Welatiyê astengdar ê nikaribû heqê kirê bide ji xanî hat derxistin!

  • rojane
  • 09:03 26 Hezîran 2022
  • |
img
RIHA - Halîl Çalişkan (59) ku dahata wî tenê hezar û 300 TL meaşê astengdariyê ye, ji ber ku nikaribûye heqê kirêya xwe bide ew û hevjîna xwe ji xanî hatine derxistin. Çalişkan ku niha tevî hevjîna xwe û zarokên xwe li mala keça xwe dimîne, li benda çareyekê ye. 
 
Li Taxa Haleplîbahçe ya navçeya Eyyûbiye ya Rihayê Halîl Çalişkan (59) û hevjîna xwe Ayşe Çalişkan, ji ber ku nikaribûne kirêya xaniyê xwe bidin ji xanî hatine derxistin. Malbata Çalişkan ku niha ji bêgavî li mala keça xwe dimîne li benda çareyekê ye. 
 
Hevjînên hev Halîl û Ayşe Çalişkan berê li Pirsûsê diman. Lê ji ber nexweşîna xwe tim diçûn Rihayê. Ji ber vê mala xwe birine navenda Rihayê. Lê ji ber ku dahata malbatê tenê hezar û 300 lîre meaşê astengdariyê yê Halîl Çalişkan bûye, malbat ji bo karibe debara xwe bike ji derdorê bi qasî 17 hezar TL pere deyn kiriye. Lê ji ber ku nikaribûne deynê xwe bidin, du meh berê kesê ku pere bi deyn daye wan dest daniye ser qerta wan a meaş. 
 
Malbata Çalişkan ku du meh in tu dahateke wê tune ye, bi ser de xwediyê xanî jî kirêya xanî zêde kiriye. Xwediyê xanî kirêya salane ji 5 hezaran kiriye 8 hezar û 500 lîre. 
 
LI PARKÊ MAN
 
Xwediyê xanî heqê kirê pêşin ji malbata Çalişkan xwestiye. Lê ji ber ku malbat nikaribûye bide, xwediyê xanî 3 roj muhlet daye wan ku pere bidin. Lê ji ber ku malbatê nikaribûye pere bide, xwediyê xanî ew ji xanî derxistine û malbat demekê li parkê maye. Piştî ku wêne û dîmenên malbatê yên li parkê li ser medyaya sanal belav bûn, Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî ya girêdayî Qeymeqamtiya Eyyubiyeyê soz daye malbatê ku dê meseleya wan çareser bike û ew ji parkê derxistine. 
 
Weqfê malbatê ji bo wextekê li mala qîza wê bi cih kir. Lê çend roj derbas bûne weqfê hê jî tiştek nekiriye. 
 
‘DEST DANÎN SER QERTA MIN A MEAŞ'
 
Halîl Çalişkan diyar kir ku niha li cem keça xwe ye, lê keça wî jî di xaniyê kirê de ye û xwest meseleya wan bê çareserkirin. 
 
Çalişkan destnîşan kir ku nikare heqê kirê bide û got: "17 hezar TL deynê min heye. Xwediyê deyn du meh berê dest danî ser qerta min a meaş. Niha ew meaşê min distîne. Du meh in tu dahatek min tune ye. Min gelek caran serî li weqfa alîkariyê da, ez çûm şaredariyê lê kesî alîkariya me nekir. Em li benda alîkariya her kesî ne. Çavên min ji sedî 91 nabînin." 
 
‘NANEK BÛYE 3 TL'
 
Bi domdarî Çalişkan bilêv kir ku berê qet nebe bi meaşê xwe yê astengdariyê kêm zêde karibûye debara xwe bike û wiha bi dawî kir: "Meaşê min hezar û 300 TL ye. Berê kêmtir bû, lê têr dikir. Lê niha nanek bûye 3 TL. Em du kes in. Ger em danê 2 nana bixwin rojê dike 6 nan. Îja em ê çawa debara xwe bikin? Par me salê 5 hezar lîre heqê kirê dida, lê xwediyê xanî îsal kir 8 hezar û 500. Em li derve man. Niha em li cem keça xwe ne. Ew jî di kirê de ye. Rayedaran got em ê rojek berî rojekê çareser bikin, lê heya niha tiştek nekirine. Ma ez ê heya kengî li cem keça xwe bim?"
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

12/11/2022
09:26 Hunergeha Welat bi klîba ‘Serêkaniyê û Avaşîn’ balê kişand ser kîmyasalê
09:03 Parlementera Iraqê ya berê Dîler: Heta qada hewayî li ber Tirkiyeyê neyê girtin em ê bitêkoşin
09:02 Pêkhateyên 'Meşa Mirovahiyê': Meşa Tilqebînê hêz da berxwedanê
09:02 Tenduristiya girtî Mûtlû yê nexweşîna şîzofreniyê pê re heye xirab dibe
09:02 283 zarok hatibûn qetilkirin: Roja reş a Amûdê
09:01 Hejmara 6’an a kovara Destarê derket
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2022'YAN
11/11/2022
20:24 Li Erziromê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
19:02 Sancar: Dê Çapemeniya Azad serî netewîne
17:13 Li Kozagaçli û Tîmtîk 12 sal cezayê hefsê hate birîn
16:49 Bûldan: Ew ji Sûsûrlûkê baş dizanin ka lîstik çi ye
16:06 MATÛHAYDER çû serdana nobeta GOÇÎZDER’ê
15:40 Starta çalakiyên 25’ê Mijdarê li gundê Nagihan Akarsel hat dayîn
15:40 Rapora Rojhilat: Herî kêm 67 kes hatin qetilkirin
15:09 Nobeta Edaletê ya ji bo Geziyê di roja 200’an de didome
15:02 Şenyaşar: Ji ber adîlane nedarizandin 2 kes qetil kirin
14:56 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
14:47 Rektorê Zanîngeha Dîcleyê daxwaza xwendekaran red kir
13:53 Euro derket ser 19 lîreyan
13:49 Li Enqereyê 5 efxanî bi awayekî hovane hatine qetilkirin
13:26 Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin
13:06 Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
12:55 Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin
12:20 Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin
12:18 Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e
12:08 Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye
11:52 ‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’
11:42 'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire'
11:30 Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
10:44 Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
10:26 Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!
09:07 TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe
09:06 Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin
09:05 'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'
09:04 Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne
09:03 Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN
10/11/2022
16:47 Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
16:36 Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê
16:30 Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin
16:05 Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
15:44 Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin