Sancar: Em pêşî li ber desthilatê û polîtîkayên wê yên şer bigirin

  • rojane
  • 22:10 21 Tîrmeh 2022
  • |
img

ÎZMÎR - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di xwarina piştgiriyê ya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê de diyar kir ku polîtîkayên şer li Tirkiyeyê bûne sedema hilweşandinê û got, êdî divê em pêşî li ber vê desthilatê bigirin ku van polîtîkayan bi awayekî qeterehmî pêk tîne. 

 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, li xwaringeheke Bayrakliyê xwarina piştgiriyê da. Parlamenterên HDP'ê Serpîl Kemalbay û Mûrat Çepnî, malbata Denîz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin, çalakgerên Nobeda Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş, Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û nûnerên partî û saziyên li bajêr û gelek kes tev li xwarinê bûn.
 
Hevserokên HDP'ê yên navçeya Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan ewilî axivîn. Her du hevserokan malavayiya beşdaran kirin û gotin: "Em hêvîdar in ku ev xwarina hevgirtinê wê bibe wesîleya mezinkirina nirxên me. Em ê vê hevgirtinê veguherînin  kulmeke şidiyayî û rê hem dost û dijminan bidin."
 
BANGAWAZÎ JI BO YEKÎTIYÊ
 
Paşê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar axivî. Sancar diyar kir ku polîtîkayên şer Tirkiyeyê hilweşandine û gelan ber bi xizaniyê ve birine. Sancar destnîşan kir ku ew komkujiya li Zaxoyê careke din şermezar dikin û got: "Ji bo eşkerekirina rastiya vê komkujiyê û hesabpirsîna ji berpirsyaran em ê têkoşînê mezin bikin. Ev komkujî Roboskî tîne bîra mirov. Desthilatdarên îroyîn bûne mertalê parastinê li hember sûcdaran û ev dosye girtin. Heta ku ev birîn neyên pêçan û cebirandin, em nikarin li vî welatî aştiya civakî pêk bînin. Ji bo vê jî pêdiviya me bi destpêkek nû heye ku ji siyaseta şer xalî. Li dijî şer pêwîstî bi avakirina yekitiya herî mezin heye. Çareserî ne bi şer, bi aştî û siyaseta demokratîk pêkan e."
 
‘ÇARE EM IN'
 
Sancar ku got "Divê em vê zîhniyeta dibe sedema heman êşa biguherînin" diyar kir ku beriya her tiştî divê her kes pêşî li ber vê desthilatê bigire ku van polîtîkayên qeterhmî pêk tîne. Sancar anî ziman ku ew ê dev ji hewldanên xwe yên ji bo çareserî û têkoşîna ji bo serdestkirina siyaseta demokratîk bernedin û got: “Ji bo çareseriyê divê em mezin bibin, xurt bibin û têkoşîneke hevpar bimeşînin. Divê hêzeke wisa ya gel hebe ku pergal nikaribe li dijî vê hêzê tevbigere. Dema ku em dibêjin 'çareserî em in', em li dijî îmha û înkarê siyaseta demokratîk diparêzin û yên vê yekê binîn jî em in."
 
KRÎZA ABORÎ
 
Sancar behsa krîza aborî û talana ekolojiyê jî kir û got: “Her ku xizanî û birçîbûn berbelav dibe, zengîniya sermayedaran jî zêde dibe. Divê em dawî li vê plana talanê bînin. Li hemberî çavakaniyên ji şer, alîgiran, rantê û îsrafê tê terxankirin, polîtîkatek divê. Em li her derê ji bo agirê ku niha ji Çeşmeyê heta Datçayê belav bûye û pişikên me dişewitîne bûn av û em li her derê ne û em ê li her derê bin jî. Divê were zanîn ku jiholêrakirina sedema vê talana şewatê wê çareyê bi xwe re bîne. Em ê tevî gundiyên ku ji bo parastina xwezayê têdikoşin xwezayê, robaran, daristanan û ekolojiyê biparêzin." 
 
Sancar bang li endamên partiyê kir ku bi kesên xwedî pêşdaraz in li hemberî HDP'ê re diyalogê deynin û got: "Çareseriya ku nefretê ji vî welatî ji holê rabike ev e. Me di qetilkirina Denîz Poyrazê de mînaka herî êşbar a nefretê dît. Di danişînan de em kînek kûrtir dibînin, em dibînin bê bêedaletî û nefret çi qasî di nav hev de ne. Hevrêya me Denîz Poyraz ne tenê windahiyek mezin e, di heman demê de stêrkek e ku divê em di têkoşîna xwe ya edaletê de tu carî dest jê bernedin. Em êşa xwe venaguherînin hêrseke kor. Em êşên xwe diparêzin, lê ji bo jinûve avakirinê jî em wan wekî erkekê dibînin. Em dizanin ku hêza çareseriyê ya vî welatî em in. Em ê vê hêzê bi kar bînin da ku em pêşerojeke ku hemû beşên marjînal karibin tê de bi awayekî bir rûmet bijîn ava bikin.”
 
RÊXISTINBÛYÎN
 
Sancar anî ziman ku pêwîst e di dema pêş de rêxistinbûyîn bê berfirehkirin û got: “Divê em hemû sed qatî zêdetir bixebitin. Di vê serdemê de ji civakê re vegotina prensîb û armancên xwe pir girîng e. Divê em derî bi derî bigerin û bixebitin. Her yek ji me dê bibe hilgirê gotina xwe û her xebatkarekî me wê raya giştî ronî bike. Ger em bi vê baweriyê vî karî bimeşînin, em ê di demek nêz de rê li ber veguhertina demokratîk vekin. Em ji vê yekê bawer bikin."

Sernavên din

26/07/2022
11:32 Malbata Şenyaşar: Ji bilî edaletê tu rêyeke din nîne
11:25 Li qursa Sultanbeyliyê şewat derket
11:19 Konteynerên karkeran şewitîn
11:14 Şewata li Sokeyê heta astekî hat kontrolkirin
10:57 Li Rihayê qezayên trafîkê: 2 kes mirin, 14 kes birîndar bûn
10:49 Soylu piştî kuştina leşker û cerdevanan hat Colemêrgê
10:39 Dema ku Komîteya Wezîran ji bo Ocalan daye Tirkiyeyê tije dibe
10:34 Xelkê gundekî Bêrecûkê bêav dijî
10:33 UNSC’ê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Zaxoyê şermezar kir
10:21 Şaredarê AKP'ê yê ku bi nelirêtiyê ji rojevê derneket îstîfa kir
10:06 Li Mereşê bi pileya 4.6 erdhej çêbû
10:03 Darên tên birîn bi TIR’ên bi nivîsa ‘ji ewil welat’ tên veguhestin
09:53 ARÎ-DER'ê belgename da 95 şagirtan
09:51 ‘Gundê ku cenaze lê hatine dîtin baregeha JÎTEM’ê bû’
09:50 Malbata Bozkurt ku gundê wan hat şewitandin: Em naxwazin dest ji welatê xwe berdin
09:27 Tirkiye li dû tolhildana DAIŞ'a têkçûyî ye!
09:00 Hikûmxwarê doza N.Ç. bûye 'rûspî'
09:00 Parêzera OHD'î: Cezayên disiplînê dijhiqûqî ne
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
25/07/2022
16:44 Li Êlihê kesê ketiye qenala avê xeniqî
16:25 Bûldan: Dest ji vê darbeyê berdin
16:23 Pankarta Zaxo ya bi avahiya HDP’ê ve hat jêkirin
16:06 Rêveberiya Xweser: Divê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bîne
15:59 Li Şirnexê berteka hevpar: Em talankirina xwezaya xwe qebûl nakin
15:45 ANF: Li Zapê helîkoptereke Skorsky hat xistin
15:42 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Di 6 mehan de li dijî kedkaran hezar û 718 binpêkirin hatin kirin
14:54 Li Mêrsînê agir bi daristanê ket
14:38 7 ciwanên ku pakart vekirin hatin binçavkirin
14:37 Wezereta Tenduristiyê ‘Koda Spî’ eşkere nake
14:26 Belgefîlma Hêzayê xelat wergirt
14:07 Bîçer: Divê Makbûle Ozer demildest were berdan
14:04 Di Doza Kobanê de polîsan êriş kir
13:19 Li 4 ‘mamosteyên’ nîjadperest doz hate vekirin
12:54 Ferît Şenyaşar banga li Fakibaba kir
12:54 ‘Dewletên Ewropa û hêzên koalîsyonê şirîkê sûcên Tirkiyeyê ne'
12:53 4 girtiyên bi Covîd-19’ê ketin nayên tedawîkirin
12:25 Li Stenbolê tundiya zilaman: 2 jin bi giranî birîndar bûn
12:24 Ji Mehmet Atli singleya ewil: Diçim Ji Vir
11:23 Li Dêrsimê rojê 120 kes bi koronayê dikevin
11:14 Li Edeneyê 3 kes hatin girtin
11:10 Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê mirineke bi guman
11:09 Encamnameya Konferansa Lozanê: Berteka herî baş avakirina yekitiya kurdan e
10:23 ‘Doza Kobanê li navenda giştî ya MHP’ê tê hûnandin’
10:22 Di pevçûnan de 3 leşker û 4 cerdevan hatin kuştin
10:21 Di fabrîkayekê de teqîn û şewat: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
10:16 Ev 16 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin
09:38 Fermandara operasyona tunekirina DAIŞ’ê hate oxirkirin
09:38 Parlamentera Çep a Elmanyayê: Em ê êrişên Tirkiyeyê bibin rojeva Parlamentoya Elmanyayê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
