Kaçan: GGM eynî wekî girtîgehan e

  • rojane
  • 09:03 26 Tebax 2022
  • |
img

WAN - Parêzer Mahmût Kaçan diyar kir ku dara di sûcên li Navendên Paşveşandinê de kiryaran xelat dike û got: “Li ser kaxizê kapasîteyeke Navendên Paşveşandinê heye, lê ev di pratîkê de cuda ye. Navendên Paşveşandinê eynî wekî girtîgehan e."

 
 
Li Tirkiyeyê li Navendên Paşveşandinê (GGM) penaber bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Li Navenda Paşveşandinê ya Wanê Lutfullah Tacîk ê 17 salî hatibû kuştin, peywirdarên "ewlehiyê" dest avêtibûn Z.N. ya Îranî. Gelek bûyerên bi vî rengî û yên îşkenceyê rû didin li GGM'yan. Endamê Komîsyona Koçberî û Penaberiyê ya Baroya Wanê Mahmût Kaçan bal kişand ser van binpêkirinên mafan û got: "Em li Navendên Paşveşandinê dibin şahidê gelek binpêkirinên mafan ên sîstematîk û pêkanînên xerab." 
 
‘DEMILDEST TÊN DERSÎNORKIRIN'
 
Kaçan bibîr xist ku ev 7-8 sal in li Tirkiyeyê GGM hatine avakirin û got: “Niha weziyeta GGM’yan, di biniya ya girtîgehan re ye. Em li GGM'yan dibin şahidê binpêkirinên mafan ên sîstematîk û muameleya xerab. Em vê yekê ji ber tiştên hatine serê muwekîlên xwe dizanin. Em dizanin ku gelek bûyer nayên dîtin û bi raya giştî re nayên parvekirin. Tew em dibin şahidê gelek binpêkirinan ên giliyên wan nayên kirin. Ji sedemên vê yek jê jî, kesên li wir nikarin xwe bigihînin merciyên hiqûqî yên karibin dengên wan ragihînin. Sedema din jî, ew e ku kesên mafên wan tên binpêkirin demildest ji aliyê îdareyê ve tên dersînorkirin. Em dizanin ku gelek kes bi vî awayî hatine dersînorkirin."
 
Kaçan dîmenên îşkenceya li GGM'ya Kayseriyê bibîr xist û got: “Tu cihêkarî tune ye derbarê kesên mafên wan tên binpêkirin. Dixwazî bila penaberek bi binpêkirina mafan re rû bi rû bimîne û dixwazî bila welatiye, divê ceza heman ceza be. Ev sûc in. Ev sûc li GGM'yan tên kirin û mexdûr koçber/penaber in, lê ev nayê wateya ku dê giraniya vî sûcî ji holê rabe. Ev rewş binpêkirineke cidî ya mafên mirovan e û pêwîst e di warê hiqûqî de piştgiriya wan kesan bê kirin, lê xwegihandina van navendan pir zehmet e. Ji xeynî parêzeran ne pêkan e ku kes xwe bigihîne van deran." 
 
BÊCEZATΠ
 
Kaçan bibîr xist ku Lûtfîllah Tacik (17) ji ber tahdeya polîsan a li GGM'ya Wanê jiyana xwe ji dest daye û got: “Me 8 salan vê dozê şopand. Piştî 8 salan polîsên kiryar hatin xelatkirin. Biryarên darazê yên derbarê dosyayên bi vî rengî de çanda bêcezakirinê xurt dike. Di dawiya vê bûyerê de ger polîs cezayê ku heq dikir bigireta, me yê dîmenên li Kayseriyê temaşe nekirana."
 
Kaçan da zanîn ku kapasîteya giştî ya GGM'yan li Tirkiyeyê bi awayekî fermî 20 hezar û 540 kes e û got: "Li ser kaxezê kapasîteya GGM'ê heye, lê ev di pratîkê de cuda ye. GGM jî eynî wekî girtîgehan e. Ger kapasîteya girtîgehê ji bo qawîşekê 10 kes be, 20 kes lê dimînin, piraniya wan li erdê radizin. Ev tişt li GGM'yan jî wiha ye. Dema GGM'ya Wanê hat avakirin, kapasîteya wê 750 kes bû, lê paşê gotin hezar kes e. Em dizanin ku ji vê kapasîteyê pir zêdetir mirov li vir dimînin û rewşa GGM'yên li bajarên din jî ne kêmî ya Wanê ye."
 
‘NE LI GOR STANDARDA NE'
 
Kaçan diyar kir ku penaberên li GGM'yan dimînin herî zêde ji şert û mercên navendên ku lê dimînin gazinan dikin û got, penaber ji ber odeyên qelebalix, nederketina derve, qalîteya xwarinê, paqijî û hewayê, bi zimanê xwe yê zikmakî neşopandina weşanekê, binpêkirina mafê xwendina pirtûk û kovaran û temaşekirina televîzyonê û guhdarkirina radyoyê bi gazin in. Kaçan destnîşan kir ku GGM ne girtîgeh in û got: “Kesên li wir dimînin ji aliyê perosnelên wir  ve tên tacîzkirin. Du sal berê li GGM'yê dest dirêjî jineke Îranî hat kirin. Personel baş nêzî wan nabin. Penaber ji bo daxwaznameyê nikarin kaxiz û pênûsê jî peyda bikin. Gelek biryarên binpêkirina mafan ên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hene derbarê GGM'yan de, bi taybetî jî derbarê GGM'yan Kûmkapiyê de. GGM, ne li gorî standardên mafên mirovan in." 
 
‘POLÎTÎKAYÊN ROJANE'
 
Kaçan dersînorkirina penaberên xwedî nêrînên muxalif wekî “polîtîkayên rojane yên ji bo raya navxweyî tê meşandin” nirxand û got: “Di demên dawî de li Tirkiyeyê bi pêşengiya partiyeke faşîst li dijî koçberan kampanyayeke bi vî rengî hatiye destpêkirin. CHP jî dem bi dem beşdarî vê kampanyayê dibe. Penaber û koçber wekî çavkaniya pirsgirêkên li welêt bin hedef tên nîşandan. Koçber û penaber mecbûr in guh bidin qanûnên welatê ku lê dimînin, lê ev nayê wê wateyê ku penaber nikarin maf û azadiyên xwe yên bingehîn bi kar bînin. Welatiyekî Tirkiyeyê çi qasî xwedî mafê jiyanê, mafê fikr û ramanê û mafê nedîtina îşkenceyê be, penaberek jî xwedî van mafan e. Hin penaber ji ber fikrên xwe tên dersînorkirin. Ev binpêkirina mafan e.”
 
‘NAVENDA QEBÛLKIRINÊ VEGUHERÎ GGM'YÊ'
 
Kaçan anî ziman ku GGM ji aliyê fizîkî ve jî ji bo mafên mirovan ne guncav in û got: “Avahiya ku wekî ya GGM'ya Wanê tê bikaranîn, a rast wekî navenda qebûlkirinê hatibû çêkirin. Ji bo karên ewraqan ên serlêdanên penaberiyê hatibû çêkirin, lê piştre wekî GGM'yê hat bikaranîn. Dihat îdiakirin ku li wir ewleyiya derve di destê cendirme û cerdevan de ye. Ev navend, ne li gorî pîvanên neteweyî û navneteweyî ye. Kesên li wir tên ragirtin nikarin xwe bigihînin prosedurên penabertiyê. Gava kesek li wir bê ragirtin îhtimala wî/ê ya serlêdana parastina navneteweyî pir kêm e. Gava parêzer ji bo hevdîtina bi kesekî/e re diçûn wir, muxatab esker bûn û ev yek dijî qanûnê ye. Dibêjin 'personel nîn in', lê nebûna personelan nayê wateya ku pêkanîna li wir pêkanîneke mafdar e. Li Tirkiyeyê li hemû GGM'yan heman pirsgirêk rû didin."
 
