Bi hinceta ‘beşdarî roja neteweyî nebûye û poşman nîne’ înfaza Şahînkaya şewitandin

  • rojane
  • 10:11 16 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Girtiyê bi navê Mecît Şahînkaya ku cezayê wî xelas bûbû, bi hinceta beşdarî “Roja neteweyî nebûye û beşdarî çalakiyên civakî nebûye”, înfaza wî hate şewitandin. Dadgeriyê ev biryar xera kir lê Lijneya Çavdêriyê vêcarê jî bi hinceta “Poşman nîne” înfaza Şahînkaya şewitand. 
 
Welatiyê bi navê Mecît Şahînkaya di sala 2009’an de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê de hate binçavkirin û 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “Amûrên talûke pê re bûn” û “Nehişt hêzên ewlekariyê karê xwe bikin û li ber xwe da”, 13 sal û 2 meh û 10 roj cezayê girtîgehê da Şahînkaya. Şahînkaya li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê ragirtin û li gel ku cezayê wî xelas bûye, rêveberiya girtîgehê pêşî li berdana wî digire. 
 
JI BER NIVÎSA LI SER DÎWAR CEZA DAN 
 
Şahînkaya di pêvajoya girtinê de li gelek girtîgehan ma û herî dawî jî li girtîgeha Wanê tê ragirtin. Bi hinceta ku ji bo mafên xwe yên pirtûk, kovar û sihbetê li ser dîwaran nivîs nivîsandiye, derheqê wî de bi îdiaya “Ziyan da ye malê cemaweriyê” doz hate vekirin. Danişîna dozê li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Wanê hate dîtin û li gel Şahînkaya, her wiha li 6 kesan bi giştî 9 sal cezayê hefsê hate birîn. Cezayê salek û 3 meh ê li Şahînkaya hatiye birîn nedan ber daxistinê. 
 
BEŞDARÎ ROJ Û MERSÎMÊN NETEWEYÎ NEBÛYE
 
Di heman demê de Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê di 3’yê çileya 2022’yan de derheqê Şahînkaya de biryarek da û înfaza wî şewitand. Di biryara xwe de Lijneyê ev hincet nîşan da: “Beşdarî merasîm û bîranînên Qur’anê, Çanda Ol û Hîndekariya Exlaq, ol û neteweyî nebûye. Di heman demê de beşdarî çalakiyên civakî û werzîşê yên ne di dema pandemiyê de jî nebûye.” Piştî îtîraza Şahînkaya, dadgeriyê biryar da ku ev biryar derhiqûqî ye û biryara lijneyê xera kir. Li ser vê yekê jî Lijneya Çavdêriyê di 29’ê adarê de biryareke din da û bi hinceta “Poşman nîne” înfaza Şahînkaya şewitand. 
 
JO BO 35 TL’AN SALEK Û 3 MEH CEZA DAN 
 
Şahînkaya, têkildarî mijarê ji ajansa me re name şand û da zanîn ku cezayê li wan hatiye birîn, bi sedema berteka wan a li dijî tecrîdê hatiye birîn. Bi domdarî Şahînkaya anî ziman ku li hemberî nedayîna pirtûk, kovaran, astengkirina sihbetan û sirgûn û neberdana girtiyên nexweş îtîraz kirine lê belê ev îtîrazên wan bi dayîna cezayan biencam bûne. Şahînkaya, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di serî de 300 TL mesref derxistin. Piştre jî ev mesref li hemû kesî hate parvekirin. Anku ji bo 30-35 lîreyan, salek û 3 meh ceza hate birîn.”
 
MAFÊ PERWERDEYÊ ASTENG KIRIN 
 
Di berdewamê de Şahînkaya destnîşan kir ku 2 sal beriya xelasbûna cezayê wî yê 13 salan, derbasî hucreyeke yekkesî hatiye kirin û wiha qedand: “Ez li vir ji dibistana amadehî mezûn bûm û di ezmûnan de min Beşa Rojnamegeriyê ya Fakûlteya Ragihandinê ya Marmarayê qezenc kir. Lê belê ji ber ku ez neşandin girtîgeha vekirî, min qeyda xwe sekinand. Ji bo şewitandina înfaza min hinceteke weke ‘Liv û tevgerên ku pergala hundirîn têk dibe’ nîşan dan. Min îtîraz kir û dadgeriyê îtîraza min qebûl kir. Lê belê rêveberiya girtîgehê di 29’ê adara 2022’yan de dîsa biryar da û înfaza min şewitand. Vê carê jî hinceta ‘poşman nîne’ nîşan dan. Li dijî vê min dîsa îtîraz kir. Li gel ku cezayekê disiplînê derheqê min de nebû jî, Dadgeriya Înfazê ya Wanê îtîraza min red kir. Min vêcarê jî li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê îtîraz kir. Bi hêviya ku ev neheqiyên li me tên kirin, em dixwazin hûn bibin dengê me.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

03/11/2022
13:25 Girtiyan ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî serlêdan kir
13:21 Gunay: Pirsgirêka me ne bi komarê re lê bi karektera wê ya yekperest re ye
12:51 Li girtîgeha Eregliyê girtiyek li dijî tecrîda giran, agir berda bedena xwe
12:22 TUÎK’ê enflasyon kêm nîşan da
12:18 Malbatên girtiyan: Edî bes e em vê zilmê qebûl nakin
12:18 Rojnamegerên girtî li benda name û pirtûkan e
12:17 Ajokarên TIR’an ên li Girtîgeha Makuyê tên ragirtin dest bi rojiya mirinê kirin
11:49 Rojnameger Bûlût zilma li dijî girtiyên nexweş ragihand
11:34 KCDP: Di nava 10 mehan de 275 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin
11:18 #NûçeyekêJîTuBişîne
11:01 Jina ku polîs destdirêjî lê kiriye: Hêj niha jî gefan dixwe, bila were girtin
10:38 Mûayeneya bikelemçe li rojnamevan Şahînlî ferz kirin
10:28 ENAG: Enflasyon derket ji sedî 185’an
10:15 Şirnex xwe ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ amade dike: Em dengê xwe derxînin
10:13 Bi çavê rojnamegerekî girtî Girtîgeha Sîncanê
10:01 Fermandar Newroz Rojhilat: Çi bibe bila bibe em ê herêma xwe biparêzin
09:02 Ji jinên êzidî: Wan em ji komkujiyê xelas kirin, divê em xwedî li wan derkevin
09:02 Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'yan: Dê alternatîfa modernîteya kapîtalîst bê nîqaşkirin
09:01 Hevseroka KURD-AKAD'ê: Li dijî çekên kîmyewî avakirina toreke piştevaniyê bivênevê ye
09:01 ‘Em di 6'ê Mijdarê de li Taksîmê li dijî çekên kîmyewî li hev kom dibin'
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:43 Senatorê Baskî ji bo rojnamevanan pêşniyazpirsek pêşkeş kir
02/11/2022
21:04 Hûlûsî Akar li Colemêrgê ye
20:54 Li Wanê 3 keya hatin binçavkirin
16:59 Buldan çû serdana MA û JINNEWS’ê: Dê pênûsa wan li erdê nemîne
16:54 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî ferzkirina ‘poşmantiyê’ dan
16:37 Oluç: Hûn neçarin ku çand û baweriyan li makeqanûnê binivîsin
16:36 Di hilbijartina Danîmarkayê de çepgir bi ser ketin
16:30 Cezayê hefsê li rojnamevan Şahîn û Gayip hate birîn
16:11 OHD’ê serdana xwendekarên fakulteya hiqûqê kir
15:45 Di doza Denîz Poyraz de giliyê dadgeh û cendirmeyan hat kirin
15:42 Sekreterê Giştî yê NATO’yê wê serdana Tirkiyeyê bike
15:36 Tevî gefên rejîma Îranê jî çalakî belav dibin
15:12 Kedkarên perwerdeyê li gelek bajaran dev ji kar berdan û daxwazên xwe ragihandin
14:49 Doza Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hat taloqkirin
14:49 Dayikên Aştiyê jî dê tev li ‘Meşa Mirovahiyê’bibin
14:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî çekên kîmyewî di roja 10’an de didome
14:25 Malbata Şenyaşar: Edliyeya Rihayê jî dê bibe mûze
14:16 Li Girtîgeha Dumluyê paceyên hucreyan ên tavê lê dida hatin girtin
14:05 Beştaş: Kesên hatine girtin rojnamevan in, ez bi xwe şahid im
13:47 Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re ji bo rojnamegerên girtî banga piştevaniyê kirin
13:46 Wezîr Yanik bi dowîzên ‘Jin jiyan azadî’ hate şermezarkirin
13:26 Li dijî girtina rojnamegeran bertek: Hûn ê hesaba vê bidin û ji şerman serê xwe bitewînin
12:54 Malbatên girtiyan: Dijminatiyê li girtiyan dikin
12:38 Polîsan zerar da gora Bariştiran
12:35 Parêzerê Dedeogûllari: Di doza êrişê de darizandin li gorî usûlê nehat kirin
12:09 Şahidiniya ‘Yildiz’ ê di gelek dozan de weke ‘şahidê nepen’ hate nîşandan hate betalkirin
11:30 Derbarê kesên li dijî aktivîteya qeyûm derketin de lêpirsîn hate destpêkirin
11:20 Karayilan ji bo çekên kîmyewî bang kir
