Nivîskar Çelîk: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ yê Ocalan bê astengkirin

  • rojane
  • 10:53 14 Îlon 2022
  • |
img
STENBOL - Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk diyar kir ku nabe ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji “mafê hêviyê” bêpar bê hiştin û wiha got: “Divê hemû derdor vê mijarê têxin rojeva xwe.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ji 25’ê adara sala 2021’an heta niha ji Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş agahî nayên girtin. Her wiha li gel ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo serlêdana li dijî cezayê hefsê yê muebbeta giran biryara binpêkirinê dabû jî, heta niha tu gav nehatine avêtin. Tirkiyeyê hem gav neavêt, hem jî di bersiva xwe ya ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) de li xwe mikûr hat ku li dijî Îmraliyê hiqûqeke taybet heye. Tirkiyeyê di bersiva xwe ya herî dawî de diyar kir ku Ocalan ji “mafê hêviyê” bêpar hatiye hiştin ku bi vî mafî re derfeta berdana kesên cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn dide. Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk têkildarî sepanên li dijî Ocalan û bêparhiştina wî ya ji “Mafê hêviyê” nirxand. 
 
Mukaddes Erdogdu Çelîk diyar kir ku li Tirkiyeyê di hiqûqê de her kes wekhev nîne û ev tişt anî ziman: “Li dijî kurdan cotstandartiyek heye. Dema mijar dibe gelê kurd û Abdullah Ocalan, ev cotstandartiye hîn kûrtir dibe. Ji bo vegotina karektera desthilatdariyê û şexsiyetên darazê yên girêdayî wê tu têgeh têrî nakin. Di halê hazir de li Tirkiyeyê normên hiqûqê nayên xebitandin. DMME ji bo Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala biryara berdanê dike lê bi vê biryarê nakin. Her wiha ji bo Abdullah Ocalan jî heta niha gelek daxwaz hatin ragihandin lê bi wan daxwazan nakin.” 
 
'BÊHIQÛQÎ LI ÎMRALIYÊ DEST PÊ DIKE’
 
Bi domdarî Çelîk anî ziman ku parçebûna ji ber pergala emperyalîst-kapîtalîst çêdibe, di serî de hiqûq û siyaset, bandora xwe li hemû qadan dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her xebateke li dijî pergala heyî, di bin çarçoveya ‘terorê’ de tê nirxandin. Di bingeha van bêhiqûqiyan tevekan de jî ‘Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê’ heye. Wateya têgeha terorê ya di vir de gelek berfireh û bêsînor e. Di çarçoveya vê qanûnê de her muxalîfê li dijî pergalê derdikeve, rastî polîtîkaya zext û tepisandinê tê. Aliyê herî tund ê vê zilmê jî li girtîgehan û li dijî girtiyan tê kirin. Lewma jî heke mafekî Abdullah Ocalan ê hêviyê hebe jî dê vî mafî tune bihesibînin. Ji ber ku hemû bêhiqûqî ji ewil li Îmraliyê dest pê dikin.” 
 
BANDORA BIRYARÊ YA LI SER GIRTIYÊN DIN
 
Di berdewamê de Çelîk bal kişand ser bêparhiştina Ocalan a ji “Mafê hêviyê” û ev nirxandin kir: “Serokkomarek û rejîmeke qesrê heye ku dibêje ‘biryarên DMME’yê me eleqedar nakin.’ Em ne li bendê ne ku biryarên demokratîk û adilane bidin. Lê belê bi peymanên ku wan bi xwe îmze kirine jî nakin. Mafê her kesê cezayê muebbetê girtî heye ku rojekê ji girtîgehê derkeve. Ev, mafê hêviyê ye. Prosedurên qanûnî jî vê dibêjin. Tirkiyeyê jî biryarên DMME û Konseya Ewropayê îmze kirine. Qanûnên navneteweyî li her devera cîhanê ser qanûnên herêmî de ne. Pîvaneke bi vî rengî heye. Lê belê desthilatdarî û pergaleke wisa heye ku guh nade yek ji van pîvanan.” 
 
‘DÊ EV BIRYAR BANDORÊ LI QADÊN DIN JÎ BIKE’
 
Çelîk, bi lêv kir ku bêparhiştina Ocalan a ji “Mafê hêviyê” dê bandora xwe li gelek deverên din jî bike û wiha domand: “Ev jî mîna sepana tecrîdê ye. Ji ewil Ocalan di Îmraliyê de asê kirin. Piştre girtîgehên bi tîpa F vekirin. Piştre jî bi tîpên F,T,S, L berdewam kirin. Tecrîd li her deverê belav bû. Îxtîmal heye ku zîhniyeta dibêje ‘Mafê Ocalan ê hêviyê nîne’, sibe dusibe vê sepanê li hemû girtiyên cezayê muebbeta giran lê hatiye birin ferz bike. Mînaka vê ya herî şênber jî girtiyên nexweş in.” 
 
