OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan

img

AMED - OHD'a Amedê diyar kir ku girtîgeh veguherîne navenda îşkenceyê û banga berdana girtiyên nexweş ku mafê wan jiyanê tê binpêkirin kir.

 
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadîxwaz (OHD) a Şaxa Amedê, derbarê rewşa girtiyên nexweş li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, rêveberên DBP, HDP, MEBYA-DER, TUAY-DER û MED TUHAD-FED piştgirî dan daxuyaniyê. 
 
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê rêvebera OHD'a Amedê Adîle Salman ve hat xwendin.
 
‘DEQEK REŞ DI DÎROKÊ DE HIŞTIYE' 
 
Salman anî ziman ku binpêkirina mafên bingehîn ên li girtîgehên ku ev demeke dirêj e di rojeva raya giştî de ye û mirina bi guman a di sala dawî de Tirkiye lekeyek reş di dîroka girtîgehê de hiştiye û got: “Dema ku daneyên berdest û raporên ku ji hêla Rêxistinên Sivîl ve di seranserê salê de têne weşandin bi hev re dema têne nirxandin;  em ji aştî, edalet, wekhevî, azadî, parastina rûmeta mirovan, tenduristî, mafê jiyanê û nîzama demokratîk a ku di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de wê misoger bike, dûr dikevin. Mixabin encamên herî neyînî yên vê yekê di girtîgehan de tên jiyîn, ev jî bi berdewamiya rewşa girtiyên nexweş û mirina girtiyan bi awayekî eşkere nîşan dide.”
 
'MAFÊ JIYANÊ YÊ GIRTIYAN TÊ BINPÊKIRIN' 
 
Salman destnîşan kir ku girtîgehên li Tirkiyeyê bûne cihên îşkenceyê ku her cure pêkanînên dijmirovî û biçûkxistinê, bi taybetî binpêkirina mafê jiyanê lê tê kirin û wiha domand: “Girtî ji binpêkirina mafê jiyanê bigire heta îşkenceyê, ji gihandina xizmetên tenduristiyê bigire heta pêkanînên otorîter bi binpêkirinên giran re rû bi rû ne. Rewşên girtiyên nexweş ku bi salan e di rojevê de ye lê ji bo çareseriyê tu gav nehatine avêtin û di serî de jî yek jê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e. Li gorî daneyên ku di girtîgehên Tirkiyeyê de hatine tespîtkirin; di nava girtiyên nexweş de yên herî giran jî nexweşên penceşêrê ne, yên bi nexweşiyên kronîk û yên pirjimar, nexweşên pişikê, nexweşên dil, nexweşên şekir û tansiyona xwînê, kal û pîr û kesên ku ew qas nexweş in ku nikarin bi tena serê xwe bijîn hene. Mixabin Wezareta Dadê li hember hemû bangên ji bo serbestberdana girtiyên nexweşên giran, bi taybetî di dema pandemiyê de bêdeng ma. Ji ber vê sedemê biryarên ku ji bo hin girtiyên nexweş nayên girtin an jî dereng tên dayîn jî dibe sedema binpêkirina mafê jiyanê, lê yan ji girtîgehan tabût derdikevin yan jî girtî piştî ku tên berdan demek kurt de jiyana xwe ji dest didin.”
 
'50 GIRTÎ JIYANA XWE JI DEST DAN' 
 
Salman di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Weke ku ji serlêdanên sûc ên Emel Haceroglû ya li Girtîgeha Jinan a Amedê jî tê fêmkirin; ji ber dereng rakirina nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Nevzat Çapkin ê ku nêzî 8 meh berê ji Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê derketibû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Her wiha agahiyên mirina gelek girtiyên din ên weke Zulfû Yildirim ê ji Girtîgeha Elezîzê, Bazo Yilmaz ji Girtîgeha Rihayê, Mehmet Candemîr ê ji Espiye Tîpa L ya Gîresûnê hatin girtin. Daneyên li ser agahiya mirina 50 girtiyên nexweş tenê di sala 2022’an de, mînaka herî berbiçav a kêmasiya biryarên ku di derbarê girtiyên nexweş de nehatine dayîn an dereng mane ye.
 
