Dê pêwendiya tecrîdê ya bi aştiyê re bê nîqaşkirin: Konferansa Li Dijî Siyaseta Tecrîdê Mafê Aştiyê

  • rojane
  • 09:22 25 Gulan 2022
  • |
img
STENBOL - Dê têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û têkiliya wê ya bi aştiyê re bi sernavê "Li Dijî Siyaseta Tecrîdê Mafê Aştiyê" konferansek bê lidarxistin. 
 
Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînan a Civak û Hiqûqê (TOHAV) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û têkiliya wî ya bi aştiyê re dê di 28'ê Gulanê de li Stenbolê bi navê "Li Dijî Siyaseta Tecrîdê Mafê Aştiyê" konferansekê li dar bixin. 
 
Dê di asta neteweyî navneteweyî de hiqûqnas, rewşenbîr, rojnamevan û nivîskar tevli konferansê bibin. Tenê dê 150 kes tevli konfrenasê bibin. Di konferansê de tê pêwendiya di navbera têgiha "aştî" û "tecrîdê" de û tecrîd jî dê di çarçoveya hiqûqî û polîtîk de bê nîqaşkirin. Konferans dê ji 3 danişînan bê û tê de dê ceribandinên ji bo aştiyê yên cîhanê jî bên ragihandin. Konferans dê rojekê bidome û di dawiyê de dê danezana wê ya encamê bê belavkirin. 
 
Danişîna ewil a konferansê dê "Tecrîd, Hiqûq û Polîtîka", danişîna dudoyan dê "Siyaseta Înfaza Ceza û Mafê Hêviyê" û danişîna sisêyan jî "Di warê Hiqûqî û Siyasî De Mafê Aştiyê" be. 
 
TECRÛBEYA MANDELA 
 
Di konferansê de dê Siraj Desaî ceribandinên sembola têkoşîna ant-mêtingeriyê û xwedî nêrîna antî-apartheîdê Nelson Mandela û ceribandinên aprtiya wî ANC'ê ragihîne. 
 
MESELYA KURDÎ Û MÎNAKÊN JI BO ÇARESERIYÊ
 
Her wiha di konferansê de nûnerê baskê siyasî yê IRA'yê (Artêşa Rizgariya Îrlandayê) Sinn Fein jî bi sernavê "Meseleya Kurdî û Ceribandina Mînakên Pevçûn-Çareseriyê" nîqaş bike. 
 
MAFÊ TECRÎD Û AŞTIYÊ 
 
Hevseroka Giştî ya OHD'ê Îlknûr Alcan têkildarî konferansê axivî. Alcan destnîşan kir ku li Tirkiyeyê mirov nikare aştiyê derî tecrîdê bifikire. Alcan anî ziman ku lewma biryara lidarxistina konferansek wiha girtine û got: "Em dibînin ku li welatê me û li cîhanê aştî daxwazeke pir girîng û bivênevê ye. Em wisa difikirin ku em vê yekê ji bo vî welatî nikarin derî tecrîdê nîqaş bikin. Em dixwazin hem polîtîkayên tecrîdê hem jî mafê aştiyê bi hiqûqnas, nivîskar, rojnamevan û rewşenbîran re nîqaş bikin." 
 
Alcan bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha axivî: "Armanca me ew e ku tecrîda ku niha li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan û li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye bê nîqaşkirin û bi vê re daxwaza ji bo aştiyê jî bê nîqaşkirin. Her wiha bi vê re em dixwazin ceribandin û mînakên li cîhanê çêbûne jî nîqaş bikin. Lewma di heman demê de konferanseke navneteweyî ye jî. Em ê ceribandinên ji bo aştiyê yên li welatên cuda çêbûne li vira nîqaş bikin û em ê nîqaş bikin ku ka mirov dikare li Tirkiyeyê çi bike." 
 
REJÎMA TECRÎDÊ
 
Alcan behsa pêvajoya diyalogê ya di navbera salên 2013-2015'an de kir û wiha pêde çû: "Li Tirkiyeyê pêvajoyek 'çareseriyê' çêbû. Ev heyameke ku aştî jî pir nêz bûbû. Lê em dibînin ku bi tecrîdê re pêşiya vê hatiye girtin. Her wiha niha li Tirkiyeyê hemû girtîgehê veguherîne rejîmeke tecrîdê û mixabin di jiyana me de jî. Em dixwazin em nîqaş bikin ku em dikarin ççi bikin û ji bo vê xebateke çawa bikin. Em dixwazin di vî warî de nêrîna derdorên cuda jî guhdar bikin. Paşê em ê vê yekê binirxînin." 
 
DIVÊ BIBE ROJEVA TIRKIYE Û CÎHANÊ
 
Alcan destnîşan kir ku pêwendiya tecrîdê ya bi aştiyê re hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê divê bibe rojev û wiha got: "Em wisa difikirin ku li Tirkiyeyê divê hejmara derdorên rewşenbîr ên di vî warî de hesas zêde be. Ji lew re bi sergirtina meseleyê, em nikarin ber bi aştiyê ve biçin. Em ê piştî nîqaşan û sûdwergirtina ji ceribandinên cuda yên cîhanê hin pêşniyarên çareseriyê hilberînin û paşê encamê belav bikin." 
 
MA/ Dîren Yûrtsever - Dogan Kaynak
 

Sernavên din

11/10/2022
15:20 Sancar: Sedema êrişên hovane tirsa wan a ji têkoşîna gelê kurd e
14:43 Tevî biryara DMME’yê jî doza parlamentera HDP’ê nehate betalkirin
14:05 Dozger ji bo cerdevanê tecawizkar mutala xwe eşkere kir
13:50 Serokên 6 Baroyan ji bo kampanyaya zarokê nexweşê SMA’yî bang kirin
13:46 Cenazeyên HPG’iyan 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin
13:30 HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin
13:00 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
12:29 Malbatên girtiyan bang kir: Ji destê partî û saziyan çi were divê bikin
12:18 Emîne Şenyaşar: Yê ku ji xwe re dibêje insan li dijî vê zilmê bêdeng namîne
12:17 18 kesên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:14 Li Girtîgeha Kîlîsê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin
12:13 LaWje ji bo Jîna Emînî strî: Keça Kurd serî rake
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:12 Danişîna doza midur û edîtorê Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
11:28 Nagihan da pey şopa ‘reng û dengê jinan’ û hafiziyek ava kir
11:19 Li Antalyayê 6 xwendekar hatin binçavkirin
10:35 Dê cenazeyê Nagihan Akarsel sibe bişînin Enqereyê
10:26 Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin 14 roj in di rojiya mirinê de ne
10:24 ‘CPT’yê fikarên civakê ji holê ranekirin’
09:07 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye
09:06 Kesên qetilkirina Poyrazê diparêzin nayên vekolandin
09:03 Kûlû: Gotinên Erdogan projeya tunekirina elewîtiyê ye
09:02 Prof. Abbas Valî: Çalakiyên li Îranê hîmê rejîmê hejandin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:54 Hikûmeta alman bersiva pirsa Îmraliyê da: CPT jê berpirsyar e
10/10/2022
21:36 Li Kadikoyê bîranîna 10'ê Cotmehê: Dê hesab ji kujeran bê pirsîn
20:56 Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî
20:19 Li Amedê 35 kes hatin berdan
20:07 Platforma Ked û Demokrasiyê Komkujîya Enqereyê şermezar kir
17:46 Kesên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:21 Kampanyaya #XwebûnNûbûne tê destpêkirin
17:07 20 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:04 Rojnamevan Tûray: Di wesayîta rîngê de li me dan
16:33 Endamê Meclisa HDP’ê Kaçar jiyana xwe ji dest da
16:25 ‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
15:52 Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da
15:43 Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn
15:38 104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide
14:18 Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
14:13 Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan
13:46 Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
13:00 Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn
12:52 Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin
12:10 Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin
11:39 Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn
11:22 Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû
11:14 Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn
10:49 Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan
10:44 Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin
10:36 Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin
10:19 Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin
09:54 Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye
09:30 20 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:00 Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:39 Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê
09/10/2022
23:55 Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:08 Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da
21:43 Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket
21:19 Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin
21:00 Nûçegihanên me Dal û Îbrahîmoglû hatin berdan
20:36 Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:25 Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin
19:43 Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin
19:30 Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket
17:17 Di êrişên polîsan de 4 rojnameger hatin binçavkirin
16:54 Di êrişa polîsan de lingê parlamenterê HDP’ê şikest
16:49 Tevî dorpêça polîsan jî şermezar kirin: Em ê tecrîdê jî faşîzmê jî bişikînin
16:49 Li Amedê komplo hat şermezarkirin: Çareserkirina krîzan bi Ocalan pêkan e
16:12 Bi hezaran kesan li Dêrikê komplo şermezar kir
15:18 Li Geverê polîsan êriş meşê kir: 20 kes hatin binçavkirin
15:15 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
15:01 Cemîl Taşkesen hat berdan
14:54 Komplo li Dîlok û Semsûrê hat şermezarkirin
14:18 Rêveberiya Xweser: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hesabê bipirsin
14:08 Li Girtîgeha Alanyayê 5 girtî hatin sewqkirin
14:08 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş: Em soz didin ku heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
13:40 HDP: Bi tecrîda li Îmraliyê re dengê aştî û çareseriyê tê qutkirin
13:23 Li Beylîkduzuyê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
13:16 Li Qamişlo û Hesekê bi hezaran kes li dijî komployê daketin qadan
12:16 Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiye û Îranê komîsyon ava kirin
11:24 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re barîkatan derbas bikin
11:21 Ciwanên Welatparêz Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin
11:13 Ji bo nexweşxaneya veguherî ‘projeya hilbijartinê’ îhaleyeke nû hate kirin
10:54 Abdullah Ocalan: Xetereya qirkirinê li ser êzidiyan heye, divê xwedî lê were derketin
09:44 Nivîskar û rewşenbîrên navdar: Ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin
09:17 Keça girtiyê nexweş Ozkan îşaret bi biryara Erdogan kir: Edalet divê ji bo her kesî be
09:16 ‘DAIŞ xwe li Serêkaniyê û Girê Spî birêxistin dike'
09:02 'Jin divê piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê bikin'
09:01 8'emîn Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike: Va Cûdî û va ye ev ax!
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2022'YAN
08/10/2022
23:45 Ciwanan komploya 9'ê Cotmehê protesto kir
22:25 Li gelek navendên Ewropayê komploya navdewletî hat şermezarkirin
21:23 Mîhrîcana Şanoyê û Zarokan bi dawî bû
20:42 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Di xwepêşandanan de 185 kesî jiyana xwe ji dest daye
18:38 Daristanên Amedê tên qirkirin!