 

Sernavên din

26/08/2022
17:52 Çalakiya li ber Girtîgeha Denîzliyê di roja 12'an de ye
16:08 Kolberek hat qetilkirin
15:49 Operasyona li Holê berdewam dike: 27 DAIŞ'î hatin girtin
15:08 Di êrişên Til Rifatê de kesekî din jî hat qetilkirin
15:02 ‘Desthilatê welat ber bi karesatê ve kaş kir’
14:39 HDP: Wezîrê Dadê ji mirinên girtîgehê berpirsyar e
14:14 HDP’ê ji bo Aysel Tûglûkê serî li Saziya Venêrîna Cemaweriyê da
13:59 Şewata daristanê ya Colemêrgê ku 15 rojan berdewam dikir xwe bi xwe vemirî
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:01 Ciwanên HDP'î bi malbata Şenyaşar re nobetê digirin
12:30 Ji bo Aysel Tûglûkê bang kir: Nebin şirîkê sûcê dewlet, desthilat û ATK’ê
11:43 Save the Children: Di êrişên SÎHA’yan de 40 zarok mirin an jî birîndar bûn
11:30 Cenazeyê Atsak piştî mehekê hate veşartin
11:18 Li Akkûyûyê 500 karker ji kar hatin avêtin
11:02 TMMOB’ê Rapora Dêrikê aşkera kir: Meyla rê nêzî ji sedî 10’an e
10:39 Jiyaneke ku ji bo azadiyê hatiye bexşandin
09:29 Li Wanê şivanek mirî hate dîtin
09:03 Kaçan: GGM eynî wekî girtîgehan e
09:03 Terzî Muzeyyen: Bila tu jin nebêjin ez nikarim bikim
09:02 Jêrebihura Ofîsa Amedê bûye cihê kêşana tiryakê
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2022'YAN
25/08/2022
21:52 Li cihê dar lê tên birîn qeza: Ajokar mir
20:17 Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê: Di mehekê de 7 kes hatine darvekirin
18:46 Piştî mehekê cenazeyê Atsak dan malbatê
18:29 Dê 6 rêxistin û partiyên siyasî nexşerêya xwe di Îlonê de eşkere bikin
18:01 Firdevs Babat li ser gora xwe hat bibîranîn
17:18 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
17:01 Erdogan sînyala operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
16:51 Li Konyayê li 13 girtiyên hatin sewqkirin lêgerîna tazî hate ferzkirin
16:38 6 partî û rêxistin li Stenbolê civiyan
16:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê kirin
16:09 Li Mêrsînê qedexeya konserê hate şermezarkirin
15:31 Li Edeneyê wê mitînga 1’ê Îlonê were lidarxistin
15:28 Li Girtîgeha Aydinê mirineke biguman
14:35 Ciwanê ku dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe di Çemê Hezilê de xeniqî
14:29 Gunay: Derdekî Tirkiyeyê yê çareseriyê hebe bila ji Sûriyeyê derkeve
14:15 Li Basayê ciwanek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:02 Di 19 rojan de ji mazotê re ji sedî 11,22; ji benzînê re jî ji sedî 5,61 zem hat kirin
13:31 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe negirtin
13:09 Daxuyaniya 1’ê Îlonê dê li Kadikoyê be
13:06 Greva birçîbûnê ya li Beşîkduzuyê ket roja 42’yan
13:06 Malbata Şenyaşar bi polîsan paşve gav da avêtin!
12:25 Di mehekê de 6 kolber hatin kuştin
12:19 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:16 Rojnamevan Turfent, sewqî Girtîgeha Depê hate kirin
10:26 Li Dêrikê tevî ku proje hebûye jî rêya derdorê nehatiye çêkirin
10:00 Çiya Kurd: Lihevhatina rejîma tirk a bi Şamê re dê ji Sûriyeyê re xizmetê neke
09:02 Derûnnas Aslan: Li Mêrsînê li hemberî ciwanên kurd êrişeke taybet heye
09:02 Li Çewligê daristan tên qirkirin: Bila rêxistinên civakî peywirê hilgirin
09:02 Derbarê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Bûdak de doz hat vekirin
09:01 Rojnamevan Işik: Polîtîkaya dij-kurd kir ku Erdogan polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê berevajî bike
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2022'YAN
24/08/2022
19:25 Dayik û her sê zarokên xwe yên hatin qetilkirin li cem hev hatin veşartin
18:33 Karaaslanê ku hevjîna xwe û sê zarokên xwe kuştin hat girtin
17:12 ‘Neberdana Aysel Tûglûkê tolhildana siyasî ye’
16:54 Jinên KESK’î bi Emîne Şenyaşar re nobet girtin
15:30 Makbûle Ozer sewqî ATK’ya Stenbolê hate kirin
15:21 Kaçmaz: Bi SÎHA'yan zarok tên kuştin, divê herkes peywîra xwe bi cih bîne
14:16 Cîranên Karaaslanê gotin: Herkesê dizanî lê kesê tiştek nekir
13:48 Li Mêrsînê Mela Kazim hate binçavkirin
13:42 Li Wanê starta xebatên 1’ê Îlonê hate dayîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Em ne di heman keştiyê de ne
12:45 Malbatên girtiyan li ber ATK'ê bang kirin: Divê girtî berî ku jiyana xwe ji dest bidin bên rojevê
12:19 Cenazeyê zarokê ku ketibû Çemê Dîcleyê hat dîtin
12:10 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir | LEZGÎN
12:09 Li herêma Aşkîtayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:06 Girtî: Mirinên li girtîgehan qetlîamên plankirî ne
11:39 Li Enqereyê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:36 Malbatên li Dêrikê bertek nîşanî ‘pereyê xwînê’ dan: Êş bi pereyan nayê nixumandin
10:03 Mafên civakî yên rojnamegerên girtî tên astengkirin
09:45 Kekê Babat ê Fîrdevs qetil kir ji tecawizê hate girtin
09:41 AYM'ê derbarê mirina girtiyê nexweş de biryara 'binpêkirina mafê jiyanê' da
09:07 Rojnamevan Bîlgîn: Rûsya, Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên van êrişan in
09:06 Ji ber ku li dijî îstîmlaqkirina gundê xwe derketin derbarê wan de lêpirsîn hate destpêkirin
09:01 Di biryara derbarê Gok de ne behsa nûçeyan ne jî rojnamevaniyê hatiye kirin
09:00 ‘Desthilat ji ber ku xwîn jê diçe, êrişê dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê'
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:55 Li Hezexê komkujiya mêr: 4 kes hatin qetilkirin
23/08/2022
20:14 Li Rihayê çalakiya li dijî tiryakê
20:07 Selahattîn Encu hat binçavkirin
18:17 Ji Wanê bang kirin: Em ji mirinên li girtîgehan re bêdeng nemînin
17:31 Jin çûn şîna li Dêrikê
17:26 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Babatê dan: Ewlehiya jinan nema
16:45 ‘Em ê nobetê heya girtiyên nexweş tên berdan bidomînin’
16:26 Dixwazin malbatên Dîlok û Dêrikê bi ‘perê xwînê’ bêdeng bikin
16:17 Lavrov: Divê destûr ji êrişên nû yên leşkerî yên li Bakurê Sûriyeyê re neyê dayîn
15:59 Li Rihayê hejmara girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de derket 30’an
15:41 Li Edliyeya Îskenderûnê teqînek pêk hat
15:33 Bayindir: Ocalan hêza çareseriyê ye
15:03 TMMOB’a ku Nobeta Edaletê dîdomîne: Em ê têkoşînê bidomînin
14:30 KESK bi malbata Şenyaşar re di Nobeta Edaletê de ye
13:58 Malbata Şenyaşar Nobeta Edaletê di bin dorpêçê de didomîne
13:47 Ji bo betalkirina biryara bi binçavkirinê li Şaredariya Akdenîzê hatibû girtin doz hate vekirin
13:43 12 roj in daristanên li gundê Marûnisê dişewitin
13:09 Xizmên girtiyan: Zarokên me derman bikin
12:57 Ji Ocalan 17 meh in agahî nayên girtin
12:26 Aryen Komê ji bo şeva piştevaniyê banga piştgiriyê kir
11:27 Rêyên 7 taxên Îdirê ev 2 sal in nayên çêkirin
10:50 Zarokêkî 10 salî di Çemê Dîcleyê de winda bû
10:48 Tevlibûna pîrozbahiyên Milazgirê ku Erdogan dê beşdar bibe kirin mecbûrî