Rojnameger Seyda: Sedema qeyrana li Iraqê PDK ye

  • rojane
  • 09:05 19 Tîrmeh 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Kasim Seyda ku krîza li Iraqê ya di warê hikûmetê de nirxand, diyar kir ku PDK nakokiyên li herêmê kûrtir kiriye û got: "Li Iraqê sedema gelek qeyranan PDK ye."

Di ser hilbijartinên giştî yên pêşwext ên Iraqê re 9 meh derbas bûne, lê hê jî ne hikûmet hatiye avakirin ne jî serokkomar hatiye hilbijartin. Li gorî peymana nenivîsandî, li Iraqê Serokê Parlamentoyê ji sunniyan, serokkomar ji kurdan û serokwezîr jî ji şiiyan tê hilbijartin. Peymanek bi vî rengî di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de jî heye. Li gor vê peymanê serokkomarê Iraqê ji aliyê YNK'ê ve û serokwezîrê Kurdistana Federe jî ji aliyê PDKê ve tê diyarkirin.
 
QEYRAN DIDOME
 
Piştî hilbijartinên 10'ê Cotmeha 2021'ê namzedê sunniyan Mihemed Helbûsî wekî Serokê Parlamentoya Iraqê hat destnîşankirin. Piştî hilbijartinên Serokatiya Meclîsê diviyabû Serokkomarê Iraqê bihata hilbijartin. Lê belê ji ber zextên Tirkiye, Îran û DYA’yê ji bo ku komên nêzî wa di siyaseta Iraqê de bibandor bin, serokkomar nehatiye hilbijartin.
 
Ji ber ku serokkomar nehatiye hilbijartin, partiyeke ku hikûmetê ava bike jî nehatiye peywirdarkirin. Tevgera Sedr ku ji 329 kursiyên Parlamentoya Iraqê 73 kursî bi dest xistin, kir nekir nikaribû hikûmetê ava bike. Li ser vê yekê, bi banga Serokê Tevgera Sedrê Es Sadr ku bi nêzîkbûna xwe ya bi Tirkiyeyê re tê naskirin, hemû parlementerên wê îstifaya xwe pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Iraqê kirin. Piştî qebûlkirina îstifayan, Çarçoveya Koordînasyona Şiiyan ku nêzî Îranê ye, ji bo avakirina hikûmetê dest bi xebatên koalîsyonê kir. Lê belê ji ber ku lihevkirinek çênebû, qeyrana li welêt hê jî nehatiye çareserkirin.
 
Rojnameger Kasim Seyda yê li Herêma Federal a Kurdistanê qeyrana li Iraqê ya di warê hikûmetê da nirxand.
 
ÇIMA NEBÛ SEROKKOMAR?
 
Seyda anî ziman ku ev demek dirêj e li Iraqê rewşek kaotîk heye û li dijî vê yekê hilbijartin hatiye kirin û got: “Lê belê piraniya dengdêran di vê hilbijartinê de neçûn ser sindoqan. Di encama hilbijartinê de ji ber nakokiyên di navbera partiyan de serokomar nehat hilbijartin. Tevî hemû hewldanên Tevgera Sedrê jî ji hilbijartinên serokomariyê tu encam bi dest neketin. Bi taybetî jî PDK'ê ji bo berjewendiyên xwe bi hemû hêza xwe hewl da ku serokê nû yê hilbijartî ne ji YNK'ê be. Ji ber wê jî hewl da bi hêzên iraqî re pêwendiyan deyne. Lê belê, hemû hewldanên di vî warî de bê encam man. Ji ber vê yekê heta niha hikûmet nehatiye avakirin. “Niha li herêmê qeyraneke aborî, siyasî û civakî heye û her ku diçe kûrtir dibe." 
 
