Ozsoy: Cîhan îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike

  • rojane
  • 09:00 31 Gulan 2022
  • |
ENQERE - Hişyar Ozsoy têkildarî helwesta AKP'ê ya ji bo berfirehkirina NATO'yê ku wekî şert meseleya kurdî datîne holê got: "Cîhan îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike." 
 
Nîqaşên ku dê Tirkiyeyê li Sûrîyeyê operasyoneke nû bide destpêkirin didomin. Ev operasyona gengaz ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan sinyalên wê dabn û hefteya borî di daxuyaniya Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) de jî hat daxuyandin wekî pêngaveke beriya hilbijartinê tê nirxandin. 
 
Her wiha piştî ku Swêd û Fînlandiya xwestin tev li NATO'yê bibin, AKP'ê jî şertê meseleya kurdî danî holê. 
 
Hevberdevkê Têkiliyên Derve yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hişyar Ozsoy anî ziman ku desthilata AKP û MHP'ê ji bo operasyonên li hemberî Sûrîyeyê rewa bikin dest bi eşkerekirina hejmara eskerên mirî kirine. Ozsoy, mîlîtarîzma ku desthilat beriya hilbijartinên 2023'yan gur kiriye, têkiliya bi NATO'yê re û plansaziyên Tirkiyeyê yên derbarê şerê Rûsya-Ûkraynayê de nirxandin. 
 
 
Ozsoy destnîşan kir ku bi hejmara eskerên mirî amadekariyên êrişeke nû tên kirin û got: "Mirina eskeran berbiçav dikin. Di asaê xwe de ji bo hêla derûnî ya vî şerî ser mirina eskeran digirtin û bi raya giştî re parve nedikirin. Tew têkildarî mirina çawîşên pispor û eskerên bi peyman belgeya divê neyên aşkerekirin hatiye îmzekirin." 
 
REWAKIRINA ÊRIŞAN
 
Ozsoy ku got "Cenazeyên eskeran ji Iraqê tên lê çima Sûriye?" destnîşan kir ku ji bo operasyona Sûriyeyê jî hin pêngavên spekulatîf tên avêtin. Ozsoy got: "Demek berê gotin ji wir ber bi Tirkiyeyê ve hin êriş hatine kirin, topên hawanê li Tirkiyeyê ketine. Hêla hember jî got, tu eleqeya wan bi vê re tune ye. Jixwe Musteşarê MÎT'ê berê gotibû, 'Em ê ji wir çend bombeyan bavêjin vira, wê tu pirsgirêk çênebin.' Jixwe em nizanin bê li wir çi dibe. Ji her rengî kom hene. Dixwazin êrişa xwe ya nû ya ku dê bikin rewa bikin. Lê her kes dizane ev ne wisa ye, lê berdewmiya êrişan a li hemberî Rojavayê konseptek bû. Vê yekê heya cihekî anîn. Efrîn, paşê Serêkaniyê û heya Girê Spî çûn. Erdogan bi xistina Qamişlo û Kobanê dixwaze bi kevirekî çend qûçan weregerîne." 
 
SERKETINÊN SIXTE
 
Ozsoy destnîşan kir li Tirkiyeyê her tim piştgiriya şer û mîlîtarîzmê tê kirin û Erdogan jî hewl dide di ser vê re îmaja pêşengekî xurt biafirîne û got: "Ger nikaribe pereyan bide mirovan dê serketinên sixte bide wan. Beriya hilbijartinê bi van êrişan dixwaze hem muxalefetê hem jî civakê cardin dîzayn bike. Erdogan beriya hemû hilbijartinan êriş birine ser hin deveran. Ber bi hilbijartina herî mezin ve mihtemelen dê rîskê hilgire û êrişa xwe ya mezin di vê hilbijartinê de pêk bîne. Ji lew re êdî ya wê her tiştî winda bike yan jî dê bi awayekî ji vê tengavê derkeve. Lewma dixwaze amadekariyên her tiştî bike." 
 
Ozsoy bilêv kir ku armanca operasyona li hemberî Sûriyeyê bi temamî tasfiyekirina Rojavayê ye û got: "Ger destûrê ji hêzên mezin bigire dê bike. A dudoyan jî piştî van deran ji kurdan xalî bike dê derdorên ereb ên hatine Tirkiyeyê bi darê zorê bibe van deran." 
 
‘ÇAV LI RÛSYAYÊ JÎ DIŞIKÎNE'
 
Ozsoy destnîşan kir ku desthilat piştî nîqaşên derbarê berfirehkirina NATO'yê de dixwaze daxwaza Fînlandiya û Swêdê ya ji bo daxilbûna nava NATO'yê ji xwe re bike firsend û got, bi vê dixwaze êrişê bibe ser Rojavayê. Ozsoy bilêv kir ku di vê êrişa gengaz de çendî Ewropayê piştgiriya wê nekiribe jî dîsa meseleya penaberan gur nekiriye. Ozsosy diyar kir ku di meseleya Sûriyeyê de yên herî girîng DYA û Rûsya ne û got, DYA xwe li pozîsyona "dê li Sûriyeyê operasyon çênebe" bi keys kiriye, lê di êrişeke gengaz de ne diyar e ku dê endamê NATO'yê Tirkiye xwe di pozîsyoneke çawa de bi keys bike. 
 
Ozsoy destnîşan kir ku Rûsya dest ji Sûriyeyê bernedaye û got: "Rûsya di Ûkraynayê de asê maye. Tirkiye jî di nava NATO'yê de rola hespê Trûvayê dilîze û çav li Rûsyayê dişikîne. Dibêje; 'Tu dibînî, ji bo Fînlandiya û Swêd nebin endamên NATO'yê bê ez xwe bera nava xetereyeke çawa didim, lewma beramberiya vê divê kirinên min ên li Sûriyeyê ji nedîtî ve bên.' Belkî rasterast jî doza tiştekî wiha kiribin, em nizanin. Planeke wisa tevlihev heye. Gava bibîne kes pir bertek nîşan nade dê dudilî nebe." 
 
'ÊN CUDA DIFIKIRIN HENE'
 
Ozsoy diyar kir ku endamê NATO'yê Tirkiye 7 sal in hemû derfetên di dest xwe de bi kar anîne û ji bo kurdên li Sûriyeyê "krîmînalîze" bike û "terorîst" îlan bike li ber xwe dide, lê halî hazir ev hewldanên AKP-MHP'ê hemû pûç bûne. Ozsoy bilêv kir ku meseleya kurdî bi destê desthilatê ji meseleyeke ku dikaribû di nava Tirkiyeyê û kurdan de bê helkirin veguheriye meseleyeke global û got: "Meseleya kurdî niha bûye meseleyeke global. Pergaleke wekî NATO'yê ku ji bo ji nû ve bê organîzekirin jî di nav de kurd di rojeva hemû welatan de ne. Tevahiya cîhanê îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike. Cîhan nîqaş dike ku Tirkiye dixwaze şerê li hemberî kurdan ku nikare bi rê ve bibe daxilî nava konsepta NATO'yê bike. Gerçî ji berê de şerê NATO'yê ye, lê êdî di nava NATO'yê de hin derdorên derbarê kurdan de cuda difikirin hene. Niha Erdogan wekî kozê dawî tişta 6-7 sal in dike didomîne. Hewl dide YPG'ê wekî 'terorîst' bê îlankirin, lê ev îhtimal îhtimalek pir dûr e." 
 
‘GER WÊREK BE DÊ LI ENQEREYÊ ÇARESER BIKE'
 
Ozsoy careke din destnîşan kir ku meseleya kurdî veguheriye meseleyeke global û got: "Meseleya kurdî berê loqal bû, bû meseleyek herêmî û niha jî bûye meseleyek global. Ev tiştekî paradoksî ye. Ê ku wisa kir jî ew bi xwe ye. Ji dêvla ku meseleya kurdî li Amedê, li Enqereyê û li deverên din bide ber nîqaşê û çareser bike, hemû enerjiya xwe, çavkaniyên xwe ji bo fetisandina Rojavayê bi kar tîne. Têkiliya xwe ya bi her kesî re perîşan kiriye. Halbûkî pir hêsan e, meseleyeke ku koka wê li vir e. Ne hewce ye mirov biçe li Helsînkiyê, li Stockholê, li Washîngtonê wê bitespisîne. Ger wêrekiyeke we ya siyasî be, hûn ê li ser bisekinin. Lê ya tê kirin tirsonekiya siyasî ya herî mezin e. Kes di çarçoveya siyasî de nêzî meseleyê nabe. Dê hinekî din jî êriş bike." 
 
‘KURD DÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'
 
Ozsoy bibîr xist ku kurd Helebçe, Enfal, Efrîn û Kobanê dîtine û got: "Lê piştî hemû êrişan cardin xwe dane ser hev û bi awayekî hîn xurtir dimeşin. Hêvîdar im Tirkiye dest ji vê yekê berde. Ger dest jê bernede dê kurd têkoşîna xwe bidomînin." 
 
MA / Berîvan Altan
 

Sernavên din

02/06/2022
11:20 Dadgehê 'KADES'a Bêkurdî' ya Soylû betal kir
10:44 Henan Osman: Siyaseta Tirkiyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn bi xeter e
10:43 Dayika Dogal ê HPG’î: Bila kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne
10:39 Êrişî Zirganê kirin: Zarokek birîndar bû
10:09 Ciwanê ku dihat îdiakirin întihar kiriye hat veşartin
10:08 Siyasetmedarên Başûr: Di kuştina her şoreşgerekî ya li Başûr de tiliya PDK’ê heye
10:01 Hevserokê HDP'ê ku polîsan lê dabû gilî kir
09:31 Ji 218 dikandarên Hala Zebze ya Amedê 148 kesan dikanên xwe girtine
09:29 ‘Ew mastê gamêşan dixwin, xelk nikare nan bibe mala xwe'
09:06 Sercerdevanê berê: Ez poşman im, çekên xwe deynin, bila bira xwîna bira nerijîne
09:04 Cinayeta Zekî Çelebî: Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne
09:01 Omer Ocalan: Gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
01/06/2022
22:07 Bûldan: Êdî dem hatiye her kes ber bi HDP'ê ve bê
21:39 QSD: Tu têkiliya me bi bombebarankirina Girê Spî re tune ye
21:35 Bomebebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
20:04 DAKAP: Demildest jinên hatine binçavkirin berdin
19:13 Li Bismilê xizmên windayan: Bila dozger DNA'ya hestiyan bike
18:52 Egîtîm-Sen: Qanûna ku mafên me binpê dike betal bikin!
18:04 Doza Komkujiya Pirsûsê hat taloqkirin
16:27 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran serdana HDP'ê kirin
16:22 Li Qoserê stunên betonê yên leşkeriyê ji bo jiyana sivîlan xetere ne
16:16 ‘Divê her kes li dijî zilma li girtîgehan dengê xwe derxîne’
16:05 Meclis TV li girtîgehê hate qedexekirin
16:04 HDP'ê daxwaz kir ku 'qanûna dezenformasyonê' bê vekişandin
15:56 Di Doza Komkujiya Îzol de bersûc hatin berdan
15:43 Rapora girtîgehên Behrareş: Her ku diçe tecrîd giran dibe
15:22 Êrişên li Çiyayê Cûdî piştî mehekê hatin ragihandin
15:02 Nobeda Edaletê: Heta em sernekevin dest ji çalakiya xwe bernadin
14:50 Dema binçavkirina 16 ciwanan hate dirêjkirin
14:46 Rêya berdanê ji Kadîr Şeker re vebû
14:44 Erdogan hedefa êrişa dagirkirina Rojava diyar kir
14:31 Leşkeran li Elkê çûyîna zozanan asteng kirin
14:30 Danişîna Doza Pirsûsê: Îlhamî Balî çawa li Îdlibê dimîne?
14:12 5 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:11 'Li dijî siyaseta tecrîdê em ê bi daxwaza parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’
14:01 Polîsan bîranîna Ethem Sarisuluk asteng kirin
13:23 Hat angaşkirin ku ji ber sedemên aborî întihar kiriye
13:21 Jinan bertek nîşanî doza girtinê ya KCDP’ê dan: Dozeke derhiqûqî ye
12:24 Cotkarên Hewselê: Bila desthilat dev ji şer berde, rêya çareseriyê bibîne
12:13 Malbata Şenyaşar: Hemû kesên bêdeng ji rewşa heyî berpirsyar in
12:13 Dîroknasê kurd Bayrak: Kesên îxanet dikin bila li dîrokê binêrin
12:04 Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:52 Jina ku hewl da întîhar bike jiyana xwe ji dest da
11:38 Kesên ku di salvegera Geziyê de hatibûn binçavirin hatin berdan
11:25 Navên 4 leşkerên hatine kuştin aşkera bûn lê TSK bêdeng e
11:17 Di salekê de hezar û 572 kesan serî li CÎSST'ê daye: Binpêkirinên micid pêk tên
11:08 Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn
10:30 Careke din ceyran û gazê zem kirin
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike