Kurdo Baksî: Civîna Madrîdê têk çû

  • rojane
  • 09:05 9 Tîrmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Rojnameger Kurdo Baksî diyar kir ku Tirkiye tiştek bi dest nexistiye û Swêd û Fînlandiyayê jî di civîna NATO'yê de îmze danîne bin "peymana niyetê" û got: "Civîna li Madrîdê têk çû."
 
Di civîna NATO'yê de ku li Madrîdê paytexta Spanyayê hat lidarxistin, di navbera Fînlandiya, Swêd û Tirkiyeyê da peymana lihevkirinê hat îmzekirin. Bi vê encamê re rê li ber Swêd û Fînlandiyayê vebû ku daxilî nava NATO'yê bibin. Encamên vê peymanê ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ew wekî "serkeftina dîplomatîk" ragihandibû ji aliyê raya giştî ya navxweyî hê jî tên nîqaşkirin. 
 
Rojnameger Kurdo Baksî ku li Swêdê dimîne û civîna NATO'yê şopand, peymana navbera Tirkiye, Fînlandiya û Swêdê, daxwazên Tirkiyeyê û daxuyaniyên welatên din ên piştî peymanê nirxandin.
 
Baksî bilêv kir ku NATO ji sala 2008'an ve li herêmên Komara Soveyetê ya berê polîtîkayeke berfirehbûnê esas digire û ji ber vê di salên dawî de bi mudaxileyên NATO'yê yên li ser van herêman re şer rû didin. Baksî diyar kir ku li hemberî van hewldanên firehkirinê yên NATO'yê jî Rûsya hewldanên xwe yên "dagirkirinê" yên li Gurscistan, Qazaxîstan û Ûkraynayê bênavber didomîne û got, Rûsya ji ber ku ji NATO'yê ditirse serî li van pêngavan dide. Her wiha Baksî destnîşan kir ku NATO heman polîtîkayê li Rojhilata Navîn jî didomîne û got, bi vî polîtîkaya xwe ne ku welatan dike endamê NATO'yê, hêzên li gor polîtîkaya wê tevdigerin piştgiriya wan dike. 
 
DÎROKA SIYASETA TIRK: DIJBERIYA LI HEMBERÎ KURDAN
 
Bi domdarî Baksî anî ziman ku Tirkiye ji destpêkê ve di têkiliyên xwe yên bi NATO û Rûsyayê de hewl dide polîtîkayên keysparêz pêk bîne û got, helwesta Tirkiyeyê ya dawî ya li hemberî guftûgoya ji bo endamtiya NATO'yê ya Fînlandiya û Swêdê jî heman polîtîka pêk aniye. Baksî ji bo helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Fînlandiya û Swêdê ev tişt gotin: "Tirkiye di seranserê dîrokê de nakokiyên di navbera Rûsya û NATO'yê de bi kar aniye û polîtîkayên dijberî kurdan esas girtiye. Ji bo vê jî li hemberî gelê kurd her cure xerabî kiriye. Ev şêwaza siyasetê ji dema Adnan Menderes heta Erdogan dewam kiriye. Armanca wan jî pêşîlêgirtina Kurdistaneke serbixwe bû. Tirkiyeyê li hemberî Swêd û Fînlandiyayê cardin kurdan bi kar anî û ew reş kirin. Lê Tirkiye bi vê hewldanê tiştek bi dest nexist.”
 
‘PEYMANA NIYETÊ'
 
Di berdewamê de Baksî diyar kir ku ya li Madrîdê di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê de hatiye îmzekirin "peymaneke niyetê" ye û wiha pê de çû: "Helbet piştî vê peymanê dibe ku hin guherîn jî çêbibin. Ger Swêd û Fînlandiya di nava 8 mehan de daxwazên Tirkiyeyê pêk neynin dê endamtiya wan pêk nayê. Helbet heta dê Tirkiye di vê pêvajoyê de gelek tiştan bike. Sedema ku ez dibêjim 8 meh ew e ku welatên endamên NATO'yê dê di vê demê de biryara endamtiya Fînlandiya û Swêdê bidin."
 
‘ÎTIBARA ERDOGAN NEMA'
 
Baksî li ser naveroka polîtîkayên "şantajê" yên Tirkiyeyê jî sekinî û got, şertên Erdogan ên diî kurdan bi temamî di wesfên ferzkirinê de ne û ev nirxandin kir: "Tirkiye bi vê ferzkirinê xwest YPG û PKK’ê wekî ‘terorîst’ îlan bike, lê bi ser neket. Tenê di tiştekî de bi ser ket; ew jî ji bo xebata bi hev re ya îstîxbarata Swêdê û Tirkiyeyê hêsan bibe û lêkolînên kûrtir yên li ser kesên ku Tirkiye dixwaze Swêd wan radestî wê bike. Ev daxwazên radestkirinê kurdan nerihet kir. Dema ku Erdogan roja pêncşema borî di Civîna Çapemeniya Navdewletî de ragihand ku ew daxwaza 73 kesan dikin, îtîbara Erdogan têk çû. Yanî Wezîrê Dadê daxwaza 33 kesan dikir, lê Erdogan got ew '73 dixwazin'. Ev yek îtibara Erdogan nehişt. Hûn dikarin li Rojhilata Navîn, li Tirkiyê vê siyasetê bikin û nîqaş bikin, lê hûn nikarin tiştekî wiha li qada navneteweyî bibêjin û bikin."
 
‘ERDOGAN ESAS NAYÊ GIRTIN'
 
Rojnameger Baksî bibîr xist ku Swêd û Fînlandiya dest ji polîtîkaya xwe ya serbixwe ya bi salan a li hemberî bloka Rojava û Rojhilatê berdane û lihevkirina wê ya bi Tirkiyeyê re wekî helwesteke li hemberî "dagirkeriya" rûs nirxand. Baksî, bi domdarî ev tişt anî ziman: "Di seranserê dîrokê de eyan e ku Swêd û Fînlandiya ji Rûsyayê pir ditirsiyane. Jixwe şerê dawî yê van her du welatan jî bi Rûsyayê re bû. Piştî êrişa li ser Ukraynayê Swêd û Fînlandiyayê jî gotin, 'Êdî em jî di bin xeteriyê de ne. Êdî tu wateyeke siyaseta serbixwe nemaye.' Tirseke wiha derûnî li wan peyda bû. Her çend Swêd bi salan siyasetek bi serbixwe meşandibe jî, lê mirov nikare vî tiştî ji bo Fînlandiyayê bibêje. Ji ber ku Fînlandiya her tim weke parêzgeheke serbixwe ya Rûsyayê tevgeriyaye. Fînlandiya ji destpêkê ve tu carî nebûye welatekî serbixwe. Piştî endametiya Yekîtiya Ewropayê, êdî Fînlandiya hêdî hêdî guh li Moskovayê nekir. Bi kurtasî Fînlandiya niha dixwaze ji Rûsyayê xelas bibe. Niha ev her du welat dibêjin, 'Tişt nabe, em hinekî guh li Erdogan bikin, jixwe paşê em ê bi ya xwe bikin. Jixwe kes wî esas nagire.'"
 
‘CIVÎNA MADRÎDÊ TÊK ÇÛ'
 
Baksî diyar kir ku ji bo Tirkiyeyê li holê tu serketinek tune ye û got: "A rast Swêd, Fînlandiya û Tirkiye bi vê peymana 'niyetê' têk çûn. Ji ber ku piştî vê peymanê ew çekên ku Tirkiyeyê ji Biden xwestibûn nehatin dayîn. Jixwe Biden di daxûyaniya xwe de bi gotina “Ne ez, divê kongre erê bike' tiştek neda Tirkiyeyê. Yanî Tirkiye tiştek bi dest nexist. Li aliyê din jî Swêd û Fînlandiyayê ji ber ku dest ji helwesta xwe ya di warê azadiya fikr û ramanê de berdan, têk çûn. Bi kurtasî, civîna Madrîd têk çû. Her wiha ez ne bawerim Tikriye ew kesên ku doza wan dike radest bigire jî." 
 
