Ocalan: AKP di polîtîkayên NATO'yê de amûrek e

  • rojane
  • 09:53 7 Tîrmeh 2022
  • |
img

AMED - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan detsnîşan kiriye ku NATO ji bo bidestxistina hin tiştan di mijara kurdan de hin tawizan dide Tirkiyeyê û gotiye AKP jî di polîtîkayên Înghilîz-DYA-NATO'yê de amûrek e. 

Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) ku bi nîqaşên ji bo endamtiya Swêd û Fînlandiyayê bûbû rojev, li ser dijberiya li hemberî kurdan bi Tirkiyeyê re li hev kir û ji bo vê civînek li dar xist. Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ewilî ji bo endamtiya Swêd û Fînlandiyayê gotibû "beleheq xwe newestînin" lê paşê dest ji biryara xwe ya vetokirinê berdabû. Piştî vê ji bo guftûgoyê gazî Swêd û Fînlandiyayê hatibû kirin. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 15'ê sibata 1999'an ve di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de ye di hevdîtinên xwe yên bi parêzeran re tim awayê rêxistinbûna NATO'yê, têkiliya wê ya bi Tirkiyeyê û planên wê nirxandibûn. 
 
LÎSTIKÊN KAPÎTALÎZMA GLOBAL
 
Ocalan di hevdîtina xwe ya 24'ê Adara 2010'an a bi parêzeran re li ser lîstikên kapîralîzma global ên li ser herêmê sekiniye û gotiye: "Navenda van lîstikan Londra ye. Li paş van lîstikan jî Îngîltere û DYA hene. Ev hêz, niha NATO'yê jî bi kar tînin û dixwazin van polîtîkayên xwe pêk bînin. Ji sala 1985'an heya niha ev hêz 25 sal in li ser me hûr bûne. Jixwe ji wê çaxê heya niha helwesta Almanyayê ya li hemberî me tê zanîn."
 
BERDEWAMA GLADIOYÊ: JÎTEM
 
Ocalan aniye ziman ku polîtîkayên NATO'yê yên li ser Tirkiyeyê di ser Almanyayê re tên zeximkirin û gotiye: "Almanya stûna herêmî ya polîtîkayên NATO'yê ne yên li ser Tirkiyeyê. Almanyayê jî polîtîkayên Tirkîyeyê yên NATO'yê pêk anîn. Ji sala 1999'an ve, 15 salan JÎTEM'ê li hemberî em bi kar anîn ku ev stûna NATO-Gladioyê ya li Tirkiyeyê ye. Ji sala 1985'an heya sala 1999'an piraniya polîtîkayên NATO'yê yên li ser Tirkiyeyê di ser Almanyayê re dihatin pêkanîn, li Tirkiyeyê jî ev polîtîka bi destê JÎTEM'ê hatin pêkanîn ku ev berdewama wan a li Tirkiyeyê bû. A rast Ergenekon piştî deşîfrebûna JÎTEM'ê hat avakirin. JÎTEM di sala 1999'an de hat fesixkirin û li şûna wê Ergenekon ket dewrê." 
 
TAWIZÊN HATINE DAYÎN
 
Ocalan bi lêv kiriye ku NATO beranberiya hin tiştan di warê mijara kurdan de hin tawiz dane Tirkiyeyê û wiha gotiye: "NATO, gava desthilatên Tirkiyeyê derî xwestekên wê tevbigerin kêliyekê jî nafikirin û ser wan xêz dikin. Lê Erdogan vî tiştî nabîne. Menderes dê biçûna Rûsyayê, lewma ew ji navê rakin. Demîrel, ew jî dê biçûna Rûsyayê, wî jî ji navê rakirin. Paşê ji ber ku Ecevît di çarçoveya operasyona Iraqê de tawiz nedan bi tenduristiya wî lîstin û wî jî ji navê rakirin. Piştî wî AKP'ê anîn. Jixwe wê demê 'Projeya Îslamiya Nerm' a DYA'yê jî hebû. AKP jî rastî vê hast û ew kirin desthilatdar." 
 
‘AKP AMÛREK NÛ YE'
 
Ocalan destnîşan kiriye ku AKP pêkanînerê polîtîkayên Îngilîz-DYA-NATO'yê ye û got: "AKP ji bo van polîtîkayan amûrek nû ye. Ji xeynî vê tu wateyeke AKP'ê tune ye. Niha bi destê AKP'ê gelek tiştan pêk tînin. A rast ne yên piştgiriya AKP'ê dikin ne jî kurdên di nava AKP'ê de haya wan ji tiştekî tune ye. Tenê Erdogan bi meseleyê dizane. Tenê Erdogan û Başbûg hay ji vê rewşê hene. Ev kes her hefte civînê çêdikin û diçin derveyî welêt meseleyên li ser kurdan nîqaş dikin û biryarê digirin. Biryara van operasyonan di van civînan de tên girtin. Divê ev bi vî awayî bê zanîn." 
 
