Serpêhatî li Îzmîrê diqewime: Bila kurd dayika xwe nebînin!

  • rojane
  • 12:08 25 Hezîran 2022
  • |
ÎZMÎR - Dayika girtî Abdulkadîr Aksu, Hedla Aksu ya 84 salî carek din rakirin nexweşxaneyê. Daxwaza dayikê ya dawî ew e ku lawê xwe bibîne. Serpêhatiya dayikê çîroka “bila kurd dayika xwe nebînin” anî bîra mirovan.
 
Dayika Abdûlkadîr Aksû yê li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê girtî ye, Hedla Aksu ya 84 salî, ji ber temen û nexweşiyên xwe rewşa wê giran e. Hedla Aksu ji ber nexweşiyên dil û tansiyonê 2 caran rakirin beşa lênêrîna awarte. Tenê daxwaza wê ew e ku cara dawî lawê xwe yê girtî bibîne. 
 
Aksu cara ewil di 20’ê hezîranê de rewşa wê giran bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Torbaliya Îzmîrê. Bi hêceta cih li unîteya lênêrîna awarte nîne, wê sewqî nexweşxaneyek taybet kirin. Aksu duh nîvro jî bi hêceta “hewce nake di lênêrîna awarte de bimîne” şandin Nexweşxaneya Torbaliyê û wê xistin serwîsa asayî. 
 
Carek din rewşa Hedla Aksu giran bû û duh bi şev dîsa wê xistin beşa lênêrîna awarte. 
DAXWAZA WÊ DAWÎ EW E KU LAWÊ XWE BIBÎNE 
 
Ji ber nexweşînên xwe nikare xwarinê bixwe. Aksu bi mama tê xwedîkirin. Di mêjiyê wê de xwîn hişk bûye û felc bû. Rewşa wê xetere ye û nikare biaxive û ne li ser hişê xwe ye. 
 
Tenê daxwazek Hedla Aksu ku rewşa wê giran e heye, ew jî ku lawê xwe Abdulkadîr Aksu (70) 5 sal in wî nedîtiye, bibîne. Roja ku dayika Hedla radikin nexweşxaneyê ji bûka yanî ji hevjîna Abdulkadîr Aksu, Fatma Aksu re dibêje, “Ez ditirsim lawê xwe nebînim û ji vê dinyayê koç bikim.” Dayik Hedla bi vî awayî daxwaza xwe dawî anî ziman. 
 
RAPORÊ NADIN 
 
Heke nexweşxane raporek derbarê rewşa giran a Hedla Aksu de amade bike û ev rapor radestî dozgeriya girtîgehê were kirin û ku dozger destur bide Abdulkadîr Aksu, dê ew bi destûrê were berdan û dayika xwe bibîne. 
 
Malbatê xwest vê raporê werbigire lê belê nexweşxane rapor neda malbatê. 
 
Herî dawî malbatê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir. Rêveberiyê ji malbatê re got, “heke nexweşxane rapor bide, bînin em ê bidin dozgeriyê. Dozger destûr bide em ê girtî bînin.” 
 
Malbata Aksu îro carek din ji bo raporê werbigire dê serî li Nexweşxaneya Torbaliyê bide. 
 
BILA KURD DAYIKA XWE NEBÎNIN!
 
Daxwaza dawî ya Hedla Aksu ji bo lawê xwe bibîne serpêhatiya “bila kurd dayika xwe nebînin” ku di nava kurdan de berbelav e anî bîra mirovan.
 
Hevjîna Abdulkadîr Aksu, Fatma Aksu bertek nîşanî nexweşxaneyê da ku raporê nade û diyar kir ku gelek nexweşînên hevjînê wê jî hene. Fatma Aksu wiha got: “Qet nebe hê ku her du jî dijîn bila cara dawî hev bibînin. 5 sal in hevjînê min dayika xwe nedîtiye. Cara dawî be jî bila dayik û law hev bibînin.” 
 
'DIBE KU HER KÊLÎ BIMIRE’ 
 
Fatma Aksu bal kişand ser nexweşînên hevjînê xwe û wiha axivî: “Nexweşxane rapor bide û derkeve em ê tedawiya wî bikin. Lê raporê nadin. Dema Abdulkadîr diçe nexweşxaneyê jê re dibêjin, ‘nikare di hefsê de bimîne’. Lê bele dema raporê dixwaze, nadinê û bêdeng dimînin. Di nasnameyê de 60 salî ye lê rastiya temenê wî 70 salî ye. Ji ber nexweşîn û temenê xwe êdî ew nikare di hefsê de bimîne. Nikare bi tena serê xwe li hefsê bijî. Dibe ku her kêlî jiyana xwe ji dest bide. Nexweşiya hîpertansiyon pê re heye. Di girtîgehê de şert û merc sînordarkirî ne. Were berdan em ê bi derfetên xwe wî tedawî bikin.” 
 
'JI BO XATIRÊ MIROVAHIYÊ...'
 
Fatma Aksu ji bo ku hevjînê wê û dayika xwe cara dawî hev bibînin bang li parêzvanên mafê mirovan û tevahiya civakê kir ku hestiyar tevbigerin û got: “Dayik û lawê wê bigihînin hev. Vê yekê ji bo xatirê mirovahiyê bikin.” 
ADBULKADÎR AKSU KÎ YE? 
 
Abdulkadîr Aksu cara ewil di sala 1992’yan de bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye” li navçeya Akhîsara Manîsayê hat girtin. Aksu ji sala 92’yan vir ve di dîrokên cuda de ket hefsê û derket û ew heta niha 17 salan di hefsê de maye. Gelek nexweşîn lê peyda bûne û tevî vê yekê jî nayê berdan. Herî dawî nexweşxaneyê di hezîrana 2018’an de rapora “dikare di hefsê de bimîne” da Aksû. 
 
Ev 5 sal in ku Aksu girtî ye. 
 
MA / Delal Akyuz 
 

Sernavên din

12/11/2022
09:26 Hunergeha Welat bi klîba ‘Serêkaniyê û Avaşîn’ balê kişand ser kîmyasalê
09:03 Parlementera Iraqê ya berê Dîler: Heta qada hewayî li ber Tirkiyeyê neyê girtin em ê bitêkoşin
09:02 Pêkhateyên 'Meşa Mirovahiyê': Meşa Tilqebînê hêz da berxwedanê
09:02 Tenduristiya girtî Mûtlû yê nexweşîna şîzofreniyê pê re heye xirab dibe
09:02 283 zarok hatibûn qetilkirin: Roja reş a Amûdê
09:01 Hejmara 6’an a kovara Destarê derket
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2022'YAN
11/11/2022
20:24 Li Erziromê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
19:02 Sancar: Dê Çapemeniya Azad serî netewîne
17:13 Li Kozagaçli û Tîmtîk 12 sal cezayê hefsê hate birîn
16:49 Bûldan: Ew ji Sûsûrlûkê baş dizanin ka lîstik çi ye
16:06 MATÛHAYDER çû serdana nobeta GOÇÎZDER’ê
15:40 Starta çalakiyên 25’ê Mijdarê li gundê Nagihan Akarsel hat dayîn
15:40 Rapora Rojhilat: Herî kêm 67 kes hatin qetilkirin
15:09 Nobeta Edaletê ya ji bo Geziyê di roja 200’an de didome
15:02 Şenyaşar: Ji ber adîlane nedarizandin 2 kes qetil kirin
14:56 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
14:47 Rektorê Zanîngeha Dîcleyê daxwaza xwendekaran red kir
13:53 Euro derket ser 19 lîreyan
13:49 Li Enqereyê 5 efxanî bi awayekî hovane hatine qetilkirin
13:26 Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin
13:06 Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
12:55 Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin
12:20 Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin
12:18 Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e
12:08 Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye
11:52 ‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’
11:42 'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire'
11:30 Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
10:44 Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
10:26 Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!
09:07 TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe
09:06 Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin
09:05 'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'
09:04 Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne
09:03 Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN
10/11/2022
16:47 Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
16:36 Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê
16:30 Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin
16:05 Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
15:44 Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin