Pêkhateyên HDP’ê: Dê kongreya me bibe bersiva bêhêvitiyê

img
ÎZMÎR - Pêkhateyên HDP’ê dan zanîn ku dê di 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê de têkildarî talana ekolojiyê û têkoşîna jinan peyamên girîng werin dayîn û dê kongre ji bo bêhêvîtiyê jî bibe bersivek. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) amadekariyên xwe yên ji bo 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin ku dê li Eywana Sporê ya Enqereyê li dar bixe temam kirin. Kongre dê bi dirûşma “Çareserî em in, serkeftin a me ye” tê lidarxistin û tê payîn ku ji çar aliyên Tirkiyeyê bi hezaran kes bên Enqereyê. Di kongreyê de li gel mijarên jin, ekolojî û têkoşîna kedê, her wiha tê payîn ku daxwazên demokrasî, azadî û wekheviyê derkevin pêş. Nûnerên partiyên pêkhateyên HDP’ê yên Îzmîrê têkildarî girîngiya kongreyê axivîn. 
 
Hevberdevkê Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep (Partiya Çepa Kesk) ê Îzmîrê Huseyîn Çaglar da zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide hemû daxwazên demokrasiyê yên civakê di şexsê HDP’ê de bitepisîne û wiha got: “Di serdemeke wiha de lidarxistina kongreyê gelek girîng e. Dê bi vê kongreyê bersiva herî xurt bidin êrişan. Lewma dê kongre hêviya gel zindîtir bike. Girîng e ku hemû hêzên civakê yên daxwaza demokrasiyê dikin piştgiriyê bidin HDP’ê. Bernameya HDP’ê 5 aliyê serdestiyê ji holê radike. A ewil ew e ku hewl dide serweriya mêr a li ser jinê ji holê rake. Li hêla din serdestiya nasnameyekî ya li ser nasnameya din, serdestiya olekî ya li ser baweriyên din bi dawî dike. Her wiha di bernameya HDP’ê de armanc tê kirin ku mêtingeriya sermayedaran a li ser xwezayê bi dawî bike. Lewma dema em dibêjin kongreyên HDP’ê, em nikarin têkoşîna jin, nasname, bawerî, ked û xwezayê ji hev cuda bigirin dest. Di heman demê de kongre dê bibe nîşaneyeke têkoşîna li dijî rûxandina ekolojiyê jî.” 
 
HDP DENGÊ GELAN E 
 
Hevseroka Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) a Îzmîrê Tugçe Kizildemîr jî anî ziman ku derdora herî xurt û zindî ya muxalefeta civakî HDP ye û wiha domand: “Lewma jî li pêşiya desthilatdariya AKP-MHP’ê astengiyekî mezin e. Bi dozên girtinê, girtin û zextan hewl didin HDP’ê tune bikin. Rêhevala me Denîz Poyraz li avahiya HDP’a Îzmîrê hate qetilkirin. Anku dewletê ji bo tunekirina HDP’ê her cureyên êrişan kirin. Lê tevî vê yekê jî HDP her ku diçe xurtir dibe.  HDP qala biratiya gelan û dinyayeke ku karker bikarin weke mirovan tê de bijîn dike. Lewma bihêz derbasbûna kongreya dê mirûz û motîvasyonê xweştir bike.”
 
BANGA TEVLIBÛNÊ
 
Kizildemîr axaftina xwe wiha qedand: “Li Tirkiyeyê her roj jin tên qetilkirin û polîtîkaya necezakirinê didome. Jinên HDP’î nûnertiya serhildan û têkoşîna li dijî vê dikin. Wateya bandora HDP’ê ya di têkoşîna jinan de ew e ku mafên jinan ên hatine xespkirin dîsa lê werin vegerandin. Lewma dê di kongreyê de ji ewilî peyama têkoşîna hevpar û piştevaniyê bidin jinan. Her wiha dê peyama xurtkirina rêxistiniya jinan a li dijî pergala mêrserdest bê dayîn. Ji ber ku hêza herî xurt a li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê, têkoşîna jinan e. Banga me li hemû gelên me, karker, jin û LGBTÎ+’yan ew e ku beşdarî kongreyê bibin. Ev kongre dê ji bo kesên hewl didin bêhêvîtiyê belav bikin bibe bersivek. Xurt derbasbûna kongreya HDP’ê tê wateyê ku dê têkoşîna demokrasiyê ya demên pêş xurtir bibe.” 
 

Sernavên din

17/11/2022
17:00 Albashir got ku ne ji Efrînê lê ji Idlibê derbasî Tirkiyeyê bûye
16:44 Xwendekarên welatparêz ‘Meclisa Xwendekarên Demokratîk’ ragihand
16:28 Baroya Enqereyê dê destûra ‘reglê’ bide xebatkarên xwe
15:58 Meclisa Jinan a DBP’a Wanê damezrandina xwe ragihand
15:43 ‘Divê Iraq li NY’ê giliyê Tirkiyeyê bike’
15:39 Di şer de leşkerek hat kuştin
15:38 Wezîrê Karên Derve dê ji ber êrişên Tirkiyeyê vexwînin Parlamentoya Iraqê
15:26 Nobeta Edaletê: Doza gelê kurd, doza demokrasî û azadiyê ye
15:02 ÎHD: Mûxalefeta ji hedefgirtinê re bêdeng ma jî hevkarê sûc e
14:59 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Budak hat berdan
14:27 Danişîna xebatkarê ÎBB’ê Başkapan hat taloqkirin
14:05 Ji ber parvekirinên hesabeke din cezayê hefsê dan rojnameger Canozer
13:44 Dayikên Aştiyê çûn serdana Malbata Şenyaşar
13:12 ‘Dev ji sepanên keyfî yên li dijî rojnameger û parastvanên mafên mirovan berdin’
12:51 Li Girtîgeha Kalkandereyê dest danîn ser pirtûk, televîzyon û sarincên girtiyan
12:08 Rojnameger Ozdemîr: Avakirina komîsyonê tê wateya qebûlkirina bikaranîna çekên kîmyewî
11:48 MHP’ê TTB hedef girt: Bila peyva ‘Tirk’ jê were derxistin
11:39 Di êrişên rejîmê de 7 kes hatin qetilkirin
11:14 Hatîmogûllari: Neçarin bên ber deriyê HDP’ê, ji ber ku em xwedî roleke diyarker in
10:55 Binçavkiriyên teqîna Taksîmê anîn edliyeyê
10:39 Civaknasiya Azad mohra xwe li Konferansa Jinan a Navneteweyî da
10:33 Parêzer Vefa: CPT divê ji bo mueyîdeyan gavan biavêje
10:06 Ucaman bertek nîşanî plana îmarê ya DU’yê da: Bi rant û îmarên xwe Kurdistanê dagir dikin
09:10 Betalî dibe sedema 'mirinê'
09:02 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rasterast bandorê li jiyana girtiyan dikin'
09:02 Banga Selma Irmakê ya ji bo çekên kîmyewî: Ger 'bêbextî' be nexwe bila bê vekolandin
09:01 Elewî dê li dijî Serokatiya Cemxaneyê komcivînekê li dar bixin
09:00 ROJEVA 17’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:59 Êrişa bombeyî: Li Ezaza ku di bin kontrola Tirkiyeyê de kesek hat binçavkirin
08:36 Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî komîsyon ava kir
16/11/2022
16:51 Malbatên girtiyan bertek nîşanî lêferzkirina poşmantiyê dan
16:46 Cenazeyê ciwanê ku ketibû Çemê Dîcleyê hate dîtin
16:11 Rojnamevanê girtî Aydin: Mafên me tên astengkirin
16:00 Nobeta Edaletê di sala yekemîn de ye: Em ê heta dawiyê têbikoşin
15:55 Der barê bersûcê qetilkirina 5 kesan de bultena sor hate derxistin
15:48 Tenê destpêk û dawiya dîmenên êrişê hatin parvekirin
15:21 Rêxistinên Elewiyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:20 Bi girseyî çûn serdana şîna Dûrmûş
15:18 Ji bo Tosun a hedef hatibû nîşandan biryara parastinê hat dayîn
15:08 Xwendekarên zanîngehê: Em ê têkoşîna rêxistinkirî mezintir bikin
14:56 Hevşaredar Esmez: Qeyûm talan û wêranî ye
14:53 Serokê Giştî yê BES’ê ji bo piştevaniyê çû serdana Malbata Şenyaşar
14:41 Rapora girtîgehên Herêma Derya Reş: Tecrîda li dijî girtiyan didome
14:40 Ji bo rojnamegerên girtî daxuyaniya girseyî: Ev 5 meh in darazê tiştek nekiriye
14:21 Cîranê Dilvîn Îbrahîm hat binçavkirin
13:51 Meclisa Jinan a KESK’ê dê li dijî tundiyê dakevin qadan
13:51 DÎB: Divê muxalefet li dijî polîtîkayên şer xwedî helwest be
13:26 Ciwanê ku li Cizîrê xwe avêtî Çemê Dîcleyê winda bû
13:25 Dadgehê 8 sal ceza li Hevseroka MEBYA DER’ê Almas birî