ÇEWISANDINÊN DYA'YÊ
 
Rêberê PKK'ê aniye ziman ku DYA bi ser kurdan de çûye û gotiye "bibin parçeyeke koalîsyona AKP'ê" û gotiye: "Peyama wan ev qasî zelal e. Neyteke AKP'ê ya ku meseleyê çareser bike tune ye. Wekî wê çareser bieke xwe dide nîşandan, lê çareser nake. Polîtîkayên DYA'yê pêk tîne. Di vê çarçoveyê de dikare ji ber kirinên xwe paş de jî gav bavêje. Ji lew re tu bingeheke qanûnî ya van gavên wan tune ye. Divê ev tişt bên dîtin. Kurd divê van ferzkirinên li hemberî xwe baş fêm bikin. Ji xeynî vê wekî din tiştekî ku bikin tune ye. Herî zêde li Ewropayê operasyonek du operasyonan bikin. Ji xeynî vê tiştekî ku bi gefxwarinê bikin tune ye. Gelê me yê li Ewropayê divê li hemberî van kirinan têkoşîna xwe bilind bike, rêxistinbûyîna xwe xurt bike û xwedî lê derkeve." 
 
PEYAM JI BO TALABANÎ Û BARZANÎ
 
Ocalan di nirxandina xwe ya 31'ê Adara 2010'an de peyamine girîng dane Talabanî û Barzanî jî û wiha axivî ye: "Dibe ku bi encama hilbijartinê re li Iraqê pêvajoyeke tasfiyekirinê dest pê bike, ez hişyar dikim. Dê wê avaniya te ya biçûk bi ser serê te de hilweşînin, dê we nas nekin. Ez we hişyar dikim, ne Helebçeyek, dibe ku deh Helebçe rû bdiin. Dê her tiştî yeko yeko ji we bistînin. Dê Kerkûkê ji bo we bikin xeyal. Dibe ku Kerkuk ji dest kurdan biçe, tewa dibe cihên din jî, Hewlêr, Silêmanî jî ji dest biçe. Tu yê di wexte tiştên divê nekî, niha jî tu yê qîma xwe bi encamên hilbijartinê neynî, wisa nabe... Komplo, mezin e, yekpare ye. Armanca wê tevahiya Kurdistanê ye. Li paş komployê DYA, NATO heye. Bila pişta xwe nedin DYA'yê, divê tevahiya komployê bibînin. Dê destûra pergaleke kurd nedin. Bila bi AKP'ê nexapin." 
 
TUNEKIRINA KURDAN
 
Ocalan di hevdîtina xwe ya 18'ê Gulana 2021'ê de diyar kir ku Tirkiye dixwaze bi piştgiriya NATO û DYA'yê tevahiya kurdan qir bike û tasfiye bike û gotiye: "Li Rojhilata Navîn bi beranberiya piştgiriya Tirkiyeyê dê serê kurdan bê dayîn. Di vî warî de bi DYA'yê re li hev kirine û ev peyman li ser qirkirina kurdan e. Berê DYA û Tirkiye di warê Rojhilata Navîn de tam li hev nekiribûn, ji ber kurdna tam li hev nedikirin. Ji ber kurdan hin nuans, hin nelihevkirinê biçûk hebûn. Lê niha ew elihevkirin jî çareser kirine. Rewşa niha, wekî lihevkirina di hevdîtina Erdogan-Bûsh de ye, hevdîtina di 5'ê Mijdara 2007'an de. Beranberiya piştgiriya Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn di şexsê KCK'ê de serê kurdan e. Peyman ev e!" 
 
AKP XWE RADESTÎ DYA'YÊ KIRIYE
 
Rêberê PKK'ê Ocalan di heman hevdîtinê de destnîşan kiriye ku DYA li Rojhilata Navîn xwedî polîtîkayên nû ye û gotiye: "Berê di warê polîtîkayên li ser Rojhilata Navîn de di navbera DYA û YE'yê de ferqek hebû. Hin nuansên biçûk hebûn. Lê ew ferq jî ji holê hatiye rakirin. Bi hev re hereket dikin. Ji ber hindê AKP jî ji bo xwe bi xelasê bxe xwe radestî van polîtîkayên DYA'yê kiriye. Hema bibêje xwe avêtiye nigê wan û hewl didin desthilata xwe bidomînin. Lewma kurdan difiroşe. Tirkiye bi temamî bi DYA'yê re li hev kiriye û ji bo vê jî hemû derfetên xwe seferber kiriye. Girêdayî vê kurdan jî bi vê polîtîkayên firotiye. Kurdên Sûrîyeyê jî di nav de." 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

11/07/2022
22:11 Li Wanê di navbera du malbatan de şer derket: kesek mir, 6 birîndar
20:11 Jinan serdana malbata Denîz Poyraz kirin
19:32 Hêzên PDK’ê pêşmerge jî di nav de 4 kes binçav kirin
18:24 Li Girtîgeha Akhîsarê dermankirina girtiyan tê astengkirin
17:44 Rêveberê HDP’ê yê Pirsûsê hate girtin
15:49 Li Edenê komekî avêt ser nexweşxaneyê û gef li xebatkaran xwarin
15:31 Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê êrişa bi fosfor pêk anî
15:30 HDP bi wesîleya cejnê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:29 Wezareta Karên Derve derbarê biryara DMME’yê de daxuyanî da
13:29 Ji bo cejnê serdana Malbata Şenyaşar kirin
13:29 DMME dê biryara derbarê Kavala de eşkere bike
11:07 Rêveberiya Navenda PENa Kurd diyar bû
10:54 92 sal di ser qetlîama Geliyê Zîlan re derbas bû: Divê neyê jibîrkirin
09:42 Tiştên ku nikare bîne ziman bi firçeyê neqş dike
09:03 Tahdeya li ser rojnamevanan zêde dibe: Her kes divê xwedî li mafê xwe yê nûçewergirtinê derkeve
09:02 'Tahdeya li ser tenduristiyê berhema desthilatê ye'
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:30 Lêgerîna li avahiya produksiyonan 32 roj şûnve bi dawî bû
10/07/2022
19:42 HDP’ê li zozanên li quntarê Kato cejna gel pîroz kir: Gelê me dê bersiva wan bide
19:33 Bavê Bûldanê hat definkirin
19:20 Îtiraza ji bo girtina 16 rojnamevanan hat redkirin
16:49 Meta Ocalan, Eynê Ocalan wefat kir
15:22 Bi hinceta ‘rewşa baş’ cezayê tacîzkar Çolak daxistin
14:47 Sadr: Iraq, qurbanî û girtiya nelirêtiyê ye
14:42 Hatîmogûllari: Gel dê serî li ber vê pergala rizî netewînin
14:24 Di êrişa çekdarî ya li Efrîqaya Başûr de 18 kes hatin qetilkirin
14:16 Ji ber barana zêde li Stenbolê gelek mal di bin avê de man
14:07 Serokkomarê Srî Lanka’yê ragihand ku dê îstîfa bike
13:50 Li Wanê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
13:08 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Dewlet dengê xwe ji DAIŞ’ê re nake
12:49 Randevûyên ji bo doza nû ya Covîd-19’ê dest pê kirin
12:43 Bi hezaran jinan li DYA’yê biryara kurtajê protesto kirin
12:22 Elî Qazî Mihemed li Almanyayê wefat kir
12:05 Li dijî biryara berdana Kadîr Şeker îtîraz hate kirin
11:56 Ji rojnamegerên jin ên girtî peyama piştevaniyê
11:43 Li Geverê ciwanan bi nivîsên ser dîwaran tecrîd û êriş protesto kirin
11:34 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 489’an de ye
11:29 Cenazeyê leşkerê li Zapê hatiye kuştin di destê HPG’ê de ye
11:15 Eyûp Barzanî: Aboriya herêmê di bin kontrola Tirkiyeyê de ye
10:46 Bi çandina alaleyan dixwazin ji ber avêtina siyanurê veşêrin: Ji bo tenduristiya gel karesat e
09:18 Ceza dan girtiyên li dijî bicihkirina kamereyan a li qawîşan derketin
09:09 Hinceta ji bo lêvegerandina pêşniyaznameyan: Pirsa divê neyê pirsîn
09:02 Serlêdanên kursên ziman ên MED-DER'ê didomin
09:01 Parêzerên OHD'î: Hiqûqa li Îmraliyê veguheriye çalereşê
09:00 Parêzer Tosûn: Divê ATK bê fesixkirin
09:00 Saadet a filistînî: Em jinên berxwedêr divê tevgera jinan ronî bikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
09/07/2022
22:16 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Zaxoyê bombebaran kirin
21:26 Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê dest bi greva birçîbûnê dikin
16:46 Ronakbîrên kurd bang kir: Li ser kurdan bazariyan nekin
16:27 TÎP bi wesîleya cejnê çû serdana malbata Şenyaşar
15:40 Xwestin ku Erîk ê du milên wî hatine jêkirin bê berdan
15:17 Girtiyê nexweşiyên astim û KOAH’ê hate sewqkirin
14:24 Gel bi ser avahiya hikûmetê ya Srî Lankayê de girt
14:17 Qurnefîl danîn Qada Galatasarayê: Em ê nedin jibîrkirin
13:45 Xizmên Windakiriyan di hefteya 700’an de jî aqûbeta zarokên xwe pirsîn
12:56 Emîne Şenyaşar li pêşiya edliyeyê ye: Ev der êdî bû mala min
12:55 Bi dijwarbûna şer re Soylu dîsa çû Geverê
12:24 Ji bo Tirkiyeyê name ji Biden re şandin: F-16’an nefiroşin
12:05 Rêxistina HDP’ê ya Geverê çû serdana goristanan
10:54 Seroka AKP’a Yenîşehîrê broşûrên xwe bi polîsan dan kişandin
10:52 Di lêpirsîna Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de ji bilî ‘sûc’ her tişt heye!
09:58 Vedat Aydin hat bîbîranîn: Tu carî serî netewand
09:20 Li Geverê 3 teqînên mezin pêk hatin
09:05 Kurdo Baksî: Civîna Madrîdê têk çû
09:04 Ferhenga Kurdî-Tirkî bi 44 hezar peyvên nû hat berfirehkirin
09:02 Nameya Ertaş bi hinceta 'xebatên rojnamevaniyê didomîne' hat desteserkirin
09:01 Polîsan ew kuşt lê kiryar tune ye!
09:01 Kesê êriş biribû ser HDP'ê dê bi sûcê 'zirar daye mal' bê darizandin
09:00 Aryenê 4 pirtûkên din çap kirin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
08:55 Bavê Pervîn Buldan jiyana xwe ji dest da
08/07/2022
19:36 Komeleya Berî Her Tiştî Zarok wê 10 pirtûkên zarokan ên Weşanxaneya Aramê bi deng belav bike
19:08 Li Amedê gor hatin ziyaretkirin
18:36 Ciwanê kurd bi daxwaza Tirkiyeyê hat girtin
16:11 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Divê berpirsyarên cînayeta li Wanê bên darizandin
16:00 Waliyê Amedê nehêla malbat biçin serdana goristanan
14:58 Ersoya xwest ku derheqê Midûrê Şaxa Ewlehiyê Hanîfî Zengîn de lêpirsîn bê destpêkirin
14:44 Bertek nîşanî girtina Hevseroka Giştî ya SES’ê Atabey dan
14:33 Hişyariya parêzbendiyê dan muxalefetê: Erêkirina îşkenceyê ye
14:04 Qûrbaniyên qetlîamên Pirsûs û Enqereyê hatin bibîranîn
14:03 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:58 Meclisa Federel a Almanyayê qirkirina êzidiyan nas kir
13:56 Qelacî: Êrişên Tirkiyeyê li dijî tevahiya Sûriyeyê ne
13:55 Baroya Sêrtê tabelaya sê zimanî daliqand
13:55 Li Êlihê heqê rê hat biharkirin
13:45 Malbata Şenyaşar dê sibê cejnê li ber edliyeyê pêşwazî bike
13:41 Îtîraza dozger a ji bo kesên li Edeneyê hatibûn berdan hate redkirin
12:55 TGC’ê xelat da 16 rojnamevanên kurd
12:53 Zilamê ku parêzer Tekîn û keça wê revandî hate girtin
12:36 28 ciwanên li Çiyayê Bêzar hatibûn kuştin hatin bibîranîn
12:30 Li çoltera Şaxê şer dijwar bû
12:30 Doza Kobanê dê di betlaneya dadî de jî bidome
12:00 Ji sedî 25 zem li dermanan hat kirin
11:58 Ji Buldan û Sancar peyama cejnê
11:58 Çelebî îtîrazî biryara Emîn Ozkan ‘bila girtî bê darizandin’ kir
11:36 Bê şekir û qûrban cejnê pêşwazî dikin
11:32 Berxwedana Xizmên Windakiriyan dikeve hefteya 700’an
11:15 Dorpêçkirina avahiya şirketên produksiyonan mehek li pey xwe hişt
10:30 Tunç: Biryara AYM’ê jî parçeyek qetlîamê ye