ÎHD: Divê tezkereyên Iraq û Sûriyeyê bên betalkirin

  • rojane
  • 14:28 21 Tîrmeh 2022
  • |
img
ENQERE - ÎHD’ê bi daxuyaniyekê êrişa li dijî Zaxo şermezar kir û xwest ku berpirsyarên wê bên darizandin. ÎHD’ê her wiha xwest ku Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin û tezkereyên Iraq û Sûriyeyê bên betalkirin. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî êrişa li dijî geştyarên li gundê Perex ê Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê ku tê de 9 sivîl hatin qetilkirin û 23 kes jî birîndar bûbûn, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrişê de 8 zarok hatine qetilkirin û sersaxî ji malbatên qurbaniyan û şîfaya xêrê bo birîndaran xwest. ÎHD’ê êrişa navborî şermezar kir û xwest ku berpirsyarên wê di zûtirin demê de bên darizandin. 
 
ÎHD’ê, di daxuyaniyê de bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên Iraqê ku ji êrişê Tirkiyeyê berpirsyar dibînin û wiha got: “Her wiha Hikûmeta Iraqê li cihê bûyerê lêkolîn kir û got ku bûyer ji ber TSK’ê qewimî ye. Di halê hazir de rewşeke ku vê rastiyê biderewîne derneketiye holê. Daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ya derheqê bûyerê de ji rastiyê dûr e. Dibêje ku Tirkiye di operasyonên leşkerî de sivîlan hedef nagire û bi vî awayî bûyerê paşguh dike. Balkêş e ku TSK û Wezareta Parastinê ya li herêmê di nava liv û tevgerê de ye, derheqê bûyerê de tu daxuyanî nedan.” 
 
DIVÊ MECLIS BIKEVE DEWRÊ 
 
Bi domdarî ÎHD’ê bi bîr xist ku di daxuyaniya xwe ya 21’ê cotmeha 2021’an de xwestiye ku tezkereya Sûriye û Iraqê li Meclisê neyê qebûlkirin û hikûmet li siyaseta aştiyê vegere. Bi domdarî ÎHD’ê xwest ku Komîsyona Lêkolînê ya TBMM’ê were avakirin û ev komîsyon sivîlên li Herêma Federal a Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama operasyonên Tirkiyeyê de hatine kuştin û binpêkirinên mafan ên giran ên ji hêla hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê kirine lêkolîn bike. Bi domdarî ÎHD’ê wiha got: “Tê îdiakirin ku ji ber operasyonên Tirkiyeyê gelek herêm hatine valakirin û gelek kes bi darê zorê ji herêmên wan hatine koçberkirin. Her wiha tê gotin ku Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne û dîmenên van hene. Li hêla din tê gotin ku cenazeyên leşkeran li erdê ne. Divê Komîsyona Lêkolînê ya TBMM’ê van îdiayan lêkolîn bike.” 
 
BANG LI NY’Ê KIR
 
ÎHD’ê got ku divê Serdozgeriyên Komarê yên li bajarên nêzî herêmên şer û Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derheqê êrişên li dijî sivîlan tên kirin lêpirsînê bidin destpêkirin û teqîbatan bide destpêkirin. Daxuyaniya ÎHD’ê wiha domiya: “Hewceye Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî têkildarî van binpêkirinên mafan ên giran û binpêkirinên hiqûqa mirovî li herêmên navborî lêkolînan bikin. Divê tezkereyên Sûriye û Iraqê ku di cotmeha 2021’an de hatin qebûlkirin werin betalkirin. Tirkiye hêzên xwe vekişîne û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd jî Tirkiye serî li rêyên demokratîk bide.” 
 
‘BAROYA AMEDÊ BI TENÊ NÎNE’
 
Her wiha ÎHD’ê bertek nîşanî êrişên nîjadperest ên li dijî Baroya Amedê û baroyên din ên herêmê da û wiha pê de çû: “Divê kesên êrişên nefretê dikin werin tespîtkirin û darizandin. Divê neyê jibîrkirin ku Baroya Amedê bi tenê nîne. Divê hemû baroyên din û rêxistinên mafên mirovah xwedî li Baroya Amedê derkevin. Her wiha ji bilî çendek rojnameyan, tu rojnameyên li Tirkiyeyê cih nedan vê êrişê. Li Tirkiyeyê çapemenî azad nîne. Cihgirtina medyayê ya li cem hikûmetê nîşan dide ku pîvanên herî biçûk ên exlaqê jî li cem wan nînin. Mîna Komkujiya Roboskê, di vê êrişê de jî bêdengî tercîh kirin. Weke parastvanên mafên mirovan em ê têkoşîna xwe ya ji bo mafên mirovan bidomînin û ji bo binpêkirinên hiqûqî bêceza nemînin jî dê têkoşîna xwe ya edalet û aştiyê bidomînin. Em careke dibêjin ku divê kesên ev komkujiya li Perex a Zaxoyê pêk anîn hesabê bidin.” 
 