13:24 Gelo serokê MHP’î tê parastin?
12:56 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
12:55 Berdevka TJA’yê Gokkan: Parastina min ‘jin jiyan azadî’ ye
12:04 Di şantiyeya Navenda Fînansê de şewat derket: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
11:45 Muslim: Têkiliya êrişkar bi OSO’yê re heye
11:23 Qetilkirinên bakurê Kurdistanê ji Erdogan hate pirsîn
11:22 ŞanoWanê dest bi atolyeya şanoyê kir
10:54 ‘Jin bihêz in lewma ziravê wan diqete lê dê bi êrişên xwe bi me nekarin’
10:36 Danişîna biryarê ya doza Dedeogûllari sibe tê lidarxistin
09:19 Moşek li Polonyayê ket: NATO dê bicive
09:13 Ji OHD û DTO'yê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Binpêkirina mafan îşkence ye
09:03 Aktivîstên jin: Berxwedana li Îranê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can dibe
09:02 Rihayî: Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin
09:01 Hevserokê HDP'ê yê cezayê hepsa malê lê hatiye birîn: Ceza delîla kîmyasalê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2022’YAN
15/11/2022
21:19 Çalakiya rûniştinê ya jinan bi dawî bû
21:07 Li Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wi hatin bibiranîn
17:38 Li Hezexê zarokek mirî hat dîtin
17:08 Li rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir
17:00 Li Silopiyayê jinan dest çalakiya rûniştinê kir
16:51 Bekîr Bozdag bi wêneyên girtiyên nexweş re rûbirû ma
16:46 Li Kampa Holê 2 zarok hatin qetilkirin
16:12 Dadgehê îdia kir ku qetilkirina endamên malbata Dedeogûllari bi qesta qirkirinê nehatiye kirin
16:02 Lİ Êlihê jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:39 Nobeta Edaletê: Dawî li şerê qirêjî bînin
15:37 66 kesên beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bûne hatine fîşkirin!
15:25 Li Pirsûsê qeyûm hat protestokirin
15:07 HDK’ê banga hevrûbûna bi Dêrsimê re kir
15:06 ‘Kes nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire’
14:51 Hevdîtinên telefonê yên Albasahir ên bi serokê MHP’î re derketin holê
14:38 ‘Wêjeya li zindanan bi mêjiyekî azad û îradeyek xurt tê hilberandin’
13:39 Buldan: Em êrişa Stenbolê ji komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê nas dikin
13:38 2 jinên ku otobûsê li wan da jiyana xwe ji dest dan
13:16 Li gorî Bozdag îşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş in!
13:04 PYD: Tirkiye ji bo êrişan bingehê amade dike
12:23 Malbatên girtiyan: Em zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin
12:12 Li Demîrel a HDP’î 5 meh cezayê hefsê hate birîn
12:01 Bîlançoya 7 mehan a şer hat eşkerekirin
11:57 TUÎK’ê rêjeya bêkariyê eşkere kir
11:51 Parlamenter Dag bêûsûliyên li Şaredariya Amedê bir rojeva Meclisê
11:48 Koca: 6 birîndar li lêniherîna awarte ne
11:37 Malbata Şenyaşar: Baweriya me emir dike ku li dijî zilmê bêdeng nemînin
11:24 Girtî Erkol piştî hevdîtina bi malbatê re li erdê hat kaşkirin
11:13 Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket
11:10 Li Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:05 Hejmara binçavkirinên ji ber teqîna Stenbolê derket 50’an
10:58 AYM’ê ji bo hevşaredarên ku neanîn danişînê biryara binpêkirinê da
10:34 Baroya Stenbolê du roj piştre daxuyanî da
10:11 KCK: Tu eleqeya tevgera me bi teqîna li Taksîmê re nîne
10:07 Hejmara 50’an a Pêveka Jinê ya Yenîşamê derket
09:51 Girtiyê nexweş Çelîk: Girtiyan terkî mirinê dikin