24/07/2022
19:57 Li Eskîşehîrê jinek hat kuştin
17:02 Xelkê Reqayê Komkujiya Zaxoyê şermezar kir
15:55 Macron bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
15:47 Endamên DÎAYDER a hatiye mohrkirin: Em ê komeleyeke nû vekin
15:28 Şandeya HDP’î çû serdana taxa ku şaredariya AKP’î mexdûr kirine
15:18 Malbata Ekîcî: Kurê me hatiye înfazkirin
14:43 Jinan ji bo Aysel Tugluk daxwaza edaletê kirin
14:00 DEDAŞ’ê bi birîna ceyranê re tax bêav hişt
13:59 Sazî û partiyên kurd di 99’emîn salvegera Peymana Lozanê de li Lozanê civiyan
13:58 Foruma Jinan bi encamnameyê bi dawî bû: Divê em hevgirtina jinan hîn xurttir bikin
12:55 Li Wanê bombeya deng avêtin wesayîta zirxî
12:50 Qirkirina daran a li Şirnexê dê were protestokirin
12:34 Li Bursayê îşkence li zarokekî hat kirin
12:07 Girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
11:50 Ji bo girtî Balaç û Yildirim bang kirin
11:35 Di bûyera 4 kes hatibûn kuştin de hejmara girtiyan derket 6 kesan
11:32 Malbata Şenyaşar: Hêj dereng nebûyî divê daxwazên me bên qebûlkirin
11:28 Nameya Guven bi hinceta ‘dê moralê girtî xweş bike’ nedan girtiyê nexweş Ozkan
11:16 Ji ber nebûna ambûlansê piştî 3 saetan sewqî nexweşxaneyê hate kirin
10:44 Kesên ku di Turnûvaya Kemal Kortkut de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Qeyûmê Cizîrê ji bo şaredariya AKP’î seferber bû!
10:27 Di êrişa Tirkiyeyê de 2 kes hatin qetilkirin
10:23 Tirkiyeyê fermandara ‘Pêngava tunekirina DAIŞ’ê’ hedef girt
10:08 Dr. Oztoprak: Bûyerên Covîd-19’ê zêde dibin
09:34 Rojnameger: 24’ê Tîrmehê ne cejn e, roja têkoşînê ye
09:02 Ji Şirnexê nêzî 600 ton dar tên Rihayê!
09:02 Başaran: Em bi biryar in ku têkoşîna jinê mezin bikin
09:00 ROJEVA 24’Ê TÎRMEHA 2022’YAN
23/07/2022
16:40 Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê: Tirkiyeyê qetlîamê pêk aniye
16:39 Bi sûcdariya destdirêjiya li zarok ji serokê MHP'î re 20 sal ceza hat xwestin
16:14 Rapora Komîsyona Jinan a ÎHD’ê: Di 2021’ê de 323 jin hatine kuştin
15:57 Li Heskîfê du xwişk di golê de xeniqîn
15:30 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Îvrendî kirin
15:28 Çalakvanê di protestoya bi darbest de hatibû binçavkirin hat berdan
15:26 Hevjînên hev Ozer bi zorê bêhn didin û distînin!
14:39 Parlamantoya Iraqê li ser Qetlîama Zaxoyê civiya
14:38 Iraqê derbarê êrişên Tirkiyeyê de ji NY'yê civîna taybet xwest
14:37 ÎHD'ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşş Fîlîz
14:11 Li Şirnexê dîmenên nû yên talankirina daran: Darek jî nehatiye hiştin
13:57 Dayikên Şemiyê: Şûna gora Abdulganî Dag nîşan bidin
13:38 Çêkirina rêya Bêrecûkê û Xelfetiyê sê sal in nehatiye qedandin
13:02 Xizmên Windayan li aqûbeta Mûsa Kolûman pirsîn
11:48 Li ber avahiya AKP’ê çalakiya bi darbest li dar xistin
11:32 Dolmîşa karkerên çandiniyê qeza kir: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
11:13 Tirkiye gundên Kantona Şehbayê û Til Temirê topbaran dike
11:02 Hin navdarên cîhanê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
10:10 Parlamentoya Iraqê dê îro bi mijara Qetlîama Zaxoyê bicive
10:02 Guleryuz: Divê muxalefet bi eşkereyî û wêrek li dijî dagirkeriya li Rojava derkeve
09:04 Xaniyê dawî yê Heskîfê jî hat xerakirin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heke edalet bê Îmraliyê dê bigihê her kesî
09:02 Polîsan li nava kuçeyê, di wesayîtê de û li qereqolê lêxistin