Jin li dijî biryara Şûraya Dewletê daketin kolanan

  • rojane
  • 22:56 19 Tîrmeh 2022
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan diyar kir ku ew biryara têkildarî betalkirina Peymana Stenbolê ya Şûraya Dewletê nas nakin û bi dirûşmeya "Her xaleke peymanê êdî her yek ji me ye" bang li jinan kirin ku dakevin qadan û kolanan. 
 
Şûraya Dewletê daxwaza betalkirina fesixkirina Peymana Stenbolê red kir. Jin li hemberî vê biryara Şûraya Dewletê daketin qadan. 
 
STENBOL
 
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) ji bo şermezarkirina biryara Şûraya Dewletê li Kadikoyê li Îskeleya Beşîktaşê li hev civiyan. Di çalakiyê de pankarata li ser “Em biryara bêhiqûqî nas nakin! Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin" nivîsandî hat vekirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Peymana Stenbolê jiyan e", "Hûn ê tu carî bi tenê nemeşin" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin.
 
‘BIRYAREKE SIYASÎ YE'
 
Sekretera Giştî ya KCDP'ê Fîdan Ataselîm axivî. Ataselîm diyar kir ku ew li dijî kuştina jinan li kolanan û li dadgehan ne. Ataselîm anî ziman ku dewlet û hikûmet berpirsyariyên xwe bi cih naynin, li dijî LGBTÎQ+yê zayendperest in û gotinên nefretê dikin û got, ew li dijî vê yekê li kolan û qadan li hev civiyane. Ataselîm got: “Em dixwest ku Şûraya Dewletê ji yek zilamî re bibêje 'tu nikarî her tiştî bike.' Lê em bi biryareke siyasî re rû bi rû ne." 
 
‘HER XALEK WÊ EM IN'
 
Ataselîm bal kişand ser danişîna dozê Peymana Stenbolê ya li Şûraya Dewletê û got, bi sedan jin û parêzer ji Şûraya Dewletê re Destûra Bingehîn rave kirin. Ataselîm di berdewama axaftina xwe de got: “Bi rêya hiqûqê dikaribû pêşî lê bê girtin. Di warê siyasî de jî pêşî li ber girtin. Em vê rastiyê bi jiyan û têkoşîna xwe ya civakî dizanin. Hemû civak dizane. Peymana Stenbolê dikare her roj pêşî li kuştinên hovane yên jinan bigire. Lê gava bi temamî were sepandin, dê pêşî li qirkirina jinan jî bigire. Ger ew bi biryar bin, em jî wekî kesên ku her roj bi mirinê re rû bi rû dimînin bi biryartir in. Ji niha û pê ve jî erka me ye ku em vê têkoşînê bi awayekî hîn rêxistinkirî bidomînin. Dê li hemû qad û kolanan me bibînin." 
 
Ataselîm destnîşan kir ku ew biryara Şûraya Dewletê nas nakin û got: “Her xaleke peymanê êdî her yek ji me ye. Êdî dem dema hînbêtir têkoşînê ye. Ji bo şandina desthilata siyasî em ê bi awayekî rêxistinkirî têbikoşin."
 
ÎZMÎR
 
 
Koma Kampanyaya Peymana Stenbolê Jiyan e ya Îzmîrê jî têkildarî biryara Şûraya Dewletê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Me dest jê berneda, em ê dest jê bernedin" nivîsandî hat vekirin û dirûşmeyên "Peyman a me ye, em dest jê bernadin", "Cinayetên jinan polîtîk in", "Jinên hatin qetilkirin îsyana me ne” û “Peymana Stenbolê jiyan e" hatin berzkirin. 
 
Li ser navê jinan Berfîn Buykertaş daxuyaniya çapemeniyê xwend.
 
'BIRYAR NE REWA YE'
 
Bûkertaş anî ziman ku ew vê biryara yekzilamî nas nakin û ji roja destpêkê ve li kolan û qadan qîriyane û got, li bara jinan û civakê tu rewabûna vê biryarê tune ye. Buyukertaş jinên hatine qetilkirin û necazakirina kujeran bibîr xist û ji detshilatê re got "hûn dijminê jinan e." Buyukertaş di berdewamiyê de got: "Em dest ji têkoşîna xwe, irara xwe û inyada xwe bernadin." 
 
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) jî li heman cihî têkildarî biryara Şûraya Dewletê daxuyanî da û got: "Em vê biryara bêhiqûqî qebûl nakin û em dest ji Peymana Stenbolê bernadin." Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew ê Peymana Stenbolê pêk bînin. 
 
Navenda Giştî ya Egîtîm-Senê jî têkildarî mijarê bi awayekî nivîskî daxuyanî da û got, ew vê biryara bêhiqûqî qebûl nakin. 
 

Sernavên din

02/12/2022
23:02 Çelîk ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket li Amedê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:15 Gumuş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:09 Cenazeyê Mûsalo li Wanê hat veşartin
17:11 'Ji bo aştiyeke nirxdar pêk were divê tecrîd bi dawî bibe'
16:35 Ji bo endama YJA-Starê Alkanê şîn hat danîn
16:28 Cenazeyê Musalo piştî 116 rojan radestî malbata wî hat kirin
15:53 Li Rihayê qedexeya çalakiyan hate şermezarkirin
15:33 Jina ku hate îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:22 Şîna endama YJA Starê Alkan hate danîn
15:18 Li herêma Omeryanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:17 Odeya Bijîşkan a Amedê xwest Dr. Demîr bê berdan
15:16 Baroya Sêrtê ji bo betalkirina biryara ‘qedexeyê’ doz vekir
15:04 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê: Jinên binçavkirî tavilê berdin
15:00 HDK’ê li dijî tecrîdê banga ‘têkoşîna yekgirtî’ kir
14:47 Di doza ‘îstîsmara zayendî’ de daxwazên girtinê nehate qebûlkirin
14:29 Balafirên dewleta tirk li Şarbajêr komeke sivîlan bombebaran kirin
14:16 Îdianameya derheqê Fîncanci de hate qebûlkirin
14:13 Girtîgeha Panosê ji malbata Tekîn re nabêje bê ka sewqî kîjan girtîgehê kirine
13:59 FES’ê serdana HDP’ê kir
13:54 Doza Kobanê: Di mutalaayê de derheqê Kişanak de tespîtek nehatiye kirin
13:32 Jinan îfade neda Midûriyeta Polîsan a Enqereyê
13:23 CÎMER’ê bersiv neda serlêdana têkildarî CPT’yê!
13:23 Hewl dan Yuksel a ku 5 sal berê miriye jî binçav bikin!
13:02 105 parêzeran ji bo tecrîdê serî li Baroya Amedê dan
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Erişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê bê şermezarkirin
12:07 Li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan nameyên girtiyan tên desteserkirin
11:55 Ferît Şenyaşar: Erdogan neçare vê dayikê bibîne
11:53 Dema binçavkirina Manap a 30 sal in girtî ye hate dirêjkirin
11:29 Aydenîz: Heke dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin dê aloziyên heyî bi dawî bibin
11:10 Hiqûqnasên rojavayî li dijî çekên kîmyewî ketin nava liv û tevgerê
10:52 Rojnamevan 35 roj in girtî ne: Dozger bi destûr e
10:50 Daxwaza vekirina Cemiyeta Rojnamegerên Azad nehat qebûlkirin
10:36 Penaberekî li ser sînor ji sermayê jiyana xwe ji dest da
10:14 Aksu yê ekolojîst: Şer, erdnîgariya Kurdistanê jehrî dike
09:55 CPT ya ku 2 hezar û 394 km dûr e çû Îmraliyê lê destûr nadin hevdîtina parêzerên ku 124 km dûr in
09:54 Aydin: Heta ku dev ji tecrîdê bernedin dê alozî bi dawî nebe
09:53 Rêveberiya Herêmî ya HDP'ê ji bo diyarkirina stratejiya hilbijartinan li Silopiyayê dicive
09:24 HSD’ê têkildarî kuştina El Qureyşî daxuyanî da
09:07 Mehmet Ocalan: Divê dewlet 'protestokirina CPT'yê' esas bigire
09:06 Girtiyê nexweş ku cezayê wî 2 caran hatiye xerakirin, nayê berdan
09:05 Cerdevanan bi çakûçan êriş birine ser wî
09:02 Gelên Îranê bi biryar in ku riya ji Înkilabê diçe Azadiyê vekin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2022'YAN
01/12/2022
20:32 Ji bo Fîncanciyê Nobeda Azadiyê
18:23 Tirkiyeyê li Eyn Îsayê mizgeftek bombeberan kir
18:15 Binçavkirina jinan şermezar kirin: Em ê tim bibêjin 'jin, jiyan, azadî'
18:04 Demîrtaş: Ocalan bi mîsyona xwe dikare bandorê li siyaseta Rojhilata Navîn bike
17:08 Jinan bi vîdeoyekê banga ‘Ji şer re Na’ kirin
17:07 Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:51 Ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Êlihê dan
16:48 Li Girtîgeha Eregliyê 3 girtiyên din jî tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn
16:29 Têla direhî xistin ber paceyên Girtîgeha Dumluyê
16:24 Partî û saziyên kurd dê li dijî tecrîdê li Amed û Wanê bi girseyî bimeşin
16:20 Ji Fîncanci name: Min weke pispora tipa edlî nirxandin kir
15:46 Ji bo civîna gel a Tifaqa Ked û Azadiyê ya Edeneyê bang hat kirin
15:36 Manap ku 30 sal bûn di girtîgehê de dema ji girtîgehê derketî hate binçavkirin
15:04 Xizmên girtiyan: Ocalan dikare hemû pirsgirêkan çareser bike
14:55 Hejmara 51’an a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derçû
14:46 OHD’ê ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Mêrsînê da
14:35 Li 40 jinan ji ber meşê doz vekirin: Çalakiya me rewa û qanûnî ye
14:16 Li Emniyeta Enqereyê îşkence li jinên binçavkirî hat kirin
14:01 Doza Kobanê: Gelo biryara DMME’yê di dosyeyê de heye?
13:54 Dewleta tirk êrişî Kobanê û Eyn Îsayê kir
13:47 Gunay bang li Wezareta Dadê kir: Bersivê bidin serlêdanên ji bo Îmraliyê
13:12 Rojnamevan Zubeyde Sari hat beraetkirin
12:57 Înfaza Kurt a li Sîncanê tê ragirtin hate şewitandin
12:51 Malbata Şenyaşar têkildarî serdana Erdogan peyamek weşand
12:44 Li nav daristanên li başûrê Licê gelek fotokapan hatine bicihkirin
12:32 Koçyîgît a serî li Wezareta Dadê da: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
12:25 Malbatên girtiyan: Bila dewlet li gorî qanûnên xwe tevbigere
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Tifaqa Ked û Azadiyê dê civîna gel li dar bixe: Cîhaneke cudatir pêkan e
11:31 Nehiştin Veysî Aktaş tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe
10:57 Jin li dijî tundiyê serî natewînin
10:50 Rojnamevanên rojhilatî rewşa dawî vegotin: Berxwedan veguherî şoreşê
10:28 HDP’ê li Avcilarê qursa kurdî da destpêkirin
09:11 Parêzer Çîftçîler: Divê baro berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:10 Mîmar Gîrîtlîoglû: Li Tirkiyeyê tapo di destê zilaman de ye
09:09 'Li Îmraliyê ji dêvla serdestiya hiqûqê, hiqûqa serdestan tê pêkanîn'
09:07 Parlamenterê HDP'ê Taşçier: Divê hemû aştîxwaz li dijî vî şerî rabin
09:05 Seqiz: Gelên Îranê cara yekemîne bi gelê kurd re mil bi mil têdikoşe
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2022'YAN
30/11/2022
23:00 Dûrxistina ji wezîfeyê ya mamosteyan şermezar kirin
20:52 18 jinên hatin binçavkirin anîn Enqereyê
20:33 Şideta polîsan û binçavkirina jinan şermezar kirin
20:16 Çawîşekî pispor mir
18:57 Cenazeyê Çekdar Gabar piştî 185 rojan hat veşartin
18:40 Xizmên girtiyan: Bila tecrîd bê rakirin, hevdîtin bi Ocalan re bê kirin
16:29 Hemû binçavkiriyên li Manîsayê hatin berdan
16:28 Jinan giliyê polîsên ku tundî li jinan kiribûn kirin
16:27 HDP ji bo kêmtirîn mûçeyê kampanya dide destpêkirin: Bila herî kêm 12 hezar û 500 TL be
15:51 Ji bo Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê pêşniyar qanûnek hate pêşkeşkirin
15:40 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Têkoşîna jinan nikare were darizandin
15:23 Êrişên Tirkiyeyê di roja 10’an de berdewam dikin
15:00 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo Veysî Aktaş serlêdan kirin
14:41 Li Efxanistanê teqîn: Herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:37 Demîrtaş ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
14:24 Cenazeyê Acar piştî 185 rojan radestî malbata wî hate kirin
14:21 Kongra Star bang li CPT’yê kir: Berpirsyariyên xwe pêk bîne