BANG BERDANA GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Salman di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku şert û mercên nebaş ên girtîgehên Tirkiyeyê û pêkanînên ku jiyana girtiyan hîn dijwartir dike, berovajî vê, bi taybetî ji bo girtiyên nexweşên giran xetereyek mezin e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevî gelek caran serlêdanên taloqkirina înfazê, daxuyanî û rojeva raya giştî jî, girtiyên nexweş ên giran tevî hemû serlêdanan nayên berdan û bi vî rengî di şexsê Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tûglûk de mafê hemû girtiyên nexweş tê binpêkirin. Li vir careke din em bi bîr tînin ku; di şexsê Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tûglûk de, binpêkirinên giran ên mafan ên li ser hemû girtiyên li girtîgehan, bi taybet girtiyên nexweş tên kirin, divê demildest bên rawestandin û ji bo rê li ber berdana wan bê vekirin, tevdîrên pêwîst bên kirin. Di vê wateyê de divê hem hêzên siyasî hem jî desthilatdarî tedbîrên pêwîst bigirin û ji bo nirxandina daxwazan beriya ku pirsgirêkên tenduristiyê yên giran û mirin çêbibin, bikevin nava tevgerê. Em bang li Wezareta Dadê, hiqûqa neteweyî û navneteweyî û saziyên mafên mirovan dikin ku ji bo li ser esasê maf û azadiyên bingehîn nêzî pirsgirêkan bibin û li gorî wê daxwazên girtiyan binirxînin û çareser bikin.”

Sernavên din

19/01/2023
09:00 Gav bi gav her tiştê Efrînê kirin tirkî!
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:15 Li Mêrdînê wesayîta di rê de diçû hate gulebarankirin: 4 kes mirin kesek birîndar bû
18/01/2023
20:46 Cenazeyê Tûncer piştî 4 mehan li Serêkaniyê hat veşartin
18:52 Endamê Meclîsa Ciwanan Tanrikûlû nehat berdan
17:47 Bîrdal: Ên bi ser bikevin dê kurd û hevalbendên wan bin
16:12 Di erdheja li ser sînorê Rojhilat de herî kêm 120 kes birîndar bûn
16:07 Lêgerîna nava dev û muayeneya kelemçekirî li girtî hatiye ferzkirin
15:33 Ji ber xerabûna SEGBÎS’ê doza Ayşe Gokkan hat taloqkirin
15:32 Doza êrişa bi kûçikan: Polîsan mexdûr sûcdar kirin
15:18 Gund bi gund qala tecrîdê û pêvajoyê kirin
15:14 ESP’ê û SGDF’ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguhest Stenbolê
14:56 Derbarê 6 girtiyên li Girtîgeha Evînê de doza ‘şewatê’ hat vekirin
14:42 HDP dê tev li hevdîtinên Komîsyona Makeqanûnê nebe
14:27 Balafirek Tirkiyeyê li Tirbespiyê li erebeyekê da
14:12 Rojnamevanê ku Soylû wî hedef nîşan dabû beraet kir
14:02 Ferît Şenyaşar: Heta ku daxwaza me were qebûlkirin em li ber edliyeyê ne
13:50 Ciwanan li Êlihê tecrîd protesto kirin
13:46 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.9’an erdhej çêbû
13:44 Dayika Pinar Gultekîn beraet kir
13:29 Ocalan ê HDP’î: Li gorî qanûnan tevbigerin û deriyên Îmraliyê vekin
13:18 Rapora Hevdîtinên bi Girtiyan re: Mafên rojnamevanan tên astengkirin
12:43 Doz li rojnamevan Deger hat vekirin: Qertê çapemeniyê nehat nasîn
12:32 Heta 15 salan ceza ji rojnameger Parlak re hat xwestin
12:31 Erebistana Siûdî piştgiriya ‘fînansî’ da Tirkiyeyê
12:31 KCK’ê ji bo Mehmet Akar daxuyanî da
12:06 Di doza OHD’ê û TUHAD-FED’ê de ‘şahid’ nayên dîtin!
12:06 Li Qamişloyê agir bi depoyeke petrolê ket
11:45 Wezîrê Karên Navxweyî yê Ukraynayê di qezaya helîkopterê de mir
11:34 Servet Aslan ê li Semsûrê zaroka 4 salî revandî hate binçavkirin
11:09 Kekê Kemal Kûrkût: Necezakirin rê li ber cînayetên nû vedike
11:08 Ji ber qerta serê salê derheqê girtî Çagirci de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin
11:01 Parêzerê malbata Kûrkût: Ji destpêkê ve ev biryar dihat xwestin
10:57 Ji Jinan Hevdîtina Herêma Egeyê: Em ê nerazîbûn û berxwedanê birêxistin bikin
10:43 Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê: Di zanîstê de pêdivî bi perspektîfa jinê heye
10:33 Mêrga gundiyan pêşkeşî Eksîm Holdîngê tê kirin
10:23 Cenazeyê dayika Mîr Perwer li kêleka wî hat veşartin
10:08 Estukyan: Hrant ji ber ku nebû ermenê pergalê hat qetilkirin
10:01 Li Efrînê berxwedana ‘serdemê’
09:43 Girtiyên di rêya dadgehê de hatin derbkirin xistin hucreya yek kesî
09:06 Mele Korkmaz: Astengkirina veşartina cenaze binpêkirina fermana Xwedê ye
09:05 ‘Em ê krediyê bikişînin, ji xwarina xwe kêm bikin û piştgiriya HDP'ê bikin'
09:04 Tevî hemû gefan jî dest ji belavkirina rojnameyê berneda
09:02 Parêzer Yamar: CPT û Tirkiye şirîkê tecrîda li Îmraliyê ne
09:01 Walîtiya Şirnexê gef li welatiyan xwar û got ‘hûn bixwazin û nexwazin jî em ê daran bibirin’
09:01 Ji ber silavdayîna bi kurdî cezayê disiplînê lê hat birîn
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2022'YAN
17/01/2023
23:59 Akarê xwe li Sûrê şewitand hat veşartin
20:31 Dêya Mîr Perwer jiyana xwe ji dest da
20:06 Doza malbata Şenyaşarê: Ên ev îdianame amade kirine şirîkên vî sûcî ne
17:32 Şenyaşar: Bi fermana Yildizê AKP'î zarokên min ên birîndar birin Nexweşxaneya Pirsûsê
16:53 Abdullah Canan ku 27 sal berê hatibû qetilkirin hate bibîranîn
16:45 Desteya Şêwirê ya HDP’ê banga ‘helwest nîşandanê’ kir
16:27 McGurk bi YNK'ê û PDK'ê re civiya
16:18 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:15 Ozer: Ez li nezaretê hîn bûm ku ji ber çi hatim girtin
15:37 Erdogan beriya êrişa Taksîmê 31 caran gef li Rojava xwariye
14:56 Bulbul ê HDP’î: Hewl didin kesê êrişî cemxaneyan kirî xelas bikin
14:55 Doza hevşaredarên Qoser û Stewrê taloq bû
14:24 Li ser dîwarê dêrê nivîsa ‘Tekane rê Îslam e’ hate nivîsandin
14:21 Emîne Şenyaşar ji bersûcan re got: Kê hevjîn û zarokên min kuştin?
14:18 Dewleta tirk di rojekê de 21 caran çekên kîmyewî bi kar anî
13:35 Malbatên qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê wê serî li AYM’ê bidin
13:34 Akar ê li Birça Keçikê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:34 Bûldan: Desthilatdariya AKP-MHP'ê wê çem û çem têk biçe
13:15 Tevî biryara AYM’ê jî heman ceza dan faîlê Alî Îsmaîl Korkmaz
12:29 Zarokê malbata ku îktidarê ew li ber HDP’ê dabû rûniştandin li dijî tecrîdê xwe şewitand
12:29 Ji ber îdiayên emniyetê hevdîtina bi rojnamegeran re tê astengkirin
12:05 Doza ‘Komkujiya Nexweşxaneyê’ ya Malbata Şenyaşar dest pê kir
12:04 Dadgehê ji bo polîsê ku Kurkut qetil kiribû biryara ‘cihê cezakirinê nîne’ da
11:52 ESP û SGDF dê greva birçîbû li bajarên cuda bidomîne
11:34 Prz. Çakas: Heta ku yekane rayedar ATK be giştînameya Wezaretê nabe çareserî
11:22 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
11:21 Rojnameger Akyuz: Bêbandorkirina çapemeniyê ji bo civakê mirin e
11:04 Nobeta Edaletê di roja 19’an de didome: Tecrîd pêşiyê li siyaseta demokratîk digire
11:00 Têkildarî mirina biguman a li girtîgehê doz hat vekirin
10:39 Li Tarsusê qeza çêbû: 2 leşker û penaberek mirin
10:37 Beriya şoreşê û piştî şoreşê Efrîn
10:16 Serlêdaneke nû ji bo CPT’yê hate kirin: Tavilê rapora xwe eşkere bikin
09:54 Rewşa girtiyê nexweş giran dibe: Ne dikare xwarin bixwe û ne jî dikare bimeşe
09:10 Beriya hilbijartinê dest bi çêkirina nexweşxaneyê kirin ku bi salan e nayê çêkirin!
09:09 Ji ber ku 'poşmanîtî' qebûl nekir berdana wê 6 meh taloq kirin
09:07 Bi îfadeya şahidê veşarî yê 'winda' ceza lê birîn
09:06 'Azadiya Abdullah Ocalan bi yekitiya gelan pêkan e'
09:05 ‘Bi bertekên xurt em dikarin pêşî li ber tunekirina xwezaya Kurdistanê bigrin’
09:04 Derhênerê ‘Seyrana Li Çeper’ Karaman: Şanoya kurdî xwedî ruhekî azad e
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2023
23:19 Li Amedê welatiyekî xwe şewitand
22:20 Minbic û Dêrazorê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
16:56 ESP û SGDF’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê greva birçîbûnê da destpêkirin
15:46 Karkerên firinan ên Amedê: Em heqê keda xwe dixwazin
15:32 Kalo di salvegera yekemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 Wezîra Parastinê ya Almanyayê Lambrecht îstîfaya xwe da
14:41 Li ser sînor bang li rejîma Îranê kirin: Biryarên darvekirinê betal bikin
14:24 MYK’a HDP’ê civiya
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin