hatine sirgûnkirin