Vedat Aydin hat bîbîranîn: Tu carî serî netewand

  • rojane
  • 09:58 9 Tîrmeh 2022
  • |
AMED - Serokê HEP’a Amedê Vedat Aydin di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe bi merasîmekê hat bibîranîn. Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier di merasîmê de axivî û wiha got: “Tu carî serê xwe li hemberî wan netewand.” 
 
Serokê Partiya Kedê ya Gelan (HEP) ê Amedê Vedat Aydin di 5’ê tîrmeha sala 1991’an de ji hêla JÎTEM’ê ve hate revandin û cenazeyê wî 2 roj piştre li navçeya Maden a Xarpêtê hate dîtin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê jî bi boneya 31’emîn salvegera qetilkirina Aydin, li ser gora wî ya li Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê merasîma bîranînê li dar xist. Di merasîmê de malbata Aydin, parlamenterên HDP’ê yên Amedê Îmam Taşçier û Dêrsim Dag, rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) amade bûn. 
 
 
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan axivî. Ceylan, anî ziman ku zilm û bêedaletiya li vê erdnîgariyê hêj didome û wiha got: “Bila Vedat Aydin û hevalên wî bi dilrehetî razên. Ev mîras, bi milyonan kesan didome. Heta ku em aştî û azadiyê tînin jî dê li cihê xwe rûnenin. Em ê aştiyeke birûmet bînin û li ser gorên wan jê re diyarî bikin.”
 
'AYDIN TU CARÎ SERÊ XWE NETEWAND’
 
Parlamenter Îmam Taşçier jî destnîşan kir ku piştî qetilkirina Aydin, 17 hezar cînayetên kiryarnediyar hatine kirin û wiha domand: “4 milyon kurd ji cih û warên xwe bûn. Min Vedat Aydin di sala 1975'an de nas kir. Kesekî merd û egîd bû. Di dema faşîzma Kenan Evren de jî 5 salan di girtîgehê de ma. Li dijî dijmin tu carî bejna xwe netewand. Tu carî serê xwe netewand. Lewma hate qetilkirin. Em Vedat Aydin û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Dê Kurdistan azad bibe. Ev jî soza me ye.” 
 
‘PIRSGIRÊKA KURD BÛ PIRSGIRÊKEKE NAVNETEWEYÎ’ 
 
Birayê Vedat Aydin, Veysî Aydin jî di merasîmê de ev tişt anî ziman: “Şehîdên me, rûmeta me ne. Her tim di dilê gelê me de dijîn. Pêşiya gel vekirin. Ji bo rêya xwe canê xwe feda kirin. Ne tenê Vedat Aydin, hemû kesên ji bo gelê kurd têdikoşiyan bûne hedefa dewletê. Pirsgirêka kurd êdî bû pirsgirêkeke navneteweyî. Ev pirsgirêk divê bi rêya hevdîtin û guftûgoyê çareser bibe. Me bi hezaran şehîd dan û heta serkeftinê jî dê têbikoşin. Ez hemû şehîdên di vê oxirê de canê xwe dane bi bîr tînim.Divê kurd xwe birêxistin bikikn û mezintir bibin.” 
 
Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Aydin û merasîm bi dawî bû. 
 

