Bertekên li dijî girtina Guzelê: Ev perpitînên dawî yên desthilatê ne

  • jin
  • 09:02 7 Îlon 2022
  • |
img
WAN - Jinan diyar kir ku êrişa li ser parlamenter Semra Guzelê perpitînên dawî yên AKP-MHP'ê ne û gotin: “Gelek desthilat hatin vî welatî û çûn, lê em man. Ev welat yê me ye, em ê siyasetê bikin."
 
Bertekên li hemberî girtina Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzelê didomin. 
 
Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Zekiye Kaya destnîşan kir ku di dema binçavkirina Guzelê de "helwesteke bêexlaqî" hatiye nîşandan û got: “Mafê tu kesî tune ku serê parlementera ku vîna gel e bitewîne. Parlementera me niha girtiye, lê ew hê jî parlementera me û vîna me ye. Em dixwazin parlementera me demildest bê berdan."
 
Kaya anî ziman ku sedema bingehîn a êrişa desthilatê ya li hemberî parlamenterên jin têkoşîna azadiyê ya jinan e û got: "Jin ji bo jiyaneke adil têdikoşin. Lê ev sîstem ji edaletê ditirse. Ji ber vê yekê êriş dike. Ji ber vê yekê bi hezaran mirovên me, parlementerên me niha girtî ne. Dixwazin jin hîn bêtir bên eciqandin. Lê jin wê ji niha û pê ve neyên çewisandin û azad bibin.”
 
Endama Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Navendî ya HDP'ê Oznûr Hevînê anî ziman ku muameleya xirab a li hemberî Semra Guzelê "îşkence ye" û got,  dîmen bi zanebûnî hatin serwîskirin. Hevînê got: “Em ê li dijî hemû êrişan li qadan bin û li cem Guzelê bin. Ev îradeya me ye û em ê vîna xwe biparêzin."
 
‘DIJMINATIYA LI HEMBERÎ JINAN'
 
Rêvebira Komeleya Jinan a STAR'ê Serap Guvençê diyar kir ku girtina Guzelê êrîşa li dijî vîna jinê ye û got: “Em dizanin ku bingeha van êrişan dijminatiya li hemberî kurdan û jinan e. Di şexsê parlamenter Semrayê de tê xwestin ku vîna hemû jinan teslîm bê girtin, jin bê îtibarkirin û tune bên hesibandin. Bi wê operasyona têgihanî ku tişta xwestin porê wê bikişînin û serê wê bitewînin, di asasê xwe de vîna jinê ye." 
 
‘PERPITÎNÊN DAWÎ YÊN DESTHILATÊ'
 
Guvenç diyar kir ku êrişên li hemberî Guzelê perpitînên dawî yên AKP-MHP'ê nîşan didin û got: "Gelek desthilat hatin vî welatî û çûn, lê em man. Ev welat yê me ye, em ê siyasetê bikin û bibin parêzvanên mafên jinan. Tu polîtîkayeke zext û binçavkirinê dê nikaribe me ji têkoşîna me bike. Parlementera me Semra vîna bi milyonan e û ne bi tenê ye. Dewlet ji jinan ditirse; êrişê dibe ser jinên têkoşer û serî natewînin."
 
TÊKOŞÎN
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulcan Kaçmaz Saît jî anî ziman ku di pêvajoyeke wiha de ku çete, tecawizkar û kujerên jinan tên tên parastin, girtina parlementereke ku vîna bi milyonan kesî ye nayê qebûlkirin. Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Mînaz jî got: “Di demên dawî de li dijî tevgera siyasî ya kurd, bi taybetî jî li ser tevgera jinên kurd êrişeke gelekî mezin tê kirin. Li dijî jinên ku di nava tevgera siyasî ya kurd de, bi polîtîkayên dijminatî û ewlekariyê êrişeke giran tê kirin. Em jin tundiya li ser parlamenter Semrayê hatiye kirin, qebûl nakin. Tundiya hatiye kirin derî mirovahiyê ye. Tu ferqa vê êrişê û ya di salên 90'î de li hemberî parlementerên hat kirin tune ye. Mixabin her çend li vî welatî pêvajo biguhere jî feraset heman feraset e. Dixwazin em jinên kurd serî bitewînin, lê em careke din dibêjin, em ê heta dawiyê siyaseta xwe bidomînin.”
 

Sernavên din

16/01/2023
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist