‘Ev 7 sal in nobetê li gora kurê xwe digirim da ku neyê rûxandin’

  • rojane
  • 10:01 20 Tîrmeh 2022
  • |
COLEMÊRG - Ciwanê bi navê Suleyman Aksu di Komkujiya Pirsûsê de hatibû qetilkirin. Dayika Aksu, Kurdret Aksu ev 7 sal in her roj diçe ser gora kurê xwe û wiha dibêje: “Her roj nobetê li gora kurê xwe digirim da ku neyê rûxandin. Tekane daxwaza min edalet e.” 
 
Ciwanên ku ji bo pêlîstokan bibin Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çûbûn Pirsûs a Rihayê, di 20’ê tîrmeha sala 2015’an de li Navenda Çandê ya Amarayê rastî êrişa bombeyî ya DAIŞ’ê hatin. Di encama êrişê de 33 ciwan hatin qetilkirin û bi sedan ciwan jî birîndar bûn. Bi ser Komkujiya Pirsûsê re 7 sal derbas bûn. Yek ji ciwanên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayî jî Suleyman Aksu bû. 
 
 
Suleyman Aksu, di sala 1990’an de li Gever a Colemêrgê ji dayik bû û li Zanîngeha Çukurovayê beşa mamostetiya inglîzî qedandibû. Piştî ku ji zanîngehê mezûn bûyî jî 3 salan mamostetî kir û di Cejna Remezanê ya sala 2015’an de ji bo pêlîstokan bo zarokên Kobanê bibe, ji Geverê ber bi Rihayê ve kete rê. Lê belê di encama êrişa bombeyî de hate qetilkirin û xeyalên wî jî nîvcoyî man.  
 
GORA WÎ 7 CARAN HATE RÛXANDIN 
 
Cenazeyê Aksu, li Geverê hate definkirin. Goristana ku Aksu lê hatibû definkirin, 7 caran rastî êrişan hat û hat rûxandin. Ji ber êrişa li dijî gora Aksu, di 25’ê nîsana sala 2019’an de bi sedema “heqareta li dijî bîranîna kes” û “ziyandayîna perestgeh û goristanan” serlêdana sûc hat kirin. Lê tevî ku bi ser re ewqas dem jî derbas bû, derheqê polîs û leşkerên goristan rûxandin de tu geşedan çênebûn. 
 
TEKANE DAXWAZA DAYIKÊ 
 
Rûxandina gora Aksu, bandoreke giran li ser dayika wî Kurdret Aksu kir. Dayik Aksu, ev 7 sal in hema hema her roj diçe serdana gora kurê xwe û tekane daxwaza wê ew e ku kujer bên dîtin. Dayik Aksu, diyar kir ku ev 7 sal in tekane daxwaza wê ew e ku kujerên kurê wê bên darizandin û wiha got: “Divê kujerên kurê min û berpirsyarên wê bên dîtin û darizandin. Bila kujerê kurê min teslîmî min bikin. Bi sala ye darazê yek gav neavêtiye. Çima vê bi serê me tînin? Naxwazim dilê tu dayikan bişewite. Bila kujer bên darizandin da ku hinek jî be dilê me rehet bibe. Lê li holê edalet nîne. Heke bi rastî jî tiştekî bi navê edaletê hebe, bila kujerên 33 ciwanan bibînin û bidarizînin. Edaleta vî welatî dema 33 zarokên me hatin qetilkirin û dozên wan hatin girtin, hatin binaxkirin.” 
 
HER ROJ DIÇE SER GORA KURÊ XWE 
 
Bi domdarî Aksu da zanîn ku her roj diçe serdana gora kurê xwe û axaftina xwe wiha qedand: “Heke ez rojekê neçim, dilê min qet rehet nîne. Her roj li wir li kurê xwe digerim. Bi tirsa ku dê gora kurê min birûxînin, nikarim razêm. Çawa ku bangê sibehê tê dayîn, ez diçim goristanê û heta nîvro li vê derê dimînim. Ji bo ku gora kurê min nerûxînin ez nobetê digirim. Piştî rûxandina dawî, ez neçar mam ku dora gora kurê xwe bi keviran bigirim û dîwar çêbikim. Bi şev xew nakeve çavên min. Her tim pirsa gelo êrişî gora kurê min kirine yan na li ber hizra min e. Wan zarokan xwestin, keyfa zarokên Kobanê bînin. Bo wan pênûs, lênûs û pirtûk kom kirin û bi keyfxweşiyeke mezin ketin rê. Li bendê bûm ku kurê min bi heman rûkeniyê vegere lê cenazeyê wî şandin.” 
 
MA / Mazlum Engîndenîz
 

Sernavên din

23/07/2022
09:02 Polîsan li nava kuçeyê, di wesayîtê de û li qereqolê lêxistin
09:01 Ragip Dûran: Çapemeniya kurd xwedî roleke girîng e
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
22/07/2022
23:52 HDP: Berpirsê mirina girtiyan desthilat e
21:26 Li Stenbolê şermezarkirina komkujiya li Zaxoyê: Dest ji vê hezkirina xwe ya ji bo şer berdin!
20:30 Li Amedê bombebarana li ser Zaxoyê hat şermezarkirin
16:49 Li Girtîgeha Amedê di hucreya yekkesî de mirina bi guman
16:29 Deriyê DÎAYDER’ê hat mohrkirin
16:15 Dozger xwest ceza li Demîrtaş bê birîn
16:06 Milê Makbule Ozer tehl bû!
15:05 Kesek li Amedê hat binçavkirin
14:34 Girtiyên Şêladizê li zindana PDK’ê dest bi rojiya mirinê kirin
14:25 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin rayedar gavan biavêjin
14:21 Li Kozanê agir bi daristanê ket
14:18 Artêşa tirk dîsa êrişî gundê Perexê kir
13:57 NY’ê xwest ku derheqê komkujiya Zaxoyê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:50 Li Girtîgeha Tarsûsê 4 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
13:45 Li Îzmîrê şewata daristanê
13:44 Gunay: Şer ne çare ye, çareserî muzakere ye
13:43 Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn dest pê kir
12:52 HDP, Kemal Turkler di salvegera 43'yemîn de bi bîr anî
12:42 Derheqê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
12:40 Li ser Rêya Hevrîşmê bi kîlometreyan wesayît rêz bûn
12:34 Li dijî baregeha leşkerî ya Bamernê êrişa hewayî hate kirin
12:30 Ji 4 kesên dixwestin derbasî Serêkaniyê bibin agahî nayê girtin
12:25 Parlamenter Kaçmaz ‘rûxandina’ li Birca Belek bir rojeva Meclisê
12:24 Darên Xozatê tên talan û wêrankirin!
12:02 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:13 Jinan bertek nîşan dan: Li dijî hewldana tunekirinê em ê hebûna xwe biparêzin
11:06 Li Êlihê dê bi hêceta ‘guran’ dar bên talankirin
10:28 Di lewheya 8 zimanî ya ÎBB’ê de cih nedan kurdî!
10:21 Li Rihayê 3 girtiyan li gel cezayê xwe qedandine jî nayên berdan
10:00 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Divê dagirker ji Kurdistanê derbikevin
09:44 Ciwanan li Edeneyê komkujiya Zaxoyê bi meşê protesto kir
09:37 Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Munzurê: Zîhniyeta qedexeker ev sed sal in didome
09:04 Yucel: Doza Denîz Poyraz hê bi dawî nebûye, em ê daxwazên xwe dubare bikin
09:03 'Em ê Nûrhakê radestî kanên madenan û HES'an nekin'
09:03 Parlamenterê YNK'ê: Divê destûr neyê dayîn ku Tirkiye sivîlan bikuje
09:02 Parlamenterê PDK'ê Şerîf: Divê pêşî li êrişên Tirkiyeyê û dagirkeriya wê bê girtin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
21/07/2022
22:10 Sancar: Em pêşî li ber desthilatê û polîtîkayên wê yên şer bigirin
21:20 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar: Ev doz encama polîtîkayên bêcezakirinê ye
20:08 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Êdî sebra gelê kurd nemaye
17:18 Li Rihayê êrişa Tirkiyeyê hat şermezarkirin
16:38 Derheqê komkujiya li Zaxoyê de kê çi got?
16:10 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê berdewam dike
16:09 Nûnerê CPT Iraqê: Topbaran ji baregeha Tirkiyeyê ya li Xamtirê hatiye kirin
15:53 Nasnameyên yek jê pitik 9 kesên li Zaxoyê hatine qetilkirin diyar bûn
15:53 Tirkiyeyê li Amûdê bi SÎHA’yan êrişî wesayîtekê kir
15:52 'Di êrişan de çekên kîmyewî û fosfor tên bikaranîn'
15:52 Festîvala Mûnzûrê betal bû
15:50 Bertekên li dijî êrişa Zaxoyê berdewam in
15:07 Polîsan dîsa mudaxileyî malbatên girtiyan kirin
