Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Rêveberên ÎHD’ê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û xwestin girtiyên nexweş demildest bên berdan. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê di hefteya 545’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya komeleyê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyê nexweş bên berdan” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin. Di çalakiyê de vê hefteyê balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ekîm Polat ê li Girtîgeha Denîzliyê girtî ye. Malbatên girtiyan û parêzvanên mafê mirovan tev li çalakiyê bûn. 
 
Ji Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meral Nergis Şahîn diyar kir ku li girtîgehan mafên girtiyan tên binpêkirin û ev krîza mirovî ye û bal kişand ser mirinên bi guman ên li girtÎgehan û di du hefteyên dawî de sê girtiyan jiyana xwe ji dest dane.  
 
34 ROJ IN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE 
 
Şahîn bal kişand ser rewşa girtiyê Nexweş Ekîm Polat ê li girtîgeha Denîzliyê ragirtî ye û nexweşînên wek xerabûna lêdana dil, koah, helîna hestiyan, bêahengiya Akromegali û Hipofiz Hormonê ye û divê astengiya li pêşiya mafê tedawiyê bên rakirin û Ekîm Polat ji bo vê yekê 34 roj in di greva birçîbûnê de ye. Şahîn anî ziman ku tedawiya Polat hatiye astengkirin û ji ber ku wî muameleya xerab û îşkence qebûl nekiriye bi zext û muameleya xerab rûbirû maye. Şahîn da zanîn ku ji ber Polat îşkenceya li girtîgehê ji dozger re gotiye gardiyanan êrişî wî kiriye û ev du sal in sewqî Girtîgeha Denîzliyê hatiye kirin û tedawiya wî û sewqa wî ya nexweşxaneyê tê astengkirin. Şahîn xwest astengiya li pêşiya tedawiya Polat bê berdan û ew li benda vê yekê ye. 
 
ÎZMÎR 
 
Rêveberên ÎHD’a Îzmîrê jî ku ji du hefteyan carek balê dikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 259’emîn de li ber Sumerbanka Kevn a Konakê çalaki lidar xist. Parêzvanên mafê mirovan tev li bûn. Vê hefteyê balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Fettah Yildirim yê ji Girtîgeha Şakranê sewqî Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa Y’yê kirine. Rêveberê ÎHD’ê Ahmet Çîçek da zanîn ku Yildirim li benda tehliyeyê bû lê cezayê wî hat taloqkirin û berdana wî hatiye astengkirin. Çîçek got Yildirim nexweş e û li gel ducaran ji ber damarên xwe emeliyat bûye jî lê nexweşîna wî didome û xwest Yildirim tavilê bê berdan. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ENQERE
 
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 417’emîn de li ber ÎHD’a Enqereyê çalakî li dar xist. 
 
Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Saadet Firat a li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan tê ragirtin û rewşa wê her ku diçe girantir dibe. Pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût daxuyanî da û got Saadet Firat 55 salî ye û nexweşîna penceşêrê lê ketiye û lewma her roj ku diçe rweşa wê xedartir dibe. Turgut diyar kir ku tedawiya Firat tê astengkirin û tevî rewşa wê xedar e jî nayê berdan. Tûrgût xwest ku Firat bi awayek lezûbez bê berdan da ku tedawiya wê li derve li cem malbatê bê kirin. 
 
 

Sernavên din

16/01/2023
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist