Temûr: Îdianame nîne, dosya di erebeya marketê de tên gerandin

  • rojane
  • 09:02 15 Tebax 2022
  • |

AMED - Derbarê 16 rojnamevanên kurd ên hatin girtin de hê jî îdianame nehatiye amadekirin. Parêzerê rojnamevanan Resûl Temûr, bi lêv kir ku dosya her tim di erebeyeke marketê de tên gerandin. 

Di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 8’ê hezîranê de 20 jê rojnamevan 22 kes hatin binçavkirin. 22 kesên 8 rojan di binçavan de man di 16 hezîranê derxistin Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Nobedar. Dadgehê 6 kes bi şertê kontrola edlî berdan û 16 rojnamevan jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girtin. Di dosyaya ku biryara nepen li ser heye de, tu pêşketin çênabin û îtîraza parêzerê rojnamevanan a ji ber girtinê û lêkolînkirina girtinê ya mehê carekê hate kirin jî encam nedan guhertin. Biryara nepen a li ser dosyayê didome û tevî du meh derbas bûn jî hêj îdianame nehatiye amadekirin. Parêzerê rojnamevanan Resûl Temûr ê tiştê ku qewimîn nirxand, bi lêv kir ku rojnamevan tenê ji ber ku karê xwe yê rojnamevaniyê bi rê ve birin bi awayekî bêhiqûqî hatin girtin û wiha got: “Di nava 60 rojan de têkildarî dosyaya rojnamevanan mixabin tu geşedan çênebûn. Di şert û mercên normal de divê heta niha îdianame hatibûya amadekirin. Lê di 60 rojan de dosyaya du caran lêkolîna girtinê jî lê hate kirin bi tu awayî îdianame nehate amadekirin." 
 
Temûr, bi lêv kir ku dosya di nava van 60 rojan de di ereyeyeke marketê de bêyî ku bê derxistin di navbera dozgerî û dadgeriyan de tînin û dibin û wiha berdewam kir: “Di 60 rojan de dema em ji bo aqûbeta dosyayê bipirsin diçûn edliyeyê li dozgeriyê, li Dadgeha Asliye Ceza, li Dadgeha Sulh Ceza em dibûn şahid ku dosya di erebeyeke markete de dihat gerandin. Em di wê baweriyê de ne ku ev dosya 60 roj in di erebeya marketê de nehatine daxistin.”
 
‘DIVÊ ÎDIANAME HATIBÛYA AMADEKIRIN’ 
 
Temûr, destnîşan kir ku divê di şert û mercên normal de îdianame hatibûya amadekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her çiqas ji bo amadekirina îdianameyê dîrokekê diyar nekin jî bi gelemperî divê demekî makûl de îdianame bên amadekirin. 60 roj nikare weke demekî makul were qebûlkirin. Ji ber ku lêpirsîn bi temamî lêpirsîneke ji ber xebatên rojnamevanan hatiye destpêkirin. Bi binçavkirina wan jî esas hemû delîl weke hatine komkirin. Em dizanin ku pişt re lêgerîneke delîlan an raporeke lêkolînê nîne. Ji ber vê yekê di dosyaya ku delîl hemû hatibin komkirin û li benda tu evraqan nebin de îdianame neyê amadekirin bi awayekî fîîlî tê wateya cezakirina rojnamevanan.”
 
‘NEDIYARÎ ZIRARÊ DIDE BAWERIYÊ’
 
Temûr ê bal kişand ser biryara nepentiyê ya li ser dosyayê, destnîşan kir ku ev yek di çarçoveya parastinê de rê li ber pirsgirêkan vedike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yek ji pirsgirêkên sereke yên ku di dosyayê de pêşveçûnek çênebûye, berdewamkirina biryara nepentiyê ya di dosyayê de ye. Ji ber biryara nepen berdewam dike, di îtîrazên ku em dikin de em nikarin xwe bigihînin naveroka dosyayê. Ji ber ku em nagihinê jî şensê me yê ku em bizanin rojnamevan ji ber çi hatine girtin jî çênabe. Ji ber vê yekê ji aliyê rojnamevanan jî û ji aliyê raya giştî jî nediyarî zirare dide baweriya bi edaletê.”
 