HIŞYARIYA ‘DÊ HER KES JÊ BANDOR BIBE’
 
Nivîskar Çelîk, da zanîn ku bêparhiştina Ocalan a ji “mafê hêviyê” bêhiqûqî ye û wiha got: “Tirkiye bi kîjan sedemê vî mafî qebûl nake? Divê sedema vê bibêje. Ocalan nûnertiya gelê kurd dike û gelê kurd jî dixwaze Ocalan azad bibe. Li seranserî cîhanê bi milyonan bi şîara ‘Ocalan vîna min a siyasî ye, berdin’ kampanyayan dimeşînin. Lê belê rojavayê Tirkiyeyê û gelemperiya tevgerên demokrasiyê vê mijarê naxin rojeva xwe jî. Heta ku vê mijarê nexin rojeva xwe, ev mijar weke pirsgirêkeke ku tenê Abdullah Ocalan û gelê kurd bedela wê didin dimîne. Bêgûman binpêkirina vî mafî dê di serî de bandoreke neyînî li kurdan bike. Lê belê ev dê tenê bandorê li kurdan neke. Dê bandorê li her kesî bike. Me pratîkên vê yekê di demên darbeyan de jî dît. Lewma jî divê hemû derdorên demokratîk vê mijarê têxin rojeva xwe.” 
 
MUXALEFET HIŞYAR KIR
 
Çelîk, got “em li her derê di girtîgehê de ne” û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tu kesek nikare mafê hêviyê asteng bike. Hêvî; berxwedan, têkoşîn û jiyan e. Li gorî min kesek nikare mafê hêviyê asteng bike û vî mafî xesp bike. Heke vê yekê bikin, sedema wê ew e ku li dijî xwe têkoşîneke xurt nabînin lewma dikin. Dibêjin ku qey ev zext tenê dê bi kurdan sînor bimînin û bi serê wan neyên. Maseya Şeş Ling û hinek derdorên çepa tirk dibêjin qey dê bêyî kurdan bikarin demokrasiyê ava bikin. Lê belê ev yek mimkin nîne. Lewma hemû kes neçare ku ‘mafê hêviyê’ têxe rojeva xwe. Divê ji bo vê têkoşîn hebe. Dikare qadên birêxistinkirina civakî bên pêşxistin û kampanyayên nû bên destpêkirin.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