Sernavên din

17/07/2022
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:32 Li Herêma Kurdistanê ji bo PKK’ê milyonek îmze hatin berhevkirin
16/07/2022
20:47 Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
19:20 Tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna Kemal Kûrkût dest pê kir
19:09 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Li hemberî îşkenceyê bawerî, wêrekî û berxwedan hebû
18:38 Rojnamevan: Bila baş bê zanîn ku dê dengê me bilindtir bibe
17:31 ‘Bila rojnameger bên berdan’
16:11 Faîlên Agît û Akîpa hatin pirsîn
15:35 Ji bo Berdevkiya Meclisa Jinan a HDP’ê carek din Başaran hat bijartin
15:33 ATK’ê ji bo girtiyê ji sedî 41 astengdar got, ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
15:32 Qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi pêşandanê hatin bibîranîn
15:17 ‘Bila girtî Yildirim ê ji sedî 98 astengdar e bê berdan’
14:43 Sewalên hevserokê HDP’yî hatin kuştin
14:32 Kujerên Mîhyaz hatin pirsîn
14:07 Piştevaniya ji bo 16 rojnamevanên kurd berdewam dike
13:39 Dayikên Şemiyê Hasan Gulunay bi bîr anîn
13:01 Xizmên Windayan li aqubeta Hasan Gulunay pirsîn
13:00 Meclisa Jinan a HDP’ê civiya: Dê xeta têkoşînê ya dema nû were diyarkirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bi gotinan aramî û xweşî nayê
11:52 Dîsa êrişî gora Alîş Çubuk kirin
11:46 Girtiyan 33 qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi bîr anîn
11:12 Li Amedê jina ku rastî êrişê hat bi xedarî birîndar bû
11:11 Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê li gelek bajaran bên bibîranîn
10:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya
10:02 Berhemên Baxçeyên Hewselê bûne çavkaniya debara welatiyan
09:02 AYM: Mafê hilbijartinê yê Yuksekdag hatiye binpêkirin
09:02 Banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:01 16 rojnamevan mehek e girtî ne
09:00 Bêyî 'destûrwergirtinê' kes nikare biçe Cîloyê!
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
15/07/2022
20:51 Li Girtîgeha Beşîkduzu ya Tîpa T'yê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
18:17 Mazlûm Ebdî: Tirkiye gava keysê bi dest bixe dê êrişê bîne ser herêmê
16:37 Li Rihayê bîranîna 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin
15:33 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût sibê dest pê dike
13:41 Li Amed û Stenbolê dê ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî bên dayîn
13:26 Ferît Şenyaşar: Em ê gotina xwe ya heq, hiqûq û edalet bidomînin
13:26 Hêzên PDK’ê stranên tirkî bi rojnamevan Geerdinke dane guhdarkirin
12:17 PZK'ê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî
11:56 Bîlançoya şer a 3 mehan hate aşkerekirin
10:37 Greenpeace: Talankirina xwezaya li herêmê derveyî qada pisporiya me ye
09:29 Li Elkê 4 sal in projeya germavê berdewam dike
09:15 Şamî: Em ê şer bibin hemû herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de
09:03 Serdozgeriya Dadgeha Bilind xwest Başbûg di doza Licê de bê guhdarkirin
09:03 ‘Azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye’
09:01 Behsa mirina bi guman a li girtîgehê kir
09:01 Hemalê 67 salî : Nanê feqîran qediya
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
14/07/2022
18:58 Pirtûka Esmer Kiyarê îmze kirin
16:23 Nobeda Edaletê di hefteya 17’emîn de ye: Ma cîhan îşkenceyê nabîne?
16:17 Tunç: Ruhê 14’ê Tîrmehê paradîgmaya me ya îro ye
13:40 Yekitiya Nivîskarên Neteweyî: Em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd
12:50 ATK’ê rapora sêyemîn ‘dikare di hefsê de bimîne’ da Tugluk
12:40 Nobeda Edaletê: Partiyên siyasî hevkarên vî sûcî ne
12:32 Malbata Şenyaşar nobeda xwe ya îro li Girtîgeha Xarpêtê digire
12:24 Polîsan bîranîna Elî Çîçek asteng kir
12:14 PDK’ê rojnamevana Holandî Geerdink dersînor kir
11:40 Şewata li Çeşmê û Datçayê didome
11:20 Bêdengiya têkildarî cenazeyê leşkerê di destê HPG’ê de didome
10:17 Nameyên rojnamevanên girtî hatin desteserkirin
10:02 Li 3 gundên Hîzanê qedexeya derketina derve hate ragihandin
09:38 Malbatên rojnamevanên girtî bi lêgerîna tazî re rûbirû man
09:35 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:30 Li Hatayê mudaxileyî Mîhrîcana Evvel Temmûzê kirin: 24 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Girtîgeha Aydinê mirineke bi guman: Gelo întîhar e yan cînayet e?
09:02 Li Amedê ji 2 testan testek pozîtîf e
09:02 Êrişên nijadperest zêde bûne, gelek penaber serî li komeleyê didin
09:00 ‘Pêkanînên Esat Oktay îro jî li 300 girtîgehan didomin’
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
13/07/2022
15:39 Li pêş girtîgehê Nobeta Edaletê girtin: Bêdengî wijdanan dirizîne
14:35 ÇEVDER: Geliyê Zîlan îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin
13:03 Malbata Şenyaşar: Kesên ji qêrînên edaletê re bêdeng dimînin wê winda bikin
12:42 Nobeta edaletê di roja 240'emîn de berdewam dike
11:56 Bûldan: Ez spasiya xwe pêşkeşî herkesên ku bûn şîrîkê şîna me dikim
11:32 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
11:26 Malbat di salvegera 7’emîn a Komkujiya Pirsûsê de tên gelhev
11:03 Li Edeneyê wê 24 tîm tev li Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût bibin
10:51 Aşê 300 salî veguherand muzeyê
10:17 Li gundê Koran ê Urmiyê mayîn teqiya: Dayikek û keça wê birindar bûn
09:02 Parêzer Tay: Li Şirnexê xweza tê talankirin
09:01 ‘Ocalan bû bingeha Kurdistanê, ew jî bûn stûna wê’
09:00 Sarisozen: Dê Tirkiyeyê bi êrişa Sûriyeyê bikişînin kemîneke bixeter
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
12/07/2022
22:38 Pentagon: Serokê DAIŞ'ê yê Sûriyeyê hate kuştin
19:23 Nameya rojnamevan Ertaş cara duyemîn ‘bixeter’ hate dîtin
16:48 Malbatên girtiyan: Cejna me bi xemgînî derbas dibe
16:20 Baroya Rihayê ji bo gora Seîdî Kurdî dê serî li DMME’yê bide
15:07 Dayikên Şemiyê bersiva Yazici dan: Qet nebe hişbin
13:55 Malbata Şenyaşar: Du tişt dikare me ji vir rake
13:41 Balafirên Tirkiyeyê Çiyayê Metîna bombebaran kirin
13:03 Rojnamevan Çelîk: Destek qirêj û komploger ketiye dewrê
12:30 Malbatên girtiyan: Ji ber nasnameya kurdbûnê em tên cezakirin
10:23 Altan: Ev karwan ranaweste, em şopdarên wan in
09:56 Hevjînê Gurbuz a AKP’yî kirin cîgirê qeyûm
09:10 Ji ber ku ‘poşmantiyê’ qebûl nekir, berdana wî hat taloqkirin
09:09 Çikmaz a li Cizîrê du zarokên xwe winda kirin: Hişmendiya dewletê her tim eynî ye
09:08 Li Cizîrê sûrên 6 hezar salî bi bazaltê hatin niximandin
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Divê Ocalan bi awayekî azad biaxive
09:07 Ji bo komkujiya Mereşê pûç bikin jiyanê ji nû ve ava dikin
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
11/07/2022
23:35 Damezrandina Zarok Ma'yê bicoş hate pîrozkirin