Baroya Şirnexê dê li dijî qirkirina xwezayê bi 300 parêzeran biçe herêmê

  • rojane
  • 10:09 19 Tîrmeh 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz diyar kir ku bi qirkirina daristanan re tê xwestin ku herêm ji mirovan bê xalîkirin û wiha got: “Heke ev talan wiha bidome dê deverekê ku em bikarin lê bijîn nemîne. Heke ev qirkirina xwezayê bidome em ê bi 300 parêzeran biçin herêmê.” 
 
Ev nêzî 2 sal in li herêmên Çiyayê Cûdî û Bestayê cerdevan bênavber daran dibirin. Qirkirina di bin çavdêriya leşkeran de tê kirin, li herêmên Keniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girêdeyincê, Şerevan, Xirtkbestê û Navyan ên Bestayê berdewam dike. Darên tên birîn li TIR û kamyonan tên barkirin û vediguhêzin bajarên cuda. 
 
Komîsyona Hawirdor û Bajêr a Baroya Şirnexê rojek berê dîmenên TIR û kamyonên ji daran barkirî weşandin. Lê belê rêxistinên hawirdorê di vê mijarê de hêj jî xwe li bêdengiyê datînin. Têkildarî mijarê Baroya Şirnexê ji Greenpeace xwest ku bikeve nava liv û tevgerê lê saziya navborî ji bo qirkirina xwezayê ya li herêmê bersiva “nakeve ber qada me ya pisporiyê” da. 
 
Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz têkildarî qirkirina xwezayê û hewldanên ji bo pêşîlêgirtina vê bi ajansa me re axivî. 
 
LI GORÎ PROSEDURÊ TEVNAGERIN 
 
Dîlsîz da zanîn ku ji destpêkê ve li dijî qirkirina xwezaya bajêr di nava hewldanan de ne û wiha domand: “Me baş dizanî ku bi salaye xwezaya herêma me tê tunekirin. Di encama xebatan de me derxist holê ku ev nêzî 2 sal in bi awayekî derqanûnî hawirdora me tê qirkirin. Me raporên vê amade kirin û ev xebat hîn berdewam dikin. Di dema xebatan de me xwe gihand agahiyên nû. Weke mînak; di mijara kanên madenan de li gorî tu qanûn û usûlan tevnegeriyane. Gelek mijarên bi vî rengî hene.” 
 
SEDEM: EWLEKARÎ!
 
Bi domdarî Dîlsîz daxuyand ku bi kanên madenan re Rûbarê Nerdûşê tê qirêjîkirin û wiha pê de çû: “Bi dehan gundên herêmê li ser vî rûbarî ne. Li herêma me bi hinceta ‘ewlekariyê’ xweza tê qirkirin. Bi vê pêvajoyê re me jî bi Komîsyona Hawirdor û Bajêr re di vê mijarê de xebatên xwe zêdetir kirin. Di encama xebatan de derket holê ku bêyî li gorî prosûdurekî tevbigerin, qadên daristanan pêşkeşî nokerên xwe kirine. Em hîn bûn ku vê yekê di bin navê ‘ewlekariyê’ de dikin. Nahêlin em li wê herêmê çavdêriyan bikin. Li wir qirkirineke mezin a xwezayê tê kirin.” 
 
WALÎTIYÊ DAXWAZA HEVDÎTINÊ RED KIR 
 
Di berdewamê de Dîlsîz bal kişand ser gotinên xelkê herêmên dar lê tên birîn û ev agahî dan: “Cendirmeyan ji wan re gotiye; ‘Hûn herin darên li wê herêmê bibirin. Hûn dixwazin li wir bihêlin hûn dixwazin jî bibin bifiroşin. Em ê ji bo ewlekariyê wan daran bibirin.’ Dixwazin wan deveran bêdar bihêlin. Me di rapora xwe ya dawî de gotibû ku rojane 15 kamyon tên birîn. Lê di dîmenê dawî de derket holê ku rojane bi sedan kamyonên daran tên birîn. Vê yekê êdî bi mebesta rantê dikin. Di vê kêliyê de jî li wir dar tên birîn. Di vê mijarê de hemû serlêdanên me yên ji bo saziyên fermî hatin redkirin. Walîtiyê daxwaza me ya hevdîtinê red kir. Anku ji gel agahiyan vedişêrin.” 
 
‘ARMANCA WAN XALÎKIRINA HERÊMÊ YE’ 
 
Dîlsîz, destnîşan kir ku qirkirina xwezayê mijareke ser siyasetê re ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gundewarên Şirnexê û Çiyayê Cûdî jîngeh in û mirov dikare li wir hinek bêhna xwe bîne. Lê êdî ji vê taybetiya xwe derketine. Herêm ji mirovan tê xalîkirin. Cihekî ku em bêhnê lê bistînin namîne. Heke ev qirkirin wiha bidome dê jîngehên me tune bibin. Talûkeya bêmirovhiştina herêmê heye. Li dijî vê qirkirina xwezayê ya li herêmê bêdengiyek heye. Dema gotin; ‘ji ber ewlekariyê’, êdî hemû kes kor û kerr dibe. Divê saziyên navxweyî û navneteweyî mîna Çiyayên Qazê, li dijî vê qirkirinê jî bertek nîşan bidin. Divê parastvanên xwezayê jî heman hestiyariyê nîşan bidin. Lê mixabin di vê mijarê de bihestiyarî tevnegeriya. Heke ev qirkirina xwezayê bidome, em ê bi 300 parêzeran biçin herêmê. Li dijî vê qirkirinê me çendek plansazî amade kirine û dê di rojên pêş de têxin meriyetê.” 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