15:06 Li Êlihê wesayîtekê li kesên li rawestgehê disekiniyan xist: Kesek mir û 6 jî birîndar bûn
14:59 Rojnameger Işik: PDK piştî êrişa Zaxoyê nikare heman helwesta xwe bidomîne
14:49 Ji bo girtiyan li pêşiya edliyeyê çalakiya runiştinê
14:28 ÎHD: Divê tezkereyên Iraq û Sûriyeyê bên betalkirin
14:08 Li Dêrsimê bi hezaran kes li dijî qedexeya festîvalê meş li dar xistin
14:07 Parlamentoya Iraqê dê ji ber komkujiya li Zaxoyê bi rojeva awarte bicive
13:58 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 500’emîn de ye
13:57 Şahidên ku bo çapemeniya cîhanê axivîn: Tirkiye êriş dike
13:42 Heqê gera li Girava Axtamarayê hat bihakirin
13:26 Pisoureha: NATO, Rûsya û Îran ne bi polîtîkayên Erdogan re ne
13:25 Xizmên girtiyan li ber Dadgeha Amedê daxwaza edaletê kirin
12:57 Xwepêşandanên li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê berdewam dikin
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:47 Cenazeyên kesên li Zaxoyê hatibûn qetilkirin şandin Bexdayê
12:45 Êrişên ku Çavuşoglu înkar dike: Di 7 salan de 130 kes hatin kuştin
12:22 Li Girtîgeha Kurkçulerê koma duyemîn greva birçîbûnê dewr girt
12:15 Alinak mala xwe kir fêrgeha kurdî: Divê em kolan bi kolan bigerin û qala girîngiya kurdî bikin
11:29 Îdiaya Çavuşoglû: Hemû dinya dizane ku Tirkiye tu carî êrişî sivîlan nake
11:23 Serledana ji bo qursên MED-DER'ê dest pê kir
11:14 Darên li Şirnexê tên birîn li ser Facebookê tên firotin!
11:13 Baroyan bertek nîşanî komkujiya Zaxoyê dan: Bila berpiryar bên tespîtkirin û darizandin
10:56 Çapemeniya Tirkiyeyê çav û guhên xwe ji komkujiya Zaxoyê re girt
10:41 Çalakvanan xwestin ku sefîrtiya Tirkiyeyê were girtin
10:33 Kaçmaz: Leşkerên payebilind ji bo bazirganiyê ‘herêma ewlehiyê’ radigihînin û daran talan dikin
10:06 Ji ber Komkujiya Zaxoyê li Iraqê şîn hat ragihandin
10:05 Di turnûvaya futbolê ya Kemal Kurkut de birîna daran hat protestokirin
09:30 Ji parlamenterên Iraqê danezana hevpar: Tirkiyeyê sûcê şer kir
09:29 107 kesên duh di çalakiyên Komkujiya Pirsûsê de hatin binçavkirin hatin berdan
09:03 Keskîn: Serokkomartî li şûna ku telefona me bike bila peymanan pêk bîne
09:00 Parêzer Baykal: Biryara Şûraya Dewletê bi awayekî derhiqûqî rê li ber vekişîna ji peymanên din jî vekeir
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2022
01:15 Konseya Ewlekariya Neteweyî: Divê Tirkiye eskerên xwe ji Iraqê derxe
01:07 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Kifş bû ku Tirkiye êriş pêk aniye
20/07/2022
23:04 Daxuyaniya DBP'ê ya têkildarî êrişa li Zaxoyê
21:57 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Zaxoyê di çapemeniya cîhanê de
20:30 Polîsan li Enqere û Îzmîrê mudaxaleyî bîranîna Pirsûsê kir
19:09 Xelata Azadiya Çapemeniyê ya 2022’an ji bo 16 rojnamevanên girtî
18:44 Hevşaredara Norşînê ya berê Avras hat berdan
16:46 Komîteya Mîhrîcana Munzurê: Di zûtirin demê de dawî li van qedexeyan bînin
16:35 Bertekên li dijî Dadgeha Bilind zêde dibin: Peymanên navneteweyî di talûkeyê de ne
16:19 Mazlum Ebdî bi Michael Coella re hevdîtin kir
16:11 Şehmîran Karahan li Mêrsînê hate definkirin
16:02 Nehiştin qeyûmê li CHP’a Amedê hatiye tayînkirin bikeve avahiya partiyê
15:51 Nîjadperestan li Denîzliyê êrişî malbateke kurd kirin
15:29 Tirkiyeyê Zaxoyê bombebaran kir: 9 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn
15:27 Kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabûn li gelek bajaran hatin bibîranîn
15:27 ‘Rêwiyên hêviyê’ li cihê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn