Malbata Ekîcî: Kurê me hatiye înfazkirin

  • rojane
  • 15:18 24 Tîrmeh 2022
  • |

AMED - Malbata Kadrî Ekîcî ku di hucreya yekkesî de mirî hatibû dîtin da zanîn ku gardiyanan gef li Ekîcî xwarine û wiha got: “Kesekê xwe bikuje dê çima rojek beriya mirinê pereyan bixwaze? Kurê me xwe nekuştiye lê hatiye înfazkirin.”

 
Girtiyê siyasî Kadrî Ekîcî (25) ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê dihat ragirtin, di 21’ê tîrmehê di hucreya yekkesî de mirî hat dîtin. Ekîcî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û ji sala 2017’an ve li Girtîgeha Amedê dihat ragirtin. Şîna Ekîcî li mala şînê ya Pasûr Hewêdan a Rezan a Amedê hat danîn. Mala şînê ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Malbata Ekîcî têkildarî mirina Ekîcî û gefên gardiyanan bi ajansa me re axivîn. 
 
Dayika Kadrî Ekîcî ,Netîce Ekîcî da zanîn ku di Cejna Qurbanê de çûye hevdîtina kurê xwe û wiha qala wan kêliyan kir: “Rewşa wî baş bû û tu pirsgirêkên wî nebûn. Li wir çi qewimî be, berpirsyarên wê rêveberiya Girtîgeha Amedê ye. Gardiyanan beriya cejnê gef li kurê min dixwarin û jê re digotin; ‘em ê te bikujin.’ Her wiha lê xistibûn da ku dernekeve hevdîtinê û pozê wî şikandibûn. Bijîşkan diranê wî yê saxlem kişandiye û di devê wî de diran nemabûn.” 
 
 
‘MA KESÊ DÊ XWE BIKUJE DÊ ÇIMA PEREYAN BIXWAZE?’ 
 
Bi domdarî dayik Ekîcî diyar kir ku kurê wê beriya mirinê ji wan pere xwestiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Baş e me kesekê dê xwe bikuje dê çima pereyan bixwaze? Rojek beriya bûyerê ji me pere xwestibûn. Rojek piştre jî xebera mirina wî hat. Ez vê yekê qebûl nakim. Diviyabû rêveberiya girtîgehê xwedî li kurê min biderketa. Gelek xwîn ji milê wî çûye. Ev yek çawa nedîtine? Lawê min digot; ‘Gelek têm îşkencekirin û gardiyan li min dixin.’ Ew gardiyan li benda mirina wî man e.” 
 
‘BERPIRSYAR RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ YE’
 
Bi domdarî Ekîcî destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê derûniya kurê wê xerab kiriye û wiha pê de çû: “Gardiyanan heta demekî dirêj dermanên wî nedanê. Zext lê dikirin. Ez rojekê çûm hevdîtinê û Kadrî ji min re got; ‘Gardiyanan ji min re got xwe bikuje da ku hem tu û hem jî em xelas bibin.’ Polîs heta ber deriyê goristanê hatin. Me zarokê xwe sax da wan lê wan mirî ji me re şandin. Em kurd in lewma vê bi serê me tînin? Di destê wan de bû ma çima kuştin? Heke xwe kuştibe jî çima li wî nenihêrtin? Berpirsyarê mirina kurê min rêveberiya girtîgehê ye.”
 
‘NEDIKARIYA MILÊ XWE YÊ RASTÊ BI KAR BÎNE’
 
Xalê Ekîcî, Aydın Kayar jî bi lêv kir ku wî cenazeyê xwarziyê xwe şûştiye û ev agahî dan: “Beriya girtîgehê milê xwe şikandibû. Nedikariya bi vî milê xwe zêde tiştek bikira. Di hucreyeke yekkesî de dihat ragirtin û li wir betanî, bend, alavên qedexe hebûn. Baş e lê wî ew alav ji ku anîn? Çawa anîn? Bi milê xwe yê şikestî çawa milê din jê dike? Ji ber ku milê wî yê rastê şikestî bû û yê çepê jî zeîf bû, nedikariya rihên xwe jî jê bike. Xwarziyê min saet di çaran de anîn nexweşxaneyê û di danê êvarê de agahî dan me. Em nizanin bê ka çiqas li girtîgehê ma ye û çiqas îhmal kirine. Lê em dizanin ku çi dibe bila bibe berpirsyar desthilatdariye. Me bi destê xwe bir dadgehê û hate girtin. Lê cenazeyê wî ji girtîgehê derket. Gumana me heye bê ka ew kêr û cilêt çawa ketin odeya wî. Aşkeraye ku Kadrî hatiye înfazkirin. Em ê dev ji vê dozê bernedin.” 
 

Sernavên din

08/12/2022
16:23 Dozger di asta jor de ji bo Rojbîn Çetîn ceza xwest
16:22 Hevalê hucreyê yê Şekarî helbest nivîsand: Xweziya min ew nûçe qet nexwendibûya
16:12 Di Doza Vartînîsê de tevî xetereya demborînê jî wezaret bersivê nade muzekkereyê
16:00 Piştî bidarvekirina Şekarî gel li Îranê dakete kolanan
15:34 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana GOÇÎZDER’ê kir
15:25 ‘Hêj niha jî li Meclisê ji bo kurdî dibêjin X an jî zimanê nayê zanîn’
15:25 Qala çîroka strana ‘Megrî megrî’ kir: Hûn stranê îstîsmar dikin
15:09 Li Zanîngeha Stenbolê êrişên nijadperest: Berpirsyar kesên ku kampus veguherandine leşkergehê ne
14:51 HDP’ê bersiv da gefa parlamenterê nijadperest: Em bi bedelên giran hatin vir
14:33 Temel: Desthilat nikare derewan li civakê bike
14:31 Salvegera 27’an a KESK’ê li Mêrsînê hat pîrozkirin
14:13 Di nava 24 saetan de li Çemçoyê 12 caran çekên kîmyewî bi kar anîn
14:11 Xizmên girtiyan 148 roj in bi daxwaza edaletê nobetê digirin
14:05 Ji bo firehkirina qada mitînga Erdogan avahiya xizmetê hilweşandin
14:04 Serpelê ku ji bo kadroyên cerdevanan bertîl xwariye hat binçavkirin
13:29 Malbata Şenyaşar: Wezareta Dadê li ku ye?
13:23 Dozger ji ber îşkenceya li girtîgehê ceza xwest
13:03 Ji bo çalakiyên Nobeta Edaletê yên Amed û Wanê bang hat kirin
12:49 Nasir Erdal ku gîranî hat birîndar kirin: Îsmail Arslan gule berdan min
12:44 Muhsin Şikarî yê 23 salî hat bidarvekirin
12:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
12:20 Mûsa Sevîm ê Meryem qetil kir ji ber ‘şahidê nepen e’ nayê dîtin?
12:15 Ji Aslan û Qoçgîrî straneke nû: Reseno
12:06 Doza hevşaredar Toprak ji ber guherandina şandeyê hate taloqkirin
12:03 Encamnameya Kongreya 21'emîn a KNK'ê: Dem dema yekitî û statûya Kurdistanê ye
11:25 Qeymeqamê ku zarokê 13 salî perçiqandibû bialkol û leza zêde derket
11:17 Ahmet Silik bi ‘bêhiqûqiya bikontrol’ hate qetilkirin!
10:50 Garîbe Gezer ku hatibû qetilkirin: Ez tu carî serî natewînim
10:38 ‘Bi tayînkirina qeyûman re destkeftiyên jinan 50 sal li paş man’
10:08 ‘Ocalan bi redkirina hevdîtina CPT’iyê re peyam da CPT û derve’
09:54 Gursucu bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da: Dema mijar bû Kurdistan her kes bêdeng e
09:17 Dest û lingek wî tune ye, rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dane wî
09:07 Li Zap, Avaşîn û Metînayê hejmara leşkerên mirî zêde dibe
09:06 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Êdî bes e, dengê wan bibihîsin
09:04 'Ha Rojava ha Bakur ev êriş li dijî hemû kurdan e'
09:02 Geliyên Gabarê zivistanê pêşwazî kirin!
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:18 Ji Walîtiyê daxuyaniya MHP’ê: Tu eleqeya wî nîne
07/12/2022
19:48 Li Rihayê winda hatin bibîranîn
18:52 Ji bo Ocalan li ber CPT’yê çalakî hat lidarxistin
18:26 Bertek nîşanî ferzkirina 'poşmanîtiyê' dan: Em serî natewînin
17:08 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî ferzkirina ‘poşmantiyê’ hate dayîn
17:06 Ji xwendekarên îranî daxuyaniya hevpar: Em ê parşverûtiyê tune bikin
16:57 Parêzerê kujerê Alturk cînayet girêdayî HDP û Qendîlê kir!
16:49 Malbatên Windakiriyan serdana Malbata Şenyaşar kirin
16:20 Cenazeyê Fatma Yilmaz hate veşartin
16:19 Ji bo Fîncanci û Yildiz banga berdanê kirin
15:53 Nehiştin xizmên girtiyê ketiye greva birçîbûnê pê re hevdîtinê bikin
15:46 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Muxalefet jî parçeyekî tecrîdê ye
14:53 Greva giştî ya li Îranê di roja 3’yemîn de ye
14:31 ‘Em ê doza qetilkirina Bahar Hezer ji nêz ve bişopînin’
14:17 Doza Sîncar: Divê Meclis berpirsiyariya xwe bicih bîne
14:15 Daxwaza yekkirina dosyaya endama Akademiya Jinê Aras hate kirin
14:03 Bernameya Hefteya Mafên Mirovan a Wanê diyar bû
13:21 ‘Bila kêmtirîn mûçe bibe 12 hezar û 500 TL’
13:04 Malbatên girtiyan: Em deyndarên têkoşîna zarokên xwe yên girtî ne û bi wan re ne
12:31 Pankartên malbata Şenyaşar bi wesayîtên fermî hatin astengkirin
12:18 Suer bi wêneyê Roboskî xelata salê wergirt
11:43 Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP’ê: Heta ku tecrîd neyê rakirin dê pirsgirêk çareser nebin
11:22 'Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava ji bo hemû cîhanê xetereyeke mezin e’
11:22 Ciwanan tecrîd protesto kirin
11:20 Pîroglû: Dijminatiya gelê kurd sedemê hebûna desthilatê ye
10:30 HPG: Cenazeyê leşkerê bi navê Mûstafa Bazna di destê me de ye
09:58 Ji bo Abdullah Ocalan bang li baroyan kir: Divê baro li dijî tecrîdê bi peywira xwe rabin
09:48 Serokê DGD'ê Daş: Hin komele li ser navê me bazara rayên kurdan dikin
09:46 Komele û saziyên ziman: Serdestên faşîst dixwazin dîrok, çand û zimanê kurdî ji holê rakin
09:05 Rojnamevana îranî Abasîan: Tirkiye û Îran ji bo rojnamevanan girtîgeh in
09:05 'Kovara Demeokratîk Modernîte fikrek e, nayê darizandin'
09:03 Xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin: Gel bi vê meşê dikare tecrîdê bişikîne
09:01 Hevşaredarên jin: Dewletê bi tayînkirina qeyûman xwe teşhîr kir
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2022'YAN
06/12/2022
19:05 KCD û DBP li Bedlîsê bi gel re civiyan
16:54 Ji HDP’ê bo MHP’ê bersiva ‘mafên mirovan’: Ne hedê we ye
16:51 HSD: Di êrişan de saziyên xizmetê hedef tên girtin
16:38 Parlamenterên AKP û Partiya ÎYÎ şer kirin
16:27 Turan ê HDP’î: Ev budçe, budçeya şer e
14:59 Nobeta Edaletê di roja 146’an de didome
14:33 ‘Li Zanîngeha Dîcleyê di asta qirkirinê de sûc tên kirin’
14:22 Bîranîna bo Bahar Hezer: Bêcezahiştin kujeran cesaret dike
14:21 Rojnamevan Tûnç beraet kir
13:42 Bi hinceta ‘fikaredar e’ nehiştin ziyaretvan biçin hevdîtina rojnameger Deger
13:01 Daxwaza betalkirina doza Aydogan hate redkirin
12:56 Malbata Şenyaşar: Heke edalet nebe herkes sûcdar e
12:44 Ji medyaya alîgir manîpulasyona ‘MÎT’ê’
12:43 Di çalakiya Nobeda Edaletê de bertek nîşanî girtina Şadiye Manap dan
12:25 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:08 Wesayîta zirxî ya artêşa tirk da ser dayikek û keça wê
12:04 Li Rojhilat û Îranê agirê azadiyê roj bi roj geştir dibe
12:01 Girtiyê bi nexweşiya penceşêrê ketiye nayê dermankirin
11:48 Eksîk ê HDP’î ku ji hêla polîsan ve hatibû îşkencekirin bang li Meclisê kir
11:35 Parêzerê Şadiye Manap: Mafê wê yê hêviyê hate binpêkirin
10:42 Di rêveberiyên herêmî de jin dê stratejiya jinûveavakirinê esas bigirin
10:29 Kamaç: Tirkiye bi polîtîkaya Rojava re dê bêçare bimîne
10:28 Rojnameger Turfent: Bêdengî jehr e, divê em vê jehra li hember çapemeniya azad ji holê rakin
10:06 Rojnameger Kasim: Ev pêvajo dê teqez bi serkeftina Rojava tacîdar bibe
09:22 Ji AKP'ê îtîrafa budçeya şer: Cebilxaneyek 5 milyon dolar e
09:03 Banga ji bo çalakiyên girseyî yên li dijî tecrîdê: Têkoşîna gel dê tecrîdê bişikîne
09:02 Li Yildirim ku yek ji kiryarên doza Mûsa Anter, ceza hat birîn
09:01 Hilbijêrên kurd: Vekirina deriyê Îmraliyê wê veguhere çerxeke jiyanî
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2022'YAN