BERTEK DIDOMIN
 
Seyda bilêv kir ku ji 7 saliyan heta 70 saliyan her kes li herêmê bi şirîkatiya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re dizane û got: “PDK bi daxuyaniyan vê hevkariyê bi awayekî zelal radigihîne. Li hemberî vê helwesta PDK'ê bertekên gel girîng in. Di vê qonaxê de bertekek cidî heye, lê bertekên heyî têrê nakin. Zexta li ser gel roj bi roj zêde dibe. Baweriya gel ne tenê bi PDK’ê, bi hêzên din ên heyî jî nayê. Li dijî hikûmeta Iraqê û ya Başûr bertekên cidî hene û ev yek dem bi dem derdikeve holê. Di vê qonaxê de gel bertekên xwe bi devkî tîne zimên. Dibe ku di pêvajoyên pêş de bertekên cuda rû bidin.”
 
ZEXTÊN PDK'Ê
 
Seyda destnîşan kir ku hem desthilat hem jî muxalefet hêviyê nade gel û wiha pê de çû: “Partiyên muxalefetê, çi mezin çi biçûk, ku ji bo başkirina rewşa aborî û siyasî ya berê tevgeriyabûn, taliyê şibiyan partiyên desthilatdar. Nikarîbûn sînorê şirîkatiya bi hikûmetê re derbas bikin. Partiyên wekî Tevgera Azadî jî ji aliyê PDK'ê ve tên tepisandin. Rêxistinbûyîna li dor vê partîyê tê astengkirin. Gelek ciwanên ku nêzî partiyê bûn ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hatin girtin. PDK û pergala heyî zextê li partî û saziyên ku bi rastî rê li ber gelê xwe vedikin dikin."
 
‘NAVENDA KRÎZÊ PDK YE'
 
Seyda îşaret bi wê yekê jî kir ku niha PDK dixwaze serweriya xwe li herêmê zêde bike û got: “PDK bi piştevaniya Tirkiyeyê peymana defakto xera kir û dixwaze serokkomarê Iraqê yek ji wan be. Ji bo ku xwe li herêmê bi hêz bike û herêmê bike bin kontrola xwe ev yek kir. Piştî têkiliyên xwe yên ku bi Tirkiyeyê re pêşxist biryareke wiha girt. Tevî gelek danûstandinên li gel hêzên iraqî, heta niha tu encam bi dest nexistiye. Di rastiyê de sedema gelek qeyranên li Iraqê PDK ye. Ji ber ku ew nakokî û nakokiyên di navbera hêzên li herêmê de kûrtir dike. Armanca sereke ya PDK'ê ew e ku di vê qonaxê de qada xwe ya serdestiyê ya li Iraqê û Başur berfirehtir bike. Bi vî awayî wê daxwazên Tirkiyeyê yên li herêmê pêk bîne. Lewma hewl dide dengên kesên li ber van pêkanînan radibin hemûyan jî bitepisîne." 

Sernavên din

22/07/2022
10:00 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Divê dagirker ji Kurdistanê derbikevin
09:44 Ciwanan li Edeneyê komkujiya Zaxoyê bi meşê protesto kir
09:37 Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Munzurê: Zîhniyeta qedexeker ev sed sal in didome
09:04 Yucel: Doza Denîz Poyraz hê bi dawî nebûye, em ê daxwazên xwe dubare bikin
09:03 'Em ê Nûrhakê radestî kanên madenan û HES'an nekin'
09:03 Parlamenterê YNK'ê: Divê destûr neyê dayîn ku Tirkiye sivîlan bikuje
09:02 Parlamenterê PDK'ê Şerîf: Divê pêşî li êrişên Tirkiyeyê û dagirkeriya wê bê girtin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
21/07/2022
22:10 Sancar: Em pêşî li ber desthilatê û polîtîkayên wê yên şer bigirin
21:20 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar: Ev doz encama polîtîkayên bêcezakirinê ye
20:08 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Êdî sebra gelê kurd nemaye
17:18 Li Rihayê êrişa Tirkiyeyê hat şermezarkirin
16:38 Derheqê komkujiya li Zaxoyê de kê çi got?
16:10 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê berdewam dike
16:09 Nûnerê CPT Iraqê: Topbaran ji baregeha Tirkiyeyê ya li Xamtirê hatiye kirin
15:53 Nasnameyên yek jê pitik 9 kesên li Zaxoyê hatine qetilkirin diyar bûn
15:53 Tirkiyeyê li Amûdê bi SÎHA’yan êrişî wesayîtekê kir
15:52 'Di êrişan de çekên kîmyewî û fosfor tên bikaranîn'
15:52 Festîvala Mûnzûrê betal bû
15:50 Bertekên li dijî êrişa Zaxoyê berdewam in
15:07 Polîsan dîsa mudaxileyî malbatên girtiyan kirin
15:06 Li Êlihê wesayîtekê li kesên li rawestgehê disekiniyan xist: Kesek mir û 6 jî birîndar bûn
14:59 Rojnameger Işik: PDK piştî êrişa Zaxoyê nikare heman helwesta xwe bidomîne
14:49 Ji bo girtiyan li pêşiya edliyeyê çalakiya runiştinê
14:28 ÎHD: Divê tezkereyên Iraq û Sûriyeyê bên betalkirin
14:08 Li Dêrsimê bi hezaran kes li dijî qedexeya festîvalê meş li dar xistin
14:07 Parlamentoya Iraqê dê ji ber komkujiya li Zaxoyê bi rojeva awarte bicive
13:58 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 500’emîn de ye
13:57 Şahidên ku bo çapemeniya cîhanê axivîn: Tirkiye êriş dike
13:42 Heqê gera li Girava Axtamarayê hat bihakirin
13:26 Pisoureha: NATO, Rûsya û Îran ne bi polîtîkayên Erdogan re ne
13:25 Xizmên girtiyan li ber Dadgeha Amedê daxwaza edaletê kirin
12:57 Xwepêşandanên li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê berdewam dikin
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:47 Cenazeyên kesên li Zaxoyê hatibûn qetilkirin şandin Bexdayê
12:45 Êrişên ku Çavuşoglu înkar dike: Di 7 salan de 130 kes hatin kuştin
12:22 Li Girtîgeha Kurkçulerê koma duyemîn greva birçîbûnê dewr girt
12:15 Alinak mala xwe kir fêrgeha kurdî: Divê em kolan bi kolan bigerin û qala girîngiya kurdî bikin
11:29 Îdiaya Çavuşoglû: Hemû dinya dizane ku Tirkiye tu carî êrişî sivîlan nake
11:23 Serledana ji bo qursên MED-DER'ê dest pê kir
11:14 Darên li Şirnexê tên birîn li ser Facebookê tên firotin!
11:13 Baroyan bertek nîşanî komkujiya Zaxoyê dan: Bila berpiryar bên tespîtkirin û darizandin
10:56 Çapemeniya Tirkiyeyê çav û guhên xwe ji komkujiya Zaxoyê re girt
10:41 Çalakvanan xwestin ku sefîrtiya Tirkiyeyê were girtin
10:33 Kaçmaz: Leşkerên payebilind ji bo bazirganiyê ‘herêma ewlehiyê’ radigihînin û daran talan dikin
10:06 Ji ber Komkujiya Zaxoyê li Iraqê şîn hat ragihandin
10:05 Di turnûvaya futbolê ya Kemal Kurkut de birîna daran hat protestokirin
09:30 Ji parlamenterên Iraqê danezana hevpar: Tirkiyeyê sûcê şer kir
09:29 107 kesên duh di çalakiyên Komkujiya Pirsûsê de hatin binçavkirin hatin berdan
09:03 Keskîn: Serokkomartî li şûna ku telefona me bike bila peymanan pêk bîne
09:00 Parêzer Baykal: Biryara Şûraya Dewletê bi awayekî derhiqûqî rê li ber vekişîna ji peymanên din jî vekeir
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2022
01:15 Konseya Ewlekariya Neteweyî: Divê Tirkiye eskerên xwe ji Iraqê derxe
01:07 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Kifş bû ku Tirkiye êriş pêk aniye
20/07/2022
23:04 Daxuyaniya DBP'ê ya têkildarî êrişa li Zaxoyê
21:57 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Zaxoyê di çapemeniya cîhanê de
20:30 Polîsan li Enqere û Îzmîrê mudaxaleyî bîranîna Pirsûsê kir
19:09 Xelata Azadiya Çapemeniyê ya 2022’an ji bo 16 rojnamevanên girtî
18:44 Hevşaredara Norşînê ya berê Avras hat berdan
16:46 Komîteya Mîhrîcana Munzurê: Di zûtirin demê de dawî li van qedexeyan bînin
16:35 Bertekên li dijî Dadgeha Bilind zêde dibin: Peymanên navneteweyî di talûkeyê de ne
16:19 Mazlum Ebdî bi Michael Coella re hevdîtin kir
16:11 Şehmîran Karahan li Mêrsînê hate definkirin
16:02 Nehiştin qeyûmê li CHP’a Amedê hatiye tayînkirin bikeve avahiya partiyê
15:51 Nîjadperestan li Denîzliyê êrişî malbateke kurd kirin
15:29 Tirkiyeyê Zaxoyê bombebaran kir: 9 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn
15:27 Kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabûn li gelek bajaran hatin bibîranîn
15:27 ‘Rêwiyên hêviyê’ li cihê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn
14:00 Malbatan li pêşiya ATK’ê ji bo xizmên xwe banga azadiya kirin
12:55 Ji bo Aydenîz kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:21 Li Rihayê dê 2 rojan av neyê dayîn
12:21 Derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Deger de lêpirsîn hat desptêkirin
12:08 Malbata Şenyaşar: Em 33 rêwiyên hêviyê bi rêzdarî bi bîr tînin
12:03 Gunay: Çareserî ne li Tehran û Washingtonê lê li ser vê xakê ye
11:31 Têketina Dêrsimê ya Grup Yorûm û Grup Îsyan Ateşî hate qedexekirin
10:58 Ji bo Geverê sewqiyeta leşkerî
10:57 Ji AYM’ê biryara Demîrtaş: Vekirina dozê ‘binpêkirina maf e’
10:38 DEDAŞ'ê li qada sîtê yên sereke avahiyên trafoyan çêkir
10:35 Dadgehê ji bo parvekirina ‘Şeytanê mezin’ got ‘rexneya giran’ û biryara beraetê da
10:02 Sûlava Hankeyê li benda tescîlkirina bilindahiyê ye
10:01 ‘Ev 7 sal in nobetê li gora kurê xwe digirim da ku neyê rûxandin’
09:08 ‘Nîjadperestiya partiyên muxalîf dibe sedema dijminatiya li hemberî koçberan’
09:05 Jinên endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Em ê têkoşîna jinan bilindtir bikin
09:04 Di îdianameya endamên heyeta şopandinê de yekane 'sûc' wêneyê 9 sal berê ye
09:04 Rojnameger Mehmûd: Gel dê armancên Tirkiyeyê pûç bike
09:03 Qeyûm Liceyê difiroşe!
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2022
19/07/2022
23:25 Li Stenbolê ji bo salvegera Şoreşa Rojavayê çalakî
22:56 Jin li dijî biryara Şûraya Dewletê daketin kolanan
16:53 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê radestî malbatan hatin kirin
16:47 ‘Kobanê bi ruhê 19’ê Tîrmehê hat rizgarkirin’
16:46 Daxwaza betalkirina biryara Peymana Stenbolê hat redkirin
16:04 ESP: Divê em bi hev re Şoreşa Rojava biparêzin
15:54 Ji xala 301’ê doz li Emîne Şenyaşar hat vekirin
15:45 Dîmenên nû yên qirkirina xwezaya Şirnexê derketin
15:44 Emîrê DAIŞ’ê di Doza Komkujiya Garê de axivî: Ez 80 rojan li MÎT’ê mam
15:09 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser doza Denîz Poyraz
14:56 Di salvegera Şoreşa Rojava de Tirkiye, Îran û Rûsya li Tehranê civiyan
14:44 ÎHD: Bila dawî li îşkence û mauemeleya xerab were anîn
14:37 Wezaretê ne derewand ne jî daxuyaniyek da