Sernavên din

26/07/2022
11:32 Malbata Şenyaşar: Ji bilî edaletê tu rêyeke din nîne
11:25 Li qursa Sultanbeyliyê şewat derket
11:19 Konteynerên karkeran şewitîn
11:14 Şewata li Sokeyê heta astekî hat kontrolkirin
10:57 Li Rihayê qezayên trafîkê: 2 kes mirin, 14 kes birîndar bûn
10:49 Soylu piştî kuştina leşker û cerdevanan hat Colemêrgê
10:39 Dema ku Komîteya Wezîran ji bo Ocalan daye Tirkiyeyê tije dibe
10:34 Xelkê gundekî Bêrecûkê bêav dijî
10:33 UNSC’ê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Zaxoyê şermezar kir
10:21 Şaredarê AKP'ê yê ku bi nelirêtiyê ji rojevê derneket îstîfa kir
10:06 Li Mereşê bi pileya 4.6 erdhej çêbû
10:03 Darên tên birîn bi TIR’ên bi nivîsa ‘ji ewil welat’ tên veguhestin
09:53 ARÎ-DER'ê belgename da 95 şagirtan
09:51 ‘Gundê ku cenaze lê hatine dîtin baregeha JÎTEM’ê bû’
09:50 Malbata Bozkurt ku gundê wan hat şewitandin: Em naxwazin dest ji welatê xwe berdin
09:27 Tirkiye li dû tolhildana DAIŞ'a têkçûyî ye!
09:00 Hikûmxwarê doza N.Ç. bûye 'rûspî'
09:00 Parêzera OHD'î: Cezayên disiplînê dijhiqûqî ne
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
25/07/2022
16:44 Li Êlihê kesê ketiye qenala avê xeniqî
16:25 Bûldan: Dest ji vê darbeyê berdin
16:23 Pankarta Zaxo ya bi avahiya HDP’ê ve hat jêkirin
16:06 Rêveberiya Xweser: Divê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bîne
15:59 Li Şirnexê berteka hevpar: Em talankirina xwezaya xwe qebûl nakin
15:45 ANF: Li Zapê helîkoptereke Skorsky hat xistin
15:42 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Di 6 mehan de li dijî kedkaran hezar û 718 binpêkirin hatin kirin
14:54 Li Mêrsînê agir bi daristanê ket
14:38 7 ciwanên ku pakart vekirin hatin binçavkirin
14:37 Wezereta Tenduristiyê ‘Koda Spî’ eşkere nake
14:26 Belgefîlma Hêzayê xelat wergirt
14:07 Bîçer: Divê Makbûle Ozer demildest were berdan
14:04 Di Doza Kobanê de polîsan êriş kir
13:19 Li 4 ‘mamosteyên’ nîjadperest doz hate vekirin
12:54 Ferît Şenyaşar banga li Fakibaba kir
12:54 ‘Dewletên Ewropa û hêzên koalîsyonê şirîkê sûcên Tirkiyeyê ne'
12:53 4 girtiyên bi Covîd-19’ê ketin nayên tedawîkirin
12:25 Li Stenbolê tundiya zilaman: 2 jin bi giranî birîndar bûn
12:24 Ji Mehmet Atli singleya ewil: Diçim Ji Vir
11:23 Li Dêrsimê rojê 120 kes bi koronayê dikevin
11:14 Li Edeneyê 3 kes hatin girtin
11:10 Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê mirineke bi guman
11:09 Encamnameya Konferansa Lozanê: Berteka herî baş avakirina yekitiya kurdan e
10:23 ‘Doza Kobanê li navenda giştî ya MHP’ê tê hûnandin’
10:22 Di pevçûnan de 3 leşker û 4 cerdevan hatin kuştin
10:21 Di fabrîkayekê de teqîn û şewat: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
10:16 Ev 16 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin
09:38 Fermandara operasyona tunekirina DAIŞ’ê hate oxirkirin
09:38 Parlamentera Çep a Elmanyayê: Em ê êrişên Tirkiyeyê bibin rojeva Parlamentoya Elmanyayê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
24/07/2022
19:57 Li Eskîşehîrê jinek hat kuştin
17:02 Xelkê Reqayê Komkujiya Zaxoyê şermezar kir
15:55 Macron bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
15:47 Endamên DÎAYDER a hatiye mohrkirin: Em ê komeleyeke nû vekin
