Mazlûm Ebdî: Tirkiye gava keysê bi dest bixe dê êrişê bîne ser herêmê

  • rojane
  • 18:17 15 Tîrmeh 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku Tirkiye gava keysê bi dest bixe dê êrişê bîne ser herêmê. 

 
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî têkildarî gefên Tirkiyeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe civîneke çapemeniyê li dar xist. Ebdî diyar kir ku Tirkiye gava keysê bi dest bixe dê êrişê bîne ser herêmê.
 
'TIRKIYÊ LIHEVKIRINÊN 2019'AN BINPÊ DIKE'
 
Mazlûm Ebdî diyar kir ku gefên Tirkiyê yên li ser Minbic, Til Rifet û Kobanê di 23'yê Gulanê de dest pê kirin hîna berdewam in.
 
Her wiha Ebdî hincetên dewleta tirk ên ji bo pêkanîna êrişan li ser herêmê derewandin û got: "Hincetên wan ew e ku hêzên me lihevkirinên 2019'an binpê dikin. Lê ya rast, em dibînin ku ew gefan li tecrûbeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û hebûna kurdan bi taybet dixwe. Her wiha Sûriyeyê parçe dike û bakurê wê dagir dike, heman demê rê li ber çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê digire."
 
Ebdî ragihand ku ew li gorî bendên peymana 2019'an tevdigerin û wiha axaftina xwe domand: "Li gorî peymanê, hêzên me 30 km ji sînorê serdestiya Sûriyê bi Tirkiyê re paşde vegeriyan û rê li ber hêzên hikumeta Sûriyê vekir ku li herêmên sînorî bicih bibe. Her wiha dewriyeyên Rûsya û Tirkiyê li wan herêman dewam dikin."
 
Di dewama daxuyaniyê de Ebdî bal kişand li ser binpêkirinên artêşa tirk û ev tişt gotin: "Dewleta tirk pabendî wan lihevkirinan nabe. Navendên me binpêkirinên rojane yên ku komên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin li dijî herêmên me pêk tînin û êrişên hewayî yên ku artêşa tirk ên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, belge dikin."
 
'GEFÊN TIRKIYÊ BANDOR LI ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ'Ê KIR'
 
Mazlûm Ebdî diyar kir ku gefên Tirkiyeyê rasterast bandor li şerê wan ên li dijî DAIŞ'ê kiriye û got, ev gef rasterast xebatên koalîsyonê û civaka navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê li herêmê dike hedef.
 
Ebdî her wiha metirsiyên xwe yên derbarê rewşa ewlehiya girtîgeh û kampan de jî anîn ziman ku çalakiyên DAIŞ'ê zêde bibin nemaze ku operasyonên ewlehiyê yên li dijî DAIŞ'ê kêm bûne.
 
Di berdewama daxuyaniyê de Ebdî got: "Li gorî meha Gulanê, operasyonên ewlehiyê yên li dijî DAIŞ'ê di meha Hezîranê de kêm bûn. Di Gulanê de me 73 DAIŞ'î girtin, lê di meha Hezîrana borî de 30 kes hatin girtin.''
 
'HELWESTA NAVNETEWEYÎ TÊRÊ NAKÊ'
 
Ebdî îşaret bi helwestên navneteweyî yên li hemberî gefxwarinên Tirkiyeyê kir û got: "Berdewama van gefan nîşan dide ku helwesta navneteweyî ya ji bo rawestandina van gef û êrişan têrê nakin."
 
Her wiha Ebdî diyar kir ku herêmên dagirkirî ji çeteyên DAIŞ'ê re bûne cihên ewle û kuştina serçete Mahîr El-Egal li herêmên dagirirî mînaka vê yekê nîşan daye û got:  "Em agahî girtine ku DAIŞ'ê amadekariyan dike da ku êrişî kampa Holê bike."
 
Ebdî xebatên DYA'yên ê bi rêveberiya Jeo Biden erênî nirxand û got, lê ji bo rawestandina van êrişan têrê nakin.
 
Ebdî her wiha xebatên "Rûsya yên girîng ên bi armanca rawestandina êrişan" jî erênî nirxandin û diyar kir ku hêzên artêşa Sûriyeyê li herêmên sînorî yên di bin gefan de wekî Kobanê, Til Rifetê bi cih bûne û li Minbicê jî xebatê bi koordîneya aliyê rûsî tê kirin.
 
'EM JI BO RAWESTANDINA GEFAN KAR DIKIN, HÊZÊN ME PARASTIN XURT KIRIN'
 
Ebdî  ji bo rêgirtina li ber êrişan, banga xebatê kir û anî ziman ku ew amade ne bersiva êrişan bidin û wiha got: "Heger êriş were kirin, wê bersiva me ne wekî sê salên borî be, hêzên me parastin xurt kirine. Em ê çarçoveya berxwedanê berfireh bikin û em ê li ber xwe bidin da ku rê li ber derbasbûna Tirkiyeyê bigirin."
 
Ebdî têkildarî "Şerê bakurê Sûriyê bi giştî" ku dewleta tirk behsa wê dike, hişyarî da artêşa tirk û got: "Tu cih li pêşiya me nemane ku vekişin, wê şerê bakurê Sûriyê bi giştî be û wê ne diyarker be. Artêşa tirk û komên girêdayî wê wê di vî şerê de li pêşberî hêzên hikumeta Şûriyê û sûriyan rû bi rû bimîne."
 
Fermandariya Giştî ya QSD'ê bang li tevahî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku destekê bidin berxwedanê û li kêleka ewldanên xwe bisekinin.
 
 
 
 

Sernavên din

30/11/2022
14:20 KESK dê mitînga ‘Em ne hilbijartinê budçeyê dixwazin’ li dar bixe
14:11 KCD'ê û DBP'ê ji bo ‘tifaqê’ serdana PDK-T’yê kir
13:56 Ji Fîncani re qertên piştevaniyê şandin: Em bi têkoşîna wê ya heqîqetê serbilind in
13:53 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 632’yan de didome
13:51 Faîlê ku ji 'êrişa zayendî' dihat darizandin beraet kir
13:43 Li Wêranşarê daxwaza girtina ‘bersûcê îstîsmarê’ hat redkirin
13:31 Li Cizîrê kesek di wesayîta xwe de kuştî hate dîtin
13:11 Hevdîtinên Serokwezîrê Iraqê yên li Îranê berdewam in
13:10 Şandeya UNESCO’yê li Amîda û sûran lêkolîn pêk anî
12:43 Alîgirên Amedsporê dê êdî navê ‘Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê’ bikar bînin
12:41 Ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî 131 kesan ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re name şandin
12:25 Malbatên girtiyan: Girtî li zindanan em ê jî li derva li ber xwe bidin
12:05 Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de sewqî Girtîgeha Xarpêtê hate kirin
11:51 Buldan ji bo Îmraliyê bang kir: Muxatabê me dewlete û divê tavilê daxuyaniyê bide
11:48 ‘Çêkirina mizgefta Esentepeyê li dijî hiqûq û mevzuatê ye’
11:37 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
11:36 TJA’yî: Yekitiya jinan desthilatdarî tirsand
11:34 Aydenîz û parlamenterên HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:13 Li Girtîgeha Sîncanê mûayeneya bijîşk: Raze wê derbas be!
11:06 Îdianameya Fîncanci: Dozger pisporiya Fîncanci ji nedîtî ve hatiye
10:51 DMME’yê serlêdana dozê ya Abdullah Ocalan qebûl kir û ji Yewnanistanê parastin xwest
10:25 Abdullah Ocalan: Dewlet xeletiyê dike, ez dixwazim bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikim
10:13 Ozbek a di mejiyê wê de tumor heye nayê berdan
10:11 Ehmed Xoce yê PYD’î: Êrişa li dijî Kobanê dê dawiya Erdogan bîne
09:05 Yilmaz: Tirsa Tirkiyeyê modela xwerêveberiyê ye
09:05 Welatiyên elewî: Elewîtî di Wezareta Çandê de hilnayê
09:02 ‘Rêya rabûna li ber tecrîdê û şer têkoşîna yekbûyî ye'
09:02 Li Bokanê di 5 rojan de 11 welatî hatin kuştin: Em ê ji bo pêşeroja xwe venekişin
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:33 Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga hat binçavkirin
29/11/2022
20:40 Li Colemêrgê ji 16 kesên hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin
19:35 DBP: Bi helwesta birêz Ocalan berprisiyariyê hilgirin
18:26 Civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
17:11 OHD’a Şirnexê ji bo hevditina bi Ocalan re serî li Baroya Şirnexê da
17:03 Mazlum Ebdî: Tirkiye ji bo êrişeke bejahî li benda erêkirina Rûsya û DYA’yê ye
16:40 Ji bo bajarên Kurdistanê hişyariya berf û baranê
16:40 Danişîna Osman Şîban hat lidarxistin
16:35 Êrişên li dijî Rojava bi nivîsên li ser dîwaran şermezar kirin
16:30 Li Edeneyê 8 kes hatin berdan
16:15 Di lêpirsîna Enqereyê de 13 jin hatin binçavkirin
16:08 TJA'yê binçavkirina jinan protesto kir
16:03 ‘Divê kes û saziyên îhmala wan heyî bên tespîtkirin’
15:58 Ji binçavkiriyên Manîsayê 7 jê hatin berdan
15:48 Serhildana Îranê di roja 73’emîn de ye
15:31 Navçeya Geverê di bin mij û moranê de ma
15:28 Danişîna rojnameger Çoban hat taloqkirin
15:15 HSD: Li Qeremoxê nexweşxane hat bombebarankirin
15:12 Kişanak ji şandeya dadgehê re got: Hûn çima evqas ditirsin?
15:12 Nobeta Edaletê: Tekane daxwaza me ew e ku dewlet bi qanûnên xwe bike
14:36 Sancar: Armanca wan a stratejîk ew e ku kurdan bêstatû bihêlin
13:31 Ciwan li dijî êrişan meş li dar xistin
13:15 Rojnameger Nedîm Turfent hat berdan
13:09 Malbata Şenyaşar: Feraseta ji nedîtî ve nêz dibe dê li Rihayê winda bike
12:57 Meclisa HDP’ê dê bi 3 rojevên sereke bicive
12:52 Malbatên girtiyan: Polîtikayên herî qirêjî li ser girtiyan tên meşandin
12:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Ocalan derneket hevdîtina bi CPT’yê re
12:28 Gunay: Pêdivî bi dengê Abdûllah Ocalan heye
12:27 Danişîna doza Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Kilinç hat taloqkirin
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 Newroz Ehmed: Armanca esasî şoreşa jinê ye ku li Rojava aj dide
12:17 Li Mêrsînê 12 kes hatin girtin
11:21 Peywira Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya nû: Kêr dikare were dayîn!
09:51 Şanoger Akkûzû: 10 şanoyên kurdî li dijî şer û qedexeyên li ser ziman berxwedaneke mezin e
09:50 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
09:49 Derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn
09:06 Akademîsyena Aştiyê Ozgun: Ev budçe jinan esas nagire
09:04 Malbatên Zekeriya Xeyal û Komar Deruftade: Hedef girtin û kuştin
09:03 Çîroka Seyrê û Elîyê Mamed kir pirtûk
09:02 Qeyûm pere di qaseya şaredariyê de nehiştiye: Nikare heqê şîrketê bide
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2022'YAN
28/11/2022
23:06 Artêşa tirk cardin Kobanê bombeberan kir
22:12 Li herêma operasyonê eskerekî din jî mir
19:16 Doza Kobanê: Armanc cezakirina siyaseta demokratîk e
18:26 Ji Girtîgeha Panosê 7 girtî hatin sirgûnkirin
16:57 HSD: 90 caran êrişî gund û bajarokan hate kirin
16:55 Cezayê Gurdal ê ku 19 rojan kelemçekirî dihat tedawîkirin hat taloqkirin
16:52 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:27 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Em ê kolanan neterikînin
16:08 Hevseroka HDP’î ev du roj in di bin çavan de ye
16:07 Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: Erdnîgarî qeder nîne
16:05 Kişanak: Doza Kobanê, doza ji holê rakirina çareseriyê ye
15:42 Tahir Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Em ê di rêya têkoşînê ya Elçî de bimeşin
15:33 ‘Em ê destûrê nedin êrişan û Şoreşa Rojava biparêzin’
15:19 Gelê Geverê tevî hemû astengiyan jî li dijî ‘şer û dagirkeriyê’ meşiya
13:37 Tahîr Elçî li ber Mînareya Çarling hat bibîranîn: Qasidê aştiyê bû
13:15 Malbata Şenyaşar: Mala me ber deriyê edliyeyê ye
13:06 Kesên ji ber pankarta Kurdistanê hatin binçavkirin wê sewqî edliyeyê bên kirin
12:56 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:31 Serokkomarê Iraqê bi şandeya Herêma Kurdistanê re hevdîtin kir
12:03 Li Tekîrdag û Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin
11:53 Hewsel bi rengên payîzê xemilî
11:36 116 jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Kedkarên Çapemeniya Azad meheke girtî ne: Em ji ber rojnamevantiyê tên darizandin
11:25 HDP’ê Tahir Elçî bi bîr anî: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
11:01 Xwendekarê kurd ê êriş lê hate kirin: Em dikarin bi têkoşînê van nijadperestan ji dibistanan paqij bikin
10:55 Abdullah Ocalan: Sûriye dê qedera AKP’ê jî diyar bike
10:09 Akkaya ku înfaza wî hatiye şewitandin di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:55 Girtiyê ku dermanên wî nehatin dayîn di hucreya yekkesî de bi edrê ket
09:54 Destê Dayika Aşitiyê ku di 25'ê mijdarê de tundî lê hate kirin ji cih derket
09:35 Canbaz: Divê em tecrîdê têk bibin û berxwedanê mezin bikin