‘Serhildana Şêx Seîd li dijî dagirkeriyê bû’

  • rojane
  • 17:01 29 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Komaleya Şex Seîd bi boneya 97’emîn salvegera bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî li Amedê panelek li dar xist. Di panelê de hat gotin ku Şêx Seîd li dijî dagirkerî û binpêkirinên mafan serî hil da û li gel hevalên xwe bi awayekî derhiqûqî hatin bidarvekirin. 
 
Komeleya Perwerde, Çand û Piştevaniyê ya Şex Seîd bi boneya 97’emîn salvegera qetilkirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî, li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Amedê panelek li dar xist. Di panelê de li gel endamên Komeleya Şêx Seîd, her wiha Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û gelek kes amade bûn. Li eywana konferansê wêneyê Şex Seîd û pankarta ku navên şehîdên 29’ê hezîranê li ser bûn hatibûn daliqandin. Di panelê de neviyê Şêx Seîd, Diyadîn Firat, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, civaknas Seher Akçinar Bayar û Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya axivîn.
 
Ji ewil Serokê Komeleya Şêx Seîd Qasim Firat axivî. Firat, roja darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî weke rojeke reş pênase kir û bîranînên Şêx Seîd vegot. 
 
Piştre jî Diyadîn Firat li ser jiyana Şex Seîd axivî. Firat, anî ziman ku Şêx Seîd kesekî zana bû û rojeva heyî ya li welêt ji nêz ve dişopand. Bi domdarî Firat ev tişt anî ziman: “Her tim rojname diçûn medreseya Şex Êlî Efendî. Bi vî awayî Şex Seîd jî li ser civaka kurd difikirî û kesekî polîtîk bû. Serhildana Şex Seîd li dijî dagirkeriyê û hegomonyayê serhildanek bû.” 
 
'NE DADGEH LÊ CIHE ÎNFAZÊ BÛ'
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî têkildarî pêvajoya darizandina Şêx Seîd û hevalên wî axivî û ev tişt anî ziman: “Ji berê ve li Tirkiyeyê daraza, girêdayî pergala dewletê bû. Dewlet jî li ser bingeha yekperestiyê hatiye avakirin. Kengî desthilatdarî guherîbin, navê dadgehan jî guherîn. Lê belê armanc û tevgera wan neguherî. Dadgehên Îstîklalê jî piştî zagona serfermandariyê li Meclisê hat erêkirin û dadgeh ketin destê Ataturk. Bi avabûna komarê re ew dadgeh li hemberî muxalîf, terîqat û bi taybet jî li dijî kurdan hatin bikaranîn. Piştre jî li Amedê bi çar parlamenteran Dadgeha Şerqê hate avakirin. Wê dadgehê jî ji ewil Şêx Seîd û çend siyasetmedarên kurd darizand û xeniqandin. 
 
Şêx Seîd di 15’ê nîsanê de li Gimgimê hate girtin, piştre anîn Amedê û li wir bi awayekî derhiqûqî hate darvekirin. Di çi dewletên hiqûqî de tiştekî wiha nehatiye kirin. Heta salên 1927’an jî dadgeh hebûn lê piştre Dadgehên Leşkerî hatin avakirin. Ew ne dadgeh lê cihên darizandin û înfazê bûn. Heman tişt îro jî li dadgehên Tirkiyeyê berdewam dike. Ew bêhiqûqî bi taybet jî li dijî kurdan tê kirin. Lewma îro barek dikeve ser milên hiqûqnasên kurd. Ji bo dîtina cihê gora Şêx Seîd çi ji destê me were em ê bikin.” 
 
'TEVGERA OL Û NETEWEYÎ' 
 
Civaknas Seher Akçinar Bayar jî destnîşan kir ku dema li kesên di nava serhildana Şêx Seîd de cih girtin dinihêre, dibîne ku gelek jê mirovên oldar nînin û ev nirxandin klir: “Dîroknasan jî ev rewş gelek caran nirxandine. Di lêkolînên dîroknasan de jî tê dîtin ku Şêx Seîd li dijî binpêkirinên mafan serî hil da ye. Anku mirov dikare bibêje ku di serhildana Şêx Seîd de fikra ol û neteweyî heye.” 
 
Herî dawî jî Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya li ser doza Şêx Seîd û hevalên wî axivî. Kaya, daxuyand ku Tirkiyeyê piştî serhildana Şêx Seîd, li dijî kurdan siyaseta jihevparçekirina kurdan meşand û ev polîtîkaye hêj jî berdewam dike. 
 
Panel bi pêşandana qeftanekî kevn ê Şêx Seîd re bi dawî bû. 
 

Sernavên din

17/11/2022
17:00 Albashir got ku ne ji Efrînê lê ji Idlibê derbasî Tirkiyeyê bûye
16:44 Xwendekarên welatparêz ‘Meclisa Xwendekarên Demokratîk’ ragihand
16:28 Baroya Enqereyê dê destûra ‘reglê’ bide xebatkarên xwe
15:58 Meclisa Jinan a DBP’a Wanê damezrandina xwe ragihand
15:43 ‘Divê Iraq li NY’ê giliyê Tirkiyeyê bike’
15:39 Di şer de leşkerek hat kuştin
15:38 Wezîrê Karên Derve dê ji ber êrişên Tirkiyeyê vexwînin Parlamentoya Iraqê
15:26 Nobeta Edaletê: Doza gelê kurd, doza demokrasî û azadiyê ye
15:02 ÎHD: Mûxalefeta ji hedefgirtinê re bêdeng ma jî hevkarê sûc e
14:59 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Budak hat berdan
14:27 Danişîna xebatkarê ÎBB’ê Başkapan hat taloqkirin
14:05 Ji ber parvekirinên hesabeke din cezayê hefsê dan rojnameger Canozer
13:44 Dayikên Aştiyê çûn serdana Malbata Şenyaşar
13:12 ‘Dev ji sepanên keyfî yên li dijî rojnameger û parastvanên mafên mirovan berdin’
12:51 Li Girtîgeha Kalkandereyê dest danîn ser pirtûk, televîzyon û sarincên girtiyan
12:08 Rojnameger Ozdemîr: Avakirina komîsyonê tê wateya qebûlkirina bikaranîna çekên kîmyewî
11:48 MHP’ê TTB hedef girt: Bila peyva ‘Tirk’ jê were derxistin
11:39 Di êrişên rejîmê de 7 kes hatin qetilkirin
11:14 Hatîmogûllari: Neçarin bên ber deriyê HDP’ê, ji ber ku em xwedî roleke diyarker in
10:55 Binçavkiriyên teqîna Taksîmê anîn edliyeyê
10:39 Civaknasiya Azad mohra xwe li Konferansa Jinan a Navneteweyî da
10:33 Parêzer Vefa: CPT divê ji bo mueyîdeyan gavan biavêje
10:06 Ucaman bertek nîşanî plana îmarê ya DU’yê da: Bi rant û îmarên xwe Kurdistanê dagir dikin
09:10 Betalî dibe sedema 'mirinê'
09:02 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rasterast bandorê li jiyana girtiyan dikin'
09:02 Banga Selma Irmakê ya ji bo çekên kîmyewî: Ger 'bêbextî' be nexwe bila bê vekolandin
09:01 Elewî dê li dijî Serokatiya Cemxaneyê komcivînekê li dar bixin
09:00 ROJEVA 17’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:59 Êrişa bombeyî: Li Ezaza ku di bin kontrola Tirkiyeyê de kesek hat binçavkirin
08:36 Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî komîsyon ava kir
16/11/2022
16:51 Malbatên girtiyan bertek nîşanî lêferzkirina poşmantiyê dan
16:46 Cenazeyê ciwanê ku ketibû Çemê Dîcleyê hate dîtin
16:11 Rojnamevanê girtî Aydin: Mafên me tên astengkirin
16:00 Nobeta Edaletê di sala yekemîn de ye: Em ê heta dawiyê têbikoşin
15:55 Der barê bersûcê qetilkirina 5 kesan de bultena sor hate derxistin
15:48 Tenê destpêk û dawiya dîmenên êrişê hatin parvekirin
15:21 Rêxistinên Elewiyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:20 Bi girseyî çûn serdana şîna Dûrmûş
15:18 Ji bo Tosun a hedef hatibû nîşandan biryara parastinê hat dayîn
15:08 Xwendekarên zanîngehê: Em ê têkoşîna rêxistinkirî mezintir bikin
14:56 Hevşaredar Esmez: Qeyûm talan û wêranî ye
14:53 Serokê Giştî yê BES’ê ji bo piştevaniyê çû serdana Malbata Şenyaşar
14:41 Rapora girtîgehên Herêma Derya Reş: Tecrîda li dijî girtiyan didome
14:40 Ji bo rojnamegerên girtî daxuyaniya girseyî: Ev 5 meh in darazê tiştek nekiriye
14:21 Cîranê Dilvîn Îbrahîm hat binçavkirin
13:51 Meclisa Jinan a KESK’ê dê li dijî tundiyê dakevin qadan
13:51 DÎB: Divê muxalefet li dijî polîtîkayên şer xwedî helwest be
13:26 Ciwanê ku li Cizîrê xwe avêtî Çemê Dîcleyê winda bû
13:25 Dadgehê 8 sal ceza li Hevseroka MEBYA DER’ê Almas birî
13:24 Gelo serokê MHP’î tê parastin?
12:56 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
12:55 Berdevka TJA’yê Gokkan: Parastina min ‘jin jiyan azadî’ ye
12:04 Di şantiyeya Navenda Fînansê de şewat derket: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
11:45 Muslim: Têkiliya êrişkar bi OSO’yê re heye
11:23 Qetilkirinên bakurê Kurdistanê ji Erdogan hate pirsîn
11:22 ŞanoWanê dest bi atolyeya şanoyê kir
10:54 ‘Jin bihêz in lewma ziravê wan diqete lê dê bi êrişên xwe bi me nekarin’
10:36 Danişîna biryarê ya doza Dedeogûllari sibe tê lidarxistin
09:19 Moşek li Polonyayê ket: NATO dê bicive
09:13 Ji OHD û DTO'yê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Binpêkirina mafan îşkence ye
09:03 Aktivîstên jin: Berxwedana li Îranê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can dibe
09:02 Rihayî: Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin
09:01 Hevserokê HDP'ê yê cezayê hepsa malê lê hatiye birîn: Ceza delîla kîmyasalê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2022’YAN
15/11/2022
21:19 Çalakiya rûniştinê ya jinan bi dawî bû
21:07 Li Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wi hatin bibiranîn
17:38 Li Hezexê zarokek mirî hat dîtin
17:08 Li rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir
17:00 Li Silopiyayê jinan dest çalakiya rûniştinê kir
16:51 Bekîr Bozdag bi wêneyên girtiyên nexweş re rûbirû ma
16:46 Li Kampa Holê 2 zarok hatin qetilkirin
16:12 Dadgehê îdia kir ku qetilkirina endamên malbata Dedeogûllari bi qesta qirkirinê nehatiye kirin
16:02 Lİ Êlihê jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:39 Nobeta Edaletê: Dawî li şerê qirêjî bînin
15:37 66 kesên beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bûne hatine fîşkirin!
15:25 Li Pirsûsê qeyûm hat protestokirin
15:07 HDK’ê banga hevrûbûna bi Dêrsimê re kir
15:06 ‘Kes nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire’
14:51 Hevdîtinên telefonê yên Albasahir ên bi serokê MHP’î re derketin holê
14:38 ‘Wêjeya li zindanan bi mêjiyekî azad û îradeyek xurt tê hilberandin’
13:39 Buldan: Em êrişa Stenbolê ji komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê nas dikin
13:38 2 jinên ku otobûsê li wan da jiyana xwe ji dest dan
13:16 Li gorî Bozdag îşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş in!
13:04 PYD: Tirkiye ji bo êrişan bingehê amade dike
12:23 Malbatên girtiyan: Em zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin
12:12 Li Demîrel a HDP’î 5 meh cezayê hefsê hate birîn
12:01 Bîlançoya 7 mehan a şer hat eşkerekirin
11:57 TUÎK’ê rêjeya bêkariyê eşkere kir
11:51 Parlamenter Dag bêûsûliyên li Şaredariya Amedê bir rojeva Meclisê
11:48 Koca: 6 birîndar li lêniherîna awarte ne
11:37 Malbata Şenyaşar: Baweriya me emir dike ku li dijî zilmê bêdeng nemînin
11:24 Girtî Erkol piştî hevdîtina bi malbatê re li erdê hat kaşkirin
11:13 Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket
11:10 Li Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:05 Hejmara binçavkirinên ji ber teqîna Stenbolê derket 50’an
10:58 AYM’ê ji bo hevşaredarên ku neanîn danişînê biryara binpêkirinê da
10:34 Baroya Stenbolê du roj piştre daxuyanî da
10:11 KCK: Tu eleqeya tevgera me bi teqîna li Taksîmê re nîne
10:07 Hejmara 50’an a Pêveka Jinê ya Yenîşamê derket
09:51 Girtiyê nexweş Çelîk: Girtiyan terkî mirinê dikin