Ergul: Ji bo azadiya Ocalan em mecbûr in zorê bidin komîteyê

  • rojane
  • 09:01 31 Gulan 2022
  • |
img
STENBOL - Sekretera Giştî ya OHD'ê Rengîn Ergul destnîşan kir ku ger Tirkiye li gor tenbiyên Komîteya Wezîran tevbigere dê piştî 25 salên girtinê azadiya fizîkî ya Ocalan bê nîqaşkirin û got: "Tirkiye mecbûr e li gor vê tevbigere. Divê em di vî warî de zorê bidinê." 
 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo cezayê heta bi hetayê yê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye birîn diyar kiribû ku ev ceza dijî xala 3'yan a qedexekirina îşkence û muameleya xirab a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye. DMME'yê piştî vê biryarê di 18'ê Adara 2014'an de di bin navê "Ocalan 2" de derbarê girtî Hayatî Kaytan, Emîn Gûrban û Civan Boltan jî heman biryar dabû. 
 
Piştî 7 salan Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di 26'ê Tîrmeha 2021'ê de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabûn ku demildest biryarên ji bo "cezayê girtîgehê yê muebeda girankirî" hatine dayîn pêk bên. 
 
Komîteyê cara ewilî di navbera 30'yê Mijdarê û 2'yê Kanûnê de ev mijar daxilî rojeva xwe kiribû û xwestibû Tirkiye herî dereng heya Îlona 2022'yan têkildarî vê mijarê agahiyan bide. Tirkiyeyê heya niha têkildarî biryara derbarê cezayê "muebed agirankirî" yê li Ocalan, Boltan, Gûrban û Kaytan hatiye birîn nexşerêyek berpêş nekiriye. 
 
Sekretera Giştî ya OHD Rengîn Ergul serlêdana kirine û helwesta Tirkiyeyê nirxandin. 
 
‘LI ÎMRALIYÊ REJÎMEKE TAYBET'
 
Ergul anî ziman ku Ocalan di şert û mercên giran de dimîne û li Îmraliyê "rejîmeke" taybet a cihêkar û newkehev tê pêkanîn û ji ber vê Tirkiye ne hiqûqa xwe ya navxweyî ne jî biryarên DMME'yê pêk tîne. Ergul destnîşan kir ku beriya ku Komîteya Wezîran serlêdana wan daxilî nava rojeva xwe bike Tirkiyeyê planine manîpule berpêşî komîteyê kirine û got: "Tirkiyeyê di plana ewil a da ber komîteyê de got biryara hatiye dayîn wergerandiye û pêk aniye. Lê belê wergerandina biryareke DMME'yê û şandina wê ya ji dadgehê re nayê wateya pêkanîna wê, ji bo vê guherandike qanûnî divê. Di bersiva xwe ya da me de jî diyar kir ku li Tirkiyeyê berdana bi şertî pêkan e, lê îstisnamyê vê hene. Me jî di serlêdanên xwe de ev îstisna destnîşan kirin." 
 
GAV NEHATIN AVÊTIN
 
Ergul bibîr xist ku komîteyê ji Tirkiyeyê xwestiye qanûnên xwe li gor DMME'yê li hev bîne, agahiyên derbarê girtiyên cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn parve bike û plana xwe heya 22'yê Îlona 2022'yan berpêş bike û got, lê Tirkiyeyê heya niha tu gav neavêtine û plana xwe berpêş nekiriye. 
 
‘EM MECBÛR IN ZORÊ BIDINÊ'
 
Ergul bilêv kir ku ger Tirkiye li gor tenbiyên komîteyê tevbigere dê piştî 25 salên girtinê azadiya fizîkî ya Ocalan bê nîqaşkirin û got: "Ger Tirkiye qanûnên xwe li gor qanûnên DMME'yê li hev bîne, wê demê gere ji bo azadiya Ocalan mekanîzmayekê ava bike. DMME di şert û mercên asayî de piştî 25 salên girtinê înîsyatîfa berdanê ji Tirkiyeyê re dihêle. Biryara mînak a DMME'yê ya derbarê Osman Kavala û Selahattîn Demîrtal de heye. Lê ji ber ku Tirkiye bersiva van bangawaziyan neda, komîteyê bi taybetî ji bo Kavala prosedura binpêkirinê da destpêkirin. Tirkiyeya ku di mînaka Kavala de li gor van banagwaziyan hereket nekir, em bawer nakin ji bo Birêz Ocalan jî li gor hiqûqê hereket bike û bersivan bangawaziyan bide. Lê belê komîte mecbûr bi mekanîzmayeke kontrolkirinê vê yekê pêk bîne û Tirkiye jî mecbûr e li gor wê hereket bike. Em jî di vî warî de dizê zorê bidinê. Em ê vê pêvajoyê bi vî awayî bidin şixulandin." 
 
ÎMRALÎ Û BAZARÎ
 
Ergul destnîşan kir ku DMME polîtîkayeke durû dimeşîne û ji ber liv û tevgerên komîteyê heya niha Macarîstan û Lîtvanyayê qanûnên xwe guherandine û got: "Komîteya Wezîran 7 sal in tu bangawazî nekirine û doza guherandina qanûnê nekiribû. Lê piştî me serlêdan ku vê yekê daxilî nava rojeva xwe kir. Helbet ev nayê wateya ku peywira xwe tîne cî. Me gelek caran diyar kir ku saziyên navneteweyî erka xwe naynin cî. Van saziyan û Tirkiyeyê baziryek kirine. Deshilata siyasî derî sînorên qanûnî çûye û rewabûna xwe winda kiriye. Lê em mecbûr in bitêkoşin." 
 