10:43 Dadgehê bi hinceta ‘girtîgeh tije ne’ daxwaza sewqkirinê ya Ancar red kir
10:36 Parvekirina muzîka kurdî bi 3 salan hate cezakirin
10:12 Ji bo meşa Silopiya bang kirin: Em bikaranîna çekên kîmyewî bidin sekinandin
09:36 Şanoger Sadeghî: Tevî hemû pirsgirêk û zextan jî pêwîst e em dest ji armanca xwe bernedin
09:02 Ji ber 'poşmantî' qebûl nekiriye berdana Deyîş 6 mehan hatiye taloqkirin
09:02 'Çekên kîmyewî ne tenê mirov, bandorê li xwezayê jî dikin'
09:02 Kurdêya dêya xwe, Zinarîna têkoşînê
09:01 Olûç: Madem tu dibêjî min çekên kîmyewî bi kar neaniye, nexwe destûra vekolandinê bide
09:01 Rojnamevan Alagaş: Em ê hêzê ji têkoşîna Nagîhanê bigirin û rêya xwe bidomînin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2022'YAN
01/11/2022
22:39 Mafparêzên li Îzmîrê: Demildest Fîncanciyê berdin!
21:21 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê navenda Şengalê bombebaran kir
20:20 Roja Kobanê ya Cîhanê: Hêmana demokratîk a sedsala nû li Rojhilata Navîn bû model
19:54 Ji bo Zinarîn Cûdî ya bi çekên kîmyewî hat qetilkirin mewlûd hat dayîn
19:10 Li Amedê Meşa Kobanê: Em ê li her derî têkoşîna felsefeya Kobanê bimeşînin
17:04 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser êrişên çekên kîmyewî
17:04 Civîna komîsyona ji bo Guzel a HDP’î hatibû avakirin hat taloqkirin
16:46 ‘Kobanê neket û dê nekeve’
16:41 Di merasîma 40 rojiya mirina Jîna Emîniyê de 17 kurd hatin kuştin
16:41 Dozgerê derbarê rojnamevanan de lêpirsîn da destpêkirin ji HSK’ê hat pirsîn
16:18 ‘Bi girtinan armanc dikin ku civakê û rojnamevanan bêdeng bikin’
15:50 Keştiya penaberan li Behra Egeyê binav bû
15:26 Buldan: Rojnamegerên hatine girtin rûmeta demokrasiyê ne
15:19 Di nava 5 mehan de 26 rojnamevan hatin girtin
14:46 Înîsiyatîfa Maf serdana Malbata Şenyaşar kir
14:34 Girtina rojnamevanan dê li Amedê were şermezarkirin
14:27 Doza Kobanê: HDP’ê banga tundiyê nekiriye
14:18 Hêzên rejîma Îranê, Komarê 16 salî qetil kirin
13:57 Cenazeyên gelek leşkeran anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê
13:46 Kedkarên perwerdeyê sibe dev ji kar ber didin
13:31 Dîroka bi berxwedanê hatiye nivîsîn: Roja Rojava ya Cîhanê
13:31 Daxwaza betalkirina darizandina parlamenter Kaya hat redkirin
13:04 Derbarê Şaredarê Rezanê yê berê de wê mutalaa bê amadekirin
12:42 Ji bo benzînê zemekê nû hat kirin
12:36 Li Mêrsînê kesek hate girtin
12:26 Ivana Hoffman a YPJ’î: Kobanê bû sembola vîna jinan
12:21 Rojnamevanên hatin girtin: Pênûsê heqîqetê nayê çemandin
11:59 'Gelo rewşa girtiyên nexweş di rojeva kîjan partiyên siyasî de heye?'
11:41 20 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan
11:36 Koç ê HDP’î: AKP bi bikaranîna çekên kîmyewî li ser sûc hate girtin
11:11 DBP: Xwedî li nirx û destkeftiyên kurd derkevin
10:14 Rojnamevan: Em ê li cem lêgerîna heqîqetê bin
09:48 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ya 2 salî, bi navê “Şoreşa Jinê” derket!
09:37 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Divê li dijî şer daxwaza aştiya civakî bê bilindkirin
09:03 Ji bo 'Meşa mirovahiyê' bang kir: Divê rê li ber lêkolînê bê vekirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2022'YAN
31/10/2022
19:50 Mahîr Unalê AKP'î ji peywira xwe istifa kir
19:10 Rojekê av nedane rojnamevanên girtî
17:40 Li Sêrtê Botan-DER hat vekirin
16:25 Zilma Girtîgeha Şakranê: Biryara şewitandina înfazê roja ku dê Taş bihata berdan jê re hat gotin
16:17 Li Wan û Stenbolê ji bo piştevaniyê serdana MA û JINNEWS’ê kirin