TUAY-DER: Bingeha hemû bê hiqûqiyên li girtîgehan tecrîda li ser birêz Ocalan e

  • rojane
  • 15:11 30 Gulan 2022
  • |
img
AMED - TUAY-DER’e derbarê binpêkirinên mafên girtiyan û girtiyên ku herî dawî di girtîgehe de jiyana xwe ji dest dane de daxuyanî da û dest nişan kir ku bingêha hemû pirsgrikan tecrîd e û heta tecrîd û sepanên bê hiqûqî bi dawî nebin wê li pêy şopa wan bin.
 
Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, derbarê girtiyên ku di demên dawî de di girtîgehe de jîyana xwe ji dest dane û tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan de, li ber avahiya xwe daxuyanî da. Endam û rêveberên Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Komeleya Hiqûqnasen Ji bo Azadiyê (OHD) Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniya Hiqûqê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TÛHAD-FED) û Dayikên Aştiyê di daxuyaniyê de amade bûn.
 
Hevserokê TUAY-DER’a Amedê Mehmet Gunduz daxuyanî xwend. Gunduz, bi lêv kir ku ji ber polîtikayên antî demokratik ên di girtîgehan de her ku diçe binpêkirina mafan zede dibin. Gunduz tekildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Ji ber sepanên bê hiquqî desthilatdar girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû dihelin, girtiyên ku cezayê xwe qedandine infaza wan tê şewitandin, girtiyan sirgunî dûrî malbatan dikin. Girtî rastî îşkenceyan tên. Her wiha lêgerîna tazî li ser girtiyan ferz dikin, mafê girtiyan ê nexweşxaneyê û edaletê bi sêpanên bê hiqûqî tên binpêkirin.”
 
‘GIRTIGEH BÛNE CIHÊ MIRINE’
 
Gunduz, bal kişand ser girtî Sadik Ûgûr ku di Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê ya Êlihê de jiyana xwe ji dest dabû û wiha got: “Em vê yekê weke mirineke normal qebûl nakin. Hemû kes dizanê ku di girtîgehan de mirina normal nabe. Di nav salekê de Mehmet Alî Çelebî, Bangîn Muhammed, Abdulrezzak Şûyûr, Halîl Guneş, Sînan Kaya, Şervan Can Guder, Mehmet Hanîfî Bîlgîn, Vedat Erkmen, Ramazan Tûran, Ferhan Yilmaz û herî dawî jî Siddik Ûgûr di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan.  Girtîgeh edî bûne cihe mirine.”
 
‘ÎŞKENCEYA SÎSTEMATÎK’
 
Di berdewama axaftina xwe de Gunduz, destnîşan kir ku her sal ji ber binpêkirina mafan bi sedan girtî jîyana xwe ji dest didin û di derbarê binpêkirina mafên girtîgehan de wiha axivî: “Girtîyan diavêjin hucreyan. Rayedarên girtîgehan zext û tûndiyan li ser girtiyan ferz dikin. Xwarinên paqîj nadin girtiyan, li gorî dilê xwe cezayan didin girtiyan. Dest deynin ser nameyên wan. Girtiyên nexweş nayên derman kirin. Herwiha qawişên qelebalix, muayeneya bi kelemçe dikin, dermanên girtiyan nadin, dest deynin ser pirtûkên wan, spor, çand û axaftin ji girtiyan re tên qedexekirin. Kalorîfer naxebitin, zarokên ku bi dayika xwe re di girtigehe de ne mafê wan nayê parastin, kesên ku diçin serdanê rastî tûndiyê tên.  Mafê serdanê tê binpêkirin. Ew binpêkirina mafan hemû îşkenceya sîstematîk e. Her sal ji ber gelek girtiyên nexweş nayên derman kirin û berdan jiyana xwe ji dest didin.”
 
DAXWAZÊN WAN
 
Gunduz, diyar kir ku bingeha van hemû pirsgirekan tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e, divê ev tecrîd bi dawî bibe û daxwaziyên xwe wiha rêz kirin: 
 
“*Kesen ku ji wan mirinên ku bi guman qewimîne re berpirsyar in bila li pêşberî dadgehê hesab bidin.
 
*Bila pêşiya zext, tundî û îşkenceyên li girtîgehê bê girtin.
 
*Bila qedexeyên ku li gorî dile girtîgehe tên kirin, bên rakirin.
 