15:28 Şandeya HDP’î çû serdana taxa ku şaredariya AKP’î mexdûr kirine
15:18 Malbata Ekîcî: Kurê me hatiye înfazkirin
14:43 Jinan ji bo Aysel Tugluk daxwaza edaletê kirin
14:00 DEDAŞ’ê bi birîna ceyranê re tax bêav hişt
13:59 Sazî û partiyên kurd di 99’emîn salvegera Peymana Lozanê de li Lozanê civiyan
13:58 Foruma Jinan bi encamnameyê bi dawî bû: Divê em hevgirtina jinan hîn xurttir bikin
12:55 Li Wanê bombeya deng avêtin wesayîta zirxî
12:50 Qirkirina daran a li Şirnexê dê were protestokirin
12:34 Li Bursayê îşkence li zarokekî hat kirin
12:07 Girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
11:50 Ji bo girtî Balaç û Yildirim bang kirin
11:35 Di bûyera 4 kes hatibûn kuştin de hejmara girtiyan derket 6 kesan
11:32 Malbata Şenyaşar: Hêj dereng nebûyî divê daxwazên me bên qebûlkirin
11:28 Nameya Guven bi hinceta ‘dê moralê girtî xweş bike’ nedan girtiyê nexweş Ozkan
11:16 Ji ber nebûna ambûlansê piştî 3 saetan sewqî nexweşxaneyê hate kirin
10:44 Kesên ku di Turnûvaya Kemal Kortkut de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Qeyûmê Cizîrê ji bo şaredariya AKP’î seferber bû!
10:27 Di êrişa Tirkiyeyê de 2 kes hatin qetilkirin
10:23 Tirkiyeyê fermandara ‘Pêngava tunekirina DAIŞ’ê’ hedef girt
10:08 Dr. Oztoprak: Bûyerên Covîd-19’ê zêde dibin
09:34 Rojnameger: 24’ê Tîrmehê ne cejn e, roja têkoşînê ye
09:02 Ji Şirnexê nêzî 600 ton dar tên Rihayê!
09:02 Başaran: Em bi biryar in ku têkoşîna jinê mezin bikin
09:00 ROJEVA 24’Ê TÎRMEHA 2022’YAN
23/07/2022
16:40 Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê: Tirkiyeyê qetlîamê pêk aniye
16:39 Bi sûcdariya destdirêjiya li zarok ji serokê MHP'î re 20 sal ceza hat xwestin
16:14 Rapora Komîsyona Jinan a ÎHD’ê: Di 2021’ê de 323 jin hatine kuştin
15:57 Li Heskîfê du xwişk di golê de xeniqîn
15:30 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Îvrendî kirin
15:28 Çalakvanê di protestoya bi darbest de hatibû binçavkirin hat berdan
15:26 Hevjînên hev Ozer bi zorê bêhn didin û distînin!
14:39 Parlamantoya Iraqê li ser Qetlîama Zaxoyê civiya
14:38 Iraqê derbarê êrişên Tirkiyeyê de ji NY'yê civîna taybet xwest
14:37 ÎHD'ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşş Fîlîz
14:11 Li Şirnexê dîmenên nû yên talankirina daran: Darek jî nehatiye hiştin
13:57 Dayikên Şemiyê: Şûna gora Abdulganî Dag nîşan bidin
13:38 Çêkirina rêya Bêrecûkê û Xelfetiyê sê sal in nehatiye qedandin
13:02 Xizmên Windayan li aqûbeta Mûsa Kolûman pirsîn
11:48 Li ber avahiya AKP’ê çalakiya bi darbest li dar xistin
11:32 Dolmîşa karkerên çandiniyê qeza kir: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
11:13 Tirkiye gundên Kantona Şehbayê û Til Temirê topbaran dike
11:02 Hin navdarên cîhanê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
10:10 Parlamentoya Iraqê dê îro bi mijara Qetlîama Zaxoyê bicive
10:02 Guleryuz: Divê muxalefet bi eşkereyî û wêrek li dijî dagirkeriya li Rojava derkeve
09:04 Xaniyê dawî yê Heskîfê jî hat xerakirin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heke edalet bê Îmraliyê dê bigihê her kesî
09:02 Polîsan li nava kuçeyê, di wesayîtê de û li qereqolê lêxistin