 

Sernavên din

19/08/2022
09:00 Navê şîrketên îhaleyên qeyûm digirin diguherin, lê xwedî heman kes in
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:02 Girtiyê nexweşê giran Yilmaz hate qetilkirin
18/08/2022
23:59 Gundên Dirbesiyê û Til Temirê hatin bombekirin
22:50 HRW: Êrişa li ser Rojavayê dê zirarê bide sivîlan
18:11 6 roj in daristanên li Colemêrgê dişewitin
17:04 Li Geverê şahiya gel: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
16:50 Polîsan pankarta ku navê qurbaniyên komkujiyê li ser dinivîsî daxist
16:00 ‘Tecrîda Îmraliyê bi awayek sîstematîk belav bûye, bêdengî sûc e’
15:36 Ji Girtîgeha Şakranê 9 girtî hatin sewqkirin
15:11 Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 leşker hatin kuştin
14:42 Malbatên girtiyan li Wanê banga ‘Edaletê’ kirin
14:42 Li Mêrdînê 3 cenaze li Goristana Bêkesan hatin veşartin
14:27 TUM BEL-SEN: Em qeyûmên ku îradeya gel desteser kirine naxwazin
14:22 Qurbaniyên Komkujiya Şirnexê hatin bibîranîn
14:04 Nobeda Edaletê: Yên ku mirinê rewa dikin wê hesab bidin
13:57 Du zarokên ku ketin golê jiyana xwe ji dest dan
13:39 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 40’an derket
12:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
12:16 Jin îro bi Emîne Şenyaşar re Nobeda Edaletê digirin
11:29 Rewşa Ûlûg ê ji ber teqîna bermayîyên leşkerî birîndar bûbû hê jî giran e
10:35 Emîne Osê: Em ê li dijî êrişan xwe biparêzin
10:35 Girtiyên ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne bang kirin
10:12 ‘Ji ber polîtîkayên cihekar ên li ser kurdan êrişên cenazeyan pêk tên’
09:43 Îşkenceya ‘em ê hêza dewleta tirk nîşanî te bidin’ li Mihçi hatiye kirin
09:04 32 sal in bi hesreta gundê xwe dijî
09:04 Rewşa 4 girtiyên ku bi koronayê ketine giran bû
09:04 Ji ber ku îşkenceya li Sîlîvriyê ragihand cezayê dîsîplînê lê birîn
09:03 Wekîlê şaredarê AKP'ê ku îstifa kir lîsteya kesên ku bi dekûdolaban ketine kar parve kir
09:03 Nahêlin girtiyê bi penceşêrê ketiye malbata xwe bibîne!
09:03 ‘Sedema krîzê polîtîkayên şer ên desthilatê ne'
09:03 Girtîgeha Baybûrtê ya Jinan: Mafê tenduristiyê tê astengkirin, înfaz tên şewitandin
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2022'YAN
17/08/2022
17:22 Li Girtîgeha Bunyanê 35 girtî bi koronayê ketin
17:22 Ji bo piştevaniyê serdana çalakiya nobeta GOÇÎZDER’ê kirin
16:50 DBP’ê, HDP’ê û TJA’yê ‘li dijî şer û mêtingeriyê’ civîna gel li dar xist
16:40 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê 100 roj li pey xwe hişt
15:55 57 girtiyên edlî yên av xwestin hatin sewqkirin
15:50 Rapora Girtîgeha Îskenderûnê: Mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin
15:34 Malbatên girtiyan li dijî tundiya polîsan serî li ÎHD’ê dan
15:06 Jinan qeyûman şiband ‘waliyên mêtingehiyê’
15:02 Ji 7 jinên HDP’î re doz vekirin: Guhdarkirina muzîka kurdî sûc e
14:16 Ji bo rawestandina qirkirina daran 180 serlêdan hatin kirin
13:42 ‘Qanûnên xwe bisepînin’
13:36 Mûtlû: Qeyûm êrişeke bîrdozî ya li dijî têkoşîna jinan e
13:25 Cenazeyê zarokê ku di bendava 'ewlehiyê' de winda bûbû hat dîtin
12:49 Dermanên Ûlûg a li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin nadinê!
12:33 Panela li dijî qeyûman têkoşîna hevpar: Divê destkeftiyên jinan bên parastin
12:24 TMMOB bi malbata Şenyaşar re di nobetê de ye
11:24 Ji bo cenazeyên di depoya nexweşxaneyê de tên sekinanin bang li saziyên maf hate kirin
10:31 Li Mêrdînê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:25 Kûlû: Desthilata AKP’ê û MHP’ê berdewama hişmendiya Abdûlhamît e
10:13 Berdevkê Ragihandina HSD'ê Şamî: Tirkiye dê penaberan bi darê zorê bişîne
09:55 25 pêşniyazpirsên têkildarî talankirina daran bêbersiv hatin hiştin
09:03 Bîlmez: Li dijî tecrîdê pêdivî bi çalakiyên demokratîk heye
09:02 Kesên bi dayika Emîne re nobed girtin: Em aliyên vê dozê ne
09:01 Gava kiryar dewlet be, kamera xerabe ne!
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2022'YAN
16/08/2022
19:09 Li Hezexê jinan pêkanînên qeyûman nîqaş kir
17:04 Giliyê Ozdag hat kirin ku heqaret li Şêx Seîd kiribû
17:01 Li gorî dozger parvekirina nûçeyan a rojnamevan Yûrtsever ‘sûc’e
16:56 Li Denîzlî û Îzmîrê Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş berdin
16:42 Perînçek û Sancak diçin Sûriyeyê
16:18 Ji 22 binçavkiriyan 19 jê hatin berdan
16:18 Tevgera Sadr xwepêşandan bo demekî nediyar taloq kir
16:03 Aysel Tûglûk bi koronayê ket
16:02 Li Keçîorenê êrişî avahiya HDP’ê kirin
15:59 Beştaş: Mirinên li girtîgehan cînayet in
15:07 TJA ji bo jinên Efxanistanê daxuyanî da
14:46 HDP’ê salvegera tayînkirina qeyûman protesto kir
14:18 Candemîr ji hêla bi hezaran kesan ve hate veşartin
13:58 Sancar li Hacibektaş bang kir: Çareserî, hemwelatîbûna wekhev e
13:53 Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Hêzên garantor ji êrişan berpirsiyar in
13:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
13:07 Li Wanê nexweşiya tebeqê: Bazara sewalan hate girtin
12:32 Baroya Rihayê bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
12:31 Ji YNK’ê daxuyaniya hilbijartinek pêşwext
12:30 Li Amedê 40 kes hatin berdan
12:18 Yildirim gelek îşkence dîtin û gav bi gav terkî mirinê hat kirin
12:08 Tirkiye êrişî Kobanê dike: Zarokek hat qetilkirin
12:03 Ji Baroya Şirnexê banga ji bo qirkirina daran: Biçin serî li walîtiyê bidin
11:44 Bang li Wezîrê Dadê û partiyên siyasî kirin: Ji girtîgehan cenaze derdikevin
10:48 Talan li Şirnexê didome: Hafriyatên madenan çeman qirêjî dikin
10:31 Tirkiye êrişî Kobanê û gelek deverên Rojava dike
10:12 Cerdevanê ji cînayeta Ozkan firarî hate girtin lê dadgehê berda
09:49 Hejmara girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
09:36 Li Dirbêsiyê şer qewimî
09:09 Egîtîm Sen a Wanê têkildarî qedexeyên walîtiyê serî li dadgehê da
09:08 Lêçûnan cotkariya bacanan têk bir
09:07 Di 8 mehan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:04 Xetereya jiyana Ûlûg ê di encama teqîna alavekî leşkerî de birîndar bûbû didome
09:03 Parêzerên H.E. giliyê berpirsyaran kirin
09:02 Ji bo niştecihên wir qedexe ye lê ji bo birîna daran serbest e!
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2022'YAN
07:42 Midûra karên nivîsan a ajansa me hat berdan
15/08/2022
22:38 Midûra Karê Nivîsan a ajansa me Yûrtsever hate binçavkirin
21:56 Hevserokê HDP’î Ozek hate girtin
20:08 Wêneyê Leyla Guven ê nû hate parvekirin
18:35 Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin
17:31 Li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar bûn