*Bila mafê girtîyên nexweş ên bên derman kirin bi awayekî mirovî pêk were.
 
* Ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareser bibe çi ji destê me were em ê bikin. Em ê heta dawî li pêy şopa van pirsgirekan bin da ku bi dawî bibin.”
 
 Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtîyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû.
 

Sernavên din

02/06/2022
11:20 Dadgehê 'KADES'a Bêkurdî' ya Soylû betal kir
10:44 Henan Osman: Siyaseta Tirkiyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn bi xeter e
10:43 Dayika Dogal ê HPG’î: Bila kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne
10:39 Êrişî Zirganê kirin: Zarokek birîndar bû
10:09 Ciwanê ku dihat îdiakirin întihar kiriye hat veşartin
10:08 Siyasetmedarên Başûr: Di kuştina her şoreşgerekî ya li Başûr de tiliya PDK’ê heye
10:01 Hevserokê HDP'ê ku polîsan lê dabû gilî kir
09:31 Ji 218 dikandarên Hala Zebze ya Amedê 148 kesan dikanên xwe girtine
09:29 ‘Ew mastê gamêşan dixwin, xelk nikare nan bibe mala xwe'
09:06 Sercerdevanê berê: Ez poşman im, çekên xwe deynin, bila bira xwîna bira nerijîne
09:04 Cinayeta Zekî Çelebî: Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne
09:01 Omer Ocalan: Gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
01/06/2022
22:07 Bûldan: Êdî dem hatiye her kes ber bi HDP'ê ve bê
21:39 QSD: Tu têkiliya me bi bombebarankirina Girê Spî re tune ye
21:35 Bomebebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
20:04 DAKAP: Demildest jinên hatine binçavkirin berdin
19:13 Li Bismilê xizmên windayan: Bila dozger DNA'ya hestiyan bike
18:52 Egîtîm-Sen: Qanûna ku mafên me binpê dike betal bikin!
18:04 Doza Komkujiya Pirsûsê hat taloqkirin
16:27 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran serdana HDP'ê kirin
16:22 Li Qoserê stunên betonê yên leşkeriyê ji bo jiyana sivîlan xetere ne
16:16 ‘Divê her kes li dijî zilma li girtîgehan dengê xwe derxîne’
16:05 Meclis TV li girtîgehê hate qedexekirin
16:04 HDP'ê daxwaz kir ku 'qanûna dezenformasyonê' bê vekişandin
15:56 Di Doza Komkujiya Îzol de bersûc hatin berdan
15:43 Rapora girtîgehên Behrareş: Her ku diçe tecrîd giran dibe
15:22 Êrişên li Çiyayê Cûdî piştî mehekê hatin ragihandin
15:02 Nobeda Edaletê: Heta em sernekevin dest ji çalakiya xwe bernadin
14:50 Dema binçavkirina 16 ciwanan hate dirêjkirin
14:46 Rêya berdanê ji Kadîr Şeker re vebû
14:44 Erdogan hedefa êrişa dagirkirina Rojava diyar kir
14:31 Leşkeran li Elkê çûyîna zozanan asteng kirin
14:30 Danişîna Doza Pirsûsê: Îlhamî Balî çawa li Îdlibê dimîne?
14:12 5 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:11 'Li dijî siyaseta tecrîdê em ê bi daxwaza parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’
14:01 Polîsan bîranîna Ethem Sarisuluk asteng kirin
13:23 Hat angaşkirin ku ji ber sedemên aborî întihar kiriye
13:21 Jinan bertek nîşanî doza girtinê ya KCDP’ê dan: Dozeke derhiqûqî ye
12:24 Cotkarên Hewselê: Bila desthilat dev ji şer berde, rêya çareseriyê bibîne
12:13 Malbata Şenyaşar: Hemû kesên bêdeng ji rewşa heyî berpirsyar in
12:13 Dîroknasê kurd Bayrak: Kesên îxanet dikin bila li dîrokê binêrin
12:04 Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:52 Jina ku hewl da întîhar bike jiyana xwe ji dest da
11:38 Kesên ku di salvegera Geziyê de hatibûn binçavirin hatin berdan
11:25 Navên 4 leşkerên hatine kuştin aşkera bûn lê TSK bêdeng e
11:17 Di salekê de hezar û 572 kesan serî li CÎSST'ê daye: Binpêkirinên micid pêk tên
11:08 Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn
10:30 Careke din ceyran û gazê zem kirin
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike