Malbatên girtiyan: Em bi du zimanan bangî wan dikin lê dîsa jî fêm nakin

img

AMED  - Malbatên girtiyan di çalakiya Nobeta Edaletê de li ber girtîgehê daxwaza azadiya girtiyan kirin. Ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî da zanîn ku rewşa girtiyên nexweş roj bi roj xerabtir dibe û wiha bang kir: “Divê çareseriyekî bibin vê pirsgirêkê. Em bi du zimanan bangî wan dikin lê dîsa jî fêm nakin.”

Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin, li Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 266’an de berdewam kir. Malbatan çalakiya xwe ya îro li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê li dar xist. Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya 78'an jî piştgirî dan çalakiyê.
 
 ‘BI QANÛNÊN XWE NAKIN’
 
Di çalakiyê de keça girtiyê nexweş Abdullah Kirtay, Herdem Merwanî axivî. Merwanî, anî ziman ku ew 9 meh in bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyayê lê nayên berdan nobeta edaletê digirin û ev tişt anî ziman: “Lê heta niha tu daxwazên me pêk nehatin. Muxatabên me bersiveke erênî nedan me. Weke malbatên girtiyan em baş pê dizanin ku hûn bi qanûnên xwe nakin û diguherînin. Dema qanûn tên guherandin divê girtiyên nexweş jî bikarin ji vê sûd bigirin. Divê ev qanûn ne tenê bo hinek kesan bin. Divê ji bo girtiyên nexweş qanûn bên guherandin. Rewşa girtiyan nikare li benda qanûnan bisekine. Rewşa wan giran dibe û gelek girtî jiyana xwe ji dest didin.” 
 
‘ME BI DU ZIMANAN BANG KIR LÊ DÎSA JÎ FÊM NEKIRIN’
 
Bi domdarî Merwanî destnîşan kir ku divê partiyên siyasî piştgiriyê bidin wan û vê mijarê têxin rojeva Meclisê. Merwanî axaftina xwe wiha qedand: “Lê em gelek baş dizanin ku ev çend meh in li ser guhertina qanûnan disekinin. Ji ber vê yekê jî divê hemû girtiyên siyasî û nexweş bên berdan. Me derdê xwe carnan bi kurdî û carnan jî bi tirkî anî ziman. Lê bi herdu zimanan jî em nehatin fêmkirin. Qanûnên heta niha dijberî me ne. Heqê ceyranê ji girtiyan distînin. Malbat neçar dimînin ku her meh 500 TL’an bişînin. Di vê qeyrana aborî de malbat dê çawa van pereyan bişînin? Divê wezîrê edaletê di vê mijarê de bikeva nava hewldanan.” 
 
Piştî axaftinê jî çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû. 
 

Sernavên din

12/08/2022
13:38 Qeyûmê Şaredariya Êlihê 11 parselên erd da ber firotinê
13:33 OHD: Di binçavan de li nexweşxaneyê îşkence li miwekîlên me hatiye kirin
13:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:06 Girtiyê nexweş Polat: Ji ber ku ez kurd im gefan li min dixwin
12:57 Ferît Şenyaşar: Dema edalet pêk hat dê kesên qedexe li ber me danîn hesabê bidin
12:52 Baroya Mêrdînê dest bi lêkolîna bûyera tecawizê ya li Dêrikê kir
11:12 Bi daxuyaniya Çavuşoglû re herêm tevlihev bû
10:36 Kartal: Divê bi şerê gel ê şoreşger bersiva êrişan bê dayîn
10:02 Dozgerê bêyî ku ji ber mirina Atmaca îfadeya karmendan bigire derket betlaneyê
09:44 Cihê wezîfeya 329 qeymeqam û 11 midûrên polîsan hat guhertin
09:04 Deriyê sînor ku AKP 11 sal in propagandaya wê dike hêj nehatiye vekirin
09:04 Rapora Nobeda Edaletê ya 522 rojan: Divê Meclis wezîfeya xwe pêk bîne
09:03 Tedawiya rojnamevan Ayik ê ji sedî 76 astengdar e, tê astengkirin
09:03 Hevdîtina dayik û law: Ewqas zeîf bibû ku min nikaribû maç bikim
09:03 Bi cerdevan re bazara daran: Ev çend sal in em her tim dibirin, leşker me diparêzin
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2022'YAN
11/08/2022
23:56 Bûldan: HDP hêviya vî welatî ye
23:24 Ronak piştî 30 salan li bajarê xwe bi kulîlkan hate pêşwazîkirin
21:41 Bûldan li Manîsayê tev li civîna gel bû: Vaye gelê me vaye HDP!
21:21 Polîsan bi ser avahiya ESP’ê de girtin: 21 kes hatin binçavkirin
21:11 Li Enqereyê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût hate astengkirin
18:52 Yûsûf Şahîn ê 75 salî hate girtin
18:42 Cenazeyê Mîngsar birin Qersê
18:30 Girtî Yildirim li nexweşxaneyê tena serê xwe tê ragirtin
17:02 NÇM şahiya piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re li dar dixe
16:22 HSD: Li ser sînorê Mêrdînê 23 leşker hatin kuştin
16:20 TGS’ê serdana DFG’ê kir
16:00 Talebanî: Heke krîza li Silêmanî bidome wê YNK xwe ji hikûmetê vekişîne
15:54 Nobeta Edaletê: Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:36 Li Girtîgeha Kurkçulerê malbatên girtiyan li ser pêya hatin sekinandin
15:36 Di êrişa Qamişlo de 2 şervanan jiyana xwe ji dest da
15:20 OHD: Di dema binçavkirinê de îşkenceyên dermirovî li Mehdî Mihçi hatin kirin
14:49 Ji bo lawê xwe li ber girtîgehê çalakî da destpêkirin
14:27 Li Edeneyê kesek hate girtin
14:20 Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê hat binçavkirin
13:59 Di êrişa pasdarên Îranê de kolberek birîndar bû
13:24 Ji bo Aysel Tugluk li Kadîfe Kaleyê çalakî hat lidarxistin
13:04 Derheqê girtiyên ku lêgerîn qebûl nekirin de lêpirsîn dan destpêkirin
12:28 Ji Emîne Şenyaşar bang: Me bi tenê nehêlin
12:27 Malbatên girtiyan bang li partiyên siyasî kirin: Dengê me bibihîzin
11:41 Şaredariya Rezanê veguherî ofîsa maldariyê!
11:07 Mehmet Emîn Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
10:48 Seyrangeha ku ji bo wê 5 milyon TL hatibûn xerckirin didin îhaleyê
10:39 Ji Komeleya Rosa ji bo jinên tundî li wan tê kirin bang: Em hene û li cem we ne
09:14 Bi wêneyên peykê qirkirina daran a li Şirnexê hatiye kirin
09:06 Baran: Pirsgirêk dikarin bi azadiya birêz Ocalan bên çareserkirin
09:05 'Polîtîkayên dewletê di tenduristiyê de jî tundiya li ser jinan derxist holê'
09:04 Lêpirsîna derbarê Ferhan Yilmaz de bi biryara dozvenekirinê bi encam bû
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2022'YAN
10/08/2022
20:12 Li Girtîgeha Rihayê 10 girtî 3 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
19:17 Sancar bi karkerên çandiniyê re hate gelhev
19:08 Sancar li Cîhanbeyliyê ye: Çareserî heye, gotina me heye
18:36 Nivîskar Mizgîn Ronak piştî 30 salan hate berdan
17:54 Rojnamevanê girtî Ataman sewqî Girtîgeha Erziromê hate kirin
17:11 KODAR û PJAK’ê ji bo Cavîd daxuyaniyeke hevpar dan
16:58 Cezayê protestokirina Peymana Stenbolê hat betalkirin
16:57 ‘Dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin’
16:36 Di 2 rojan de Tirkiyeyê zêdetirî 30 caran êrişî Rojava kir: 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn
15:38 Sancar serdana navçeya Kuluyê kir: Çareserî em in
15:22 100 roj cezayê hucreyê dan 8 girtiyan
15:19 Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranin
14:40 Girtiyê ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye nayê berdan
14:37 Li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket
14:31 Li Silopiya 3 kes hatin binçavkirin
13:53 Ji ber ‘niyeta baş’ mudaxileyî Malbata Şenyaşar nehatiye kirin!
13:28 Biryar hat dayîn ku rewşa girtî ya 16 rojnamegeran bidome
12:21 Malbatên girtiyan ev 9 meh in li edaletê digerin: Zarokên me berdin
12:18 Qeyûm neguhêzbar derxistin ber firotinê
12:14 Di meha 82’yemîn a qetlîamê de daxwaza ‘dîtina faîlan’ kirin
11:59 Leşker dixwazin ku cerdevanan bişînin tunelên şer
11:58 Bêrîvan Xalid: Divê hêzên koalîsyonê li dijî êrişan xwedî helwestekî zelal bin
11:25 Kurê 'rûspiyê' tecawizkar jî tecawizkar derket!
11:11 Li herêma Anîtosê şer berdewam dike
11:04 Got ‘li pişt min dewlet heye’ û hewl da tecawiz bike
10:34 Boral ê ku li Hezoyê jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin
10:34 Ozturk: Rêya hevrûbûn û helalbûnê di Îmraliyê re derbas dibe
09:53 Di teqînê de leşkerek hat kuştin
09:49 Du bira û heman çîrok: Me terorîst kuştin
09:32 Em li Şirnexê ketin pey şopa qirkirina daran: Di 2 salan de 500 hezar ton dar hatin birîn
09:06 Şaredariya Silopiyayê ku heqê rê kiriye 50 qirûş: Em ê her derfetê ji gel re seferber bikin
09:05 Bertek nîşanî bihakirina Nanê Gel dan: Em nikarin nan jî bikirin
09:04 Li Weranşarê mala şînê ji tiryakkêşan re hatiye hiştin
09:03 Siyasetmedarê kurd ku MÎT dixwaze were îadekirin û DAIŞ’î di heman qawişê de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2022'YAN
09/08/2022
22:00 Ji bo civînên gel ên HDP’ê yên Manîsayê banga tev li bûnê hate kirin
21:49 Li Colemêrgê şerekî dijwar qewimî
18:38 Êrişî Dirbêsiyê û Tirbêspiyê kirin: 2 kes birîndar bûn
18:28 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
17:46 ‘Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin’
17:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:53 Cenazeyê Alankûş ku polîsan revand hat veşartin
16:34 OHD: Bila Aysel Tûglûk tavilê bê berdan
16:00 ‘Bila êdî ev zilm biqede’
14:36 ÎSÎG: Di tîrmehê de herî kêm 169 karker mirin e
14:19 Atmaca ku dihat îdiakirin li girtîgehê întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da
14:14 Tirkiyeyê êrişî deverek Qamişlo kir: Birîndar hene
14:06 ‘Divê wezaret daneyên rasteqîn eşkere bike’
14:04 Binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin kete rojeva Meclisê
12:46 Hevserokê HDP’ê û welatiyê 75 salî hatin binçavkirin
12:23 Malbatên girtiyan: Em bi du zimanan bangî wan dikin lê dîsa jî fêm nakin