Jiyaneke ku ji bo azadiyê hatiye bexşandin

  • rojane
  • 10:39 26 Tebax 2022
  • |

ÊLIH - Siyasetmedarê kurd Mehmet Candemîr ê li girtîgehê hate qetilkirin, ji bo azadiya gelê xwe her tişt da ber çavên xwe di rêya beriya 40 salan ketiyê de gelek caran hate binçavkirin, girtin û sirgunkirin. 

 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Êlihê yê berê û endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Candemîr (60) di 15’ê tebaxê de li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê ya Gîresûnê ku lê dihat ragirtin, hate qetilkirin. Candemîr ê zewicî bû û 4 zarokên wî hebûn di temenê biçûk de têkoşîna azadiyê ya kurd nas kir. Candemîr ku bi Mahsûm Korkmaz (Egît) ku yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê ye dest bi têkoşînê kir, li pêşberî girtin û binçavkirinan tu carî bi paş ve gav neavêt. Candemîr ê di salên 1980’î de gelek caran hate binçavkirin, her pêvajoya binçavkirina wî bi îşkenceyê derbas bû. Di sala 1987’an de li navçeya Êlihê ya Sêrtê hate binçavkirin. 36 rojan îşkence dît û pişt re şandin Zîndana Hejmara 5’an a Amedê ku bi îşkenceyê dihat zanîn. Candemîr piştî hat girtin ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya wê demê ve bi hincetên siyasî cezayê muebetê lê hat birîn û piştî 14 salan girtî ma di 2002'an de bi qanûna ku di 22’ê kanûna 2000'an de hat derxistin hat berdan.
DERBARÊ WÎ DE GELEK DOZ HATIN VEKIRIN
 
Candemîr ku piştî hate berdan têkoşîna xwe domand, di vê serdemê de gelek caran hate binçavkirin û derbarê wî de gelek doz û lêpirsîn hatin vekirin. Di navbera salên 2015-2016’an de bi sûcên “endametiya rêxistinê”, “dijderketina li qanûna bi hejmara 2565 a herêmên qedexe û ewlekariyê yên leşkeri”, “alîgiriya sûcdar”, “ji bo wezîfeyê nede kirin li ber xwe dan”, “Dijderketina li Qanûna Civîn û Xwepêşandanan a bi Hejmara 2911'an” û “Talankirina bi armanca sûdwergirtina ji rêxistinê” hate sûcdarkirin. Candemîr ku ji 5 dozên têkildarî sûcdariyan beraet kir, di 19’ê îlona 2015’an de bi îdiaya ku li dijî qanûna bi nimreya 2911’an derketiye 2 sal ceza lê hate birîn. Candemîr, ku di navbera salên 2014-2016’an de Hevserokê DBP’ê yê Êlihê bû, di Kongreya Asayî ya 4’emîn a DBP’ê de ku di 29'ê gulana 2016’an de pêk hat, weke endamê Meclîsa Partiyê (PM) hate hilbijartin.
 
DÎSA HATE GIRTIN
 
Candemîr ê ku di 21'ê Îlona 2016'an de Êlihê di encama serdagirtina malan li navçeyên Hezo û Sasonê yên bi hinceta “di pêvajoya hilbijartina 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de di komîsyonên îqnakirinê de cih girtiye” hat binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê” hat girtin. Candemîr ku ji 2016’an ve girtî bû, di 17’ê çileya 2021’an de 17 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hate birîn. 
 
BI HEZARAN KES XWEDÎ LÊ DERKETIN
 
Candemîrê ku emrê wî bi têkoşînê derbas bû, di 15’ê tebaxê de li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê ya Gîresûnê ku lê dihat girtin, hate qetilkirin. Rêveberiya girtîgehê ku li malbata wî ya li Êlihê dijî geriya, îdia kir ku Candemîr ji ber krîza dil li nexweşxaneya ku rakirinê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Candemîr, ji aliyê hezaran kesan ve li Goristana Asrî ya Êlihê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hate definkirin. 
 
‘KESEKÎ KU QASÎ DI OXIRA WÊ DE BIMIRE JI JIYANÊ HEZ DIKIR BÛ’
 
Hevjîna Candemîr, Makbûle Candemîr ku hevjînê xwe weke “Kesekî ku qasî di oxira wê de bimire ji jiyanê hez dikir bû” penase kir, bi lêv kir ku hevjînê wê demekî dirêj di girtîgehê de ma û ew jî ji bo hevdîtinê gelek caran çûye girtîgehan. Makbûle Candemîr, berdewama axaftina xwe de wiha got: “Dema hevjînê min hate girtin Alî 2, Zeynep 3, Mahsûm jî yek salî bû. Dema ewilî hate binçavkirin 36 rojan îşkenceyeke giran lê hate kirin. Êdî hevalên wî dikarîn bi kevçî avê bidinê. Pişt re derxistin dadgehê û 36 sal ceza lê hate birîn. Li Girtîgehên Amed, Erzîncan, Ceyhan, Sêrt, Mûş, Gimgim û Bismilê gerandin. Piştî 15 salan hate berdan lê zext bi dawî nebûn.”
 
