Nûnerên saziyên elewiyan ji serdana Erdogan a cemxaneyê nerazî ne

img

ENQERE - Nûnerên saziyên elewiyan bertek nîşanî serdana Erdogan a bo cemxaneyê dan û gotin: “Rûniştina li ser sifreya pergala ku me nas nake, erêkirina zilmê ye. Yê ku ji cemxaneyê re digot, ‘mala cimbişê’ ma ne Erdogan bû?” 

Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan li Enqereyê serdana Cemxaneya Huseyîn Gazî kiribû. Saziyên elewiyan li dijî vê serdanê bi hêrs in û qebûl nakin. Rêveberiya Cemxaneya Huseyîn Gazî beriya serdanê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku haya wan ji serdanê nîne û serdanek lêferzkirî nayê qebûlkirin. 
 
Hevserokê Giştî yê Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) Musa Kûlû û Sekreterê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdalê (PSAKD) Îsmaîl Ateş derbarê serdana Erdogan de nerazîbûna xwe anîn ziman. 
 
Kulu diyar kir ku seranserî dîrokê zîhniyeta ku elewiyan di qetlîaman de derbas kirine, îro jî berdewama wê zîhniyetê AKP-MHP ye û wiha got: “Li welatekî 25 milyon elewî dijîn. Hê jî hebûn, nasname û baweriya wan nayê qebûlkirin û nasîn. Cihê baweriya wan nayên qebûlkirin. Rêveberên vê dewletê, cemxaneyên me wek ‘malên cimbişê’ pênase dikin. Ev pênasekirin dide nîşandan ku ev zîhniyet neyarên hebûn, bawerî û çanda me ne. Rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê ku di demên dawî de tengav bûye, dixwaze bi êrişkirina komên baweriyên cuda û civakan xwe li kêlekê li ser pêya bigire.”
 
‘RÛNIŞTINA LI SER SIFREYA PERGALÊ …’
 
Kulu anî ziman ku êrişên li dijî saziy û cemxaneyên elewiyan hatin kirin, bi plankirî pêk hatin û wiha got: “Wê êrişkar îfadeyek çawa bide, pê dane jiberkirin. Rayedaran daxuyaniyek mirovî û ehlaqî nedan. Hewcedarî pê nedîtin. A rast divê em hemû li dijî van êrişan helwestek giştî bidin nîşan dan. Ji bilî berxwedanê wê tiştek nikaribe faşîzmê bisekinîne. Rûniştina li ser sifreya pergal û kesê me nas nake, erêkirin û qebûlkirina zilma tê kirinê ye. Tişta dikeve ser milê me jî neqebûlkirina vê yekê ye û divê em heqîqet û baweriya xwe bigihînin nifşên siberojê.” 
 
PEYAMA TÊKOŞÎNÊ 
 
Kulu da zanîn ku Cemxaneya Huseyîn Gazî ji alîkariyê ji dewletê û Wezareta Karên Navxweyî werdigire û got: “Tenê tiştek em bêjin heye, em dikarin heq û heqîqetê bînin ziman. Dewlet elewiyan nas nake, çand û baweriya elewiyan qebûl nake. Li Tirkyeyê 25 milyon kurd û elewiyên kurd hene û dijîn. Daxwaza me ew e ku bawerî, zimanê me di destûra bingehîn de were mîsogerkirin. Heta ku mîsogeriya destûra bingehîn nebe, wê ev polîtîkaya îmha, înkar û asîmilasyonê berdewam bike. Em jî divê heta ku mafê xwe bi dest bixin, têkoşîna xwe bidomînin û em ê dest ji vê bernedin.” 
 
‘ASÎMILEKIRINA ELEWIYAN BERDEWAM DIKE’ 
 
Îsmaîl Ateş jî anî ziman ku serdana Erdogan a Cemxaneya Huseyîn Gazî netesadufî ye û wiha got: “Dixwazin provokasyonan biafirînin. Dixwazin dubendiyê bixin navbera civakê. Dixwazin krîzan kûr bikin. Êriş, gotinên nefrete û hewldanên lîncê yên li dijî elewiyan wê bi dawî nebin. Dixwazin elewîtiyê bi motîfên sûnîtiyê deforme bikin. Erdoganek ku diçe li ser sifreya Muharremê rûdinê, partiya wî seranserî hikûmeta xwe bênavber elewiyan asîmile kir û ev polîtîka bênavber didome.” 
 
‘GELO YÊ KU DIGOT, ‘MALA CIMBIŞÊ’ NE ERDOGAN BÛ?’ 
 
Ateş destnîşan kir ku serdana Erdogan bi qebûla çar rêveberan pêk hatiye û beşek mezin a rêveberiya komele û weqfê nehatine agahdarkirin û wiha got: “Cihê îbadeta me ne cihê qebûlê ye. Ji bo serdanê meqamên me hene. Cemxane, îbadetxaneyên elewiyan pîrozgeh in. Dema em wek rêveberên Elewî-Bektaşî ji dewletê daxwaza hevdîtinê dikin, qey dê me li mizgeftan bikin mêvan? Dev ji Serokkomar berdin, em serdana walî, Serokê Karên Diyanetê jî bikin, bi awayek mafdar dê me li meqamên xwe qebûl bikin. Çima cemxaneyên me ji bo serdanên bi vî awayî dikin amûr? Gelo yê ku ji cemxaneyan re got, ‘mala cimbişê’ ma ne Serokkomarê AKP’yî bû? Gelo niha ev rewa ye, tê qebûlkirin? Tu aliyek vê serdanê ku bê qebûlkirin nîne. Yên ku daxwazên elewiyan qebûl nakin, kujerên qetlîamên li ser elewî û bajarên wan berdidin û Hotêla Madimakê nakin, muze, hûnê serdana wan qebûl nekin. Wê tu tiştek elewiyan qebûl nekin, hûn ê jî wan li cemxaneyekê bikin mêvan. Ev ji xeynî durûtiyê ne tiştekî din e.” 
 
 
 
 

Sernavên din

12/08/2022
13:38 Qeyûmê Şaredariya Êlihê 11 parselên erd da ber firotinê
13:33 OHD: Di binçavan de li nexweşxaneyê îşkence li miwekîlên me hatiye kirin
13:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:06 Girtiyê nexweş Polat: Ji ber ku ez kurd im gefan li min dixwin
12:57 Ferît Şenyaşar: Dema edalet pêk hat dê kesên qedexe li ber me danîn hesabê bidin
12:52 Baroya Mêrdînê dest bi lêkolîna bûyera tecawizê ya li Dêrikê kir
11:12 Bi daxuyaniya Çavuşoglû re herêm tevlihev bû
10:36 Kartal: Divê bi şerê gel ê şoreşger bersiva êrişan bê dayîn
10:02 Dozgerê bêyî ku ji ber mirina Atmaca îfadeya karmendan bigire derket betlaneyê
09:44 Cihê wezîfeya 329 qeymeqam û 11 midûrên polîsan hat guhertin
09:04 Deriyê sînor ku AKP 11 sal in propagandaya wê dike hêj nehatiye vekirin
09:04 Rapora Nobeda Edaletê ya 522 rojan: Divê Meclis wezîfeya xwe pêk bîne
09:03 Tedawiya rojnamevan Ayik ê ji sedî 76 astengdar e, tê astengkirin
09:03 Hevdîtina dayik û law: Ewqas zeîf bibû ku min nikaribû maç bikim
09:03 Bi cerdevan re bazara daran: Ev çend sal in em her tim dibirin, leşker me diparêzin
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2022'YAN
11/08/2022
23:56 Bûldan: HDP hêviya vî welatî ye
23:24 Ronak piştî 30 salan li bajarê xwe bi kulîlkan hate pêşwazîkirin
21:41 Bûldan li Manîsayê tev li civîna gel bû: Vaye gelê me vaye HDP!
21:21 Polîsan bi ser avahiya ESP’ê de girtin: 21 kes hatin binçavkirin
21:11 Li Enqereyê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût hate astengkirin
18:52 Yûsûf Şahîn ê 75 salî hate girtin
18:42 Cenazeyê Mîngsar birin Qersê
18:30 Girtî Yildirim li nexweşxaneyê tena serê xwe tê ragirtin
17:02 NÇM şahiya piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re li dar dixe
16:22 HSD: Li ser sînorê Mêrdînê 23 leşker hatin kuştin
16:20 TGS’ê serdana DFG’ê kir
16:00 Talebanî: Heke krîza li Silêmanî bidome wê YNK xwe ji hikûmetê vekişîne
15:54 Nobeta Edaletê: Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:36 Li Girtîgeha Kurkçulerê malbatên girtiyan li ser pêya hatin sekinandin
15:36 Di êrişa Qamişlo de 2 şervanan jiyana xwe ji dest da
15:20 OHD: Di dema binçavkirinê de îşkenceyên dermirovî li Mehdî Mihçi hatin kirin
14:49 Ji bo lawê xwe li ber girtîgehê çalakî da destpêkirin
14:27 Li Edeneyê kesek hate girtin
14:20 Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê hat binçavkirin
13:59 Di êrişa pasdarên Îranê de kolberek birîndar bû
13:24 Ji bo Aysel Tugluk li Kadîfe Kaleyê çalakî hat lidarxistin
13:04 Derheqê girtiyên ku lêgerîn qebûl nekirin de lêpirsîn dan destpêkirin
12:28 Ji Emîne Şenyaşar bang: Me bi tenê nehêlin
12:27 Malbatên girtiyan bang li partiyên siyasî kirin: Dengê me bibihîzin
11:41 Şaredariya Rezanê veguherî ofîsa maldariyê!
11:07 Mehmet Emîn Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
10:48 Seyrangeha ku ji bo wê 5 milyon TL hatibûn xerckirin didin îhaleyê
10:39 Ji Komeleya Rosa ji bo jinên tundî li wan tê kirin bang: Em hene û li cem we ne
09:14 Bi wêneyên peykê qirkirina daran a li Şirnexê hatiye kirin
09:06 Baran: Pirsgirêk dikarin bi azadiya birêz Ocalan bên çareserkirin
09:05 'Polîtîkayên dewletê di tenduristiyê de jî tundiya li ser jinan derxist holê'
09:04 Lêpirsîna derbarê Ferhan Yilmaz de bi biryara dozvenekirinê bi encam bû
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2022'YAN
10/08/2022
20:12 Li Girtîgeha Rihayê 10 girtî 3 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
19:17 Sancar bi karkerên çandiniyê re hate gelhev
19:08 Sancar li Cîhanbeyliyê ye: Çareserî heye, gotina me heye
18:36 Nivîskar Mizgîn Ronak piştî 30 salan hate berdan
17:54 Rojnamevanê girtî Ataman sewqî Girtîgeha Erziromê hate kirin
17:11 KODAR û PJAK’ê ji bo Cavîd daxuyaniyeke hevpar dan
16:58 Cezayê protestokirina Peymana Stenbolê hat betalkirin
16:57 ‘Dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin’
16:36 Di 2 rojan de Tirkiyeyê zêdetirî 30 caran êrişî Rojava kir: 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn
15:38 Sancar serdana navçeya Kuluyê kir: Çareserî em in
15:22 100 roj cezayê hucreyê dan 8 girtiyan
15:19 Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranin
14:40 Girtiyê ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye nayê berdan
14:37 Li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket
14:31 Li Silopiya 3 kes hatin binçavkirin
13:53 Ji ber ‘niyeta baş’ mudaxileyî Malbata Şenyaşar nehatiye kirin!
13:28 Biryar hat dayîn ku rewşa girtî ya 16 rojnamegeran bidome
12:21 Malbatên girtiyan ev 9 meh in li edaletê digerin: Zarokên me berdin
12:18 Qeyûm neguhêzbar derxistin ber firotinê
12:14 Di meha 82’yemîn a qetlîamê de daxwaza ‘dîtina faîlan’ kirin
11:59 Leşker dixwazin ku cerdevanan bişînin tunelên şer
11:58 Bêrîvan Xalid: Divê hêzên koalîsyonê li dijî êrişan xwedî helwestekî zelal bin
11:25 Kurê 'rûspiyê' tecawizkar jî tecawizkar derket!
11:11 Li herêma Anîtosê şer berdewam dike
11:04 Got ‘li pişt min dewlet heye’ û hewl da tecawiz bike
10:34 Boral ê ku li Hezoyê jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin
10:34 Ozturk: Rêya hevrûbûn û helalbûnê di Îmraliyê re derbas dibe
09:53 Di teqînê de leşkerek hat kuştin
09:49 Du bira û heman çîrok: Me terorîst kuştin
09:32 Em li Şirnexê ketin pey şopa qirkirina daran: Di 2 salan de 500 hezar ton dar hatin birîn
09:06 Şaredariya Silopiyayê ku heqê rê kiriye 50 qirûş: Em ê her derfetê ji gel re seferber bikin
09:05 Bertek nîşanî bihakirina Nanê Gel dan: Em nikarin nan jî bikirin
09:04 Li Weranşarê mala şînê ji tiryakkêşan re hatiye hiştin
09:03 Siyasetmedarê kurd ku MÎT dixwaze were îadekirin û DAIŞ’î di heman qawişê de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2022'YAN
09/08/2022
22:00 Ji bo civînên gel ên HDP’ê yên Manîsayê banga tev li bûnê hate kirin
21:49 Li Colemêrgê şerekî dijwar qewimî
18:38 Êrişî Dirbêsiyê û Tirbêspiyê kirin: 2 kes birîndar bûn
18:28 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
17:46 ‘Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin’
17:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:53 Cenazeyê Alankûş ku polîsan revand hat veşartin
16:34 OHD: Bila Aysel Tûglûk tavilê bê berdan
16:00 ‘Bila êdî ev zilm biqede’
14:36 ÎSÎG: Di tîrmehê de herî kêm 169 karker mirin e
14:19 Atmaca ku dihat îdiakirin li girtîgehê întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da
14:14 Tirkiyeyê êrişî deverek Qamişlo kir: Birîndar hene
14:06 ‘Divê wezaret daneyên rasteqîn eşkere bike’
14:04 Binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin kete rojeva Meclisê
12:46 Hevserokê HDP’ê û welatiyê 75 salî hatin binçavkirin
12:23 Malbatên girtiyan: Em bi du zimanan bangî wan dikin lê dîsa jî fêm nakin