Rapora TÎHV’ê ya 2021’an: Di sala 2021’an de îşkence derket lûtkeyê

  • rojane
  • 14:59 30 Gulan 2022
  • |
img

ENQERE - TÎHV’ê rapora xwe ya 2021’an a îşkence, nêzikatiya xerab û zextan parve kir. TÎHV’ê da zanîn ku di nava 30 salên dawî de herî zêde di sala 2021’an de îşkence hatiye kirin. 

 
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) rapora xwe ya Navenda Tedawî û Rehebîlîtasyonê ya 2021’an parve kir. Di raporê de hat gotin ku di sala 2021’an de îşkence êdî li kolanan belav bûye. Li gorî raporê, ji her 10 kesên di bin çavan de îşkence dîtin 7’an jê da zanîn ku li kolanê û di çalakiyên civakî de rastî îşkenceyê hatine. 
 
Her wiha hat destnîşankirin ku di nava 30 salên dawî de herî zêde di sala 2021’an de ji bo TÎHV’ê serlêdan hatine kirin. Li gorî raporê; di sala 2021’an de 984 kesan bi sedema ku ew bi xwe yan jî xizmekî wî/wê rastî îşkenceyê yan jî nêzikatiya xerab hatiye, serî li TÎHV’ê da ne. Bi domdarî hat diyarkirin ku ji serlêdêran 616’an jê da zanîn ku di nava vê salê de rastî îşkenceyê hatine. Her wiha di raporê de hat gotin ku ji her 10 kesên di bin çavan de rastî îşkenceyên hatin 7’an jê da zanîn ku li kolanan û di çalakiyên civakî de rastî îşkenceyê hatine. Ji serlêdêran ê herî biçûk 5 û yê herî mezin jî 76 salî bû. 
 
871 KES LI TIRKIYEYÊ HATIN ÎŞKENCEKIRIN
 
Di raporê de ev tespît hatine kirin: “Di sala 2021’an de bi sedema îşkence û nêzikatiya xerab, ji bo Nûnertiyên TÎHV’ê û Navendên Referansê 915 serlêdan hatine kirin. Hejmara kesên ku xizmekî/a wan rastî îşkenceyê hatin û serlêdan kirin 57 e. Ji 915 kesên bi sedema îşkenceyê serî li weqfê dayîn 871 jê li Tirkiyeyê û 44 kes jî li welatekî din rastî îşkenceyê hatine. 
 
SERLÊDAN HERÎ ZÊDE LI STENBOLÊ HATINE KIRIN
 
Ji kesên hatine îşkencekirin 616 kes jê ji ber îşkenceya di sala 2021’an de û 211 kesan jî ji ber îşkenceya di navbera salên 2016-2020’an lê hatiye kirin serî li TÎHV’ê dan. Bi 307 serlêdanan re Nûnertiya TÎHV’ê ya Stenbolê cihê herî zêde serlêdan lê hatiye kirin e. 263 kesan serî li Nûnertiya Wanê, 166 kesan serî li Nûnertiya Amedê, 134 kesan serî li Nûnertiya Îzmîrê, 66 kesan serî li Nûnertiya Enqereyê û 48 kesan jî serî li Navenda Referansê ya Cizîrê da ne. 
 
BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ JINAN ZÊDE BÛN
 
Bi çalakiyên protestoyî yên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê re binpêkirin, gotinên homofobîk û kampanyayên nefretê yên li dijî LGBTI·+’yan li seranserî salê berbalav bûn. Di mehên çile û sibatê de xwendekar û LGBTI·+’yan gelek serlêdan ji bo nûnertiyên me yên Stenbol û Îzmîrê kirin. Piştî betalkirina Peymana Stenbolê, êriş û binpêkirinên li dijî jinan jî zêde bûn. 
 
NÎVIYA SERLÊDÊRAN CIWAN IN
 
Ji 871 kesên ji ber îşkenceyê li Tirkiyeyê serlêdan kirin 307 jê jin in (ji sedî 35,2), 527 jê zilam in (ji sedî 60,5) û 37 jê jî LGBTI·+ yî (ji sedî 4,2) ne. Dema bi daneyên sala 2020’an didin berhev, hejmara serlêdanên LGBTI·+’yan zêde bûne. Di sala 2021’an de ji ber îşkenceyê kesê/a herî biçûk a serlêdan kirî 5 salî, yê/ya herî mezin jî 76 salî ye. Ji nîviyê zêdetir a serlêdêran, di bin 30 saliyê de ne. 
 
56 ZAROKAN SERÎ LI TÎHV’Ê DAN 
 
Di sala 2021’an de 56 zarokan serî li TÎHV’ê dan. Ji van kesan 30’an jê ji ber îşkenceyên li Tirkiyeyê dîtin û 5 kesan jî ji ber îşkenceyên li derveyî welat dîtibûn serlêdan kirin. Ji zarokên ku bi sedema îşkenceyê serî li weqfê dayîn 17 jê di sala 2021’an de hatine îşkencekirin. Ji zarokan 12 jê di dema serdegirtina malan de, 11 jê di dema binçavkirinên nefermî de, 4 jê di dema binçavkirina fermî de, 2 jê li girtîgehê û yek jî li navenda komkirina penaberan rastî îşkenceyê hatiye. 
 
JI SEDÎ 90’Î BINÇAVKIRINAN BI SEDEMÊN SIYASÎ NE
 
Ji sedî 30,6’î nifûsa Tirkiyeyê bi eslê xwe ji başûrê rojhilatê Anatoliyayê û rojhilatê Anatoliyayê ne. Ji kesên bi sedema îşkenceyê serî li TÎHV’ê dayîn sedî 63,7’an jê ji van herêman e. Ji serlêdêran ji sedî 89,9’an da zanîn ku ji ber nêrîna xwe ya siyasî, nasname û çalakiyên xwe hatine binçavkirin. 
 
ÎŞKENCE HERÎ ZÊDE LI KOLANÊ TÊ KIRIN
 
Ji her 2 kesên di sala 2021’an de di bin çavan de hatine îşkencekirin 1 kes dibêje ku li yekîneyekî yan jî ji yekîneyekê zêdetir cihan hatine îşkencekirin. Ji her 10 serlêdêran 7’an jê da zanîn ku li kolan û di çalakiyên civakî de, ji 10 serlêdêran 4’an jê got ku di nava wesayîtê de, ji 10 serlêdêran 4’an jê jî destnîşan kir ku li emniyetê rastî îşkenceyê hatine. Di sala 2021’an de bûyerên îşkenceyê herî zêde li navenda binçavkirinê ya Stenbolê û li Emniyeta Wanê hatine kirin.
 
5 KES RASTÎ ÎŞKENCEYA ZAYENDÎ HATIN
 
Gelemperiya serlêdêran da zanîn ku rastî gelek cureyên îşkenceyê hatine. Ji her 10 serlêdêran 8’an got ku rastî heqaret û biçûkxistinê, ji 10 kesan 7’an jê got ku rastî destwerdana fîzîkî hatine û ji her 10 kesan 5’an jî destnîşan kir ku rastî îşkenceya zayendî hatine. Ji her 10 serlêdêran 9’an jê got ku piştî travmayê nîşaneyên strêsê dijîn. Hat tespîtkirin ku ji serlêdêran 14 jê neçarî destwerdana cerrahî bûne.” 
 

Sernavên din

02/06/2022
11:20 Dadgehê 'KADES'a Bêkurdî' ya Soylû betal kir
10:44 Henan Osman: Siyaseta Tirkiyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn bi xeter e
10:43 Dayika Dogal ê HPG’î: Bila kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne
10:39 Êrişî Zirganê kirin: Zarokek birîndar bû
10:09 Ciwanê ku dihat îdiakirin întihar kiriye hat veşartin
10:08 Siyasetmedarên Başûr: Di kuştina her şoreşgerekî ya li Başûr de tiliya PDK’ê heye
10:01 Hevserokê HDP'ê ku polîsan lê dabû gilî kir
09:31 Ji 218 dikandarên Hala Zebze ya Amedê 148 kesan dikanên xwe girtine
09:29 ‘Ew mastê gamêşan dixwin, xelk nikare nan bibe mala xwe'
09:06 Sercerdevanê berê: Ez poşman im, çekên xwe deynin, bila bira xwîna bira nerijîne
09:04 Cinayeta Zekî Çelebî: Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne
09:01 Omer Ocalan: Gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
01/06/2022
22:07 Bûldan: Êdî dem hatiye her kes ber bi HDP'ê ve bê
21:39 QSD: Tu têkiliya me bi bombebarankirina Girê Spî re tune ye
21:35 Bomebebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
20:04 DAKAP: Demildest jinên hatine binçavkirin berdin
19:13 Li Bismilê xizmên windayan: Bila dozger DNA'ya hestiyan bike
18:52 Egîtîm-Sen: Qanûna ku mafên me binpê dike betal bikin!
18:04 Doza Komkujiya Pirsûsê hat taloqkirin
16:27 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran serdana HDP'ê kirin
16:22 Li Qoserê stunên betonê yên leşkeriyê ji bo jiyana sivîlan xetere ne
16:16 ‘Divê her kes li dijî zilma li girtîgehan dengê xwe derxîne’
16:05 Meclis TV li girtîgehê hate qedexekirin
16:04 HDP'ê daxwaz kir ku 'qanûna dezenformasyonê' bê vekişandin
15:56 Di Doza Komkujiya Îzol de bersûc hatin berdan
15:43 Rapora girtîgehên Behrareş: Her ku diçe tecrîd giran dibe
15:22 Êrişên li Çiyayê Cûdî piştî mehekê hatin ragihandin
15:02 Nobeda Edaletê: Heta em sernekevin dest ji çalakiya xwe bernadin
14:50 Dema binçavkirina 16 ciwanan hate dirêjkirin
14:46 Rêya berdanê ji Kadîr Şeker re vebû
14:44 Erdogan hedefa êrişa dagirkirina Rojava diyar kir
14:31 Leşkeran li Elkê çûyîna zozanan asteng kirin
14:30 Danişîna Doza Pirsûsê: Îlhamî Balî çawa li Îdlibê dimîne?
14:12 5 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:11 'Li dijî siyaseta tecrîdê em ê bi daxwaza parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’
14:01 Polîsan bîranîna Ethem Sarisuluk asteng kirin
13:23 Hat angaşkirin ku ji ber sedemên aborî întihar kiriye
13:21 Jinan bertek nîşanî doza girtinê ya KCDP’ê dan: Dozeke derhiqûqî ye
12:24 Cotkarên Hewselê: Bila desthilat dev ji şer berde, rêya çareseriyê bibîne
12:13 Malbata Şenyaşar: Hemû kesên bêdeng ji rewşa heyî berpirsyar in
12:13 Dîroknasê kurd Bayrak: Kesên îxanet dikin bila li dîrokê binêrin
12:04 Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:52 Jina ku hewl da întîhar bike jiyana xwe ji dest da
11:38 Kesên ku di salvegera Geziyê de hatibûn binçavirin hatin berdan
11:25 Navên 4 leşkerên hatine kuştin aşkera bûn lê TSK bêdeng e
11:17 Di salekê de hezar û 572 kesan serî li CÎSST'ê daye: Binpêkirinên micid pêk tên
11:08 Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn
10:30 Careke din ceyran û gazê zem kirin
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike