Di Meşa Gemlikê de biryardariya Îmraliyê

  • rojane
  • 16:32 12 Hezîran 2022
  • |
img
 
 
BÛRSA - Kesên ku ji bo Meşa Gemlikê ya Bûrsayê kom bûn, li wesayîtên şaredariya AKP'ê siwar kirin û hatin binçavkirin. Tevî êrişa polîsan jî girseya gel bi biryar li bendê bû.
 
Lingê meşa Gemlîkê ya Bûrsayê jî ku bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştgiriyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (MED-TUHAD FED) bi şîara "Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê em dimeşinm Gemlîkê" tê lidarxistin, dest pê kir. 
 
MEŞAN DUH DEST PÊ KIR
 
Beriya du heftan li Çûkûrova, Marmara, Ege û li bakurê Kurdistanê ji bo Meşa Gemlîkê bername û çalakiyan dest pê kir û bang hatin kirin. Duh rexmî astengiyên polisan jî li Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Amed û Wanê bi hezaran kesî starta Meşa Gemlîkê da. 
 
Îro jî li Stenbol, Yalova, Bûrsayê Meşa Gemlîkê dest pê kir. Kesên ku bajarên cuda bên wê li qada Newrozê ya li taxa Arabayatagı ya navçeya Yildirim a Bûrsayê li hev kom bibin û ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê bikin. Beriya meşê polîsan li têketina gelek navçe û bajaran nuqteyên kontrolê daniye û bi hinceta qedexeya walîtiyê destûr nadin tu daxuyanî û meşan. 
 
HEWLDANÊN ASTENGKIRINA POLISAN
 
Polisan, qada Newrozê ya girse lê li hev kom bû dorpêç kir û kesên hatin qadê di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kir û hewl da têketina wan a qadê asteng bike. Dîsa avahiyên HDP'ê yên Bûrsayê jî ji aliyê polisan ve hatin dorpêçkirin û têketin û derketina wan qedexe kir. 
 
Li aliyê din polisan Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Gemlîkê jî dorpêç kir û deriyê wê radan. Li Înegolê jî avahiya HDP'ê polîsan dorpêç kir. 
 
GIRSE LI HEV KOM BÛ
 
Rexmî astengiya polisan girse li qada Newrozê li hev kom bû. Ji navçeyên Kestel, Nîlufer û Gursûyê gelek kes hatin qadê. Destûr nayê dayîn ku girseya Yalovayê jî bê Bûrsayê. Polisan girseyê dorpêç kir û gef binçavkirinê dixwin. 
 
QEDEXEYA WALÎTIYÊ
 
Beriya meşê ketin û derketina bajêr ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîsan qedexeya walîtiyê hêcet nîşan da û destûr neda meş an jî daxuyaniyê nedan. 
 
KETIN Û DERKETIN HAT ASTENGKIRIN 
 
Polîsan cihê ku wê meşê dest pê bikira li Qada Newrozê dorpêç kirin û ketin û derketina qadê asteng kir. Her wiha polîsan ber avahiyên HDP'ê dorpêç kir û ketin û derketina ji avahiyan qedexe kir. 
 
KILÎD LI DERÊ AVAHIYA HDP'A GEMLIKÊ DAN 
 
Li aliyê din polîsan avahiya HDP'a Gemlikê dorpêç kir û kilîd li derê wê dan. Polîsan li çar hawirdorê Bursayê ji bo hatina welatiyan a meşê bûn asteng. 
 
CEZA LI WESAYÎTAN BIRÎN 
 
Polîsan gelek wesayîtên ku çûn qadê bi bahaneyên cuda sekinandin û ceza li wan birîn. 
 
LI ÎMRALIYÊ TECRÎD HEYE 
 
Li gel hemû astengiyên polîsan jî Parlamenterê HDP'ê Habîp Eksîk û heyeta Yalovayê hatin cem girseya ku li nêzî qada Newrozê li bendê bûn. Destûr nehat dayîn wekîlê HDP'ê biçe cem girseya li bendê. Parlamentera HDP’ê li ser vê yekê bal kişand ser armanca van çalakiyan û got: “Tecrîdê li ser Îmraliyê ferz dikin. Ji ber ku naxwazin aştî û pirsgirêka Kurd li ser bingeheke demokratîk bi dawî bibe. Ger ku bi Îmraliyê re hevdîtinek çêbibe, hewa weke dema hevdîtinê çêbibe, edalet pêk were qey wê nebaş be?" 
 
KESÊN DISEKINÎN HATIN BINÇAVKIRIN 
 
Di vê navberê de gelek kesên li bendê bûn ku di nav wan de Hevserokê HDP’ê yê Bursayê Mehmet Dîlek, Endamê Meclîsa Partiyê Cahît Kirkazak, Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Gemlîkê Siracettîn Şeker, rêveberên HDP’ê yên navçeya Gemlîkê Hatîce Ateş û Metîn Ozkan, Meclîsa Jinan a HDP’ê û Endamên Meclîsa Ciwanan hebûn hatin binçavkirin. Her wiha hat hînbûn ku di nav kesên hatine binçavkirin de welatiyên di rê de derbas dibin ku piştgirî dane meşê jî hene.
 
WESAYÎTÊN ŞAREDARIYA AKP’Ê KIRIN XIZMETA BINÇAVKIRINÊ 
 
Kesên hatin binçavkirin bi saetan di wesayîtên Şaredariya Bajarê Mezin a Bûrsayê ya AKP'yî de hatin ragirtin. Kesên hatin binçavkirin piştî ku bi saetan li otobusê man ji qadê hatin derxistin. Nehat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine ku derê.
 
Li gel gefa binçavkirinê ya polîsan jî li nêzî Qada Newrozê demek dirêj girse sekinî. 
 
 

Sernavên din

29/10/2022
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin
11:58 Rojnamegerên girtî: Desthilat dixwaze rojeva kîmyasalê piştguh bike
11:34 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
11:26 Rojnamevanên di bin çavan de birin Edliyeya Enqereyê
11:12 'Çima dewletên peyman îmzekirine bêdeng dimînin'
11:12 Serdozgeriyê ji bo Fîncanci ji peywirê bê girtin dozname amade kir
11:11 Çawişê pispor hevjîna xwe bi giranî birîndar kir
10:57 'Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, mamoste Şebnem rûmeta me ye’
10:36 Careke din hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heya 6 mehan hatiye qedexekirin
10:35 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna ‘mîhrîcanê’ ji hemû dibistanan re ferman şand
10:11 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna 29’ê Cotmehê ‘ferman’ da hemû xebatkarên cemaweriyê
09:37 Rojnameger Kemal: Artêşa tirk asê bûye
09:30 Di lêpirsîna karesata li Amasrayê de 24 kes hatin binçavkirin
09:02 Tozbey: Dewlet bi awayekî sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan
09:01 Rapora otopsiyê ya Babatê: Bi îşkenceyê hatiye qetilkirin
09:00 Bertaka Dayikên Aştiyê ya ji bo çekên qedexekirî: Bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
27/10/2022
23:28 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
20:03 Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket
18:51 Li Amedê girtina Fîncanciyê hat şermezarkirin
18:37 Rojnamevanan îfadeya li midûriyeta polîsan red kir
18:28 Fîncanci: Ez pispora tiba edlî me
17:34 Danişîna doza malbata Dedeogûllariyê hat taloqkirin
17:01 HDP’ê xwest ku gotina Erdogan a ’10-15 zarokên wan hene’ bê lêkolînkirin
16:36 Hevserokê HDP’î Huseyîn Uzun hate girtin
16:24 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Edeneyê nivîs li dîwaran hatin nivîsandin
16:14 Şebnem Korur Fîncanci hate girtin
16:08 Nobeta Edaletê: Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
15:59 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Mamoste Şebnem rûmeta me ye
15:40 Çalakvanan li Mahabadê avahiya walîtiyê şewitandin
15:32 Temel: Êrişên li dijî çapemeniya azad, parçeyeke şerê qirêjî ye
15:10 HDP bi siyasetmedarên Rojhilta Navîn re civîya
15:08 Saziyên elewiyan çûn serdana HDP’ê
14:51 Di nava 3 mehan de li girtîgehên Anatoliyaya Navîn 23 girtî hatin qetilkirin
14:46 Polîsan malbatên girtiyan asteng kirin
14:24 ÎHD û OHD: Em ê li dijî binpêkirinan têkoşîna xwe mezintir bikin
14:08 Binçavkirina rojnamevanan li Şirnexê hat protestokirin
13:39 Wêneyên rojnamegeran hat daliqandin: Çapemeniya Azad bêdeng nabe
13:31 OHD'ê ji ber îşkence û astengkirina parêzeran giliya polîsan kir
13:23 Siyasetmadara di Doza Kobanê de tê darizandin piştgirî da Fîncanci
13:13 Di doza ku bi sala ye didome de dîsa mutalaa tê amadekirin
13:11 Doza ‘akademiyê’ ya derbarê 21 kesan de hat taloqkirin
13:04 Parêzera Tûglûk: Em li bendê ne ku di nava yek du saetan de were berdan
13:03 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:00 Li Êlihê sê endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
12:49 Rapora ATK’ê ya Tugluk gihişt ber destê rêveberiya girtîgehê
12:48 Fîncanci bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
12:47 Rojnameger 15 saetan kelemçekirî man û hatin îşkencekirin
12:47 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me edaleta ku ji her kesê re hewce ye
12:46 Malbatên girtiyan: Diz û xerab tên berdan lê girtiyên me nayên berdan
12:29 Dozên 4 rojnamegeran hatin taloqkirin
12:11 Binçavkirina rojnamevanan di çapemeniya Swêdê de ye
12:09 Tevî biryara DMME’yê jî doza Beştaş domiya
11:56 Li dijî ‘qedexeya çalakiyan’ a li Rihayê doza betalkirinê hat vekirin
11:55 Girtiyan bertek nîşanî kîmyasalê dan: Em ê bêdeng nemînin
11:45 12 wezîrên karên derve yên jin ên 12 welatan bo jinên îranî daxuyanî dan: Em bi we re ne
11:40 Rojnamevan Deger: Em ê li her qadê dengê rastiyê ragihînin
11:35 Rojnamevan: Divê saziyên navnetewî xwedî li rojnamevanan derkevin
11:30 Kesên ji bo piştevaniya bi Fîncanci re hatin ber deriyê edliyeyê hatin derbkirin
10:55 Rojnamevan Nazlim: Em ê her rûmeta rastiyê biparêzin
10:51 KJAR: Şoreşa jinan çirûskek agirê azadiyê
10:32 57 binçavkiriyên li Stenbolê hatin berdan
10:30 ‘Dixwazin belavbûna nûçeyên rasteqîn asteng bikin’
10:15 Gulser Yildirim: Heke deriyê Îmraliyê bê vekirin dê ji wir destê aştiyê dirêj bibe
09:01 'Meseleya girtîgehan meseleya tevahiya civakê ye'
09:01 Çûna Ewropayê li ber dilê wan xweş dikin!
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN