Dayik û birayê wî hatin kuştin, ew hat girtin

  • rojane
  • 09:38 14 Hezîran 2022
  • |
img
RIHA - Li Sêwregê 4 sal berê bira û zarokên parlementerê AKP'î yê berê Zulfîkar Îzol 4 xizmên xwe kuştibûn. Di dozê de tenê Mehmet Metîn Îzolê ku dayika wî û birayê wî hatine kuştin girtiye.
 
Di 15'ê hezîrana 2019'an de li gundê Çeltîk ê navçeya Sêwreg a Rihayê bira û zarokên parlementerê AKP'ê yê berê Zulfîkar Îzol bi çekan êriş biribûn ser gund. Di êrişê de 4 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 6 kes jî birîndar bûbûn. Di vê êrişê de ku ji ber "meseleyeke erdan" a 17 sal berê çêbûbû, ji eşîra Îzolê hevjînên hev Zozan Îzol (42) û Hakki Îzol (49) û Mûstafa Serdar Îzol (24) û Meral Îzol (42) hatibûn kuştin û 6 kes ji birîndar bûbûn. Ridvan Bûlûş (30) û Serdar Delen (31) ku bi wesayîtê birîndar rakiribûn jî, wesayîta wan qeze kiribû û di qezayê de jiyana xwe ji dest dabûn. 
 
Serdar Îzol ku di komkujiyê de hevjîna wî Meral Îzol û kurê wî Mûsa Serhat Îzol hatin kuştin, behsa tiştên hatine serê wan kirin.
 
Serdar Îzol ku ji bo balê bikişîne ser komkujiyê heftê çend rojan tê ber Edliyeya Rihayê û nobeda edaletê digire bi vî awayî behsa roja komkujiyê kir: "15-20 kes bi wesayîtan hatin ber mala me û malbata me qetil kirin. Dibêjin, qaşo me kemîn daniye ber wan. Lê yên kemîn danîn ew in. Di destê malbata min de ne çekek ne jî tiştekî din hebû. Ji bo dest deynin ser erdê me wiha kirin. Armanca wan, me ji gund derxin." 
 
DEST DANÎN SER ERDÊN WAN
 
Serdar Îzol anî ziman ku Zulfîkar Îzol û xizmên wî belge bi vaê wî yê xwnedin û nivîsandina wî tune ye dane îmzekirin û bi vê belgeyê dest danîne ser erdên wan û got: "Hişê bavê min jî ne temam bû. Tiliya wî li bin kaxezê xistine û hemû erd qulibandin ser navên xwe." 
 
Îzol diyar kir ku heman malbatê dest daniye ser darên fisteqan jî û got, ji ber vê tu dahatek wî nemaye. 
 
‘KURÊ MIN GIRTIN, ÊN DIN REVIYAN'
 
Îzol wiha axivî: "Em tenê doza edaletê dikin. Ji ber ku berê parlementerî kiriye, dibêjin destê wan dirêj e. 4 kes hatin ro li nîvro em kuştin û du kurê min jî birîndar kirin. Ew yeko yeko hatin berdan. Danişîn di 1'ê Hezîranê de bû. Kurekî min û kurekî wan girtî bû. Dadger her duyan jî berda. Lê 5 roj bi şûn de cardin kurê min girtin. Lê kurê wan reviya. Hiştin ku bireve." 
 
‘EZ Ê HEYA DMME'YÊ BIÇIM'
 
Îzol vîdeoyên komkujiyê bibîr xistin û got, heke dê serî li îstinafê, Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) û heke bivê dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. Îzol destnîşan kir ku heya bi ser bikevin dê bitêkoşin û wiha berdewam kir: "Em bang li hemû kesên hestiyar dikin ku guh li me bikin. Heya sax bim dest ji vê dozê bernadim. Edalet bi vî awayî nabe. Berî dadgehê bi çend rojan li min xistin. Kûçikên me kuştin. Ger kesy çêbibe dê min û yên mayî jî bikujin. Ez bang li Wezîrê Dadê dikim. Em edaletê dixwazin. Baweriya me ya bi edaletê dişikînin. Ma edaletek bi vî awayî dibe?" 
 
PÊVAJOYA DOZÊ
 
Piştî Serdozgeriya Komarê ya Sêwregê lêpirsîna derbarê bûyerê de temam kir, derbarê Mehmet Fatîh Îzol kurê Zulfîkar Îzol û birayên wî Bulent, Servet, Cemal û Cîhan Îzol  Mehmet Emîn Îzol, Mûstafa Serdar Îzol, Serhat Ferman Îzol, Muslum Abûz, Ferhat Tûlay û Yûsûf Rojhat de îdianame amade kir. Di îdiayanameyê de hat xwestin ku bi sûcê "kuştina bi qesdî, birîndarkirina 6 kesan" 4 caran cezayê muebeda giran û ji 83 salan heya 128 salan cezayê hepsê li bersûcan bê birîn. 
 
HATIN BERDAN
 
Her wiha dozgeriyê derbarê Zulfîkar Îzol de ku rê li ber cinayetê vekiriye, biryara "neşopandinê" dabû. Dihat payin danişîna ewil a dozê di 12'ê Sibata 2020'î de li Sêwregê bihata lidarxistin, lê berî danişînê bi 2 rojan dosye bi hinceta "ewlehiyê" ji Girtîgeha Cezayê Giran a Aksarayê re hatibû şandin. Bulent, Cîhan û Cemal Îzol, birayên Zulfîkar Îzol û kurên wî Bozan û Ferman Îzol û Mehmet Metîn Îzol û Yûsûf Rojhat ên xizmên wan hatibûn kuştin piştî bûyerê hatibûn girtin. Bozan Îzol mehekê û Yûsûf Rojaht jî 5 mehan di girtîgehê de mabûn û berî danişîn bên destpêkirin hatibûn berdan. Ji bersûcan Cîhan Îzol di danişîna 5'ê Çileya 2020'an de, Bulent Îzol di danişîna 6'ê Cotmeha 2020'an de û Cemal Îzol jî di danişîna Tebaxa 2021'ê de hatibûn berdan. 
 
Dozgerê dosyeyê di danişîna 9'emîn a 22'yê kanûna 2021'ê de mutalaaya xwe aşkere kiribû û xwestibû 4 caran cezayê muebeda giran li bersûcan bê birîn. 
 
MEHMET METÎN ÎZOL CARDIN HAT GIRTIN
 
Ji bersûcên girtî Serhat Ferman Îzol û Mehmet Metîn Îzol di danişîna 11'an a de, di 1'ê hezîrana 2022'yan de hatibûn berdan. Lê piştî dozgerê dosyeyê îtiraz kiribû derbarê Serhat Ferman Îzol û Mehmet Metîn Îzol de cardin biryara girtinê hatibû dayîn. Mehmet Metîn Îzol ku di bûyerê de dêya wî Meral û birayê wî Mûsa Serhat hatine kuştin û ew bi xwe jî birîndar bûye, di 8'ê Hezîranê de li gundê Çeltîkê cardin hatiye binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Nobedar a Sêwregê hatiye girtin û ew şandine Girtîgeha Sêwregê ya Jimare 1 a Tîpa T'yê. 
 
MA / Ceylan Şahînlî

Sernavên din

31/10/2022
15:54 TMMOB a Amedê: Ev bajar bêxwedî nîne
15:49 Fîşeka ku avêtin parlamenterê HDP’ê hate gilîkirin
15:30 Xwendekarên hiqûqê yên DU’yê guherandina cihê fakûlteyê protesto kirin
15:24 Cenazeyê Ehettîn Kaynar hate veşartin
15:18 Bang li medyaya muxalîf hate kirin: Dest ji berdevkiya desthilatê berdin
15:14 Doza Kobanê: Desthilatdarî dixwaze sûcên xwe veşêre
14:45 Dorpêça li ser gundên Geverê didome: Şivan ji zozanan hatin derxistin
14:08 OHD: Rojnamevan bila bên berdan
14:04 Zanîngehên Îranê bûn navendên berxwedanê
13:57 YE plan dike ku IRGC’ê bixe ‘lîsteya terorê’
13:33 Rojnamevanên jin ên hatin girtin: Em peyrewê Gurbetelliyan e, em ê bêdeng nebin
13:17 Malbata Şenyaşar dê biçe pêşiya AKP, Meclis û Wezareta Dadê
13:08 11 roj cezayê hucreyê li nameya kurdî hat birîn
13:04 Ev bû 5 meh ku ATK’ê rapora ‘qisûrê’ ya polîsê faîl amade nekiriye
13:00 Nivîskar Hogir Berbir hat binçavkirin
12:44 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang kirin: Em nabin şirîkê vî sûcî
12:05 Bîrdal ê HDP’yî li Girtîgeha Makûyê dest bi rojiya mirinê kir
11:16 Ji Fîncanci peyam: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
11:15 Parêzera rojnamevanan: Xebatên rojnamevaniyê kirin hedef
11:06 Noam Chomsky: Divê Abdullah Ocalan were berdan
10:20 Girtiyê nexweş ê beriya du mehan hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
10:14 Rojnameger Aggoz: Bi rastiya ku me derxistî holê hatin sûcdarkirin
10:13 Ayşe Efendî: Em bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in
09:14 Hevpîşeyên Fîncanci: Em ê wezîfeya wê bidomînin
09:01 Îdareya Girtîgeha Bolûyê binpêkirinan wek ‘mevzûatê’ dibîne!
09:01 Di Roja Cîhanê ya Kobanê de gel wê li qadan bin
09:01 Saziyên navnetewî di mijara tecrîd û kîmyasalê de xwedî heman bêdengiyê ne!
09:00 ‘Îktidar beriya hilbijartinê dixwaze serê rojnamevanan bitewîne’
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/10/2022
23:55 8'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi dawî bû: Em li dijî tecrîdê û zilmê li ser dikê bûn
23:50 Bi sedan wesayît girseyê anîn ‘festîvala’ qeyûm!
23:25 Li Wanê li dijî êrişên kîmyewî çalakî
23:15 Rojnamevanên kurd ên hatin girtin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
21:23 4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî bi axaftina mêvanê rûmetê bi dawî bû
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'