KAMPANYAYA ÎMZEYAN
 
Baksî da zanîn ku li hemberî daxwaza radestkirina hin kesan li Swêdê kampanyayeke îmzeyê dane destpêkirin û got, divê hemû kurdên dîasporayê li hemberî van daxwazên Tirkiyeyê bixebitin. Baksî, axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê em li dijî van daxwazên Tirkiyeyê yên ji bo radestkirina kesan xwedî helwesteke zelal bin. Ez naxwazim zêde behsa naveroka kampanyayê bikim, lê divê dostên kurdan ên li Swêd û Fînlandiyayê zextê li hikûmetên xwe bikin. Kesên li vir divê ji bo vê yekê bi berprisiyarî tevbigerin." 
 
MA/ Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

17/07/2022
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:32 Li Herêma Kurdistanê ji bo PKK’ê milyonek îmze hatin berhevkirin
16/07/2022
20:47 Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
19:20 Tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna Kemal Kûrkût dest pê kir
19:09 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Li hemberî îşkenceyê bawerî, wêrekî û berxwedan hebû
18:38 Rojnamevan: Bila baş bê zanîn ku dê dengê me bilindtir bibe
17:31 ‘Bila rojnameger bên berdan’
16:11 Faîlên Agît û Akîpa hatin pirsîn
15:35 Ji bo Berdevkiya Meclisa Jinan a HDP’ê carek din Başaran hat bijartin
15:33 ATK’ê ji bo girtiyê ji sedî 41 astengdar got, ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
15:32 Qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi pêşandanê hatin bibîranîn
15:17 ‘Bila girtî Yildirim ê ji sedî 98 astengdar e bê berdan’
14:43 Sewalên hevserokê HDP’yî hatin kuştin
14:32 Kujerên Mîhyaz hatin pirsîn
14:07 Piştevaniya ji bo 16 rojnamevanên kurd berdewam dike
13:39 Dayikên Şemiyê Hasan Gulunay bi bîr anîn
13:01 Xizmên Windayan li aqubeta Hasan Gulunay pirsîn
13:00 Meclisa Jinan a HDP’ê civiya: Dê xeta têkoşînê ya dema nû were diyarkirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bi gotinan aramî û xweşî nayê
11:52 Dîsa êrişî gora Alîş Çubuk kirin
11:46 Girtiyan 33 qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi bîr anîn
11:12 Li Amedê jina ku rastî êrişê hat bi xedarî birîndar bû
11:11 Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê li gelek bajaran bên bibîranîn
10:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya
10:02 Berhemên Baxçeyên Hewselê bûne çavkaniya debara welatiyan
09:02 AYM: Mafê hilbijartinê yê Yuksekdag hatiye binpêkirin
09:02 Banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:01 16 rojnamevan mehek e girtî ne
09:00 Bêyî 'destûrwergirtinê' kes nikare biçe Cîloyê!
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
15/07/2022
20:51 Li Girtîgeha Beşîkduzu ya Tîpa T'yê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
18:17 Mazlûm Ebdî: Tirkiye gava keysê bi dest bixe dê êrişê bîne ser herêmê
16:37 Li Rihayê bîranîna 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin
15:33 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût sibê dest pê dike
13:41 Li Amed û Stenbolê dê ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî bên dayîn
13:26 Ferît Şenyaşar: Em ê gotina xwe ya heq, hiqûq û edalet bidomînin
13:26 Hêzên PDK’ê stranên tirkî bi rojnamevan Geerdinke dane guhdarkirin
12:17 PZK'ê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî
11:56 Bîlançoya şer a 3 mehan hate aşkerekirin
10:37 Greenpeace: Talankirina xwezaya li herêmê derveyî qada pisporiya me ye
09:29 Li Elkê 4 sal in projeya germavê berdewam dike
09:15 Şamî: Em ê şer bibin hemû herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de
09:03 Serdozgeriya Dadgeha Bilind xwest Başbûg di doza Licê de bê guhdarkirin
09:03 ‘Azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye’
09:01 Behsa mirina bi guman a li girtîgehê kir
09:01 Hemalê 67 salî : Nanê feqîran qediya
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
14/07/2022
18:58 Pirtûka Esmer Kiyarê îmze kirin
16:23 Nobeda Edaletê di hefteya 17’emîn de ye: Ma cîhan îşkenceyê nabîne?
16:17 Tunç: Ruhê 14’ê Tîrmehê paradîgmaya me ya îro ye
13:40 Yekitiya Nivîskarên Neteweyî: Em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd
12:50 ATK’ê rapora sêyemîn ‘dikare di hefsê de bimîne’ da Tugluk
12:40 Nobeda Edaletê: Partiyên siyasî hevkarên vî sûcî ne
12:32 Malbata Şenyaşar nobeda xwe ya îro li Girtîgeha Xarpêtê digire
12:24 Polîsan bîranîna Elî Çîçek asteng kir
12:14 PDK’ê rojnamevana Holandî Geerdink dersînor kir
11:40 Şewata li Çeşmê û Datçayê didome
11:20 Bêdengiya têkildarî cenazeyê leşkerê di destê HPG’ê de didome
10:17 Nameyên rojnamevanên girtî hatin desteserkirin
10:02 Li 3 gundên Hîzanê qedexeya derketina derve hate ragihandin
09:38 Malbatên rojnamevanên girtî bi lêgerîna tazî re rûbirû man
09:35 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:30 Li Hatayê mudaxileyî Mîhrîcana Evvel Temmûzê kirin: 24 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Girtîgeha Aydinê mirineke bi guman: Gelo întîhar e yan cînayet e?
09:02 Li Amedê ji 2 testan testek pozîtîf e
09:02 Êrişên nijadperest zêde bûne, gelek penaber serî li komeleyê didin
09:00 ‘Pêkanînên Esat Oktay îro jî li 300 girtîgehan didomin’
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
13/07/2022
15:39 Li pêş girtîgehê Nobeta Edaletê girtin: Bêdengî wijdanan dirizîne
14:35 ÇEVDER: Geliyê Zîlan îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin
13:03 Malbata Şenyaşar: Kesên ji qêrînên edaletê re bêdeng dimînin wê winda bikin
12:42 Nobeta edaletê di roja 240'emîn de berdewam dike
11:56 Bûldan: Ez spasiya xwe pêşkeşî herkesên ku bûn şîrîkê şîna me dikim
11:32 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
11:26 Malbat di salvegera 7’emîn a Komkujiya Pirsûsê de tên gelhev
11:03 Li Edeneyê wê 24 tîm tev li Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût bibin
10:51 Aşê 300 salî veguherand muzeyê
10:17 Li gundê Koran ê Urmiyê mayîn teqiya: Dayikek û keça wê birindar bûn
09:02 Parêzer Tay: Li Şirnexê xweza tê talankirin
09:01 ‘Ocalan bû bingeha Kurdistanê, ew jî bûn stûna wê’
09:00 Sarisozen: Dê Tirkiyeyê bi êrişa Sûriyeyê bikişînin kemîneke bixeter
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
12/07/2022
22:38 Pentagon: Serokê DAIŞ'ê yê Sûriyeyê hate kuştin
19:23 Nameya rojnamevan Ertaş cara duyemîn ‘bixeter’ hate dîtin
16:48 Malbatên girtiyan: Cejna me bi xemgînî derbas dibe
16:20 Baroya Rihayê ji bo gora Seîdî Kurdî dê serî li DMME’yê bide
15:07 Dayikên Şemiyê bersiva Yazici dan: Qet nebe hişbin
13:55 Malbata Şenyaşar: Du tişt dikare me ji vir rake
13:41 Balafirên Tirkiyeyê Çiyayê Metîna bombebaran kirin
13:03 Rojnamevan Çelîk: Destek qirêj û komploger ketiye dewrê
12:30 Malbatên girtiyan: Ji ber nasnameya kurdbûnê em tên cezakirin
10:23 Altan: Ev karwan ranaweste, em şopdarên wan in
09:56 Hevjînê Gurbuz a AKP’yî kirin cîgirê qeyûm
09:10 Ji ber ku ‘poşmantiyê’ qebûl nekir, berdana wî hat taloqkirin
09:09 Çikmaz a li Cizîrê du zarokên xwe winda kirin: Hişmendiya dewletê her tim eynî ye
09:08 Li Cizîrê sûrên 6 hezar salî bi bazaltê hatin niximandin
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Divê Ocalan bi awayekî azad biaxive
09:07 Ji bo komkujiya Mereşê pûç bikin jiyanê ji nû ve ava dikin
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
11/07/2022
23:35 Damezrandina Zarok Ma'yê bicoş hate pîrozkirin