22/07/2022
10:00 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Divê dagirker ji Kurdistanê derbikevin
09:44 Ciwanan li Edeneyê komkujiya Zaxoyê bi meşê protesto kir
09:37 Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Munzurê: Zîhniyeta qedexeker ev sed sal in didome
09:04 Yucel: Doza Denîz Poyraz hê bi dawî nebûye, em ê daxwazên xwe dubare bikin
09:03 'Em ê Nûrhakê radestî kanên madenan û HES'an nekin'
09:03 Parlamenterê YNK'ê: Divê destûr neyê dayîn ku Tirkiye sivîlan bikuje
09:02 Parlamenterê PDK'ê Şerîf: Divê pêşî li êrişên Tirkiyeyê û dagirkeriya wê bê girtin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
21/07/2022
22:10 Sancar: Em pêşî li ber desthilatê û polîtîkayên wê yên şer bigirin
21:20 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar: Ev doz encama polîtîkayên bêcezakirinê ye
20:08 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Êdî sebra gelê kurd nemaye
17:18 Li Rihayê êrişa Tirkiyeyê hat şermezarkirin
16:38 Derheqê komkujiya li Zaxoyê de kê çi got?
16:10 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê berdewam dike
16:09 Nûnerê CPT Iraqê: Topbaran ji baregeha Tirkiyeyê ya li Xamtirê hatiye kirin
15:53 Nasnameyên yek jê pitik 9 kesên li Zaxoyê hatine qetilkirin diyar bûn
15:53 Tirkiyeyê li Amûdê bi SÎHA’yan êrişî wesayîtekê kir
15:52 'Di êrişan de çekên kîmyewî û fosfor tên bikaranîn'
15:52 Festîvala Mûnzûrê betal bû
15:50 Bertekên li dijî êrişa Zaxoyê berdewam in
15:07 Polîsan dîsa mudaxileyî malbatên girtiyan kirin
15:06 Li Êlihê wesayîtekê li kesên li rawestgehê disekiniyan xist: Kesek mir û 6 jî birîndar bûn
14:59 Rojnameger Işik: PDK piştî êrişa Zaxoyê nikare heman helwesta xwe bidomîne
14:49 Ji bo girtiyan li pêşiya edliyeyê çalakiya runiştinê
14:28 ÎHD: Divê tezkereyên Iraq û Sûriyeyê bên betalkirin
14:08 Li Dêrsimê bi hezaran kes li dijî qedexeya festîvalê meş li dar xistin
14:07 Parlamentoya Iraqê dê ji ber komkujiya li Zaxoyê bi rojeva awarte bicive
13:58 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 500’emîn de ye
13:57 Şahidên ku bo çapemeniya cîhanê axivîn: Tirkiye êriş dike
13:42 Heqê gera li Girava Axtamarayê hat bihakirin
13:26 Pisoureha: NATO, Rûsya û Îran ne bi polîtîkayên Erdogan re ne
13:25 Xizmên girtiyan li ber Dadgeha Amedê daxwaza edaletê kirin
12:57 Xwepêşandanên li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê berdewam dikin
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:47 Cenazeyên kesên li Zaxoyê hatibûn qetilkirin şandin Bexdayê
12:45 Êrişên ku Çavuşoglu înkar dike: Di 7 salan de 130 kes hatin kuştin
12:22 Li Girtîgeha Kurkçulerê koma duyemîn greva birçîbûnê dewr girt
12:15 Alinak mala xwe kir fêrgeha kurdî: Divê em kolan bi kolan bigerin û qala girîngiya kurdî bikin
11:29 Îdiaya Çavuşoglû: Hemû dinya dizane ku Tirkiye tu carî êrişî sivîlan nake
11:23 Serledana ji bo qursên MED-DER'ê dest pê kir
11:14 Darên li Şirnexê tên birîn li ser Facebookê tên firotin!
11:13 Baroyan bertek nîşanî komkujiya Zaxoyê dan: Bila berpiryar bên tespîtkirin û darizandin
10:56 Çapemeniya Tirkiyeyê çav û guhên xwe ji komkujiya Zaxoyê re girt
10:41 Çalakvanan xwestin ku sefîrtiya Tirkiyeyê were girtin
10:33 Kaçmaz: Leşkerên payebilind ji bo bazirganiyê ‘herêma ewlehiyê’ radigihînin û daran talan dikin
10:06 Ji ber Komkujiya Zaxoyê li Iraqê şîn hat ragihandin
10:05 Di turnûvaya futbolê ya Kemal Kurkut de birîna daran hat protestokirin
09:30 Ji parlamenterên Iraqê danezana hevpar: Tirkiyeyê sûcê şer kir
09:29 107 kesên duh di çalakiyên Komkujiya Pirsûsê de hatin binçavkirin hatin berdan
09:03 Keskîn: Serokkomartî li şûna ku telefona me bike bila peymanan pêk bîne
09:00 Parêzer Baykal: Biryara Şûraya Dewletê bi awayekî derhiqûqî rê li ber vekişîna ji peymanên din jî vekeir
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2022
01:15 Konseya Ewlekariya Neteweyî: Divê Tirkiye eskerên xwe ji Iraqê derxe
01:07 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Kifş bû ku Tirkiye êriş pêk aniye
20/07/2022
23:04 Daxuyaniya DBP'ê ya têkildarî êrişa li Zaxoyê
21:57 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Zaxoyê di çapemeniya cîhanê de
20:30 Polîsan li Enqere û Îzmîrê mudaxaleyî bîranîna Pirsûsê kir
19:09 Xelata Azadiya Çapemeniyê ya 2022’an ji bo 16 rojnamevanên girtî
18:44 Hevşaredara Norşînê ya berê Avras hat berdan
16:46 Komîteya Mîhrîcana Munzurê: Di zûtirin demê de dawî li van qedexeyan bînin
16:35 Bertekên li dijî Dadgeha Bilind zêde dibin: Peymanên navneteweyî di talûkeyê de ne
16:19 Mazlum Ebdî bi Michael Coella re hevdîtin kir
16:11 Şehmîran Karahan li Mêrsînê hate definkirin
16:02 Nehiştin qeyûmê li CHP’a Amedê hatiye tayînkirin bikeve avahiya partiyê
15:51 Nîjadperestan li Denîzliyê êrişî malbateke kurd kirin
15:29 Tirkiyeyê Zaxoyê bombebaran kir: 9 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn
15:27 Kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabûn li gelek bajaran hatin bibîranîn
15:27 ‘Rêwiyên hêviyê’ li cihê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn
14:00 Malbatan li pêşiya ATK’ê ji bo xizmên xwe banga azadiya kirin
12:55 Ji bo Aydenîz kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:21 Li Rihayê dê 2 rojan av neyê dayîn
12:21 Derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Deger de lêpirsîn hat desptêkirin
12:08 Malbata Şenyaşar: Em 33 rêwiyên hêviyê bi rêzdarî bi bîr tînin
12:03 Gunay: Çareserî ne li Tehran û Washingtonê lê li ser vê xakê ye
11:31 Têketina Dêrsimê ya Grup Yorûm û Grup Îsyan Ateşî hate qedexekirin
10:58 Ji bo Geverê sewqiyeta leşkerî
10:57 Ji AYM’ê biryara Demîrtaş: Vekirina dozê ‘binpêkirina maf e’
10:38 DEDAŞ'ê li qada sîtê yên sereke avahiyên trafoyan çêkir
10:35 Dadgehê ji bo parvekirina ‘Şeytanê mezin’ got ‘rexneya giran’ û biryara beraetê da
10:02 Sûlava Hankeyê li benda tescîlkirina bilindahiyê ye
10:01 ‘Ev 7 sal in nobetê li gora kurê xwe digirim da ku neyê rûxandin’
09:08 ‘Nîjadperestiya partiyên muxalîf dibe sedema dijminatiya li hemberî koçberan’
09:05 Jinên endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Em ê têkoşîna jinan bilindtir bikin
09:04 Di îdianameya endamên heyeta şopandinê de yekane 'sûc' wêneyê 9 sal berê ye
09:04 Rojnameger Mehmûd: Gel dê armancên Tirkiyeyê pûç bike
09:03 Qeyûm Liceyê difiroşe!
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2022
19/07/2022
23:25 Li Stenbolê ji bo salvegera Şoreşa Rojavayê çalakî
22:56 Jin li dijî biryara Şûraya Dewletê daketin kolanan
16:53 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê radestî malbatan hatin kirin
16:47 ‘Kobanê bi ruhê 19’ê Tîrmehê hat rizgarkirin’
16:46 Daxwaza betalkirina biryara Peymana Stenbolê hat redkirin
16:04 ESP: Divê em bi hev re Şoreşa Rojava biparêzin
15:54 Ji xala 301’ê doz li Emîne Şenyaşar hat vekirin
15:45 Dîmenên nû yên qirkirina xwezaya Şirnexê derketin
15:44 Emîrê DAIŞ’ê di Doza Komkujiya Garê de axivî: Ez 80 rojan li MÎT’ê mam
15:09 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser doza Denîz Poyraz
14:56 Di salvegera Şoreşa Rojava de Tirkiye, Îran û Rûsya li Tehranê civiyan
14:44 ÎHD: Bila dawî li îşkence û mauemeleya xerab were anîn
14:37 Wezaretê ne derewand ne jî daxuyaniyek da