JIYANA WÎ DI GIRTÎGEHÊ DE DERBAS BÛ
 
Candemîr, diyar kir ku hevjînê wê zilmeke gelek mezin dît û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Herî dawî meha derbasbûyî em çûbûn hevdîtinê û me karîbû tenê 45 deqîqeyan hevdîtinê bikin. Girtîgehê têkildarî nexweşbûna wî de tiştek parvenekir. Tenê dema jiyana xwe ji dest dan agahiya ku krîza dil derbas kiriye dan. Dema ku krîza dil derbas kir an jî dema ew rakirin nexweşxaneyê diviyabû agahî ji me re bihata dayîn. Lê tu agahiyek nehat dayîn. Herî dawî dema li min geriyan gotin ku hevjînê min krîza dil derbas kiriye û anjiyo bûye. Ne ji zarokên xwe ne jî ji neviyên xwe têr bû, jiyana wî her tim di girtîgehê de derbas bû. Zarokên wî, neviyên wî û hevrêyên wî wê têkoşîna wî ya bi rûmet bidomînin. Ji bo gel têkoşiya. Ji bo gelê xwe azad bibe her tişt da ber çavên xwe. Rojekê jî poşman nebû. Her tim di nav lêgerîna ‘ez ê çawa dikarim çêtir bikim’ de bû.” 
 
PAŞ VE GAV NE AVÊT
 
Kurê Candemîr Alî Candemîr jî wiha got: “Ji zarokatiya me ve dema me di rêyên girtîgehê de derbas bû. Serê me bilind e. Ji ber ku bavê min li cihekî birûmet têkoşiya û di vê rêyê de jiyana xwe ji dest da. Li cem bavê min bêzar bûn tune bû, li cem wî her tim avakirina jiyanê hebû. Ji bo nasname û zimanê xwe her tim têkoşiya. Em ji bavê xwe têr nebûn, temenê wî her tim di girtîgeh û îşkenceyan de derbas bû. Tu carî paş ve gav neavêt.”
 
HEVDÎTINA XWE YA DAWÎ VEGOT
 
Alî Candemîr, bi lêv kir ku mirinên li girtîgehan çêdibin ne tesaduf in û hevdîtina xwe ya dawî ya bi bavê xwe re wiha vegot: “Dema herî dawî min di 26’ê tîrmehê de bi bavê xwe re hevdîtin kir, ji min re gotibû ku girtî nayên dermankirin û wan nabin nexweşxaneyê. Bavê min têkildarî xwe zû bi zû tiştek ji malbatê re venedigot. Demek rewşa wî hatibû asta ku neyê tehamûlkirin.”
 
HETA BÊHNA XWE YA DAWÎ TÊKOŞIYA
 
Kekê Mehmet Candemîr, Ahmet Candemîr jî qala girîngiya têkoşîna kekê wî daye kir û bi lêv kir ku heta bêhna xwe ya dawî têkoşiya. Ahmet Candemîr, anî ziman ku tevî hemû hewldanên astengkirinê bi hezaran kes tev li merasîma cenaze bûn, 3 rojan bi awayekî girseyî serdan çêbûn û got: “Ev xwedî derketin bandora ku têkoşîna birayê min dabû bû.” 
 
MIRINA WÎ BIGUMAN E
 
Ahmet Candemîr, diyar kir ku mirina kekê wî Mehmet Candemîr “biguman e” û wiha axivî: “Di 12’ê tebaxê de li min geriya. Ji min re got ‘tu li malê yî mûsaît î?’. Min jî got ez li dikanê me. Ji min re got ‘Here malê ez ê dora saet 19.30 û 20.00’an li we bigerim. Dixwazim bi zarokan re biaxivim. Min krîz derbas kiriye, rewşa min baş e, dema tu derbasî malê bûyî em ê biaxivin’. Saet di 19.30’an de li malê bûn. Geriya min hoparlora telefonê vekir û tiştên jiyayî wiha vegot: ‘Destê min di tevizî, xwedan hebû. Ji ber wê xwedanê heval li rêveberiyê geriyan. Rêveberî hat ez rakirim nexweşxaneyê. Ji min re gotin ji sedî 95 demara min girtî ye û anjiyo kirin. Niha ez baş im’. Di 15’ê tebaxê de jî agahiya mirina wî dane me.”
Candemîr, bi lêv kir ku geşedanên ku gumanan xurt bikin pêk hatin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di destê me raporên nexweşxaneyê nînin. Bi rastî jî demar vekirine venekirine em nizanin. Em ê giliyê wan li Wezareta Dadê bikin. Dema cara ewil krîza dil derbas kir, girtîgeh li me negeriya û em agahdar nekirin. Piştî ku anjiyo bûye sê rojan li nexweşxaneyê dimîne. Sê rojan qet li me negeriyan. Piştî ku ew anjiyo dibe ji nexweşxaneyê derdikeve li me diğere û agahiyê dide. Kesê lê binere jî nîne. Belku bi dermanên xelet hate tedawîkirin, belku demarên wî nehatin vekirin, em nizanin û bifikar in.”
 
 
MA / Mehmet Guleş - Fethî Balaman
 

Sernavên din

26/08/2022
17:52 Çalakiya li ber Girtîgeha Denîzliyê di roja 12'an de ye
16:08 Kolberek hat qetilkirin
15:49 Operasyona li Holê berdewam dike: 27 DAIŞ'î hatin girtin
15:08 Di êrişên Til Rifatê de kesekî din jî hat qetilkirin
15:02 ‘Desthilatê welat ber bi karesatê ve kaş kir’
14:39 HDP: Wezîrê Dadê ji mirinên girtîgehê berpirsyar e
14:14 HDP’ê ji bo Aysel Tûglûkê serî li Saziya Venêrîna Cemaweriyê da
13:59 Şewata daristanê ya Colemêrgê ku 15 rojan berdewam dikir xwe bi xwe vemirî
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:01 Ciwanên HDP'î bi malbata Şenyaşar re nobetê digirin
12:30 Ji bo Aysel Tûglûkê bang kir: Nebin şirîkê sûcê dewlet, desthilat û ATK’ê
11:43 Save the Children: Di êrişên SÎHA’yan de 40 zarok mirin an jî birîndar bûn
11:30 Cenazeyê Atsak piştî mehekê hate veşartin
11:18 Li Akkûyûyê 500 karker ji kar hatin avêtin
11:02 TMMOB’ê Rapora Dêrikê aşkera kir: Meyla rê nêzî ji sedî 10’an e
10:39 Jiyaneke ku ji bo azadiyê hatiye bexşandin
09:29 Li Wanê şivanek mirî hate dîtin
09:03 Kaçan: GGM eynî wekî girtîgehan e
09:03 Terzî Muzeyyen: Bila tu jin nebêjin ez nikarim bikim
09:02 Jêrebihura Ofîsa Amedê bûye cihê kêşana tiryakê
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2022'YAN
25/08/2022
21:52 Li cihê dar lê tên birîn qeza: Ajokar mir
20:17 Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê: Di mehekê de 7 kes hatine darvekirin
18:46 Piştî mehekê cenazeyê Atsak dan malbatê
18:29 Dê 6 rêxistin û partiyên siyasî nexşerêya xwe di Îlonê de eşkere bikin
18:01 Firdevs Babat li ser gora xwe hat bibîranîn
17:18 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
17:01 Erdogan sînyala operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
16:51 Li Konyayê li 13 girtiyên hatin sewqkirin lêgerîna tazî hate ferzkirin
16:38 6 partî û rêxistin li Stenbolê civiyan
16:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê kirin
16:09 Li Mêrsînê qedexeya konserê hate şermezarkirin
15:31 Li Edeneyê wê mitînga 1’ê Îlonê were lidarxistin
15:28 Li Girtîgeha Aydinê mirineke biguman
14:35 Ciwanê ku dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe di Çemê Hezilê de xeniqî
14:29 Gunay: Derdekî Tirkiyeyê yê çareseriyê hebe bila ji Sûriyeyê derkeve
14:15 Li Basayê ciwanek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:02 Di 19 rojan de ji mazotê re ji sedî 11,22; ji benzînê re jî ji sedî 5,61 zem hat kirin
13:31 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe negirtin
13:09 Daxuyaniya 1’ê Îlonê dê li Kadikoyê be
13:06 Greva birçîbûnê ya li Beşîkduzuyê ket roja 42’yan
13:06 Malbata Şenyaşar bi polîsan paşve gav da avêtin!
12:25 Di mehekê de 6 kolber hatin kuştin
12:19 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:16 Rojnamevan Turfent, sewqî Girtîgeha Depê hate kirin
10:26 Li Dêrikê tevî ku proje hebûye jî rêya derdorê nehatiye çêkirin
10:00 Çiya Kurd: Lihevhatina rejîma tirk a bi Şamê re dê ji Sûriyeyê re xizmetê neke
09:02 Derûnnas Aslan: Li Mêrsînê li hemberî ciwanên kurd êrişeke taybet heye
09:02 Li Çewligê daristan tên qirkirin: Bila rêxistinên civakî peywirê hilgirin
09:02 Derbarê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Bûdak de doz hat vekirin
09:01 Rojnamevan Işik: Polîtîkaya dij-kurd kir ku Erdogan polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê berevajî bike
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2022'YAN
24/08/2022
19:25 Dayik û her sê zarokên xwe yên hatin qetilkirin li cem hev hatin veşartin
18:33 Karaaslanê ku hevjîna xwe û sê zarokên xwe kuştin hat girtin
17:12 ‘Neberdana Aysel Tûglûkê tolhildana siyasî ye’
16:54 Jinên KESK’î bi Emîne Şenyaşar re nobet girtin
15:30 Makbûle Ozer sewqî ATK’ya Stenbolê hate kirin
15:21 Kaçmaz: Bi SÎHA'yan zarok tên kuştin, divê herkes peywîra xwe bi cih bîne
14:16 Cîranên Karaaslanê gotin: Herkesê dizanî lê kesê tiştek nekir
13:48 Li Mêrsînê Mela Kazim hate binçavkirin
13:42 Li Wanê starta xebatên 1’ê Îlonê hate dayîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Em ne di heman keştiyê de ne
12:45 Malbatên girtiyan li ber ATK'ê bang kirin: Divê girtî berî ku jiyana xwe ji dest bidin bên rojevê
12:19 Cenazeyê zarokê ku ketibû Çemê Dîcleyê hat dîtin
12:10 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir | LEZGÎN
12:09 Li herêma Aşkîtayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:06 Girtî: Mirinên li girtîgehan qetlîamên plankirî ne
11:39 Li Enqereyê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:36 Malbatên li Dêrikê bertek nîşanî ‘pereyê xwînê’ dan: Êş bi pereyan nayê nixumandin
10:03 Mafên civakî yên rojnamegerên girtî tên astengkirin
09:45 Kekê Babat ê Fîrdevs qetil kir ji tecawizê hate girtin
09:41 AYM'ê derbarê mirina girtiyê nexweş de biryara 'binpêkirina mafê jiyanê' da
09:07 Rojnamevan Bîlgîn: Rûsya, Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên van êrişan in
09:06 Ji ber ku li dijî îstîmlaqkirina gundê xwe derketin derbarê wan de lêpirsîn hate destpêkirin
09:01 Di biryara derbarê Gok de ne behsa nûçeyan ne jî rojnamevaniyê hatiye kirin
09:00 ‘Desthilat ji ber ku xwîn jê diçe, êrişê dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê'
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:55 Li Hezexê komkujiya mêr: 4 kes hatin qetilkirin
23/08/2022
20:14 Li Rihayê çalakiya li dijî tiryakê
20:07 Selahattîn Encu hat binçavkirin
18:17 Ji Wanê bang kirin: Em ji mirinên li girtîgehan re bêdeng nemînin
17:31 Jin çûn şîna li Dêrikê
17:26 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Babatê dan: Ewlehiya jinan nema
16:45 ‘Em ê nobetê heya girtiyên nexweş tên berdan bidomînin’
16:26 Dixwazin malbatên Dîlok û Dêrikê bi ‘perê xwînê’ bêdeng bikin
16:17 Lavrov: Divê destûr ji êrişên nû yên leşkerî yên li Bakurê Sûriyeyê re neyê dayîn
15:59 Li Rihayê hejmara girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de derket 30’an
15:41 Li Edliyeya Îskenderûnê teqînek pêk hat
15:33 Bayindir: Ocalan hêza çareseriyê ye
15:03 TMMOB’a ku Nobeta Edaletê dîdomîne: Em ê têkoşînê bidomînin
14:30 KESK bi malbata Şenyaşar re di Nobeta Edaletê de ye
13:58 Malbata Şenyaşar Nobeta Edaletê di bin dorpêçê de didomîne
13:47 Ji bo betalkirina biryara bi binçavkirinê li Şaredariya Akdenîzê hatibû girtin doz hate vekirin
13:43 12 roj in daristanên li gundê Marûnisê dişewitin
13:09 Xizmên girtiyan: Zarokên me derman bikin
12:57 Ji Ocalan 17 meh in agahî nayên girtin
12:26 Aryen Komê ji bo şeva piştevaniyê banga piştgiriyê kir
11:27 Rêyên 7 taxên Îdirê ev 2 sal in nayên çêkirin
10:50 Zarokêkî 10 salî di Çemê Dîcleyê de winda bû
10:48 Tevlibûna pîrozbahiyên Milazgirê ku Erdogan dê beşdar bibe kirin mecbûrî