25/01/2023
18:36 Delegasyona Navneteweyî hevdîtin bi ÎHD û Baroya Stenbolê re kir
16:55 Pêkhateyên jinan ên Tifaqa Ked û Azadiyê hatin ba hev
16:10 Ji Baroya Agiriyê rapora Girtîgeha Panosê: Di odeya singêr de îşkence
15:57 Ji OHD, ÇHD û ÎHD’ê ‘Rapora binpêkirina mafê çalakiya li dijî tecrîdê’
15:30 Taniş û Denîz hatin bibîranîn
15:27 Baroya Wanê: Qedexekirina çalakî û xwepêşandana li dijî makeqanûnê ye
15:19 Dozger ji bo alîkariya xezîneya HDP’ê qut bibe, şahidê veşarî ku lê digeriya dît!
15:05 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê serdana TTB’ê û TÎHV’ê kir
14:54 Têkildarî mirina bi guman a Muhbet C. biryara nepeniyê hate dayîn
14:51 Derbarê Yenî Yaşamê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:48 Delegasyona Navneteweyî bi malbatên girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin kir
14:27 Amadekariyên 12’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê xelas bûn
14:04 Doza Fîrdevs Babat: Dadgehê daxwaza faîl a veguhestina dozê hewaleyî Wezareta Dadê kir
13:40 Bernameya Konferansa Komara Demokratîk diyar bû
13:31 Çalakiya li ber Konseya Ewropayê berdewam dikin
13:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 688’an de didome
13:07 Şandeya navneteweyî serdana parêzerên Abdullah Ocalan kir
12:53 Li Erxeniyê komkujiya sewalan
11:52 Nobeta Edaletê: Çima li Îmraliyê hiqûqa şexsî di meriyetê de ye?
11:48 Doza rojnamevan Ayşegul Dogan hat taloqkirin
11:22 Agahînegirtina ji Îmraliyê 22 meh li pey xwe hişt
11:05 Komploya 15'ê Sibatê: Dê ji 2 baskan ber bi Gemlîkê ve meş bê lidarxistin
10:47 Li Egeyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin
10:04 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê li Tirkiyeyê ye
09:53 ‘Kobanê qibleya me ye, divê em ji hemû êrişan biparêzin’
09:52 AYM dê sibê têkildarî daxwaza HDP’ê bicive
09:32 ‘Tecrîd bêhiqûqîtî ye, Ocalan mifteya aştiyê ye'
09:24 Kobanêya hilweşiyayî ji nû ve hat avakirin
09:03 Mamosteya MED-DER'ê: Armanc ne jidil e ku encam jî jidil be
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2023
22:18 Li Colemêrgê mirineke bi guman
22:15 Çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan a li ber Konseya Ewropayê didome
21:34 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi namzetê hevpar beşdarî hilbijartinê bibe
17:55 Dozger ji 'rawestandina' xizmên girtiyan re ceza xwest
17:14 Demîrê ku Yewnanistanê ew radestî Tirkiyeyê kiribû hat girtin
16:49 Danişîna biryarê ya Rojbîn Çetîn taloqî 23'ê adarê bû
16:26 Li Agiriyê 2 leşker mirin
16:21 Doza ku 46 parêzerên Abdullah Ocalan jê tên darizandin taloq bû
16:10 Bernameya meha sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê aşkera bû
16:06 Li Hezexê dayika 50 salî hat girtin
15:55 Li Êlihê karkerê ku di înşaatê de ket jiyana xwe ji dest da
15:49 Li Sêrtê ciwanê ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:40 Tifaqa Ked û Azadiyê bi rojeva hilbijartinê li hev civiya
14:37 Li Bismil ji 12 kesên hatibûn binçavkirin 10 jê hatin girtin
14:29 Li herêmên Çemço ve Sîdayê êrîşên biçekên kîmyewî pêk hatin
14:20 HDP: Li Îzmîrê li dijî partiya me xebatên şerê taybet tên meşandin
13:19 Li Agiriyê 2 gundî û şivanek hatin kuştin
13:03 Malbata Şenyaşar: Em heqê xwe li kesên bêdeng dimînin helal nakin
12:47 Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda Îmraliyê: Em bi hev re deng derbixin
12:35 Finlandiya: Divê ji bo hevdîtinên NATO'yê navber bê dayîn
12:05 Hêzên Şengalê gelek sîxurên MÎT û PDK’ê binçav kirin
10:52 Li dijî biryara bloqekirina HDP dest bi kampanyayekê dike
10:30 Ji ber bertek nîşanî zextan didin gefa sewqkirinê li girtiyan tê xwarin
09:35 Ma Musîcê konser da hezaran
09:06 22 sal in tu xeber ji Taniş û Denîz nayê girtin
09:04 Soza hilbijartinê ya Erdogan 'rêya duble' 20 sal in nehatiye temamkirin
09:04 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Divê li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
09:03 Rojnivîska berxwedana dîrokî ya Kobanê
09:02 Prz. Tum: Bila TBB li dijî tecrîdê gavekê biavêje
09:01 Siyasetmedarên jin ên Botanê: Gelê me dê seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşîne
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
08:32 Li Hezexê jinek hate binçavkirin
23/01/2023
22:23 Rojnamevan Verîm ku Yûnanîstanê ew radestî Tirkiyeyê kir hat girtin
21:43 Li Cezayîrê helîkopter ket erdê: 3 leşker mirin
18:39 Li Amedê zilamekî jinekê birîndar kir
18:07 Li ber KE'yê çalakiya li dijî tecrîda li Îmraliyê
17:50 Ji ber komkujiya li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
15:54 Li girtîgehên Behra Reş û Dumluyê mafên tenduristî û ewlehiyê tên binpêkirin
14:33 Binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:32 AKP’ê di 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Meclisê
13:19 AYM dê ji bo daxwaza HDP’ê di 25’ê çileyê de bicive
12:53 Ji bo Akar ê xwe şewitandibû li ser dîwaran nivîs hate nivîsîn
12:52 Ferît Şenyaşar: Li vir fermana serdestan pêk tê
12:35 Ji bo Îmraliyê Nobeta Edaletê: Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
12:05 Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî hatin derbkirin
11:58 Ji bo gumanbarên komkujiya li Mêrdînê daxwaza girtinê
11:46 Li Çiyayê Amanosê gelek dar hatin birîn
11:30 Xizmên serokê AKP’a Farqînê ji ber esrarê hatin girtin
10:03 KNK: Divê statu û ewlehiya Şengalê bê misogerkirin
09:26 Navên kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
09:06 Rojnameya Xwebûnê dê di roja ziman de şahiyekê li dar bixe
09:06 Li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne: Divê her kes li ber tecrîdê rabe
09:05 Malbata Emîn Ozkan: Beriya giştînameyê divê ATK ji holê were rakirin
09:04 Li Giyadînê metirsiya siyanûrê: Wê hemû Kurdistan were jehrîkirin
09:04 Parlamenterê HDP’ê Eksîk: Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye
09:03 Du birayên nexweş nayên berdan: Birînên wan bêderman in
09:02 Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne
09:01 Kela berxwedanê: Kobanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
22/01/2023
21:55 Li Kocaeliyê li malekê teqîn rû da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
21:48 Tayyîp Erdogan û Tansû Çîller mil dane milên hev!
21:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
21:25 Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin
19:08 HDP û pêkhateyên xwe civiyan
16:12 Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê bertek nîşanî şewitandina Qur’anê da
16:08 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:55 HPG’ê têkildarî komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da
15:46 Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk
15:32 Li Enqereyê simît bû 7 lîra
15:28 Tîma Jinan a Amedsporê li sehaya xwe Tîma Jinan a Trabzonsporê têk bir