BAZARIYA DI NAVBERA TIRKIYE Û CPT'YÊ DE
 
Ergul di dawiya axaftina xwe de li ser bêdengiya CPT'yê jî sekinî û got: "CPT jî di bin banê Konseya Ewropayê de. Lê biryarên DMME û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wekî yên CPT'yê ne bibandor in. Gava me ji bo tecrîda girankirî serî li komîteyê da, komîteyê îşaret bi CPT'yê kir. Lê CPT niha erka xw enayne cî. Taybetiyeke CPT'yê ya bi vî rengî heye. CPT, li paş perdeyê bazariyeke siyasî bi hikûmetan re dike. CPT piştî van bazariyan gavina bi hikûmetan dide avêtin. Şertekî wiha tune ye ku CPT hemû serlêdanên xwe bi awayekî eşkere bike, lê di serdana xwe ya dawî de Îmraliyê daxilî nava bernameya xwe nekir. Sedema vê jî ez wisa difikirim ku di navbera CPT û Tirkiyeyê bazariyek çêbûye." 
 
MA/ Ergîn Çaglar – Mehmet Aslan

Sernavên din

02/06/2022
11:20 Dadgehê 'KADES'a Bêkurdî' ya Soylû betal kir
10:44 Henan Osman: Siyaseta Tirkiyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn bi xeter e
10:43 Dayika Dogal ê HPG’î: Bila kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne
10:39 Êrişî Zirganê kirin: Zarokek birîndar bû
10:09 Ciwanê ku dihat îdiakirin întihar kiriye hat veşartin
10:08 Siyasetmedarên Başûr: Di kuştina her şoreşgerekî ya li Başûr de tiliya PDK’ê heye
10:01 Hevserokê HDP'ê ku polîsan lê dabû gilî kir
09:31 Ji 218 dikandarên Hala Zebze ya Amedê 148 kesan dikanên xwe girtine
09:29 ‘Ew mastê gamêşan dixwin, xelk nikare nan bibe mala xwe'
09:06 Sercerdevanê berê: Ez poşman im, çekên xwe deynin, bila bira xwîna bira nerijîne
09:04 Cinayeta Zekî Çelebî: Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne
09:01 Omer Ocalan: Gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
01/06/2022
22:07 Bûldan: Êdî dem hatiye her kes ber bi HDP'ê ve bê
21:39 QSD: Tu têkiliya me bi bombebarankirina Girê Spî re tune ye
21:35 Bomebebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
20:04 DAKAP: Demildest jinên hatine binçavkirin berdin
19:13 Li Bismilê xizmên windayan: Bila dozger DNA'ya hestiyan bike
18:52 Egîtîm-Sen: Qanûna ku mafên me binpê dike betal bikin!
18:04 Doza Komkujiya Pirsûsê hat taloqkirin
16:27 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran serdana HDP'ê kirin
16:22 Li Qoserê stunên betonê yên leşkeriyê ji bo jiyana sivîlan xetere ne
16:16 ‘Divê her kes li dijî zilma li girtîgehan dengê xwe derxîne’
16:05 Meclis TV li girtîgehê hate qedexekirin
16:04 HDP'ê daxwaz kir ku 'qanûna dezenformasyonê' bê vekişandin
15:56 Di Doza Komkujiya Îzol de bersûc hatin berdan
15:43 Rapora girtîgehên Behrareş: Her ku diçe tecrîd giran dibe
15:22 Êrişên li Çiyayê Cûdî piştî mehekê hatin ragihandin
15:02 Nobeda Edaletê: Heta em sernekevin dest ji çalakiya xwe bernadin
14:50 Dema binçavkirina 16 ciwanan hate dirêjkirin
14:46 Rêya berdanê ji Kadîr Şeker re vebû
14:44 Erdogan hedefa êrişa dagirkirina Rojava diyar kir
14:31 Leşkeran li Elkê çûyîna zozanan asteng kirin
14:30 Danişîna Doza Pirsûsê: Îlhamî Balî çawa li Îdlibê dimîne?
14:12 5 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:11 'Li dijî siyaseta tecrîdê em ê bi daxwaza parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’
14:01 Polîsan bîranîna Ethem Sarisuluk asteng kirin
13:23 Hat angaşkirin ku ji ber sedemên aborî întihar kiriye
13:21 Jinan bertek nîşanî doza girtinê ya KCDP’ê dan: Dozeke derhiqûqî ye
12:24 Cotkarên Hewselê: Bila desthilat dev ji şer berde, rêya çareseriyê bibîne
12:13 Malbata Şenyaşar: Hemû kesên bêdeng ji rewşa heyî berpirsyar in
12:13 Dîroknasê kurd Bayrak: Kesên îxanet dikin bila li dîrokê binêrin
12:04 Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:52 Jina ku hewl da întîhar bike jiyana xwe ji dest da
11:38 Kesên ku di salvegera Geziyê de hatibûn binçavirin hatin berdan
11:25 Navên 4 leşkerên hatine kuştin aşkera bûn lê TSK bêdeng e
11:17 Di salekê de hezar û 572 kesan serî li CÎSST'ê daye: Binpêkirinên micid pêk tên
11:08 Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn
10:30 Careke din ceyran û gazê zem kirin
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike